Di navbera şoreş û dij şoreşê de Misir

Yên ku dema îmtîyazên xwe wenda dikin
Translator

Wan çima gule nereşandin? Ji bo çi Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (KBHÇ) piştî ku demeke dirêj dudilî ma qebûl kir ku birêveberekî Birayên Misilman weke serokkomar were hilbijartin? Lewma Misira piştî 25ê çileya 2011ê ji binî ve guherî û lewma vegereke li nîzama kevin êdî ne mumkin e. Lê belê têkoşîn dewam dike û di derbasbûna demdirêj a ji dema dawî hatina li desthilatdarîya serokkomar Husnî Mubarek û vir ve destpêkirî de dengdan bi tenê qonaxek e.

Tevahîya rojeke dawî lê nayê û mirovan difetisîne, di nava hewayeke giran de Misirê bêhna xwe girt û li benda ragihandina encamên tûra duyem ên hilbijartinên serokkomarîyê ma. Dem her dereng dibû, saetekê û paşê saeteke din. Di rojeke weke risasê giran de, hilbijêran li gel zehmetîyan, bi nîzam û di bin kontrola dadgeran de, wekî tûra yekem dengên xwe avêtin sindoqan. Lokalên hilbijartinê 17ê hezîranê heta saet 22yê vekirî man da ku herkes wezîfeya xwe pêk bîne. Kêm bûyer qewimîbûn. Namzedê serketî diviyabû roja çarşemê ango 20ê hezîranê bihata eşkerekirin. Û encamên bi şev hatin eşkerekirin piştrast kirin ku namzedê Birayên Misilman, Muhemed Morsî yê ku gelek hêzên şoreşê destek didanê, bi ser ketiye. Komeleya serbixwe "dadger ji bo Misirê" ya ku çavdêriya dengdanê kir (1), serketina wî piştrast kir.

Dîsa jî hewa bi carekê girantir bû. Reqîbê Morsî, general Ahmed Şefîq giliyê xwe bir ber destê Komîteya Bilind a Çavdêriya Hilbijartinên serokkomariyê, wê jî biryar da ku weşana encaman paşve bixe. Pêre jî çapemenîya ku mirovên serdema Husnî Mubarek wê bi rê ve dibin, dest bi gotegot û dezînformasyonan kirin û gotin Birayên Misilman sindoq xirakirine, ew di hilbijartinan de têk çûne û serhildaneke çekdarî amade dikin! Di rastîyê de biryar êdî ne di destê hilbijêran de ye û ne jî di destê xwedêgiravî Komîteya Çavdêriyê de ye, lê belê bi tenê di destê KBHÇê de ye; wê jî dixwest encamên serketineke ku wê xwestibû pêşiyê lê bigire, bipîve. Wê bi tevahîya hêza xwe piştgirîya general Ahmed Şefîq kir, Şefîq serokwezîrê dawî yê Husnî Mubarek bû. Ev esker ji klîka karsaz û efseran e ku ji du dehsalan û vir ve desthilatdarîya welêt di destê wan de ye – 2yê adara 2011ê, di dema guftûgoyeke di bîra mirovan mayî de ya di navbera serokwezîr Şefîq û nivîskar Alaa Al-Aswanî, nivîskarê Avahiya Yaqûbî ya muhteşem de, Al-Aswanî gelek belge deranîn ku bertîlxurîya Şefîq piştrast dikirin û bi vî rengî li ser wî ferz kir ku îstîfa bike. Weke nûnerê rejîma kevin ku yek ji wan ên mirov li vir ji wan re dibêje fûlûl ango "bermahî" yên rejîma kevin, ango çawa di dema şoreşa fransî de dihat gotin ci-devant, li dora xwe "dewleta kûr" civandîye, dewleta ku piştî jitextxistina dîktatorî êdî zêde derneketibû pêş û niha ji bo jinûve bidestxistina imtiyazên xwe bi kelecan têdikoşe. Hemûyên ku tu tişt ji bîr nekirin û fêrî tu tiştî nebûn.

Di dawiyê de piştî dudilîyeke demdirêj KBHÇê serê xwe xwar kir û 24ê hezîranê Morsî weke namzedê serketî hat ragihandin; wî îstîfaya xwe ya ji cemaetê û Partîya Azadî û Dadê (PAD) eşkere kir û daxwaza xwe ya ji bo bibe serokkomarê tevahîya misiriyan da zanîn. Di dîroka komara Misirê de ev cara pêşî ye ku sivîlek dibe serokkomar. Ji bo mirov li vê heyamê serwext bibe, têrê dike ku mirov li kolanên Qahîreyê bigere û guhê xwe bide misirîyan, nexasim jî ciwanan: tercîha wan çi dibe bila bibe, ew êdî naxwazin ku desthilatdarî were desteserkirin, ew dixwazin gotina xwe jî bibêjin, ew hez dikin ku fikra wan jî were hesabkirin. Ev nifşê şoreşê ye li tevah

îya bajar, heta gundan seferber dibe. Dema dîktatorîyên eskerî bihurî. Ev ciwanên ku serketina Morsî pîroz dikin, yên ku carinan maskeyên Anonymous li ber rûyê xwe datînin, li ber rîtmên zindî direqisin, pesnê kiptîyekî didin ê ku xaça xwe ya mezin diavêje ser milê xwe û kêfxweş e ji têkbirina generalê rejîma berê; ev ciwan kêm dişibin komên mirovên bi reh yên ku amade ne bi ser cîhana medenî de biçin.

Lê dîsa jî serketina Morsî, -li hemberî namzedekî ku nûnerîya nîzama berê dikir, nîzama berê ya ku di destpêka sala 2011ê de gel li dijî wê serê xwe rakir-, bi ferqeke kêm bû, bi zorê milyonek deng zêdetir bi dest xistin. Ev yek li ser redkirina ku Birayên Misilman dibin sedem a di nava beşeke xelkê welêt de gelek tiştan dibêje û her weha li ser nakokîyên dema derbasbûnê yên dewam dikin de jî.

Encamên tûra yekem a hilbijartinên serokkomarîyê di nava hêzên şoreşger de bû sedema peydabûna şokekê. Rêjeya deng a her yekî ji wan stendî nêzî hev bû, lê belê heryekî qederê ji çar paran yekê dengan wergirtibû. Namzedê Birayên Misilman Morsî û general Şefîq bi hindikî li pêş bûn. Namzedê kêm dihat nasîn ê meyla nasirî Hemdîn Sebbahî bêhtirî ji % 20ê dengan stend – li vir mirov dibîne tu tişt hêsan nîne, Sebbahî û partîya wî di hilbijartinên parlemanê de bi Birayên Misilman re hev girtibûn. Namzedê çarem Abûl Fûtûh bû wî ji % 17.5ê dengan bi dest xist. Li ser hev namzedên nêzî şoreşê, ango Sebbahî, Abûl Fûtûh û çendekên din nêzî ji % 40ê dengan bi dest xistin, lê belê di tûra yekem de bi ser neketin û nikaribûn di tûra duyem de cihê xwe bigirin.

Mirov çawa bike? Mirov di tûra duyem de çi bike?

Ji bo nivîskar Al-Aswanî ku rexnegirekî xurt ê dîndarên hişk e, tercîh zelal e: "em ne bi Morsî re ne, em destekê didin şoreşê." Helwesteke ku edîtorîya Mustafa Alî bi eşkereyî ragihandibû (2): "Bi awayekî trajîk hin hêzên alîgirê şoreşê bi awayekî şaş rêxistineke muhafezekar û bi ber bayê dikeve, yekê weke Birayên Misilman, ku gelek caran xiyanet kirin bi armancên şoreşê re (û dibe ku siberojê jî vê dîsa bikin)weke faşîstên dînî bi nav dikin. Û bi vî rengî vê hêza ku bi awayekî oportunîst bi rejîma kevin re li hev kiriye asîmîleyî rejîma niha dikin ku hewl dide tevahiya şoreşê tine bike."

Xeyala dewleteke teokratîk a ku Birayên Misilman ferz dikin bela xwe ji hin kesan venake. Dîsa jî ji bo piranîya hêzên şoreşger artêş û rejîma kevin ên ku kontrola qeraseyên sereke yên desthilatdarîyê di destê xwe de digirin, ew hêz in ku divê werin têkbirin, yên ku li dijî wan 22yê hezîranê bereyek hat damezrandin. Morsî, li dora wî partîyên di şoreşê de çalak, fîgurên sembolîk ên mîna Wael Xonîm yan jî Al-Aswanî di platformeke hevpar a têkoşîna li dijî KBHÇê û nexasim biryarên wê yên di hefteyên berîya hilbijartinê de hatin cem hev.

"Dema ku serokkomar Mubarek ji desthilatdarîyê hat xistin, me şaşîyeke mezin kir me desthilatdarî da destê KBHÇê." Roj 14ê hezîranê ye û namzedê di hilbijartinên serokkomarîyê de binketî Abûl Fûtûh hê nû bi tiştekî dihise: Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn qanûna ku destûra hilbijartina parlemanê da, neqanûnî îlan kir, ev jî dibe sedema betalkirina wê. Bi ser de jî wê qanûna ku li kesayetên rejîma kevin di hilbijartinan de namzedbûyinê qedexe dikir jî hê nû betal dikir û destûr dida general Şefîq di tûra duyem a hilbijartinên serokkomarîyê ya 16 û 17ê hezîranê de bibe namzed.

Me got, li Misirê tu tişt hêsan nîne. Di van rojên krîzê de Hemdîn Sebbahî ji bo umreyê çûye Mekeyê û bi dîqqet bêdeng dimîne; helwesta xwe ya alîgirîya ji herdu namzedan yekî diyar nake û li derveyî qada lîstikê xwe digire. Ji ber îdeolojiya xwe ya nasirî, hîletê wî ji rexnekirina artêşê diçe.

Li hemberî vê, birêveberekî kevin ê Birayên Misilman Abûl Fûtûh, hewl dide ku bereyeke fereh li dijî eskeran pêk bîne. Temenî wî li derdora şêstî ye (di çarçoveya siyasetê ya li herêmê de ya ku kal tê de serdest in, ew ciwan tê hesibandin) , karîzmatîk e, enerjîya wî di ser re diçe. Ew demeke dirêj serokê sendîkaya bijîşkan bû, gelek caran hat girtin û bi salan di girtîgehê de ma. Birayên Misilman ew pir lîberal dîtin û marjînal kirin. Ji serî heta binî bi awayekî çalak beşdarî dema efsaneya Tehrîrê bû û di navê de otorîteyeke mezin bi dest xist, nexasim jî li cem endamên Birayên Misilman ên ciwan. Wî pir zû ragihand ku ew ê di hilbijartinên serokkomarîyê de bibe namzed û li bernameyeke reformên demokratîk a welêt xwedî derket; dewleteke sivîl, wekhevîya jin û mêran, wekhevîyeke welatîyan ku wê destûrê bide ku kiptîyek jî karibe weke serokkomar were hilbijartin. Wî li dora xwe koalîsyoneke mezin a meylan û şexsan civand – yek ji şêwirmendên wî yên aborîyê marksîst e – û bi vî awayî di tûra yekem de desteka mirov matmayî hişt a selefîyan bi dest xist, lewra selefî ji hegemonyayeke Birayên Misilman a li ser dika siyasetê ditirsin. Li Misirê tu tişt hêsan nîne.

Ji bo Abûl Fûtûh û ji bo gelek hêzên din, tercîha tûra duyem zelal bû: yan vegera rejîma kevin bi general Şefîq, yan jî bi hilbijartina namzedê sivîl gavek ber bi pêş ve di têkoşîna ji bo "hilweşandina desthilatdarîya eskerî".

