Dîplomasîya hecê

Translator

Abdul-Karim Yaqub birêvebirê ciwan ê odeyên bazirganî û pîşesazîyê yên Suûdîyê ye û bi taybetî berpirsê têkilîyên ligel Çînê ye. Ew li Zanîngeha Şanghaiyê li ser pêwendîyên her du welatan, tezekê amade dike. Yaqub hemwelatîyê Suûdîyê ye, lê bi eslê xwe çînî ye: di sala 1949ê de, ji ber pêşdeçûna hêzên Mao Zedongî (Mao Tse-Tung), çend sed malbatên çînî yên musliman, Erebistana Suûdî ji Taiwanê minasibtir dîtibû û hatibûn wir. Ji xwe, hê jî di salên 1930yî de, muslimanên çînî yên ji Tirkistana Rojhilat (bi navê xwe yê îro, Xinjiang) ji alozî û şerî revîyabûn û li Meke û Medîneyê bi cih bûbûn.

Paradoks ev e ku, li pey hatina ser karî ya komunîstan li Pekînê "dîplomasîya hecê", di ware dînî de jî herdu welat bi hev ve girêdan. Di sala 1955ê de, bi mebesta Konferansa Bandungê (Endonezya), ku serokên bi dehan welatên nû serbixwebûyî li hev civandibûn û armanca wê, afirandina tevgera welatên ne rêzkirî bû, mîrê mîratxur (ku paşê bû melikê Suûdîyê Faysal û wezîrê kar û barên derve yê Çînê Zhou Enlai, li ser mijara heca misilmanên çînî li hev kiribû. Hersal, bi dehan kesan jê sûd werdigirt. Şoreşa çandî ya 1966ê, ya ku îmhakirina "nirxên adetî" ji xwe re kiribû armanc, dawî li vê herika qels anî.

Di salên 1960 û 1970yî de, Riyadê têkiliyên dîplomasiyê yên digel Taipehê jî danîbûn û di kar û barên Lîgaya dijkomûnîst a dunyayî de, ya ku Çang Kai-Çek ew damezrandibû, bi awayekî pir çalak dixebitî. Ji ber vê, pêwendiyên her du welatan hîn xirabtir bûn. Di vê lîgayê de jî, tevgerên weke tevgera faşîst a fransî Rêbaza Nû, Heritage Foundation (Weqfa Mîratê) ya amerîkî ya ku tê de nûnerên dîktatorê arjantînî Jorge Videla hebûn, cihê xwe digirtin. Heta Suûdiyên esilçînî jî, wê demê, di çalakîyên xirabker ên li dijî Komara Gelî de, rolek leyîstibû.

Ji destpêka salên 1980yî, bi xurtkirina hevpeymanîya Pekîn û Waşîngtonê re, Yaqub vedibêje ka çawa Çînê biryar da ku ji nû ve digel Erebistana Suûdîyê tekilîyan deyne. Dîsa jî, wê "dîplomasiya hecê" bi kar anî. "Bi kevirekî du nîşanan hildin: bi vî awayî, wan şanî muslimanên xwe da ku ew ne li dijî dîn in û hem jî nêzîkî Erebistana Suûdîyê bûn. Di sala 1981ê de, li civîna bilind a Bakur-Başûr a Cancûnê, hevdîtineke weha di navbera melik Fahd û karbidestên çînî de pêk hat."

Hecê di sala 1979ê de ji nû ve dest pê kir, lê weke diyardeyeke marjînal ma. Ev rewş sala 1985ê dema ku Pekînê qerar da ku dewlet mesrefên hecê bigire ser milên xwe, guherî. Ji bo cara pêşî, heyeteke çînî ya resmî çû Riyadê. Hejmara hecîyan, ku nêzîkî 2000 kesan bû, sala 2009ê gihîşt 12 700 kesan û 2010ê bû 13 500. Pekînê mesrefên seferên balafiran yên ku ji bajarên weke Pekîn, Urumqi, Lanzhou, Yinchuan û Kunmingê rasterast diçûn Mekeyê dida.

Ji bo çînîyan, destkeftên siyasî yên vê stratejîyê di dema serîhildanên Xinjiangê yên havîna 2009ê de xuya bûn: perçiqandina serîhildanê ji hêla Erebistana Suûdîyê ve nehat şermezarkirin, heta medyayên meliktîyê jî zêde li ser ranewestîyan. Weke piranîya paytextên dunyaya musliman -ji bilî Enqerê- Riyad xwe kerr û lal dike. Raed Krimli, şêwirmendê Wezîrê Kar û Barên Derve Saûd Al-Faysal, rewşê weha rave dike: "Muslimanekî baş, divê berî her tiştî welatîyekî baş be, çi li Çînê û çi jî li welatekî din. Em destên xwe di karên navxweyî yên welatên din wernadin û em naxwazin ku ew jî di karên me werdin. Em vê rêbazê, digel Pekînê par ve dikin."

"Pirsgirêka musliman"an Pekînê dixe nav fikaran. Li gorî îstatîstîkên resmî, li Çînê 20 mîlyon musliman hene. Hin lêkolînerên Suûdîyê weha texmîn dikin ku hejmara wan pir zêdetir e. Ew li ser deh nijadan dabeş dibin, lê du komên sereke hene, ev jî Uygurên tirkîaxêv û Huiyên çînîbûyî ne - li Çînê, ew hindikayîya dînî ya tenê ne - û ji Uyguran kêmtir li dijî hukûmetê derdikevin. Tê gotin ku Hui dundeyên bazirganên ereb in, yên ku di dema seferên Rêya Hevrîşimê de li Rojhilata Dûr bi cih bûne. Çîn jî, wan weke "pirekê" bi kar tîne: di îlona 2010ê de, wê forûmeke aborî ya ereb-çînî li Yinçuanê li dar xist, ku ev bajar jî, paytextê herêma xweser a Xingxiayê ye, herêma ku piraniya xelkê Huiyî lê dimînin.

Di têkoşîna xwe ya li dijî "tundrewîyê" de, Çînê nêzîkatîyeke dualî îlan kir: ew hem "rewatîya musliman"ên xwe xurt dike, hem jî elemanên tundrew ditepisîne. Ji bo her du alîyan jî, Çîn hewceyî Erebistanê ye, ku "nobedara her du pîrozgehên Meke û Medîneyê ye". Ew xwendekarên xwe yên îlahîyetê dişîne wir û bi alîkarîya wê dixwaze bibe endama çavdêr a Rêxistina Konferansa Îslamî RKÎ ku navenda wê li Cideyê ye û 57 dewlet endamên wê ne. Sekreterê giştî yê rêxistinê di hezîrana 2010ê de çû Pekînê. Wekî din, ziyareta Riyadê ya Meng Jianzhu, wezîrê kar û barên hundir, di cotmeha (çirîya pêşîn) 2010ê de, û îmzekirina peymaneke hevkarîya ewlehîyê ya di navbera her du welatan de, nîşanên viyaneke hevpar a xurtkirina "têkoşîna dijterorîstîyê" ne.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Simko Destan