Dîsa li ser 17ê çirîya pêşîn a 1961ê

Translator

Ji şerê cîhanê yê duyem û vir de, ev rûpel, di dîroka Parîsê de rûpela herî tarî ye: Di 17ê çirîya pêşîna 1961ê de, li ser banga liqê Fransa ya Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN), li hember biryara qedexekirina derketina kolanan ji bo "kesên ji Afrîka Bakur" ku ji donzde rojan ve berdewam dikir, xwepêşandanek li dar ket, di navbera 30.000-40.000 cezayîrî civîyan. Di vê bûyerê de 200 kes hatin kuştin, hinek ji wan bi guleyan, hinek bi darbeyên jopan, hinek bi fetisandinê û hinek jî bi xeniqandinê. Bi hefteyan, sansorê, rastîya vê bûyerê veşart. Û vê bêdengîyê bi vî awayî tam sîh sal ajot.

Heta ku nivîskarek û du dîroknas vê omertayê (bêdengî) dişikînin: Didier Daeninckx di 1984ê de, bi romana xwe ya polisîye ya bi navê "Kuştina Ji Bo Bîranînê" (1), ku Laurent Heyneman, her bi wî navî filmeke sinemayî çêdike; herweha Michel Levine di 1985ê de bi navê "Cirdonên Oktoberê" (Les Ratonnades d’octobre) (2); û Jean –Luc Einaudi jî di 1991ê de, bi navê "Şerê Parîsê"(La Bataille de Paris) (3) heman fîlmî çêdikin.

Pêncî sal bi şûn de, çar weşanên nû ji nû ve derçûn, bi xêra wan ev şeva ku demeke dûr û dirêj hatibû ji bîr kirin, ji nû ve şîyar bû, derket ronahîyê û hate bi bîranîn. Jean-Luc Einaudi van lêkolinên xwe di çirîya pêşîn a 1961ê de dinirxîne; Komkujîyek li Parîsê (Un massacre à Paris). (4) La Dêcouverte cara yekem şahîdîya Marcel û Paulette Péju diweşîne: di 17ê çirîya pêşîn de, cezayîrîyan paşê ev yek bi "Komkujîyek sê car an veşartî " (La triple occultation d’un massacre) ya Gilles Manceron ve temam kir. (5) Ji bo vê çapê nivîsarên "bûyerên çirîya pêşîna 1961ê", yên wê demê dibin pêşgotin. (6) Û dîsa bi şêwa xêzefîlma bi nêrîna Mohand û xwişka wî Khelloudja, ku Didier Daenincky û Mako bi navê Oktobera Reş (7) pêşkêş dikin, pêşgotina wî jî ji alî Benjamin Stora ve hatîye nivîsandin. Piştî fîlmê dokumenter yê yekem yê Mehdî Lallaoui (1991) û ji nûve amadekirina "La Nuit Noir" (Şeva Reş) ya Alain Tasma (2005), mirov dikare herweha Oktobera Parîsê ji Jacques Panijel jî kişf bike. Demek dirêj ji alî sansorê ve qedexekiri û paşî ji alî amadekar ve û êdî îro mirov dikare vê dokumanterê li ser perdeyê temaşe bike. (8) Hewqas malzeme di derheqê vê bûyerê de, dîyar dike ku "pêdivîyên bîranînê ji xebatên bîranînê nayên cudakirin". Ji pirsên ku dîroknas îro jî niqaş dikin, hinek ji wan balkêş û hinek jî gelek bi êş in:

Ji alîyê fransîyan ve, li ser sebeb û berpirsyarîya van kuştinan ku bi mehan bi awayekî kêfî, hovane û bê adaletî berdewam kir, di vir de, serekpolîsê giştî yê Parisê Maurice Papon tu sûcê wî tune bû û tu carî ev operasyon amade û îdare nekiribû. Bi vî awayî qesas û qatil bi alîkarîya Wezîrê Karûbarên Navxweyî Roger Frey ku pênc meh berê ev kar teslîmî Papon kiribû, hatin parastin. Mirov dikare bipirse, "Ma gelo van qatilan îşaret ji hukûmetê û heta ji Serokkomar negirtibana, dikaribû ev sosreta mezin pêk bianîyana?" Serokkomarek ku bi FLN (Enîya Rizgarîya Netewî)ê re dest bi hevdîtin û bazarê kiribû, gelo tehamûl dikir ku di vê rewşê de tevgereke bi hêz bibîne? An jî mirov dikare bifikire ku gelo ev operasyonek e, li hember Serokkomar bi xwe û ji alîyên nostaljîkên ku Cezayîr bi Fransî dizanibûn û nedixwestin tu bazarên siyasî çêbibin hatibû amadekirin, ku amadeyî jî ji Serokwezîr Michel Debré dest pê dikir? Vedizîn û veşartina vê bûyerê di demeke hewqas dûr û dirêj de, ger alîkarîya gelek kesên din tunebûya dikaribû her berdewam bûya?

Ji hêla cezayirîyan ve, gelo FLNê, di demek weha hesas de, rîskên meşeke di vê babetê de hesab kiribûn? Di demeke wûsa de ku, Papon li hezar sebeban digerîya ku polîs û hemû alîkarên wan, provoke bikin ku her cûre xerabî û pîsîtîyan bikin? Mirov dikare pirsê ji alîyê din yê Derya Spî, yanî ji hêla cezayîrîya bipirse: Gelo çima hewqas sal bêdengî? Gelo amadekarên vê xwepêşandanê bi wext ve ketin pozîsyona muxalefetê? Divê ku bersivek ji vê pirsa nahletî re bê peyda kirin! Bi taybetî ji alî partîyên komunîst û di destê yekem de ji alî partîya sosyalîst ve: Ev qirkirina ku di 17ê meha çirîya pêşîna 1961ê de, li navenda Parîsê, li ber çavên her kesî qewimî, ku du sed cezayirî hatin kuştin û şefê polîs yê Parîsê jî li ser vê yekê, rastîyê vedişêre û dibêje tenê du kes in, ew jî di şer de hatine kuştin. Li gel van derewên nedîtî û bûyera wahşî, tu kesî xwepêşandanek jî li dar nexist. Lê li alîyê din; dema ku di 8ê meha sibata 1962ê de, bûyera neh fransîyên ku ji alî eynî polîsan ve nêzîkî metroya Charonne hatibûn kuştin, pênc roj bi şûn de, nîv milyon fransî li kolanên Parîsê civand.

Di 19ê adarê de, bi qerara agirbestekê dawî li şerê Cezayîrê tê. Ev yek bi serê xwe sebebek e ku Fransa sûcên xwe yên dawîn ên kolonîyalîstî qebûl bike.

Çavkanî

  1. Coll. "Folio policier", Gallimard, Paris, 1998
  2. Ramsay, Paris, 1985
  3. Coll. "Points histoire", Seuil, Paris, 2007
  4. Coll. "Pluriel", Fayard, Paris, 2001
  5. La Découverte, Paris, 2011
  6. Les Petit matins, Paris, 2011
  7. Adlibris, Anthy-sur-Léman, 2011
  8. Au cinéma Les Trois Luxembourg, 67, rue Monsieur-le-Prince, 75005 Paris

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin