Di sedsalîya wê de ROJÎ KURD

Rojî Kurd di 1913an de ji hêla Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî (Kürd Talebe-i Hêvî Cemiyeti) ve li Stenbola paytexta Osmanîyan hatîye derxistin. Rewşenbîrên kurd ên wekî Dr. Abdullah Cewdet, Salih Bedirxan, Babanzade Îsmaîl Heqqî, Necmeddîn Kerkûkî, Mesûdê Silêmanîyeyî, Evdilkerîmê Silêmanîyeyî, Fûad Temo, Necdetê Diyarbekirî, Lutfî Fikrî, Harputlu H. B., Bulgaristanli Dogan bi meqaleyên xwe di vê rojnameyê de cih girtine. Rojî Kurd bi tirkî û kurdî (kurmancî û soranî) hatîye weşandin. Tîpguhêzî û wergera wê ya berfireh ji xeynî carekê ku tenê wergera wê ya rasterast hatîye kirin, di sedsalîya wê de, ango di 2013an de ji hêla Koma Xebatên Kurdolojîyê dîsan hat kirin û li Stenbolê ji alîyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat çapkirin. Ji bo nasîna vê xebata pîroz min jî bi Koma Xebatên Kurdolojîyê rehevpeyvînek çêkir…

Hûn dikarin li ser dîroka koma xwe hin agahîyan bidin me?

 

Xwedîyê vê fikrê Alişan Akpınar e. Li dibistaneke taybet mamosteyê dîrokê ye. Di 2003yan de di nav sendîkayê (Eğitim-Sen –Sendîkaya Mamosteyan-) de bi hevalên xwe yên mamoste re dest bi xebatan dike. Ev mamoste  bi piranî ji mamosteyên dîrok û edebîyatê pêk tên. Piştre pirsgirêk derdikevin û ji sendîkayê tên derkirin. Armanca wî zêdetir lêkolîna dîroka kurdan e, gihiştina çavkanîyên wan û wergerandina wan a zimanê tirkîya îro ye. Piştre di 2005an de xwendekarên lîsansê jî tevlî komê bûn. Bi piranî xwendekarên dîrokê bûn ku tevlî komê bibûn. Di 2007an de pirtûka me ya ewil derket. Wergera Emir Bedirxan hat kirin û gotar hatin weşandin. Ev meqale di Kovara Vesta ya ku ji alî Weşanên Aramê dihat derxistin, dihatin weşandin. Hejmarên kovarê di 2003-2004 û 2005an de derketin û di vê kovarê de beşa Kurdolojîyê jî hebû. Ev beş ji hêla Alîşan û hevalên komê dihat amadekirin. Piştre amadekarîya pirtûka duyem dest pê kir. Hînkerê Zimanê Kurdî wekî pirtûka duyem derket. Piştî vê xebatê kom her diçû zêde dibû û hevalên ku lîsansa xwe dikirin, xwendina xwe qedandin. Hin heval dest bi master û doktorayê kirin. Niha li gelek zanîngehan wekî xwendekarên lîsans, master û doktorayê em xebatên xwe berdewam dikin. Pişre xebata me ya sêyem derket: Osmanlı Kürdistanı-Kurdistana Osmanî. Ev xebat bi duzimanî derket. Tirkî û kurdîya hemû nivîsan hat amadekirin. Ev pirtûk di 2010an de derket. Di dawîyê de jî me Rojî Kurd amade kir û jixwe îsal hat çapkirin. Ji bilî vê me konferansa Rojî Kurd jî çêkir. Yanî xebata me ya 8-9 salî her diçe mezin dibe, di nav xwe de armanca wê berdewam e, hem wekî kesane hem jî wekî komê, xebatên me didomin. Esas yên ku xebatên wan ên takekesî lêkolîna dîroka kurdan e vê komê dimeşînin. Dema kom hatîye avakirin jî bi pêvajoya siyasî jî girêdayî ye. Pêvajoya perspektîfa rewşendarbûna demokratîk bû. Bi rastî li ser vê perspektîfê derket. Di nav kurdan de ev perspektîf zêde kûr nebû. Ev kom belkî jî wekî koma ku vê valahîyê dadigire bê nirxandin. Lewre ev qad li zanîngehên Tirkîyeyê jî bû destpêka heyama xebatên curbicur. Di 2005-2006an de zêdetir li ser van xebatan hûr bûn. Lêkolînên li ser kurdan li zanîngehên Tirkîyeyê bi awayekî berdewam in. Lê kurd di vî warî de zêde xebatekê nakin, di sazîyên xwe de zêde xebatên bi vî rengî nakin. Koma me hinekî jî be vê valahîyê dadigire. Bi perspektîfeke ku xwe perwerde dike û komê xurt dike dixebite. Hêvîya me ew e ku kurd di vî warî de bibin xwedîyê sazîyan û ji bo piştgirîya van xebatan derfetan biafirînin. Bi rastî me bi xwe bi xercên xwe ev pirtûk derxistin. Piştgirîya me tunebû.

