Dîroka guhdarîkirina telefonan

Translator

Eşkerekirinên Edward Snowden li ser mezinahîya bernameya kontrola elektronîk a National Security Agency (NSA) dikin ku pirsa destdirêjîya sazîyên amerîkî yên îstîxbaratê ya nav jîyana welatîyan were kirin. Lê belê ji tomarkirina metadaneyan bi rêya xetên telefonê û gera li ser înternetê û wêde, ev bûyer rastîyeka din eşkere dike, ku ew jî bi qasî ya din fikaran bi meriv re çêdike: piranîya amerîkîyan destekê didin kontrola danûstandina elektronîk ya taybet. Li gorî anketeka Washington Postê ya ku çend rojan piştî daxuyanîyên Snowden hat birêvebirin, % 56ê xelkê welêt difikire ku bernameya kontrolê PRISM "dikare were qebûlkirin" û % 45ê xelkê welêt jî difikire ku dewlet divê "karibe nameyên herkesî kontrol bike da ku li dijî terorîzmê şer bike". Ev encam kêm metelmayî dikin: ji deh salan û vir ve çapemenî, pispor û birêveberên sîyasî bê navber kontrolê wekî sîleheka dest jê nabe ya şerê li dijî terorîzmê nîşan didin.

 

Ev razîbûna ji sîxurîyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji berê de û timî nebû. Çend hefteyan berîya êrîşên 11ê îlona 2001ê rojnameya USA Today bi vê manşetê derçû: "ji deh amerîkîyan çar bawerîyê bi FBIyê [Federal Bureau of Investigation] naînin" (20ê hezîrana 2001ê). Bi dehsalan lêkolînên li pey hev ên Wezareta Dadê nîşan dan ku li hember guhdarîkirina telefonan bi destê hêzên dewletê, mixalefeteka cidî ya milet heye. Di navbera 1971 û 2001ê de rêjeya vê mixalefetê di navbera % 70 û % 80yî de diçû û dihat. Lê belê êrişên li dijî World Trade Center û Pentagonê, piştre şerê li dijî terorîzmê yê serokê DYAyê George W. Bush encam guhertin, kirin ku amerîkî bi carekê mixalefeta xwe ya laîk a li dijî kontrola welatîyan deynin alîyekî.

 

Sala 1877an li dinyayê bi tenê xeteka telefonê hebû, vê xetê heft sed û heftê û heşt postên di navbera Boston û Salemê (Massachusetts) de bi hev ve girê didan. Lê belê ev teknolojî wê bi lezeka pir zêde belav bibûya. Destpêka sedsala 20an ji hezar amerîkîyî telefona yekî hebû; bîst salan paşê rêje ji % 1ê dibihure; û nîvê sedsalê ji sê paran pareka xelkê xwedî telefon bû. Îro li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji nifûsa xwe bêhtir xwedî telefon e. Berîya ku tayên optîk û telefonên destan derkevin, dawîya sedsala 20an, ji bo guhdarîkirina telefonan bi tenê derfetên kêm bipêşketî û hevkarîyeka kêm a şirketên teleragihandinê divîya. Ji bo qeydkirina axaftineka telefonê xeteka ji têlên sifir pêk tê, têrê dikir ku meriv bigihêje xetê, bi penseyeka maşikî mîkrofonekê pêve girêde.

 

Skandalên pêşî ên guhdarîkirina telefonan heta bi destpêka sedsala 20î diçin. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ev pratîk – ku xelkê welêt red dikir – di asta xwe ya herî belav de bû, dema ku Kongreyê ew wekî neqanûnî ragihand, ev pêk hat tevî ku tehlûkeya bi rastî ya sîxûrên dewletên bîyanî hebû jî. Gelek eyalet dest û lingan girêdidin dema ku ew piştî şerî qanûnên ku kapasîteya kontrolê ya hêzên nîzamê yên herêmî sînordar dikin.

