Dij-Ronahiyên îroj

Pirsgirêkeke bi qasî serxwebûnê kevnar
Translator

Şerrê ku li dijî ramana Ronahiyan tê meşandin, di rojên me de, digel biryardariyeke bi qasî ya du sedsalên berê didome, ji ber ku pirsên mezin ên ku fîlozofên sedsaliya 18emîn dixwest bibersivînin, îroj hê jî pirsên sereke ne: gelo civak bedenek, jînewereke zîndî ye, an jî bi tenê tevahiyeke hemwelatiyan e? Nasnameya neteweyî çi ye? Gelo civateke neteweyî bi têgehên siyasî û hiqûqî, an jî li gor çand û dîrokê tarîf dibe? Wê demê, di çandê de para ol û dînê çiqas e? Di jiyana mirovan de, yê herî girîng çi ye: tiştên ku ew hemû parve dikin, an jî tiştên ku wan ji hev vediqetînin? Wekî din, gelo li derveyî dunyaya heyî, dunyayeke din pêkan dibe? Guherîneke rêgeza civakî ya bicîhbûyî armanceke rewa ye, an jî misogeriya bobelatê ye? Ji xwe, digel bersivên van pirsên bingehîn, feraseteke mirovî jî derdikeve holê. Ji bo fikira siyasî ya ku ji hêla bizava dij-Ronahiyan a xurt û bihêz ve tê parastin, watedariya ferdê bi tenê di civatê de û ji bo civatê pêk tê, ew bi tenê di taybetiya rasteqîn de heye, ne di gerdûniya razber de. Divê tiştên ku mirovan ji hev cuda dikin û vediqetînin bên pêşdexistin: tiştên ku nasnameya wan çêdikin û ji aqilî meztir û xurttir in.

Ev pirsa nasnameyê ku, li Fransayê û deverên din, hîn di rojevê de ye, ji dema Ansîklopediya Diderot û d'Alembert'î ve tu carî ji holê ranebû ; di vê ansîklopediyê de, tarîfeya Ronahiyan a neteweyiyê jî bi vî rengî cîh digirt: "Hejmareke pir mezin a xelkê, ku li ser firehiyeke welêt dijî, di nav hin hedan de girtî ye, û ji heman hikumetê îtaet dike". (1) Şorî dîrok, çand, ziman an dîn nayê kirin: welatî, ji taybetmendiyên xwe rizgarbûyî, weha hat dunyayê. Li ser vê bîngehê, Cihû û koleyên reş di dema Serhildana fransê de azad bûn, ji ber ku, ji bo cara pêşî di dîroka hemdem de, hemû niştecîhên welatekî yên ku ji heman hikumetê îtaet dikir, bûn hemwelatiyên azad û xwedan heqên hevpar û di bin heman zagonan de dijiyan. Divê bê gotinê ku ev têgeha neteweyê, îfadeya rastiyeke civakî an çandî nebû, ew nîşana hewldana lehengî ya ramyarên Ronahiyan bû, ji bo ku serhişkiyên dîrokê biqulibînin, ferdê ji qederperistiyên dema wê, û bi taybetî ji dînê, rizgar bikin, û xweseriya wê îlan bikin.

Ev boçûna siyasî û hiqûqî ya neteweyê dê derbasî salên pêşî yên Serhildana fransê nebe. Têgeha Johann Gottfried Herder ê dijminê Rousseau û Voltaire'yî, dê wê biqewirîne. Li gor vî ramyarê alman ê mezin, rexnegirê Kant'î û damezrînerê netewparêziya îdeolojîk, netewe diyardeyeke xwezayî ye, jînewereke zîndî ya xwedan giyan û dahiyeke xweser e, ku di zimên de îfade dibin. Weke pêl û şaq bi tenê ji ber heyîniya darî hene, mirov bi tenê ji ber heyîniya neteweyê hene. Li gor wî, ev îtîfaqa yekrengî, nêzî aşîretî, xwedan kesayetî û karaktereke ye, û ev jî sazkirina herî binirx a dîrokê ye.

