Dijberîya li Waşîngtonê

Nîqaşa li ser sedemên krîza fînansî
Translator

Komîsyona lêgerînê ya li ser krîza fînansî, ku li gulana 2009ê ji hêla serok Barack Obama ve hat saz kirin, çîleya navbihurî rapora xwe pêşkêş kir. Peywira wê jî, nîşandana sedemên bobelatê bû, ku li tebaxa 2007ê dest pê kir û salek bi şûn ve, digel têkçûna çend sazûmanên fînansî yên amerîkî yên mezin gihîşt asta xwe ya herî bilind.

Komisyona lêpirsînê a der barê krîza malî de, ku di gulana 2009ê de, ji alîyê Serok Barack Obama ve hatibû damezirandin, di çileya 2011ê de rapora xwe pêşkêş kir. Wezîfeya wê ew bû ku, sedemên krîza ku di tebaxa 2007ê de çêbûbû derxîne meydanê. Tê zanîn ku heman krîza aborî, di mehên îlon û cotmeha 2008ê de, bûbû sedemê têkçûna pir sazîyên mezin ên malî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ji dema pêşketina aborî ya mezin ve ev krîz du caran ji berê girantir bû, lê belê wezîfeya komisyonê ne ew bû ku mijarê lêbikole, an jî li ser dumahîka rewşê hukim bide û ji bo paşerojê pêşniyaran bike.

Bi mîlyonan rûpelên dokumanan, 700 şahid, 19 rojan rûniştina bo raya giştî vekirî, 600 rûpel rapor û 1100 dokumanan nikaribû nêrîna 10 endamên komisyonê, ku ji bo lêpirsîna krîza malî, ji alîyê Serok Barack Obama ve hatibûn dest nîşan kirin, bike yek. (1) Divê were gotin ku, şansê lihevhatinê bisînor bûn. Komisyon li ser hîmê beşdarîya endamên du partîyan hatibû çêkirin, şeş hilbijartîyên Partîya Demokrat, çar jî yên Partîya Komarxwaz di vê komisyonê de cih digirtin. Herweha, çar endamên partîya Komarxwaz jî nekarîn yekdeng bin. Rapor jî li ser sê beşan hatibû nivîsandin. Beşa yekem ya Demokratan bû, beşa duyem ya sê Komarxwazan, beşa sêyem jî ya Komarxwazê dawîyê bû.

Di çapemenîyê de îmaja heman raporê bi nakokîyên wê ve derketibû pêş. Hin derdor giringîya vê raporê di "agahîyên balkêş", û "dewlemendîya belgeyan" de dibînin.… Belgeyekê New York Timesê dijwarîya nakokîyan dide xûyan: Rapor bi tenê "tevlîhev", "belawela" û "gêrevêre" ye. (2) Digel her tiştî, wêneyê ku ji heman xebatê derketiye û li gor cur be cur şîrovegeran, ev rapor rewşa bialoz ya siyasî xuya dike. Alîkarîya demokratan weke "koma ceribandina çepgiran" e, ya her sê komarxwazên destpêkê jî weke "pêşandaneke PowerPointê ku meyila wê ber bi alîyê rastê ve" ye. Her kesî li gor nêzîkatîya xwe di vî karî de cih girtiye.

Em ji beşa sereke ya piranîya demokrat dest pê bikin. Ji me re dibêjin, rewşa xirab li ser bingeheke fînansekirinê ya nedîtî pêk hatiye: Deynkirina zêde, sermayeguzarîyeke bixeter, kêmbûna zelalîyê, veşartina bîlançoya hin buroyên bankeyan, leystika li ser hin bazaran. Ev kiryar pir ne orîjînal in, lê belê hemû hatine bi belgekirin û dilê wan bi tu tiştî naşewite. Nêrîna navendî ji teqînê re amade ye. Krîz bi tu awayî veşartî nebû: "Nîşanên hişyarker hebûn. Lê belê trajedî piçûk hate dîtin, an jî qet nehate dîtin.(3)" Heman rewş dikaribû bihata asteng kirin ku pêk nehatiba: "Em, nêrîna ku dibêje, kesên pêwendîdar xwedî desthilatdarîyê nebûne, ku sîstema malî biparêzin, qebûl nakin. Di pir qadan de ew xwedîyên desthilatdarîyeke mezin bûne, lê belê wan ev otorîteya xwe bikar neanîye". Hikûmet, bi neamadebûnê hatiye tewanbar kirin, tê gotin ku, qasî ku tê xwastin ew li dijî kiryarên nelirê tênekoşiye, herweha bersivên wê jî bê encam têne dîtin. Rêzerva federal neketiye nav hewldanan, da ku deyndayîna ku weke "bijehr" tê zanîn, asteng bike, bi taybetî deynên navdar yên ku dane subpriman [nota wergêr: Beşên civakê yên ku di bin çîna navîn de ne]: "Mînaka yekem ew e ku, Rezerva Federal qels maye ku li dijî herikîna hîpotekên bi jehr astengan çêke. Rola vê yekê giranîyeke navendî çêkiriye. Rezerva Federal dikaribû hin norm çêkiribana ku heman rewş dernekeve holê. Rezerva Federal yekîneya bi tenê bû ku di vî warî de xwedîyê însiyatîfê ye, lê belê wê ev derfet bi kar neaniye". Serokê wê yê berê, Alan Greenspan, weke nav hatiye dest nîşan kirin. Berpirsiyarên payebilind yên hin sazîyên aborîyê, bi bikaranîna xirab a wezîfeyê hatine tewanbar kirin, bi taybetî birêvebirina rîskan. Gilîyê nêzîkatîya ajansên notdayînê weke faktora bingehîn ya krîzê hatiye kirin. Û kiryarên nelirê pir zêde ne.

Ya rastî, sektora malî, bi zexta ku wê li ser biryardaran de çêkiriye hatiye tewanbar kirin: "Pîşesazîya malî di pêkneanîna rêbazan de li ser sazîyan bûye xwedî roleke giring. Herweha heman rolê li ser bazar û berheman jî giranîyek çêkiriye. Pişesazîyekê xwedîya ewqas dewlemendîyê û otorîteyê karibûye di ser biryargerên siyasî de giranîyê çêke û ev jî ji bo komisyonê nebûye tiştekê surprîz." Tê zanîn ku bi milyaran dolar ji bo karê lobîyê û kampanyayên hilbijartinan hatine xerc kirin. Yek ji xalên êrişan jî, nebûna birêkûpêkkirinekê ye.

Li hemberî vê tewanbarîyê, komarger dikarin çi bersivê bidin? Daxwazên ji bo rêbaznameyeke baş her tim li guhê wan dikeve û wan nerihet dike. Serokê Komîteya Servîsên Aborî ya Meclîsa Nûneran daxûyanîyeke wiha dabû rojnameyekê: "Li Waşîngtonê tê gotin ku, divê banke werin birêkûpêk kirin.

Lê belê, li gor nêrîna min, Waşîngton û biryardar ji bo xizmeta bankeyan bikin, hene.(4)" Wusa tê gotin ku, her çar endamên komarxwaz xwestine dengê xwe bidin ji bo ku gotina "nepêwîstîya rêbaznameyê bikeve raporê. (Herweha Wall Street û yên din jî ev yek nivîsandine). (5) Lê belê, wusa xuya ye ku li ser lidûvhevhatina her du beşên din, ew di nav xwe de jî li hev nehatine.

Parastina destpêkê ya komarxwazan ew e ku, heman bûyerê tenê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bandora neyênî çênekiriye, herweha, vê krîza malî û teqîna beşa kirîn û firotina milk, bandora xwe li dewletên pêşketî yên sereke jî kiriye. Di vê navberê de, kes nikare der barê "hêza" mezin ya DYAyê de, ku di qada krêdîyên xeter de tê bi kar anîn, biaxife. Awayê sedem nîşandanê berîya her tiştî bi roleke baş tê zanîn a lebikandinê radibe: Kêmasî weke kiryara welatên weke Çînê û dewletên ku niftê difiroşin tê dîtin. Ev welat roleke mezin dileyzin, ji ber ku ew pir difiroşin, lê belê zêde nakirin û dolaran xerc nakin. Di warê aborî de, ew di destên xwe de pere digirin û ji bo sermayeguzarîyê ji xwe re li cihê herî baş digerin. Ev pirbûna fonan bûye sedem ku faîz kêm bibe û kiriye ku awirên netêrbar yên deyndarîya malbatên amerîkî bizîvire ser wan: "Ji dawîya salên 1990ê û pê ve, Çîn û hin dewletên din ên ku ji pêşketinê re vekirî ne û herweha dewletên ku niftê difiroşin, li welatên xwe kêm pereyan xerc dikin; ew li derve zêdetir qezenc dikin. Sermayeyên pir mezin û bi buhayekî piçûk ketiye Amerîkayê û krêdîya erzan bazar dagîr kiriye." (6)

