Di sedsala 21’an de wêneya siyasî ya Ewrûpa’yê

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve, di wêneyê siyaseta Ewrûpa’yê de guherînekê girîng çêbûye. Bi taybetî ji salên 1980’ê vir ve ev guherîn weke pirrengî derketiye pêş û hê baştir xuya dike, bandora wê jî heye. Wisa diyar e ku êdî li vê parzemînê yek nêrîneke siyasî nikare bi dehan salan desthilatdariyê bike û hikûm bajo. Pêşketinên demokratîk ku li Ewrûpa’yê çêbûnin weke encamekê heman guherînan e. Lewre civakên Ewrûpî wisa bihêsanî dest ji pirrengiyê bernadin û xwe ji mentalîteya ku wan afirandiye dûrnaxin. Li gorî ku tê dîtin, her ku diçe li Ewrûpa’yê dewlemendiya siyasî pêşdikeve. Ev rastî di niqaşên hemû saziyên YE'yê de derdikeve pêş.

Dema ku mirov li dîrokê dinêre Ewrûpa di demeke bizehmet de derbas bûye. Însanên vê parzemînê gelek zehmetî dîtine. Piştî şerên ku bi salan qewimîne di navbera civakên vê herêmê de konsenûsekê çêbûye. Ji ber vê rastiyê mirov dikare siyaseta heyî ya Ewrûpa’yê li ser bingeheke saxlem bibîne. Ev rastî ji Ronêsans’ê vir ve (1500) pêş ketiye û didome. Di dîrokê de baş dixûyê ku heya salên 1800’î rêberên olî (ên dêran) di qada rêveberiyê de xwediyê serdestiyekê ne. Lê belê ji salên 1800'î vir ve di qada rêberiyê de guhertin çêbûne. Di cewherê bingehîn de zêde guhertinên mezin tinebin jî ev weke destpêka pêvajoyeke nû dikare bê dîtin. Bêguman ji bo hemû saziyên ku rêberiyê dikin ya herî girîng parastina berjewendiyên dewletan e. Bi taybetî ji salên 1950’î vir ve li vê parzemînê mijara mafên civakê derketiye pêş.

Li gorî pêwîstiyên dewletan û yên civakê, an jî civakan, di van salên dawîn de rengê siyaseta Ewrûpî ya hindirîn ji sor derbasî şîn bûye. (Sor = Çep û Sosyalîst, Şîn = Xirîstiyan Demokrat û rastgirên din). Bi taybetî hatina Angela Merkel, di sala 2006’an de, ya Birêz Nicolas Sarkozy, di sala 2007’an de û ya Birêz Silvio Berlusconi re, di sala 2008’an de, rengê şîn bandora xwe li ser jiyana rojane ya tevahiya Ewrûpa’yê nîşan dide. Heman rewş liser hikûmetên hemû welatan de jî tesîrekê giran çêkiriye. Hilbijartinên li Belçika’yê ku di sala 2007’an de pêk hatin, bandora partiyên rastgir li vî welatî zêdetir kir. Li vî welatî Partiya Xirîstiyan Demokrat bi % 31’ê dengan bû yekemîn partî. Tê zanîn ku li Fransayê jî partiya UMP, ya Sarkozy weke partiya yekemîn derketibû pêş. Li Îtalyayê jî, di hilbijartinên Nîsan a 2008’an de, partiya rastgir ya Berlusconi ji % 47’ê dengan girtibû. Digel hevkariya ku di navbera partiyên Îtalya yên çepgir de hate avakirin, dîsa jî wan nikaribû ji % 38’ê dengan zêdetir bistînin.

Bi rewşa welatan ve girêdayî, ji sala 2006’an û vir ve, di nava saziyên YE'yê de jî heman guherîn tê dîtin û bandora wê zêde dibe. Ji sala 2007'an û bi şûn de, hinekî Birêz Hans-Gert Poettering, ku bi eslê xwe alman e û ji partiya CDU’ye, weke serokê Parlemena Ewrûpa’yê hatibû hilbijartin, di vê saziyê de jî giraniya Xirîstiyan Demokratan zêdetir bûye. Çendî serokatiya heman parlemenê niha derbasî Sosyalîstan bibe jî ev nayê wateya ku bandora rastgiran kêm bûye. (Ev guherîn li gorî konsansusa di navbera komên siyasî yên PE’yê çê bû. Her carê komekê cuda serokatiya vê saziyê digire destê xwe). Dema ku mirov li siyaseta saziyên ewrûpî dinêre giraniya rastgiran pir aşkere tê dîtin. Lewre nêzîkatiya saziyên vê Yekîti’yê her ku diçe li gorî pozisyona rastgiran pêşdikeve.

Di rojên 5 û 7’ê Hezîran a 2009’an de li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa’yê hilbijartinên Parlemena Ewrûpa’yê pêk hatin. Ji bo hilbijartina 736 parlementeran nêzîkê 450 mîlyon ewrûpî çûn ser sandoqan. Ji dema avakirina PE’yê û vir ve, yanê ji sala 1979’an vir ve, ev bû cara 7’an ku ewrûpî çûn ser sandoqan û nûnerên xwe hilbijartin.

Ji bo ku rewşa hêzên siyasî, ên ewrûpî were fêmkirin baş e ku em bihev re çav bavêjin encama hilbijartinên destpêkê û ên dawî. Di sala 1979’an de di PE’yê de Koma Sosyalîst hêza herî mezintirîn bûye, rêjeya wî a dengan ji %27.3 bûye. Koma Xirîstiyan Demokrat hêza duyemîn bûye, rêjeya wî a dengan ji %26.3 bûye. Rewşa Komên din jî wiha bûne; Koma Demokratên Ewrûpa’yê %15.3, Koma Komunîst; %10.7, Koma Demokratên Lîberal; %9.7, Koma Demokratên Ewrûpa’yê; %5.3.

Piştî 30 salî rewş bi vî awayî hatiye guhertin; Koma Xirîstiyan Demokrat; %35.9, Koma Sosyalîst; % 22, Koma Lîberal; % 10.9, Koma Keskan; % 7.1, Koma Neteweyên Ewrûpa; % 4.8, Koma Çep; % 4.5.

Li gorî van encaman komên ku herî zêde hêzên xwe winda kirine ên Sosyalîst û Çep in. Koma ku herî zêde hêza xwe parastiye û her wiha zêde kiriye ya Xirîstiyan Demokratan e. Komên Keskan û ên Rastgirên Nasyonalîst jî hêzên xwe zêde kirine. Bêguman ev rewş mirov dike nava pir fikaran. Ger wisa bidome wê paşeroja Ewrûpa’yê bikeve bin bandora rastgiran. Ger hêzên çepgir xwe bihêz nekin wê ev rewş hêza Ewrûpa’yekê sosyal qels bike. Lewre hêzbûyîna sosyalîst û çepgiran pir girîng e.

Di rastiya bûyera hêzbûyîna rastgiran de rola belavebûyîna çepgiran mezin e. Mixabin partiyên çepgir di warê stratejîk de ketine nava nediyariyekê. Hin caran û li hin welatan, hêzên çepgir nizanin ka ew çi bikin. Li hemberî hêzbûyîna rastgiran ew car carna dikevin nava hejmarên pir pragmatist. Di vî warî de ez bawer im serê civaka Ewrûpa’yê jî tevlihev e. Heman mijar di Parlemena Ewrûpa’yê de jî dixûyê û bibandor e.

Encama hilbijartinên Parlemena Ewrûpa’yê ji bo Tirkiye’yê jî pir girîng bû, wisa diyar e ku ew bi xwe re zehmetiyan jî derdixin holê. Encama van hilbijartinan bûye sedemê ku nêrîna Sarkozy û ya Birêz Angela Merkel, a di derbarê pêvajoya guftugoyên bi Tirkiye’yê re, her ku diçe xurttir dibe. Di bingehê de ez dikarim bêjim ku ji bo kurdan jî zêde guhertin çênebûne. Belkê Xirîstiyan Demokrat, Kesk û Rastgir ji Sosyalîstan baştir nêzîkê pirsgirêka kurd bibin. Digel çend mehên borî ev hê ne diyar e, lêbelê ji bo ku wisa nebe zêde sedem jî tinene.

Li gorî vê tabloya heyî wisa dixûyê ku hêzên sosyalîst û çepgir xwe nû nakin û ji daxwazên civakê re nabin bersiv. Heke di stratejiya van hêzan de guhertin çênebin wê her ku biçe ew ên zêdetir winda bikin. Dema ku çepgir nikaribin li berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin civak berbi hêzên rastgir ve diçe.

Amerîka û Ewrûpa

Ji destpêka sedsala 21’an vir ve wisa hatiye dîtin ku YE'yê xwe zêdetir nêzîkî Amerîka’yê dike. Nuansa siyasî ku heya niha di navbera van du hêzan de heyî her ku diçe kêm dibe. Lêbelê ev nayê wateya ku Ewrûpa wê bikeve bin bandora Amerîka’yê û ji daxwazên wê re serî deyne. Ji ber ku Ewrûpa xwe mîna dayîka Amerîka’yê dibîne ew naxweze ti car bikeve bin bandora yekser a serdestiya vê hêzê. Digel ku hêzên rastgir li Ewrûpa’yê xurt bûne û di pir welatan de bûnin desthilatdar, wisa dixûyê ku di wêneyê herî dawî yê siyaseta Ewrûpa’yê de xala ku herî zêde derdikeve pêş ev e: Ewrûpa wê bi rêbazên xwe ên nû nêzîkê Amerîka’yê bibe. Heman nêzîkatî zêdetir di siyaseta wê ya derve de jî tê dîtin. Bêguman bi vê rastiyê ve girêdayî bandora çanda Amerîka’yê jî li heman herêmê belavtir dibe. Herçend rayedarên ewrûpî di zanistiya vê fenomenê de bin, ez bawernakim ku civaka ewrûpî xwediyê heman zanistiyê be.

Bi taybetî ji destpêka sedsala 21’an vir ve her kesê ku dibe nûnerê taybet yê bepirsyarê karê derve yê YE'yê (di dema borî de Birêz Xavier Solana bû niha jî Birêz Xanim Catherine Ashton e) zêdetir bi pirsgirêkên cîhanê ve eleqedar dibin. Di van salên dawî de jî em baş dibînin ku Ewrûpa li hemberî pirsgirêkên li Afganistan’ê û li Rojhilata Navîn zêdetir aktîf bûye. Di derbarê van herêman de bi Ewrûpa bi Amerîka’yê re di nava têkiliyên teng de ye. Di meşandina van têkîliyan de jî dîsa nêzîkatiya partiyên rastgir zêdetir bibandor e. Ger wisa bidome wêneyê siyasî yên Ewrûpa’yê û Amerîka’yê hev du temam dikin.

Ji destpêka sala 2009'an vir ve atmosfera siyasî a cihanê û her wiha ya herêma Rojhilata Navîn û Ewrûpa’yê berbi rewşeke nû ve diçe. Serokê nû yê Amerîka’yê Birêz Barack Obama di merasîma sondxwarinê de wiha digot; " Cîhan diguhere, divê em jî xwe biguherînin.” Obama di serdana xwe ya li Tirkiye’yê de jî (6-7’ê Nîsan a 2009) heman gotinan anîbû ziman. Di hemû axiftinên wî de gotinên “guhertin” û “veguhertin” tê dubarkirin. Lê belê hê jî naveroka heman gotinan nehatiye tijekirin, kes jî nizane ka wê çawa tije bibe.

Li kû dibe bila bibe pêwîstiya bi guhertinê rastiyeke aşkere ye, ev rastî tenê ji aliyê Obama ve nayê dîtin, ji bo hemû cihanê ew xaleke biwate ye. Dema ku em li rewşa cîhanê û bûyerên objektîf dinêrin, baş tê dîtin ku ji her aliyê ve sedsala 21’an ji a 20’an wê cudatir be. Pêşketinên ku mirovahiyê di cewherê xwe de çêkiriye bi şert û mercên sedsala borî nikare têr bibe û ew sînorên pêşerojê nas nake.

Beriya ku Obama bibe Serokê Amerîka’yê dihate xuyan ku wê di siyaseta vê hêzê de guherînên bingehîn çêbibin. Ne ku Obama pir serkeftî bû, an jî civaka reşan li Amerîka’yê pir bihêz û xurt bûye ku ev guherîn di asta serokatiyê de ferz bû û pêkhat, ya herî esasî ew e; rastiya bingehîn ku li Amerîka’yê ev guherîn ferz kiriye rewşa objektîf ya cîhanê ye. Pêwistiyên mirovahiyê vê hêzê mecbûrî guherîneke di asta jorîn de kiriye. Ji ber vê yekê serokatiya Obama weke bersiva daxwazên pir derdoran derketiye pêş. Barack Obama li Ewrûpa’yê jî hate destekkirin û hê jî hezkirinekê li hemberî wî heye.

Niha pirsa herî girîng ew e ku wê ev daxwaza guherînê çawa pêkwere, ka wê Amerîka û cîhan berbi kû ve biçin. Ji destpêka vê sedsala 21’an vir ve ev mijar pir tê niqaşkirin. Digel hemû rastiyan hê jî ne diyar e ku beriyê vê pêvajoya guherînan bikû ve ye. Tenê ez dikarim li gorî rewşa heyî, û bi gotinên giregir, teqmîn bikim ku wê ev pêvajo bikû ve biçe. Xalên nediyar ji ên diyarbûyî zêdetir in. Ev ne tişteke ku rêveberiya Amerîka’yê, an jî ya YE'yê dikare biryar bidê ye. Lewre Obama û ekîba wî jî di vî warî de baş zelal nîn in, rastgirên ewrûpî jî wisa.

Beriya her tiştî, û li gorî ku me ji dîrokê ders girtiye, çi dibe bila bibe, di guherînan de wê mijarên di derbarê mafên mirovan û pêşxistina demokrasiyê de zêdetir lipêş bin. Rêveberên amerîkî jî baş dizanin ku, bêyî guherînekê demokratîk ew nikarin di cîhana heyî de berjewendiyên xwe ên hegemonîk biparêzin. Digel vê rastiyê dîsa jî divê em li benda netbûyîna asta siyasî a pêşerojê bin.
Piştî hilbijartina Obama û her wiha ên PE’yê, bi taybetî ji mehên dawiya sala 2008’an bi şûn de rewşeke nû ketiye rojeva niqaşan. Ez dikarim bêjim ku hêzên navnetewî ketin nava helwesteke nû. Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa’yê bihev re li ser hewldanên ji bo pêşxistina konseptekê nû disekinin, rayedarên wan ên pêwendîdar bihev re kar dikin.

Ne ecêb e ku hêzên weke Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa’yê tim di nava hewldanên lezgîn de bin ku berjewendiyên xwe biparêzin û wan pêşbixin. Di çarçova vê armancê de salên 2010 û 2011 ji bo heman hêzan girîng in. Wisa dixûyê ku di van du salan de ew dixwezin konseptekê nû ya cîhanî bihevre bimeşînin.

Çavkanî

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve, di wêneyê siyaseta Ewrûpa’yê de guherînekê girîng çêbûye. Bi taybetî ji salên 1980’ê vir ve ev guherîn weke pirrengî derketiye pêş û hê baştir xuya dike, bandora wê jî heye. Wisa diyar e ku êdî li vê parzemînê yek nêrîneke siyasî nikare bi dehan salan desthilatdariyê bike û hikûm bajo. Pêşketinên demokratîk ku li Ewrûpa’yê...