Netewparêzî, ku di sedsalên 19emîn û 20emîn de weke tayfûnekê derbas bû, hê jî pir sax e. Pir caran tê gotin ku ew ji Serhildana fransî bi xwe ava bû : tersa wê ye. Serhildan pêkan bû ji ber ku Netewe ji xwe di rastiyê de hebû, û pevguherîna desthilatê dikarî bi awayekî xwezayî pêk were. Lê belê, Dîderot û d'Alembert'î maneyeke siyasî û hiqûqî dan vê rastiyê û ew ber bi tevahiyeke ferdan ve bir, da ku dîrok û çand mirovî di çi qederperistiyê de zeft neke. Ji bo wan, weke ji bo Kant'î, Ronahî pêvajoyeke weha bû ku ferd pê re gihaştî dibe, û rizgarbûna wê ya ji zincîrên dîrokê, giyana Ronahiyan û destpêka hemdemiyê bû. Ji wê pê ve, di fikira Ronahiyan de, başbûna ferdê armanca dawîn a hemû kiryarên siyasî û civakî ye. Lê ji bo dij-Ronahiyên sedsalên 19emîn û 20emîn, civat ji ferdê mezintir e û ferd berî her tiştî mîrasdarê paşerojê ye: pêşiyên me bi me re diaxivin, wan em weha çêkirin. Ku, tevî xuyaniyan, Nicolas Sarkozy yê siyasetmedar; Alain Finkielkraut ê ronakbîr; îslamperest; neteweperestên cihû yên oldar li Îsraîl'ê; nû-muhafezekar û hevkarên wan ên evanjelîst li DYA'yê, ji bo heman tiştî têdikoşin, sedem jî ev e ku ew hemû, digel Herder'î, dibêjin ku her ferdek, her civateke dîrokî xwedan "çandeke" xweser e, taybet û bê emsal, û divê ev noqte were pêşdexistin. Eger netewe civateke dîrokî û çandî bibe, wê demê, wesfa fransîbûna "dîrokî" dibe nirxeke teva û wesfa welatîbûna fransî bi tenê nirxeke relatîf e, ji ber ku ew pêşana kategoriyeke hiqûqî ya çêkirî ye. Weha em dikarin bifikirin ku, şêst û pênc salên bi pey zagonên nijadî yên Vichy'yê re (2), welatiya hin kesên "biyanî" ku pişt re bûne fransî ji wan bistînin... Mîna George Orwell'î dê bigota, bi saya vê tegehê, dibe ku hin welatî jî, ji nişka ve, bibînin ku ew ji welatiyên din kêmtir wekhev in. Alain Fienkielkraut xwe weke xwedanê mîratekî dîrokî û çandî dibîne, ya ku bi qasî tackirina keyên fransê yên pêşî kevn e (3), lê belê, maurasîparêzekî baş (4) dê hê jî wî weke cihûyeke polonî yê ku bi tesadufî li Fransayê hat dunyayê, tarîf bikira... Ew nuha ji cudakariyan nakişîne - bes ev ne rewşa Ereb û misilmanên din e.

Lê belê, bi awayekî sosret, ev kesên rastgir û çalakvanên misilman ên dorbajaran, hin fikirên girîng par ve dikin. Ew hemû girêdana çandî bi ser her tiştî de dikin, "min" a xwe ya dîrokî diparêzin, nasnameya xwe li ser paşerojeke rastî an efsaneyî ava dikin û pê bawer in ku civata wan a çandî xwedan peyameke taybet e û divê ew, di her demê de, weke xwe bimîne. Di navbera ferasetên wan de cudatî hindik in, lê ferqa navbera wan û Ansîklopedîst mezin e... Li ser pirsa esas a netêkilbûna çandan, îslamperestên tundrew hê jî bi ser rastgirên desthilatdariyê dikevin. Ne weke rastgirî, îslamperestî, mîna xwerûperestiyên din, cihû an xirîstiyan, pêwîstiya tecrîdbûnê binxêz dike. Li vir, divê bi kurtasî heyecana pişt-hemdemparêz (post-modernîst) a ji bo pirçandî û cudaparêziya çandî were bibîrxistin, ji ber ku wê di herifîna ramanên gerdûnî de roleke mezin leyist. Claude Levi-Strauss, pêxemberê wê, haydarê hedefa dij-mirovparêz û dij-gerdûnîparêz a cudaparêziya çandî bû, ku ji bo her çandek, reseniyeke ku fêr û teqlîd nabe diparast. Bi rastî, ew şîrove dike, tevî "armancên exlaqî yên bilind ku ew li ber xwe deyne, têkoşîna li dijî her cûre cudakariyan, parçeyeke vê tevgerê ye ku mirovahiyê ber bi şaristaniyeke dunyayî ve dibe û taybetmendiyên kevn, yanî nirxên estetîk û manewî ku buhayê didin jiyanê, xira dike." Ku ew naxwaze paşveketineke çandî û manewî bijî, divê mirovahî "ji nû ve hîn bibe ku ji bo her afirandineke rasteqîn, pêwîstiyeke kerbûna ji banga ramanên din, heta bigre pêwîstiyeke redkirin û înkarkirina wan jî heye. [...] Ku tam gihaştî bibe, danûstandina teva a bi kesê din re, di demeke nêzîk an dûrî de, reseniya afirandina min û ya vî kesî dikuje." (5)
Ji Herder'î bigre heta pişt-hemdemparêz û her cûre xwerûperestan, ev her axaftina ramyarên dij-Ronahiyan bû. Ne xewceyî gotinê ye ku ev redkirina gerdûnîparêzî û mirovparêzî, digel hemû şiklên civatparêzî û nû-muhafezekarî, nemaze ya amerîkî, tê.

Ji bo Daniel Bell'î, bîrdozvanê herî mezin ê nû-muhafezekarên dema nuha, gotina "Xwedê mir tê wateya civak miriye". Lê, çanda "hemdemparêz" a Ronahiyan, ku "navenda hikumdariyê ji dînê ber bi laîkiyê ve bir", nikare "komeke bilindtirîn nirxên teva, an jî razîbûnên di jiyana rojane de" pêşkêş bike. Tiştek nikare şûna dînê ya weke wijdana civakê bigre: ku "sermayederiya nû", ji exlaq an jî bilindbûnê bê par, dij-çanda hedonîst, ku nirxên amerîkî tê de winda dibin, karî ji holê derkevin, ev jî ji ber lawazbûna exlaqa protestantî ye. (6)

Herçî îdeologê siyasî yê tevgerê, Irving Kristol, ku di îlona 2009'ê de mir, ew weke manîfestoyeke îslamperest an neteweperest û dîndarê îsraîlî diaxive û bi bîr dixe ku, bê aliyê dînî, muhafezekarî bê naverok e û ku laîkî dijminê wê ye: têrî nake ku mirov bibêje ku dunyayeke baştir ne mumkun e, an jî ku derdên vê dunyayê pêwîst in, divê ew bizanibe ka li hemberî van derdan çawa tev bigere. Di bîra Krîstol'î de, mezinahiya nû-muhafezekarî ji xwe ev e: wan bi piraniya Amerîkiyan da qebûlkirin ku bêhaliyên aborî û pirsên civakî, di rastiyê de pirsên exlaqî ne, ku dîn jî bersiva van pirsan e. Bi vî awayî, mirov fêm dike ka çima nû-muhafezekar û muhafezekarên oldar hatin cem hev û bi hev re, muhafezekariya gelperest ava kir... (7) Rastgirên amerîkî, rastgirên netewperest, dîndar û dagirker li Îsraîlê, îslamperestên her derê dunyayê, weha beşdarên bizaveke hevpar in, ku hemdemiyeke cuda piştgirî dike : ew neteweyê weke şikla îdeal a civateke lihevhatî dihesibînin, ku rûyê wê ber bi Xwedê ve ye, heyîniya wê ya objektîf heye û hêzên wê li derveyî vîna ferdî û aqilî dimînin: ji ber ku dîn û binemrî ji mirovan re divê.

Ev ji xwe nihêrineke pêşerojê pêş de dixe ku tam dijbera nihêrîna Ronahiyan e: her vedamezrandinek bi tenê weke guneheke bingehîn tê hesibandin û têkçûna xwe di xwe de vedihewîne. Ji ber vê yekê, nû-muhafezekar, yên fransî jî di nav de, her demî Serhildana fransayê weke diyardeyeke şeytanî dinirxînin, û li hemberî wê, ew mînakên Serhildana îngilîz ya 1688-1689'ê û avabûna DYA'yê didin. Lê belê, her sê serhildan bûyerên damezrîner bûn, ku desthilatên nedîtî bi cîh kirin û Daxuyaniya Serxwebûnê ya amerîkî digel Daxuyaniyên fransî yên mafên mirovan, ji heman rêgezan dertên. Lê wan dixwest navbera Îngîltere û Amerîka, ku li gor wan, guherînên desthilatê yên sade azadiyên îngilîz ên qedîm li wan vegerandin, û Fransayê, ku tê gotin digel serhildaneke li dijî Xwedê û şaristaniyê, şeş sedsaliyên dîrokê xiş kir, mesafeyeke nederbasdar deynin. Ev feraset ku bi dû şerê sar re gihîşt noqteya xwe ya herî bilind, hê jî piştgirî fikira nejirêzêtiya fransî dike : tê gotin ku bi tenê li Fransayê, serhildaneke weha li derveyî riya şahane ya ingilîz-amerîkî çêbû, ku Fransî ne ber bi demoqrasiya lîberal û sermayedariyê ve, lê ber bi demoqrasiya xwerû ve birin, ya ku berê demeke dirêj Renan'î jî jê re digot "ev demoqrasiya nizm û terorîst." (8)

Tevî tecrubeya tofanên sedsala 20emîn, ceng di navbera her du adetên siyasî de dewam dike. Parastina gerdûnîparezî û aqilparêzî, îroj jî, karekî weha ye ku bi qasî armancên xwe acîl û kompleks e: ew parastina vî tiştî ye ku neteweyeke welatiyên xweser damezrand.

Çavkanî

Zeev Sternhell:
Dîroknas, profesorê teqawîtbûyî li Zanîngeha îbranî ya Qudsê, nivîskarê Les anti-Lumières : une tradition du XVIIIe siècle à la guerre froide (Dij-Ronahî : adeteke ji sedsaliya 18’emîn heta şerê sar), Parîs, Gallimard, folio, 2010.

  1. Encyclopédie ou Dictionnaire raisonné des sciences, des arts et des métiers (Ansîklopedî an jî Ferhenga bi aqil a zanyarî, hûner û pîşeyan), Lozan, Sociétés typographiques, 1781, cild 44, r. 221
  2. Di serdema şerê duyemîn û dagirkirina Fransayê de, hikumeta fransayê ya hevkarê Naziyan (ku paytexta wî li Vichy'ê bû), hin zagonên li ser statuya Cihûyan derxistin, ku van zagonên nijadperest jî Cihû weke beşeke taybet a civakê nîşan dikir. (Têbiniya wergêr)
  3. Bnr. nîqaşa wî ya digel fîlozof Alain Badiou'yî, di kovara Le Nouvel Observateur'ê de, berfanbar 2009
  4. Maurasîparêzî ji bîrdoza Charles Maurras'î (1868-1952) tê, ku ew li dijî encamên Serhildana franssayê derdiket û wî vegera welatparêziyê diparast. (Têbiniya wergêr)
  5. Claude Lévi-Strauss, Le Regard éloigné (Nihêrîna ji dûr ve), Parîs, Plon, 1971, r. 47. Binihêrin jî Race and History (Nijad û dîrok) di pirtûkeke hevpar de ya ku ji hêla UNESCO'yê ve di 1956'ê de hat weşandin, The Race Question in Modern Science (Pirsa nijadê di zanistiya hemdem de), r. 125-132
  6. Daniel Bell, The Cultural Contradictions of Capitalism (Nakokiyên çandî yên sermayedariyê), New York, Basic Books, 1978, r. XXVII, 155 -158, XXIV, 85, 69-79
  7. Ibid., r. 377-383
  8. Ernest Renan, La Réforme intellectuelle et morale (Reforma rewşenbîrî û exlaqî), di Oeuvres complètes (Berhemên teva) de, Parîs, Calmann-Levy, 1929, r.133

Wergera ji fransî: Simko Destan

Redaksiyona gotarê:
Îbrahîm Seydo Aydogan