Ji alîyê komarxwazan ve hatiye xwestin ku mijara van welatan û herweha ya rêjeya faîzê li derveyî xebata komisyonê bê hiştin, ji bo vê, wan hewl daye ku hêza demokratan jî bi kar bînin: Karê diyarkirina norman ên ku deyndayîna bixeter li bankeyan qedexe dike, yê Rezerva Federal e.

Beşa dawî ya raporê, tîra bi jahr diweşîne, çekê li ber dilê rast ên siyaseta rastê ye. Pirsgirêk li Amerîkayê ye, lê belê ew di nav programên civakî yên hikûmetên ku hevdu dişopînin de jî cih digire. Ji salan û vir ve, programên ku dikin kesên xizan bi hêsanî bibin xwedîyên xanîyan, hatine qebûl kirin: "Pir sedem hene ku em bawer bikin gayê [kirîn û firotina milk] di navbera salên 1997-2007ê de, di encama siyaseta hikûmetan de, yên ku bi awayekî lihevçêkirî bûne sedema zêdebûna daxwazên kirîna xanîyan, bala sermayeguzarîya aborî ber bi bazara xanîyan û milk ve kişandine. Eger normên dema bihurî hebûna û pêk hatibana, û hikûmet nebûya sedema zêdebûna kredîyên birîsk, hingê ev fond wê hê jî hebûna." (7) Ajansên pirr mezin (8) û yên herî zêde hatine nas kirin Freddy Mac û Fannie Mae in. Van her duyan yekser di nav vê kiryarê de cih girtine, ji ber ku ev ajans ji berê ve weke ajansên tercîhkirî hatin dîtin ku wê ji sazîyên kredîyê, kredîyên li gor krîterên "civakî" bikirin. Ji ber vê sedemê, diviyabû alîkarîya ji bo xizanan hatiba sekinandin! Di destpêka raporê de, endamên demokrat dîqet kirin ku vê xalê pûç bikin, wan şerh danî ku deynên li gor van qanûnên civakî hatine dayîn parçeyekî pir piçûk yê tevahîya deynan e.

Der barê êrişên demokratan yên bi ser dînîtîya malî û nebûna rêbaznameyê de, divê em çi bifikirin? Ravekirina wan a krîzê, herweha pêşniyarên ku derdikevin pêş, dikin ku hin kes bibêjin "Obamayê destpêkê", yê berîya ku demokrat piranîyê ji dest bidin, hez dikir xwe bi îmaja Rooseveltekî nû nîşan bidaya. Wê demê me dikaribû hêvî bikira ku wê reformên pir giring çêbin –digel windakirina hilbijartinan, heman daxwaz hê jî heye. Digel hemû tiştî, hê jî pir zehmet e ku ew bikaribin bi demokratên endamên komisyonê re behsa lihevhatineke bi rastî bikin. Bê guman, berpirsyarîyên şexsî û yên sazîyan, bi awayekî dîrek hatine dîtin; lê belê, gelo mumkin bû ku pêşî li vê krîzê bihata girtin? Weke hemû şiroveyên der barê rewşa malî de têne kirin, ev analîz jî qismî ye. Bi taybetî du valahî hene. Di warê teknîkî de, ev teşxîs alîyên bingehîn ên rewşa aborî ya Amerîkayê li ber çavan nagire û ew dînamîkên dîrokî yên guhertina civakî yên ku berîya krîz bide der, di bingeha krîzê de bûn, nabîne.