Di hefteyên berîya hilbijartinên serokkomarîyê de KBHÇyê ji bo sexlemkirina desteserkirina xwe ya sazûmanî êrîşek da destpêkirin. 4ê hezîranê, wezareta dadê mafê eskeran ê girtin û dadgehkirina sivîlan erê kir. Piştî bereeta di doza Mubarek de, kadroyên girîng ên wezareta karên hundir, berpirsiyarên kuştina bi sedan xwepêşandêrî û gelek polîsên bi gulebarandina li xwepêşandêran dihatin gunehbarkirin, ji guneh hatin şûştin.

Di encama biryara dadgehê ya 14ê hezîranê de, KBHÇê hêza qanûnçêkerîyê ji nû ve kir destên xwe, wê ev hêz berê dabû parlemanê, wê herweha danezaneke destûrî ya lêzêdekirî qebûl kir ku pê artêşê jitevahîya "destwerdanên" sivîl diparêze û hêza desthilatdarîyê ya serokkomarê siberojê sînordar dike. Wê mafekî çavdêrîya nivîsandina destûra bingehîn a siberojê jî da xwe.

Bi vê re jî, dewleta kûr çalakbûna xwe weke alîgirê general Şefîq dewam kir, ji bo vê tevahîya navgînên di destên wê de mayî seferber kirin û ev navgîn gelek in: Çapemenîya alîgir û girêdayî – gelek caran yên ku weke serbixwe tên dîtin, lê belê di destên karsazên girêdayî derdorên desthilatdarîyê de ne –, întelektuelên rejîma kevin, mirovên fikrê yên "lîberal" ên ku li dijî dîktatorîya îslamî seferber bûne lê belê dengê xwe ji dîktatorîya eskerî re dernaxin. Tevahîya derewên herî ecêb ji bo bawerîya bi îslamîstan kêm bikin û bişkînin baş bûn: li parlemana tûnisî qaşo wan zewaca bi pir jinan re qanûnî kiriye; Morsî qaşo biryar daye ku şirketa Kanala Suezê taybetî bike, kanal ji dema serokkomar Abdel Nasir sala 1956ê ve ew dewletî kirî ve sembola serxwebûna Misirê ye; Birayên Misilman qaşo sîleh kom kirine, dixwazin artêşê li gorî modela Îranê veguherînin, ew ê qaşo bacên taybet (cizye) li ser kiptîyan ferz bikin, ew ê qaşo sînema û şanogehan bigirin û hwd. Yek ji çîrokên herî balkêş ku li dinyayê gerîya ev e: parleman qaşo dixwaze qanûnekê erê bike ku destûrê dide mêrekî ku di nava şeş saetên piştî mirina wê de têkilîya cinsî bi jina xwe ya mirî re deyne. Weke di dema Mubarek yan jî dîktatorên din ên ereb de, "yan em yan jî îslamîst" her slogana tevahîya ci-devantan [di dema şoreşa fransî de navê li bermahîyên rejîma kevin dihat kirin; nota wergêr] e, ku hewl didin bergiriya nîzama heyî bikin.

Divê mirov qebûl bike ku ev propaganda bi kêr hat: bêhtirî duwanzdeh milyon misirî di tûra duyem de dengê xwe dan namzedekî rejîma kevin, tevî ku ne hemû, heta pirranîya wan, ne alîgirê vegereke ber bi paş ve ne. Birayên Misilman jî di vê yekê de xwedî berpirsiyarî ne, çawa ku mirov ji encamên dengdanê lê serwext dibe: Morsî di tûra yekem de 5.7 milyon deng wergirtin, tevî ku partîya wî di hilbijartinên parlemanê yên dawîya 2011ê û destpêka 2012ê hema hema du caran li vê hejmarê deng wergirtibûn.