Çima Rojî Kurd?

Rojî Kurd di 1913an de hatîye çapkirin. Sê sal berê dema me dest bi xebatê kir, çend hejmarên wê di destê me de hebûn. Li bakûrê Kurdistanê wergerên wê hatibûn çêkirin lê tîpguhêzîya wê ne baş bû. Transkrîpsîyona wê tune bû. Rasterast wergera wê hebû. Ew jî ya rastî kesên ku bi ilmê dîrokê re eleqedar dibe ji wergera rasterast nikare sûd bigire. Ku transkrîpsîyona wê hebe dikarin çêtir jê sûd bigirin. Ji ber ku dema tu metneke dîrokî werdigerînî li gorî fikr û ramanên xwe carinan guherînan çêdikî. Meriv dikare bêje di Rojî Kurd a ku hatibû çapkirin de tenê werger hebûn û di hinek mijaran de jî kesên ku wergerandibûn li gorî nêrîna xwe wergerandibûn. Carinan jî hinek metn, hinek paragraf jê derxistibûn. Yanî xebateke pir ilmî nebû, dîsan jî li ser Rojî Kurd fikreke meriv çêdibû. Tiştek ne xirab bû lê ne li gorî ilmê tarîxê bû. Me jî got divê ev bi şêwazeke din bê çapkirin. Ji ber çi girîng bû, ya rastî yek jê, ji ber ku xwendekarên wê demê ev pêşkêş kiribûn, ya duduyan li Stenbolê ji xeynî vê kovarê tiştek din tune bû. Di 1913an de kurd bi çi awayî difikirîn, çi dikirin. Li kêleka wan şerê Balqanan çêbibû, arnavidan serxwebûna xwe bi dest xistibûn, a rastî jî dema em li dîrokê dinêrin têkilîya arnavid û kurdan gelekî xurt bû û car caran alîkarîya hev jî dikirin. Yanî di demeke girîng de, di 1913an de hatîye çapkirin û di wê demê de kurd çawa difikirîn, çi li wan diqewimî, der heqê wan de çi agahî hebû, an jî çawa li wan dinêrîn, çawa dihatin şirovekirin. Ya rastî ji ber wê girîng bû ji bo me. Ne tenê ciwan, kesên girîng jî di vê rojnamê de nivîsîne, wekî Abdullah Cevdet, Xelîl Xeyalî, M. Salih Bedirxan. Ji bo vê jî pir girîng bû û divabû bihata wergerandin. Me biryar da, divê werger û transkrîpsîyona wê li gorî ilmê dîrokê bê çêkirin. Bi kurtasî meriv dikare bi vî awayî bêje bê ka ji bo çi Rojî Kurd. Û koma me ev xebat danî ber xwe û di 2013an de qedand.

Di nav berhemên kurdî de girîngîya Rojî Kurd çi ye?

 

Em dikarin ancax ji bo wê demê şirove bikin, em nikarin ji bo vê demê tiştekî bibêjin. Ji ber ku di 1913an de derketîye û nîqaşên rewşenbîrên kurd, ciwanên kurd ên wê demê yên ku li Stenbolê û li derveyî Stenbolê dijîyan, bi piranî di wê kovarê de cih girtine. Em dikarin li alîyê dîrokê lê binêrin. Di nava civatê de nîqaş hene, lê yên dîrokî em ancax dikarin di nav berheman de bibînin bê ka çi nîqaş kirine, çi fikirîne. Ji ber ku Stenbol wê demê paytexta beşa Sûrîyeyê jî bû, a beşa Iraqê jî bû, ên wir jî dihatin li wir perwerde didîtin, li wir dijîyan û li wir dinivîsîn. Ji ber vê Rojî Kurd ne tenê kurmancî ye, soranî ye jî. Ji ber wê girîngîya wê ya di nav berhemên kurdî de ew e û ji alîyê dîrokî de jî girîngîya wê heye. Ji alîyê din, ji hêla ziman jî pir girîngîya wê heye. Kurdîya modern ewil li wir hatîye çapkirin, çiqas xerab be jî di destê me de ew heye. Wexta ku meriv dixwîne, meriv dibîne ku ziman tevlihev bûye. Meriv dikare wergera kurdî ya ewil jî di vê kovarê de bibîne. Ceribandina wan pir hindik e lê ji tirkî werger kirine. Ji ber vê jî pir girîngîya wê heye, fikrên wê demê dide lê di heman demê de tiştên edebî jî meriv dikare bibîne, wekî werger û name. Kesên ku dixwînin name jî jê re dişînin. Û bi vî awayî tê fêmkirin ku ev kovar ne tenê li Stenbolê, li derveyî Stenbolê jî tê xwendin. Girîngîya wê bi piranî ev e. Metbaa tê bikaranîn, li ser herfên kurdî ceribandinên nû dikin. Wê çaxê standardîzasyon jî tune ye. Lê gelek nîqaşên li ser elfabeyê hene. Gelo em çawa dikarin kurdî baş nîşan bidin bi herfên cuda, li ser wê jî nîqaş hene û ji ber ku her kes li gorî xwe diceribîne, her kes wekî hev nanivîse.

 

Wekî din em dikarin bibêjin ku dema têkilîya kurdan bi osmanî û îranîyan re hebû meriv dikare bibêje dewletê her daîm qeyd digirtin, wekî rasterast dewleta îro ku em wekî modern difikirin, li her tiştî nanêre, li her derê xebatkarên wê tune ne, memûrên wê filan tune ne, lê der heqê civatan de qeydan digire. Yanî îro dema em di arşîva osmanî de dixebitin ji sedsalên 17., 18. û 19. gelek belge hene. Gava di arşîva osmanî de em peyva "Kurdistan" dinivîsin belkî 20 hezar belge rêz dibin. Yanî der heqê Kurdistanê de împaratorî û dewletê qeyd girtine. Em dikarin têbigihîjin ka gelo dewlet kurdan çawa dibîne, kurd çawa dikevin mijara nîqaşê. Di van mijaran de kurd xwe çawa dibînin, bi çi awayî dixwazin xwe temsîl bikin. Di Rojî Kurd de tu dinêrî wêneyê Selahedînê Kurdî (Eyyûbî) hatîye çapkirin. Ev mînakeke girîng e, di wê demê de kurd meşrûtîyeta xwe, hebûna xwe bi padişahekî gewre wekî Selahedînê Eyyûbî dixwazin meşrû bikin. Dixwazin bibêjin Selahadîn Eyyûbî merivekî jêhatî bû, mêr bû, şer dikir. Û em Kurd jî ji vê eslê ne, ji vê kokê ne. Yanî Selahedînê Eyyûbî li wir figurekî girîng e. Dixwazin xwe bi Selahedînê Eyyûbî bidin naskirin. Ev li ser kurdan mînakek e, yanî kurd dixwazin xwe çawa bidin nîşandan. Esas Rojî Kurd şikestinek e. Kurdistan 1898an de tê çapkirin, li Misirê dest pê dike, piştre diçe Cenovayê, Londrayê, li Ewropayê tê çapkirin. Lê meriv dibîne ku têkilîyên wê bi Îttihad Tereqqîyê re heye, ji Ebdulhemîd re nameyan dişîne, têkilîya xwe bi tevahî qut nake. Tu piştre lê dinêrî di destpêka meşrûtîyeta duyem de Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurdan) çêdibe û bi heman navî rojnameyek derdikeve: Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi. Dema li wir dinêrî bi tevahî fikr û ramana osmanî dibînî. Yanî her kes birayê hev e, kurd, ereb, arnawid, çerkez; em hemû birayê hev in. Lê gava li Rojî Kurd dinêrî wekî şikestinek e. Di 1908an de Sureyya Bedirxan jî bi navê Kurdistan rojnameyekê derdixe, li Stenbolê dide çapkirin, 1909an de tê girtin. Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurdan) tê girtin.  Ev cemîyet ji bo zarokên kurdan dibistanekê ava dike, lê ew jî tê girtin. Em dinêrin di 1912an de cemîyeta ciwanên kurdan derdikeve, ev cemîyet van tiştan tîne ber çavê xwe. Van tiştên ku li kurdan hatine kirin. Di heman demê de jî li Balqanan dinêre, munaqeşeyên li ser Balqanan, arnawidan û arnawid ji osmanîyan vediqetin. Arnawid şikestinek mezin e di dewleta Osmanî de. Ji bo kurdan jî şikestineke mezin e. Cara yekem qewmek misilman ji osmanîyan vediqete. Erê bulgar, sirb û yûnan ji osmanîyan vediqetin, lê cara yekem e ku qewmekî misilman ji osmanîyan vediqete. Rewşenbîrên kurdan, kesên ku memûrtîyê dikin van tiştan dibînin, tam di vê demê de li ser van tiştên ku dibînin çi difikirin, çi dibêjin li ser kurdayetîyê. Gava em van hemûyan didin ber hev bê ka kurd çawa temsîlîyeta xwe dikin. Rojî Kurd ji bo vê girîng e.

Bandora modernîzmê çi ye li ser Rojî Kurdê?

 

Dema meriv li demê dinêre di esasê xwe de rewşenbîrên wê demê ne tenê kurd in, meriv nikare bibêje tenê osmanî bûn, 3-4 nasname di hundirê xwe de dihewandin. Li ser Abdullah Cewdet pirtûkeke gewre hatîye nivîsîn, lê alîyekî Abdullah Cewdet osmanî ye, alîyekî wî kurd e û wextekê fikreke wî ya pozîtîvîst hebû ku digot "heke Kurdistan, heke Tirkîye ava bibe em bibêjin, divê dewletek li gorî van fikran xwe bi rêxistin bike". Gava meriv li Rojî Kurd dinêre bandora modernîzmê û pê re jî tiştê ku em dibêjin "aydınlanma" (rewşendarbûn) gelek gelek zêde ye. Di wê demê de jixwe rewşenbîrên ku di Rojî Kurdê de dinivîsin bi tevahî an perwerdehîya xwe li dibistanên li gorî mufredeta perwerdehîya ewrûpî dikin, yan li van dibistanan xwendine, yan çûne Ewropayê, demekê li Ewropayê mane, li wir jîyane û em dibînin ku ew nêrîna modernîzmê di hemû nivîsên Rojî Kurd de heye. Mesela di mijara perwerdehîyê de, perwerdehî roleke wisa digire ser xwe ku çiqas bi pêş dikeve civat bi xwe jî ewqasî bi pêş dikeve. Di her qada jîyanê de wê civat bi ser xwe ve were bi perwerdehîyê. Di meqaleyekê de dibêje "Ji ber ku xwendina kurdan kêm e, serê wan jî hişk e, pêwîst e em wan bidin xwendin". Di esasê de meriv dikare bibêje di tevahîya Rojî Kurdê de ev nêrîna modernîzmê gelek gelek xurt e. Yanî kîjan meqaleyê dixwînî tu lê dinêrî di wê meqaleyê de heye. Yanî dibêje kurd divê bixwînin, hişyar bin, xwedî sazî û dezgehan bin. Di van mijaran de meriv dikare bibêje ku hemû rewşenbîrên kurd li heman cihî disekinin.

Li ser meseleya jinan jî meqaleyek hatîye nivîsîn..

 

Ev mijareke girîng e ji bo Rojî Kurd, berîya kovara Rojî Kurdê, rojnameya Kurdistanê hatîye çapkirin, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi û wekî din 4-5 rojname derketine lê belê ji xeynî Rojî Kurd tu kesî qala vê mijarê nekirîye. Mijara jinan tu car nehatîye rojevê, yekem car di kovara Rojî Kurd de cih girtîye. Li gorî zanîna me ya îro fikrên wan çiqas baş e, ne baş e lê wê demê yekem car hatîye nivîsîn.

Hûn dikarin hinekî qala elfabe û zehmetîya transkrîpsîyona wê bikin?

 

Rastî jî dema meriv ji osmanî werdigerîne hinek rêbazên wê yên rûniştî hene. Meriv pir zehmetî nakişîne. Hinek guhertin heye lê bivênevê rihettir tê xwendin. Lê yên kurdî hinekî tevlihev in. Ne zimanê dewletî ye, standardeke wê tune ye, ji ber wê me li ser pir nîqaş jî kir. Mesela a’yê nanivîse, dema bi farisî û erebî dixwîne a heye, lê di nivîsê de tune ye. Xwendevan carinan tênagihîje. Hin cihan de jî zimanê devkî û nivîskî hev nagire. Ji ber wê me zêde zêde zehmetî kêşa, me bi nîqaşan jî ji xwe re şêwazek ava kir. Me jixwe nexwest em standardîzasyon bikin. Çi li wir hatîye nivîsîn bila ew be, heta ku me karî me di têbinîyan de bikaranîna peyva îro nîşan da. Me xwest em metneke paqij çêkin û wan cudahîyan nîşan bidin. Ji bo ku bila lêkolînvan bikaribe wergera tîpên latînî bi tevahî bibîne. Me dikarîbû wekî zimanê îro bixwenda ji bo ku xwendevan rihettir bixwîne lê herî dawî me biryar da ku çi dibe bila bibe em ê ji orîjînala wê xwe şaş nekin.

 

Jixwe beşa herî zêde wextê me girt û zehmetî da me beşên kurdî bûn. Ji ber ku cihên tîpan di gelek peyvan de hatibûn guhertin.

 

Esas ev jî bi modernîzmê re eleqedar e. Rewşenbîrên kurd zû derbasî elfabeya latînî dibin. Gava em li dîroka Tirkîyeyê dinêrin, tirk di 1928an de derbasî elfabeya latînî dibin, kurd jî bi kovara Hawarê di 1932yan de derbasî elfabeya latînî dibin. Wê hevbandorîyê bi awayî xurt dijîn û didin dû guherînê. Lê ji ber ku avakirina sazîyan pir qels e, îro jî em rastî pirsgirêkan tên. Em hîn jî elfabeya ku Celadet Bedirxan saz kiribû bi kar tînin. Lê hîn wê demê rewşenbîrê kurd Abdullah Cewdet elfabeya latînî pêşnîyar dike, kurd jî di nav xwe de, di rojname û kovarên xwe de nîqaşa vî tiştî dikin. Kesên ku li hemberî vê fikrê derdikevin jî hene, kesên ku nikarin dev ji elfabeya erebî berdin hene. Dibêjin qey tiştekî wan ê dînî dê kêm bibe, wenda bibe. Elfabeya erebî bi dîn ve girê didin. Ditirsin ku dê hin tişt wenda bibe. Lê bi bandora Ewropayê kurd di 1932yan de derbasî elfabeya latînî dibin. 

Xebatên we yên siberojê çi ne?

 

Niha em li ser Hetawî Kurd dixebitin. Niha em nizanin gelo Rojî Kurd hat girtin, an wan dev jê berda. Lê piştî Rojî Kurd hema di demeke nêzîk de, piştî çil rojan Hetawî Kurd derdikeve. Hejmara rûpelan jî eynî ye, dîzayn jî eynî ye, gelek nivîskar jî eynî ne, beş jî eynî ne (tirkî, kurmancî, soranî) lê nav hatîye guhertin. Rojî Kurd bi piranî kurmancî ye, Hetawî Kurd bi piranî soranî ye. Tiştê em dizanin 10 hejmar derketîye. Lê ev hejmar hemû nehatine dîtin. Ji ber ku ev berdewama Rojî Kurd e em niha li ser vê dixebitin. Înşela em ê wê jî wekî Rojî Kurd çap bikin.

 

  * Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê xwendekara masterê ya Kurdolojîyê