Der barê xala yekem de, hinek makro-ekonomî pêwîst e. Di cîhaneke bazara serbest de û herweha li gor azadîya gera sermayeyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê taybetmendîyên luksa li dinyayê bêmînak e, daye xwe, ev luksa hevnegirtin û bêtewazinîya li ser hev a li hundir û ya li derve ye. Di warê reqabeta mezin a navneteweyî de, beşeke mezin a daxwazan ber bi hilberînerên cuda yên cîhanê ve diçe.(9) Bi armanca bersivê bide daxwazên ku ji fîrmayên li ser erdên wê re diçin, welat neçar ma ku siyaseteke krêdîya ji bo xizanan bimeşîne. Lê belê vê bi tenê karibû bersivê bide parçeyekî van daxwazan, yên mayîn ber bi welatên din ve çûne. Ev bûyereke pir naskirî ye. Li vê derê cudahî ew e ku, şûna ku ew li dijî qelsîyê têbikoşin, weke ku di salên 1983yê de li Fransa û li hin welatên din qewimîbû, hêza Amerîkayê û ya dolarê destûr daye ku heman siyaset, bi buhayê ku qelsîya tîcarî zêdetir bibe, heya sîh salan jî dewam bike. Piranîya dolarên ku ji welatên cîhanê ber bi DYAyê ve tên, bi armanca razandina malî ne; ev jî dibe sedem ku, bi awayekî din, em dikarin jê re bêjin deynê derve, yanê perê amerîkî li hemberî perê biyanî. Ji ber ku zêdebûna deynê malbatan û yê hikûmeta amerîkî bi qasî deynê wê yê derve ye.(10) Ev daxwaza ku ji alîyê krêdîyê ve derketiye pêş, bingeha xwe ji nêzîkatîya maceraperest a sazîyên malî digire ku şert û mercên felaketê afirandine û welat ber bi krîzê ve ajotine.

Der barê dînamîkên kûrtir yên dîrokî de, me nikarîbû em li benda endamên komisyonê yên demokrat bimana, ku ew destê xwe rakin û der barê rewşa civakî de nîzameke nû ya neolîberal, ku di salên 1980yê de hatibûn çêkirin, tiştekî bikin, digel ku ew behsa sîh salên lîberalkirina aborîyê dikin. Demokrat li vê derê pirsgirêka sereke ya ji xwezaya nelîberalîzmê û têkilîya wê bi krîzê re nabînin.

Baş e, neolîberalîzm çi ye? Tevahîya pratîkên civakî, aborî û siyasî ye; nîzameke civakî. Çawa herkes pê dizane, bi awayekî balkêş dewlemendan xwe dewlemendtir kirine û jixwe armanc ev bû. Ne yên şexsî, berpirsyarî yên "çînî" ne: Çînên kapîtalîst û hevalbendên wan, derdorên payebilind ên sektorên taybet û yên dewletê, (bi taybetî yên ku li derên bilind xwe bi cih kirine û yên qada aborî), herweha kadroyên partîyên rastgir û yên çepgirên kevin. Lihevkirina di navbera rêveberan û organîzatoran de bi xwe re alternatîvên keynes û yên sosyal-demokratên piştî şer derxistiye holê. Li dijî van çînan, bê guman, xizan, lê belê, bi awayekî giştî, çînên gel yên karkeran û memûran hene. Di analîza dawîyê de, krîzê ev nakokîyên vê nîzama civakî ya nû derxistine holê. Vê nîzamê bi armanca zêdekirina hatina dewlemendîyê û desthilatdarîyê biqasî ku êdî nikaribe were ragirtin, hewl daye astengan ji holê rake. Fînansekirin parçeyekî vê çalakîyê ye. Li vê derê, divê em vê jî bibêjin; krîz parçeyekî DYAyê ye, ji ber ku ev welat di vê riyê de yê herî pêşketî bû û hegemonîya wê ya navneteweyî destûr dayê, ku sîh salan vê riya xwe ya newekhewî û bêtewazûnbûnê bikudîne.

Lê belê dînamîkên dîrokî pêwîst dikin ku, bi awayekî kûr, em nakokîyên hundirîn ên di nav komisyonê de binirxînin û argumanên wê yên heyî yên cur bi cur bigirin dest. Ev ne tenê cureyekî diyarkirina nakokîyên di navbera du partîyan de ye: Herweha ew der barê cureyên îxtilafên siyasî, ên di navbera çînên kapîtalîst û kadroyên neolîberal de jî diyar dike. Herweha, sê komarxwaz daxwaza dirêjkirina neolîberalîzmeke bêguhertin dikin; argumanên wan xwe dispêrin parastina tund a berjewendîyên kapîtalîstan, weke lîderên bêniqaş ên hevgirtina li zîrweyê. Komarxwazê çaremîn, yê zêdetir rastgir bêniqaş li ber daxwaza hevkarîya partîyan radibe, bêşerm daxwaza xwe ya bikaranîna şert û mercên krîzê derdibire daku li ser çînên civakî zextê bi pêş bixe. Weke li Ewropayê, mijar ew e ku li pêşîya hemû lihevhatinên civakî ên piştî şer, astengan deynin. Ên ku herî zêde tinekirina bankeya nevendî diparêzin jî ev kom in, bêyî wan 2010 dikare bişibe sala 1933ê. (11) Piçûkdîtina gel û nefreta ji burokrasîyê bi hev re dimeşin.

Li gor demokratan, di çavê wan de, globalîzm parçeyekî pêşketinên, jê bêveger e. Weke sosyalîstên fransî ew kapîtalîzmeke baş, tevî sektoreke fînansorên bi rûmet û nerm dixwazin. Lê belê li gor teşhîsa wan, divê di hevgirtinan de hin xal li gor berjewendîyên fîrmeyên ne fînansor, bên çêkirin. Awirê van fîrmeyan li ser hilberînê û mezinbûna reel a aborîyê ye. Ev hemû di nav aborîyekê de dibe ku kadroyên dewletê wê pratîk û kirinên wê nerm bike; ev kadro aborîyê birêkûpêk dikin û kontrol dikin. Niqaşên wan bi awayekî şermokî behsa New Dealê dikin. Dema ku berpirsyarîya depresyonê li ser sektora fînansê tê bar kirin, serok Roosevelt hewl dida bi çînên gel re hevgirtinekê çêke, wî cesaret dikir big businessê bigire destê xwe û kadroyên dewletê jî li ser rewşê hakim bibin. Lê belê, di nav kîjan pîvanan de demokratên roja me dixwazin bi alîyan re hevkarîyê çêbikin?

Çavkanî

Dominique Lévy*: Aborîzan, nivîskarê The Crisis of Neoliberalism (Krîza Neolîberalîzmê), Harvard University Press, 2011

  1. The Financial Crisis Inquiry Report (Rapora Lêpirsîna Krîza Malî)", 2011, http://www.fcic.gov/report
  2. Frank Partnoy, "A confusing and contradictory mess, part rehash, part mishmash" (Nelihevîyeke gêjker û nakok, hem nû germkirî, hem jî gêrevêre), The New York Times, 29 çile 2011
  3. "The Financial Crisis… (Krîza Malî), çavkanîya li jor behsa wê hat kirin. Jibergirtnên din ji vê raporê ne
  4. Daxuyanîya Spencer Bachus li Birmingham News, ji alîyê Paul Krugman ve hatiye nivîsandin, "Wall Street Whitewash", The New York Times, 17 kanûn 2010
  5. Ji alîyê Paul Krugman ve hatiye nivîsandin, çavkanîya li jor behsa wê hat kirin
  6. "The Financial Crisis… (Krîza Malî)" çavkanîya li jor behsa wê hat kirin...
  7. "The Financial Crisis… (Krîza Malî)" çavkanîya li jor behsa wê hat kirin
  8. "Agencies", an jî bi awayekî hişktir "Government sponsored enterprises"
  9. Çîn tê gunehbar kirin, lê belê sedema ji sisiyan du beşên lihevderneketina budceyên welatên din in
  10. Binêre: Pirtûka me The Crisis of Neoliberalism, Harvard University Press, 2011
  11. Di navbera salên 1929 û 1933yêde, hilberîn % 25 kêm bû. Di sala 1932yê de sîstema malî dihele

Wergera ji fransî: Ahmet Dere