Birayên Misilman berdêla şaşîyên xwe û yên di navbera şoreş û artêşê de didin. Ji ber ku rejîma Mubarek ew pir dijwar tepisandibûn, wan hê nû ji 28ê çileya 2011ê û pêve cihê xwe di nav xwepêşandanan de girt, ango sê rojan piştî ku dest pê kirin, tevî ku milîtanên herî ciwan ji destpêkê ve xwe nîşan dan jî. Ew di şerê gel de yê ku li kolanan gel û Mubarak anîn dijberî hev bi roleke çalak rabûn û bi rêxistinbûna xwe para wan pir e di berxwendana li hember êrîşa polîsan de.

Piştî ku reîs ji desthilatdarîyê hat xistin, vê rêxistina ku di meylên xwe de ji binî ve muhafezekar e, hewl da ku qadeke lihevkirinê bi KBHÇê re peyda bike. Ew ji ciwanên xwepêşandar di çiriya paşîn a 2011ê de qut bû, dema ku pevçûnên bi artêşê re li Qahîreyê bûn sedema mirina qederê çil kesî. Birayên Misilman ên ku dixwestin hilbijartinên parlemanê berdêla wê çi dibe bila bibe pêk werin, gilîyê "tevlîhevîyên bêberpirsiyarî" kirin û gelek ciwan ji ber vê yekê li wan nebihurîn.

Piranîyeke mezin di parlemanê de bi dest xistin û pê daxwaza xwe ya hegemonîk piştrast kirin, vê jî kir ku gelek sempatîya ji bo wan hebû ji wan sil û dûr bibe. Û tevî angajmana wan a berê, biryara wan a yekser cihgirtina di hilbijartinên serokkomarîyê de tirs û guman zindî kirin. Edîtorekî rêz jê re tê girtin ê îslamî Fehmî Howeydî yê ku gotarên wî li seranserê cîhana ereb digerin, bi awayekî cidî ev ketina nav şerê serokkomarîyê rexne kir. Lê belê li gora wî berpirsiyarîyên xetimînên dema derbasbûyî ya gelek alîyan bi hev re ye: "li parlemanê lîberal û partîyên din tevahîya pêşniyazên Birayên Misilman a serokatîya komîsyonan red kirin. Wan bi kişikê lîst tevî ku meclîsê tedbîrên erênî jî girtin: reforma dîplomeya lîseyê, veguherandina rewşa 700 000 karkerên statuya wan nesaxlem, diyarkirina sînorê mûçeyê herî zêde û hwd." Ji bo wî şerê li Misirê ne tenê laîk û dîndaran tîne dijberê hev, belê rejîma kevin û demokrasîyê tîne dijberê hev.

Birayên Misilman 22yê hezîranê qebûl kirin ku bereyekê bi hêzên şoreşger re damezrînin û bi tecrîdbûna xwe hisiyan. Wan biryar da ku şerê desthilatdarîya eskerî bikin, nexasim jî dema daxwaza betalkirina danezana destûrî ya lêzêdekirî û vegera parlemana hilbijartî kirin. Niha, piştî ku namzedê wan hat hilbijartin, gelo ew ê hewl nedin ku bi KBHÇê re li hev bikin? Modalîteyên nivîsandina destûreke bingehîn a nû wê çi bin? Ev pirs bêbersiv li naverastê ne, lê belê çi dibe bila bibe, 24ê hezîranê mohra xwe wê li qonaxeke girîng a dîroka Misirê û dawîanîna li nîzama kevin – nexasim dawîanîna li desteserkarîya li ser aborîyê ya klîkeke bertîlxwur –bixe.

(1) Ahramonline, 20ê hezîrana 2012ê.

http://english.ahram.org.eg/NewsContent/36/122/45678/Presidential-elections-/Presidential-elections-news/After-vote-count,-Judges-for-Egypt-corroborate-Mur.aspx

(2) "Last Call: Will the revolution or the counter-revolution write Egypt history / Banga dawî: gelo şoreş yan dij-şoreş wê dîroka Misrê binivîsînin", Ahramonline, 22ê hezîrana 2012ê. http://english.ahram.org.eg/News/45847.aspx

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê