Di nîqaşê de Yekîtîya Sovyetan

Translator

Piştî 20 salên nemana xwe, bloka sosyalîst û YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) hê jî li Rûsyayê pirsan derdixin holê û nîqaşan zêde dikin. Andrei Graçev bi saya vêkolîneke bi rêk û pêk (1) , “dabaşa wenda” (bi xalepirsekê) ya pîşekarê perestroykayê yê ku dixwest di heman demê de YKSSê û cîhanê biguherîne ronî dike. Şêwirmendê kevin ê Mîxaîl Gorbaçovî dide nîşan ku serokê pêşîn û dawî yê YKSSê çawa, gav bi gav dev ji hêza welêt a ku di 1985ê de hê jê dihat tirsîn, berde. Di vê lêkolînê de dîmena şagirdê efsûnkar ku ji çalakîyên xwe bêhntengî bûye, kêm xuya ye.

Nivîskar li dijî teorîyên ku rola bingehîn didin Rojavayê, derdikeve. Li gor wî, daxwaza ku kir sîstema sovyetî bi dawî bê, ji nav Rûsyayê hat, ji rêveberîya sîstemê hat, ji ber ku beşeke mezin ya elîtên sovyetî dixwest ji komûnîzmê xilas bibe: Ev YKSS bû ku biryara bidawîanîna şerê sar, azadkirina dewletan ji wesayetên xwe heya "serwerîya bisînor" a Ewropaya navend û ji nû ve yekbûna Almanyayê da, tevî ku Mîxaîl Gorbaçov hewl da ku ketina wê ya nav Organîzasyona Peymana Atlantîka Bakur (NATO) asteng bike.

Sedema vê polîtikayê ev e ku Gorbaçovî dixwest herikîna çekdarbûnê ku zirar li YKSSê dikir, bi dawî bianîya û ku dixwest bawerîya Rojavayîyan bi nêta xwe ya baş bîne. Bi vî awayî şefê Kremlinê dê "gavên pêşîn" heta bêçekkirina yekalî ya welêt zêde bikira. Dewletên Yekbûyî dibe ku xwe di berê cîhanê de wekî namzeda hêza hîper/hêza pir mezin a rayedar hîs kir. Êdî qonaxa, veger jê nîne, hatiye; dema ku Moskova bi Washingtonê re di 1990ê de hevgira biryara (Neteweyên Yekbûyî) destpêkirina şerê li dijî Iraqê ye û li gel vê yekê jî heyeteke xwedî peywir dişîne Bexdayê nik Seddam Husên da ku xwe ji hatina dijberhevbûnê bide alî. Evgueni Primakov ê ku bisporê pirsgirêkên ereban e, îdîa dike ku Wezîrê Kar û Barên Derve yê Sovyetê, Edouard Chevardnadze ev kar li Washingtonê sabote kir, lewra ew alîgirê vebijêrka leşkerî bû.

Berhema Graçevî bi detayên raveker ên li ser şertên jidayikbûna pergala nû ya global, dagirtî ye, bêguman ji “ramana nû” ya Gorbaçovî dûr e, ê ku xwe lê datîne ku “azadîya hilbijartinê” bê îstîsna ji bo tevahîya gelan misoger dikir… Gelo ew pêxemberê serdema zêrîn bû ku tê, an Dilpaqijê Stavropolê bû –bajarê wî yê jidayîkbûnê? Nivîskar van pirsan ji bo nîqaşê vekirî dihêle. Nivîsa wî ji hêlekê ve pêşkêşkirina Anatoli Tcherniaevî rast derdixe. (2) Ev peywirdarê bilind ê kevin ê Komîteya Navendî (beşa navneteweyî) di rojnivîsa xwe ya kêmdîtî de, ya ku ji 1972yê heya 1991ê nivîsîye, tabloyeke metelhiştî ya xirabûna têkilîyên di navbera Partîya Komunîst a Sovyetîa Yekbûyî û “partîyên bira” yên rojavayî de nîşan dide; li gor wê “eurokomunîzm” bi rêgeza tijî ji bo vê têkoşînê bandor li ser berpirsîyarên sovyetîk kiriye.

Şêwirmendê Mîxaîl Gorbaçovî yê ji 1985ê heya 1991ê, Tcherniaev berhema xwe bêyî redkirina têkçûnan, rave dike û diparêze. (3) Şahidên din bi aşkerahî zêdetir rexnegir nêzîk dibin: Bi vî awayî, Anatoli Gromîko, kurê şefê dîplomasîya sovyetîk (1954-1986) di adara 1985ê de Gorbaçovî dide hilbijartin û wisa dixuyê ku li vê poşman bûye, an jî Valentin Faline jî, bisporê Almanyayê ye, li gor wî jî hevdîtinên li ser yekbûna Almanyayê dikarin çêtir bin. Ev ramanên heterodoks ku li Rûsyayê belav dibin, li ba fransîyan nayên qebûl kirin. Ev raman piştevanîya rêveçûna cureyeke bûyeran dikin ku li ba me tuneye: Ya kapitulasyoneke YKSSê ku bêhêzîyên Gorbaçovî û îstismarkirinên wan ji alîyê rêveberên rojavayî ve lê zêde dibin, ev birêveber bêhtir bi pêşxistina avantaja stratejîk mijûl in, ne bi guhertina ramanên xwe yên wêrek.

Çavkanî

  1. Andreï Gratchev, Gorbatchev, Şertê Wendakirî ? Ji perestroykayê Heya Jihevketina YKSSê, pêşgotina Hubert Védrine, Armand Colin, Paris, 2011
  2. Anatoli Tcherniaev, Sovmestnyi Iskhod ("Mijara Gel"), Journal de deux époques (Rojnivîsa du Serdeman). 1972-1991, Rosspen, Moskova, 2008
  3. Di kitêba bi îngilîzî derçûyî de qala vê heyamê tê kirin: Anatoly Tcherniaev, My Six Years with Gorbatchev (Şeş Salên min bi Gorbaçovî re), Pennsylvanian State University Press, 2000

Wergera ji fransî: Sevda Orak