 

Ev yek pêşîyê li wê yekê nagire ku ev pratîk dewam bikin. Di dema qedexeyê (1919-1933) de polîsên herêmî û federal ew ên ku dixwestin wan qaçaxçîyan bişopînin û kontrol bikin yên ku telefon bi kar dianîn da ku têkîlîya hilberîner, belavker û serfkerên alkolê bi hev re deynin, bi awayekî birêkûpêk ev qanûn bin pê dikirin bi tomarkirina axaftinên wan ên bi telefonê. Bi desteka raya giştî dozgerê giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Harlan F. Stone qeherî û li Wezareta Dadê sala 1924an guhdarîkirina telefonan qedexe kir. Keda belesebeb: Beşa Xezîneyê û Buroya Lêkolînan – pêşîya FBIyê – yên ku hîç hez ji biryara Stone nekirin bi awayekî bi dizî guhdarîkirina telefonan dewam kir.

 

Piştî bi du salan, bûyereka din ev pirs xiste navenda nîqaşên giştî: li Seatleyê ajanên federal guhdarîya axaftinên kevne-serpelê polîsan Roy Olmstead kir, lewre guman dikirin ew qaçaxçîtîya romê (rhum) dike. Tevî neqanûnîbûna guhdarîkirina telefonan, dadgerîyê polîs mafdar dît û ceza li Olmstead birî. Biryarê deng veda di hol û kûlvarên dadgehan de. Hakim Frank Rudkin hingê îdîa kir nabe ku tehlûkeyên krîmînel bibe sebep da ku kirinên neqanûnî yên polîsan rewa bikin: "Tu polîsekî federal ne xwedîyê wî mafî ye ku guhdarîya axaftinên telefonê yên kesên din bike, da ku li dijî wî bi kar bîne. Kirinên bi vî rengî cihê xemê ne û nabe ku meriv wan baş bibîne. Maneya qebûlkirina van kirinan mikurhatina li têkçûna daxwaza pêşîyên me ye, wê daxwaza damezrandina dewleteka ku azadîyê û dewlemendîyê misoger dike ji wan re û ji zarokên wan re." (1)

 

Sala 1928an, Olmstead doza xwe bire ber Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî. Hingê şirketên wekî Seattle Pacific Telephone û Telegraph Company destek dan wî bi weşandina daxuyanîyeka ku mafê qaçaxçîyan yê axaftinê, bêyî ku telefonên wan werin guhdarîkirin, diparast: "Dema ku tu xetên telefonê girêdayî buroya navendî [ya şirketeka telefonê] ne, armanc ew e ku ew bi tenê ji herdu bikarhêneran re veqetandî bin û bi vî awayî ew bi tenê yên wan in. Kesê sêyem ku guhdarîya wan dike, hem mafê xwedîtîyê yê bikarhêneran û hem jî yê şirketa telefonan binpê dike." (2) Zehmet e em îro xeyal bikin ku dabînkereka gihiştina înternetê yan jî şirketeka teleragihandinê mafê jîyana taybet yê mişterîyên xwe biparêze. Snowden kir ku Facebook, Google, MSN û hevkar û hevparên wan bikevin ber lêpirsînê, ew bi xwe bêhtir niha dixwazin raya giştî bixapînin û weha bikin wekî ku bi tiştî nizanin...

 

Dadgeha Bilind di dawîyê de li dijî Olmstead biryar da, bi pênc dengên li dijî çar dengên dijber. Yek ji dadgerên dozê Louis Brandeis mixalefeta xwe ya hişk a li dijî biryareka bi vî rengî nîşan dide, argumana wî weha ye: "Guneh û sûc vegir in. Heke dewlet li derveyî qanûnê tevbigere, ew cesaretê dide kesên din jî heman tiştî bikin; ew xelkê vedixwîne anarşîyê. Heke meriv bide zanîn ku di şerê li dijî guneh de encam navgînan rewa dike – ango bide zanîn ku dewlet dikare sûc bike da ku bike sûcdarek were cezakirin – ev yek wê rê li ber encamên gelekî tirsnak veke. Dadgeha Bilind divê bi awayekî biryarder li ber vê doktrîna xirabker rabe." (3)

 

Nêrîna amerîkîyan di salên 1940î de diguhere. Şer e û wekî din jî telefon êdî ne îmtîyaza elîtekê bû ku endamên meclîsên şaredarîyê bi wan re didan û distandin û ew diparastin: êdî telefon li xelkê xizan jî vedibe. Ev yek dike ku hêzên dewletê ji nû ve pirsa qanûnîbûna guhdarîkirina telefonan kontrol bikin. Demeka kurt berîya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, birêveberê FBIyê John Edgar Hoover ji Kongreyê dixwaze erkên nû yên derbarê kontrol û guhdarîkirina li telefonan ji bo sazîya wî erê bike. Tevî mixalefeta serokê Federal Communications Commissionê (FCC) James Fly jî, Franklin D. Roosevelt bi dizî destûr da Wezareta Dadê ku ferdên "dijminê dewletê" û kesên guman ji wan tê kirin ku sîxur bin, bişopîne û guhdarîya telefonên wan bike. Ev têgeha wî ya dijminatîya dewletê wekî ya herî teng ma û Hoover ev hêzên nû ne bi tenê ji bo ku lêpirsînan bide destpêkirin li dijî nazîyan bi kar anî. Asîstanê wî William Sullivan wê bigota, di dema şerî de FBIyê bi awayekî bi rêkûpêk bêyî ku destûrê bistîne, guhdarîya telefonan kirîye, wî rave dikir: "Dema ku mesele siberoja welêt bû, stendina destûrê ji Washingtonê bi tenê formalîteyeka bêkêr bû. Piştî [dawî li şerî hat] bi gelek salan jî FBIyê bêyî ku destûrê ji dozgerê giştî bixwaze bi berdewamî guhdarîya axaftinên telefonan kirîye ."

Bi gotinên din, dîroka guhdarîkirina telefonan  li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dişibe şaşîtîyeka ku ajanên FBIyê hêdî hêdî ji erka wê ya destpêkê dûr xistin – şopandina sempatîzanên nazîyan – da ku di zik hev de milîtanên mafên medenî, birêveberên sendîkayan, karkerên civatî, xirîstîyanên pêşverû û kesên ji komunîstbûna wan guman dihat birin, bişopîne û li telefonên wan guhdarî bike.

 

Ji sala 1950yî û pêve di çarçoveya nêçîreka senatorê dij-komunîst Joseph McCarthy destpêkirî de, FBIyê sûd wergirt ji tirsên ku şerê sar ew zêde kirin da ku guhdarîkirina telefonan a neqanûnî berferehtir bike. Û tevî ku mixalefeta dadgehên ku razî nebûn ku van aranjmanên piçûk bi qanûnan re li hev bînin, ev yek hat kirin. Bi vî rengî di dema doza temyîzê ya Judith Coplon de ya ku dihat gunehbarkirin ku ajana KGByê (Rêxistina Îstîxbaratê ya Sovyetan) ye, FBIyê eşkere kir ku wê guhdarîya axaftinên gunehbarê bi parêzerê wê re kirîye. Encam: dadgeha temyîzê cezayê dadgeha pêşî dayî betal kir.

 

Salên piştî mirina Hoover, 1972, destdirêjîyên neqanûnî yên FBI û yên Central Intelligence Agency (CIA) li jîyana taybet a amerîkîyan bêhtir eşkere bûn. Komîsyonên Church û Pike sala 1975an kampanyayên mezin ên li dijî kontrol û şopandinê yên li dijî welatîyên sîyasî çalak ên bi tevahî qanûnî dan destpêkirin. Bûyer di ji rojnameyekê de derdikeve, raya giştî radibe ser xwe. Lê belê Kongre bi lez û bez dev ji lêpirsînan berdide.

 

Skandaleka nû sala 1978an: dema îfadeyeka li ber jêr-komîteya îstîxbaratê ya Senatoyê de, kevne-mihendisekî tele-ragihandina CIAyê David Watters piştrast kir ku NSA li hezaran axaftinên telefonê guhdarî dike û wan tomar dike hem li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hem jî li derveyî welêt. Xelkê welêt ev şahidî bi rabûna hêrsa xwe pêşwazî kir, le belê tu tişt neguherî: çirîya pêşîn a 1978an serokê DYAyê James Carter qanûnan bi navê Foreign Intelligence Surveillance Act (FISA) erê kir, vê qanûnê sîstemeka nepenî ya hiqûqî çêkir ji bo parastina "ewlekarîya neteweyî". Ev serketinek bû ji bo dinyaya piçûk a îstîxbaratê ya ku ji salan ve dixebitî ji bo qanûnîkirina guhdarîkirina telefonan. Hejmara destûrên ku di çarçoveya vê qanûnê de dayî her sal zêdetir bûn (ji 322yên sala 1980yî heta bi 2224ên 2006an) û yên hatî redkirin jî timî bi qasî kenê merivî bi xwe bînin kêm bûn: ji 22 990 daxwazên di navbera 1979 û 2006an de bi tenê pênc hatin redkirin.

 

Tevî ku di destpêkê de Înternet bi tenê ji alîyê eskerîyê û lêkolîneran ve dihat bikaranîn, vekirina wê li raya giştî pirsgirêkên nû derdixe holê. Heta bi qebûlkirina qanûna bi navê Electronic Communications Privacy Act a sala 1986an qanûnî bû ku nameyên li ser xetên telefonîk digerîyan werin kontrolkirin. Bi vê qanûnê re danûstandina elektronîk ji heman garantîyên qanûnî yên ji bo axaftinên telefonê sûd wergirt.

 

Sala 1994an gelek amerîkîyan qanûna Digital Telephony Act red kir, vê qanûnê ferz dikir ku tayên optîk bi wî awayî werin gurçûpêçkirin ku guhdarîkirina telefonan a bi destûra dadgehan mimkin bikin. American Civil Liberty Union (ACLU) û Elec-tronic Privacy Information Centerê li dijî pêşnûma-qanûnê mixalefet bi rêxistin kirin. Li seranserê welêt name ji rojnameyan re hatin şandin da ku xisleta vê pêşnûma-qanûnê ya azadîkuj eşkere bikin. Lê belê ji doza temyîzê ya Olmstead a sala 1927an û vir ve dewran gerîya û guherî: pîşesazîya teleragihandinê bi tevahîya giranîya xwe pişta Digital Telephony Act digire û di dawîyê de qanûn bi dengdanê hat erêkirin. Bêyî ku milet bi rastî jî pê ilam bibe, birêveberîyên serokên DYAyê Ronald Reagan, George Bush ê bav û William Clinton her yekê destûr da bikaranîna guhdarîkirina li telefonan ya ji ya berîya xwe zêdetir, heman tişt ji bo berhevkirina daneyên ferdî ji alîyê şirketan ve jî wisa ye. Dadgerî bi xwe tu tiştî din nabêje derbarê mijarê de.

 

Dawîya salên 1990î jî gelek skandal û bûyer derketin holê. NSA hat gunehbarkirin bi guhdarîkirina  li xetên telefonîk yên navneteweyî û bi bikaranîna kompûteran ji bo analîza şîfreyan bike. Di heman demê de rêzek doz hatin vekirin ji bo dîyarkirina ka gelo nameyên elektronîk ên pîşeyî jî divê xwedîyê heman asta parastinê ya name û axaftinên telefonê bin yan na. Piranîya dadgeran bi tevahî li ser xebitîna înternetê nezan in; ew bi zehmetî fêm dikin ku meriv dikare wê hêvîyê bike ku nameyên elektronîk jî wekî axaftineka telefonê mehrem bin.

 

Heke di destpêka salên 1990î de hêza dadgerîyê nameyên elektronîk wekî nameyên di zerfên elektronîk de bidîta, hingê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro wê welatekî pir guhertî bûya. Di hişyarkirina xwe ya doza Olmstead de dadger Brandeis di navbera telefon û nameya bi rêya postê de paralelek danîbû; wî ev îdîa kiribû: "Di navbera nameya mohrkirî, girtî û peyameka telefonîk a şexsî de tu cihêtî nîne." Lê belê li dinyaya piştî 11ê îlonê îhtîmala parastina nameyên elektronîk bi xêra mentiqekî bi vî rengî pir kêm e...

 

Patriot Act

a 26ê çirîya pêşîn a 2001ê ya rastî sînorên hiqûqî – ev sînor hatibûn danîn piştî komîsyona Churchê – yên li dijî guhdarîkirina li telefonan bi destê dewleta federal, jê birin. Vê qanûnê herweha astengîyên li pêşîya rêxistinên îstîxbaratê ji bo şopandina welatîyên amerîkî jî betal kirin; bikaranîna amûrên piçûk ji bo şopandina cihguhertinan qebûl kir; destûr da kontroleka girseyî ya nameyên elektronîk û çalakîyên li ser xeta înternetê. Sala 2003yan Wezareta Ewlekarîya Hundir (Department of Homeland Security) hat damezrandin û bi vê jî dewlet gurçûpêç bû bi ajanseka navendîkirî ya ku operasyonên îstîxbaratê bi navgînên ku Hooverî wê qet newêrîya xeyala wan jî bike koordîne dike û pêre jî kontrol û şopandina ferdan digihîne asteka berê nedîtî.

 

Piştî sedsaleka mixalefeta xurt, civata amerîkî fêr bû da ku dev ji mafê xwe yê mehremîyê berde. Tirsa ku bi awayekî jêhatî bi wan re hat peydakirin a ji terorîzmê û soza ku rêz wê were girtin ji mafê wan kesên "bêguneh" re, di nava beşeka mezin a civatê de ya ku bîroke ye der barê dîroka xwe de, zora daxwazên parastina jîyana şexsî û azadîyên medenî birin. Wekî peyva sosyolog Sigmund Diamond "çola jibîrkirinê ya birêxistinkirî (5)" meydanê vala dihêle ji wan kesên ku dixwazin nîzama heyî bidin dewamkirin.

 

* Profesorê antropolojîyê li Zanîngeha Saint Martin de Lacey,

Washington, DC. Nivîskarê Weaponizing Anthropology : Social Science in Service of the Militarized State / Çekdarîkirina Antropolojîyê: Zanista Civatî di Xizmeta Dewleta Mîlîtarîze de, AK Press, Oakland (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), 2011.

(1) "Minority opinion on the appeal of the Olmstead defendants / Fikra hindikahîyê [di nava heyeta dadgehê de] di doza temyîzê ya parêzerên Olmstead de", Dadgeha Temyîzê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Devera Nehem, San Francisco, 9ê gulana 1927an, www.fjc.gov

 

(2) "Amicus curiae brief of telephone companies submitted to the Supreme Court in Olmstead v. United States / Nivîsa kesê pispor a şirketên telefonê ya dayî Dadgeha Bililnd li Olmstead v. Dewletên Yekbûyî ", Dadgeha Bilind a DYAyê, Washington, DC, 1928, www.fjc.gov

 

(3) "Dissenting opinion of Justice Louis D. Brandeis in Olmstead v. United States / Fikra cihê a Justice Louis D. Brandeis li Olmstead v. Dewletên Yekbûyî", Dadgeha Bilind a DYAyê, Washington, DC, 1928, www.fjc.gov

 

(4) Ya pêşî navê xwe ji navê senatorê demokrat Frank Church digire, ew mixalifê Richard Nixon bû, ew kete dewrê piştî skandala Watergateê da ku li çalakî û kirinên CIAyê bipirse. Ya duyem ji navê endamê meclîsê Oyis Pike tê, ew jî demokrat e, ew jî beramberê wî yê li meclîsê bû.

 

(5) Sigmund Diamond, Compromised Campus: The Collaboration of Universities with the Intelligence Community, 1945-1955 / Kampûsa li ser hatî lihevkirin: Hevkarîya zanîngehan bi Civata Îstîxbaratê re, 1945-1955, Oxford University Press, New York, 1992.  

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê