Dîplomasîya lihevkirinê û sazûmana navneteweyî

Jeopolîtîk
Translator

Ji hilweşîna "kampa sosyalîst" û bidawîhatina şerê sar bi vir de, her çend ku "birêveberîya dinyayê" ya ji alîyê G8ê ve tê kirin, xwe li ser mirov ferz bike jî, deşîfrekirina sazûmana navneteweyî ya ku dikeve şûna wê, ne hêsan e. Tevî vê jî, weke mamoste û lêkolînerê li Navenda Lêkolîn û Lêgerînên Navneteweyî (CERI) zanyarê siyasetê Bertrand Badie di berhema xwe ya dawîyê de (1) jî balê dikşîne ser, mirov dizane ku neheqîyeke mezin dibe: "Cudayîyeke pir mezin me ji dema welweleya ewropîyên avaker de ji hev cihê dike: Di sedsala XIXyê de, pênc dewletên sereke dehên din ji xwe dûr kirin; îro jî, 8ên mezin 184 ­[tevlî Sûdana Başûr 185]ên din diqewirînin, tew G20 giregir 173yên wan li derve dihêle!" Û ev lidervehiştin, li gor wî, "dubarekirina şaşîyê ye, ji ber ku, bi awayekî objektîf, ew şansê sazkirinê kêm dike, bi awayekî subjektîf jî, tovê mehrûmiyetê, heqîrkirinê, minetê û her wiha jî şidetê diçîne".
"Esîlzadeyê rojavayî" dev ji îmtiyazên xwe bernade. Êdî ew, nema li ser navê têkoşîna li dijî komunizmê vê yekê rewa dike, belê bi sentezeke referansên xiristîyanîyê, bavîtî û mesîhîtîyê, bi wateya gerdûnîbûn û vejîna fikrên azadîyê, demokrasî û dewleta hiqûqê, wê rewa dike. Di bin vê ebaya "çandî" ya "bi tevayî xeyalî de, Rojava cîhaneke wiha dest nîşan dike, ku tu dîyardeyên wê yên objektîf ên erdnîgarî, dîrokî yan jî civatî tunene". Û ew dîsa di pakteke leşkerî de, di himbêza Rêxistina Peymana Atlantîkê ya Bakur (Nato) de, ku "bûye navgîneke veguhartina fikra ‘Bakur’ bi ya ‘Rojava’ re", ji nû ve derdikeve holê.

Ew nîzama ku, di serî de ji ber "kêmbûna dewlemendîyê" derbekê li olîgarşîya avaker dide, heta îro gelek hatiye minaqeşe kirin. Hêzên aborî yên nû derdikevin holê, ji Çînê bigre heta bi Brezîlyayê, li gor nivîskarî, "ne tenê bi forma xwe, her wiha bi naveroka xwe jî alternatîfeke nû ya birêveberîya kevin xuya dibe. Bi jêderên xwe yên taybetî, bi nirxên xwe yên nû, bi helwêstên xwe yên nûjen li ber pêgeha navneteweyî, ev alternatîf dikare ji guherankarîyeke besît wêdetir biçe û weke şansekî din ê globalbûnê tiştekî cihê pêşnîyaz bike". Bêdengkirina G8ê bi riya entegrekirina wê ya di nav G20ê de jî yek ji van alternatîfan e.

Bi awayekî paradoksî, yek ji encamên avakirina G8ê û birêveberîyeke din-yayê, weke ku Badie jî dest nîşan dike, weke dengekî serbixwe avakirina "civateke sîvîl" a navneteweyî, li ser sehneya cîhanî bû faktoreke çalak. Ev aktora nû ye, ku Gustave Massiah, di pirtûka xwe ya bi navê Stratejîyeke alternatîf a globalizmê (2) de bahsa wê dike. Nivîskarê endamê avaker ê vê tevgera bi navê globalîzma alternatîf, bi serketinên xwe yên zû û herwiha bi şkestinên xwe ve jî, şopa dîrokê digerîne. Ew herwiha minaqeşeyên ku ew bixwe beşdar bûye jî –li ser şidetê, li ser desthilatê, li ser cihê dewletê- rave dike, minaqeşeyên ewinde tevlîhev ku beşdarên wan pir in û berevajî yên kluba olîgarşîk, tevger naxwaze kesî li derveyî wê bihêle. Ew hez dike çareseriyeke veguherîna ber bi neolîberalîzmê û jê wêdetir ber bi kapîtalîzmê peyda bike, ji ber ku "ew li dijî mentiqê serdest pêşnîyara birêxistinkirina civatan û dinyayê derdixwe pêş, ku bi vî awayî mafê her kesî yê xwegihandina mafên bingehîn hebe".

Ji bo Massiah, sê rêyên ji krîza di rojevê de derketinê hene: Rêyek neo-konservatîv e, rêya şer e; rêya din ji nû ve avakirineke kapîtalîzmê ye, ev rêya Green New Deal e, ku neolîberalîzmê tawanbar dike; riya sêyemîn a devjêberdana kapîtalîzmê ye. Li dûv hev rêzkirina peymanên di navbera hêzên ku piştgirîya riya duyê û yên ku piştgirîya riya siyê dikin û Massiah jî xwe tê de dibîne, bi qasî serê derzîyê jî ne zor e.

Her çend derfeta avakirina sazûmaneke navneteweyî, li gor Badieyî, pêrgî gelek astengan tê jî, Massiah li rêya ravekirina asoyeke him utopîk û him jî konkret digere ku destûrê bide "civateke sîvîl" a navneteweyî û ew jî "mîzanîya danûstendinên globalbûyî û kadroyên navdewletî" pêk bîne.

Çavkanî

  1. La Découverte, Parîs, 2011, 273 r.
  2. La Découverte, Parîs, 2011, 323 r.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr