"Dixwazim roj neçe ava da ku wêneyê xwe biafirînim"

'Wênesazekî kurd ku tabloyên Da Vinci tîne bîra mirov': Şikak Mareskê

“Wêneyên te nîşanek di ser ya şîyana te ya hunerî re ye, ku mirov jê bawer nake. Gava ku ez ji te re dibêjim hin ji wan lêkolînên li ser xwezayê yên Leonardo da Vinci tînin bîra min, vê yekê weke pesnekî ji rêzê nebîne. Ez jidil bawer dikim, di demeke ku huner tê de bi dawî tê, li Îspanyayeke dûr doktorekî kurd rûmet û mezinahîya wî bilind dike. (...) hunerê orijînal dê hertim heyranên xwe bibîne.”
Sir Ernest Gombrich

Hunermend Șikak (Schkak) li gundê Mareskê yê Efrînê, di 1947ê de ji diya xwe bûye. Navê wî yê rastî Farûq Tobal e û pêșîyên wî ji eșîra șikakan in. Wî xwendina xwe ya seretayî li Efrînê û ya navîn jî li Helebê kiriye. Hewesa wî ji biçûkanî li wêneçêkirinê hebûye û ji bo wê jî li gel xwendina xwe ya navîn dersên hunerî ji Akademîya Hunerên Ciwan wergirtine. Ew ji bo xwendina xwe diçe Îspanyayê, li Madrîdê bi cîh dibe û xwendina xwe ya bilind li wir kuta dike. Wî ji bo xatirê bavê xwe xwendina xwe di warê tibê de kiriye û li gel karê xwe yê bijîșkîyê, li La Manchayê, bi salan xebata xwe ya hunerî jî domandiye. Ew li gel kurdî, zimanên erebî, spanî, fransî, almanî û ingilîzî jî dizane, lê kurdîya xwerû diparêze. Șikak, hin karên xwe bi kilsê çêkirine û hin jî bi boyaxa rûnî li ser caw çêkirine. Di tabloyên wî de gelek kitekit ên weke toza li ser xoxan, xetên hûr ên li ser qawin û hûrikên nan hene. Karên wî ji pêncî tabloyan bêtir in û yekemîn pêșangeya xwe ya taybetî li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pêk tîne, ku di 14ê adarê de vebû û dê heta 31ê wê ji bîneran re vekirî be. Bi minasebeta vekirina pêșangeya wî, me çend pirs jê pirsîn û wî jî wiha bersiva pirsên me da:

Hewesa te ji bo wêne çêkirinê çawa dest pê kir?

Şikak Mareskê: Min çavên xwe li dinyayê vekirin venekirin, min dît ku dinya cîyekî pir şîrîn e. Min xwest ku ez jî ji vê şîrînayî, xweşî û bedewîyê şadetîyekê li pey xwe ji ebediyetê re bihêlim. Berî fêrî nivîsandin û xwendinê bibim, min bi qelema reş dest bi wêneçêkirinê kir; min ezman, dar û ber û dîwarên Mareskê nîgar kirin. Metika min, çavê min li ciwanî, rindî û bedewîya dinyayê vekir. Ez dikarim bêjim ku bi saya wê min dest bi wêneçêkirinê kir. Wê rêberîya min a hunerî kir.

Tu dibêjî ku gundê min xizneya min a hunerî ye û ji bo karên ku min kirine ez deyndarê gundê xwe me. Tu deyndarê gundê xwe û çi yî?

Gundê ku ez lê çêbûme, Mareskê, ji sala 1842yê de ye ku yê malbata min e. Cîyekî pir xweş e, zozan, dar û ber, ba, baran, ewr û berfa Mareskê ji bo min tiştekî din e. Merîyên me, ezab, xêr û xweşîyên wan, dar û ber, pez û dewarên wan, ango jîyana wan dinyayek cihê, şabûn û şênayîyek bitenê, bêhempa bû. Ez sipasîya Xwedê dikim ku ez di şênayî û şaristanîyeke wiha de anîm dinyayê.

Tu bahsa welatê xwe, weke cîyekî pir xweş û zindî dikî, çima karên te hemî naturmort in û ew ciwanî û zindîtîya wî di wan de kêm in?

Ji ber ku rengên ku ez bi kar tînim ne rengên cîyê (Îspanya) ku ez niha lê dijîm, rengên welatê zaroktî û ciwanîya min in. Qawinên ku ez çê dikim, hûn nikarin ne li Îspanya û ne jî li tu welatekî din ê Ewrropayê bibînin. Hemî resmên ku ez çêdikim, haya min jê hebe, yan tunebe tiştên berê tînin bîra min û bîna min bi wan derdikeve. Min gulên kevin ên gelek welatên Ewropayê xwestin, ez li wan gerîyam, min ew peyde kirin û li nav erdê xwe, li hewşa xwe çandin, lê min tu tiştek weke gulên nav rezê me, xweşik û bi bîn nedît. Ji bo wê jî ez tim li dîroka zaroktîya xwe dikolim, lê digerim û besta ku ji wir digrim xweşikbûneke din dide hunerê min.

Te got ku rismên tu çêdikî, bêyî ku haya te jê hebe bîhna te pê derdikeve. Çawa dibe ku bîhna mirovî bi kevok û kîroşkên mirî derdikeve?

Zanibe, min tirî û hejîrên gundê Mareskê û gundê Elkê yê zaroktîya xwe anîn li nav erdê xwe li Îspanyayê çandin û bi salan e, ez ji wan tirî dixwim û wêneyê wan çê dikim. Ma tiştekî din heye ku bi qandî tirîyê Mareskê û Elkê ruh tê de hebe? Heke ez bimirim û vî tirîyî bidin min ez ê dîsa pê zindî bibim.

Çima bi awayekî giştî kevok û kêrguyên kuştî, pîvaz û garisên hişk ango nezindî û neşîn çêdikî? Rengên ku tu bi kar tînî mat û sar in, ne germ û brûsandî ne?

Kêrgû û kevokên kuştî mijareke klasîk û kevin e di tarîxa huner de, ne tiştekî ku min bi xwe derxistiye holê. Ev stîlek e, awayekî wênegirîyê ye ku bandora wê di hunerê min de jî dîyar dibe.

Te xwendina xwe di warê bijişkîyê (tibê) de kiriye û tu dibêjî ku tu debara xwe jî bi doktorîyê dikî. Te çawa wext dît ku bi ber van karan hemîyan re van wêneyên wiha rind û xweşik jî çêbikî?

Mirov nikare saetê bi şûn de bide, ez tewer ne derdikevim û ne jî wextê xwe bi xewê û bi xwarinê derbas dikim. Firçê dikim destê xwe, bi destekî wêneyên xwe çêdikim û destê xwe yê din jî didim ber rojê û li ber Xwedê digerim ku roj neçe ava da ku ez jî bikaribim karên xwe bi ser xim.

Baş e, ji bo te têkilîya wêne û doktorîyê çi ye gelo?

Têkilîya di navbera doktorîyê û wêne de, ji bo min ew e ku ez doktorê wêneyên xwe me. Ez doktorîyê ji bo bikaribim wêneyên xwe çêkim, dikim.

Him doktorî û him jî hunerê wêne bi hev re ji bo te ne giran e, karê doktorîyê rê li ber xebata te ya hunerî nagire gelo?

Mixabin wiha ye, rast e! Xwezya kesekî karibûna rola doktorîyê ku ji bo min weke patronîya karê min ê huneri ye, ji dest min bigirta û barê min sivik bikira. Wê gavê min ê jî karibûna bêtir rola xwe ya hunermendîyê bilîsta û bêtir berhem bida. Bi rastî jî ez dixwazim xwe jidilûcan bidim karê wêneçêkirinê ku ez bawer dikim Xwedê ez ji vî karî re dame. Heke derfeteke wiha ji min re çê bibe, ez jidil bawer dikim ku wê çaxê dê derîyekî fireh ji huner û ji navê kurdan re jî vebe.

Rexnegirê hunerî Ernest Gombrich karên te yên natur bi yên Leonardo da Vinci re dide ber hev, tu ji vê yekê re çi dibêjî?

Gombrich zanayekî mezin bû, wî şaşîyên hevkarên xwe yên herî mezin yên wekî Winckelmann, Hegel, Arnold Hauser û Panowski rast kirin; îcar dê çawa bi min re xwe şaş bikira? Ez ne hunermendek im ku debara xwe bi hunerê xwe dike, ne jî di warê hunerî de nav û dengê min heye. Ez ne li Îtalya û ne jî li Holandayê hatime dinê, wekî Michelangelo û Rembrandt; ez, wek Gombrich jî dinivisîne, “Doktorekî kurd li Îspanyayê dûr” im û disa weke wî nivîsandiye, ez “rûmet û mezinahîya ji hunerê re dikim”.

Çavkanî

Azad Şatehî: Rojnamevan