Dîyasporaya kurdî di 'pêvajoya aştîyê' de dikare çi bike?

Translator

Di têkoşîna neteweyî ya gelê kurd de cihekî gelek girîng ya dîyasporaya kurdî heye. Nexasim, piştî darbeya 1980yê tevgera kurdî ya rêxistinbûyî hem di ronahîbûna sîyasî ya gelê kurd de û hem jî li derveyî sînorên Tirkîyeyê di anîna rojevê ya têgiha ku em wê wekî 'pirsgirêka kurdî' bi nav dikin de roleka mezin lîstîye. Nexasim, di heyameka ku xeyalên Tirkîyeyê yên endametîya Yekîtîya Ewropayê heyî de, hem li parlamentoyên welatên ewropî û hem jî li Parlamentoya Ewropayê xwe kir mijara gelek rûniştinan. Kurd, piştî her bûyereka sîyasî ku li Tirkîyeyê diqewimî û eleqeya wê bi wan hebû, ji bo ku bikevin dû mafên xwe, xwe berdan kolanan, kampanyayên îmzayan lidarxistin û partîyên sîyasî yên ku li welatên lê dijîn mecbûr kirin ku di derbarê pirsa kurdî de bibin xwedî polîtîkayekê. Dîyasporaya kurdî, di rojên ku li Tirkîyeyê sîyaseta li ser navê kurdan ne gengaz bû, roleka navendî û sereke lîst. Lê îro em dikarin bi hêsanî bînin ser ziman ku vê navendê êdî berê xwe daye Tirkîyeyê. Gelê kurd îro êdî ji mêj ve ye ku benda tirsê hilweşandîye. Dîyasporayê jî di dema xwe de peywira ku diket ser milê xwe pêk anî û niha jî bi rê û şêwazên cuda berdewamî piştevanîya têkoşîna gelê kurd dike.

 

Guhertina konjuktura sîyasî ku bi pêvajoya 'vebûna kurdî' qels û giran be jî dest pê kiribû, niha bi 'pêvajoya aştîyê' re berdewan dike. Pêvajoya ku bi şêwaza du gav pêş û gavek paş hikûmet dimeşîne, şûna ku mafên gelê kurd lê vegerîne, wekî lutfekê piço piço van mafan pêşkêş dike û bi navbeynkarîya MITê hevdîtinên aştîyê bi rê ve dibe. Wekî ku ji alîyê gelek nivîskar û aktîvîstan ve jî tê bilêvkirin, pêvajo bi awayek şefaf nameşe û hîn ne zelal e ku di vê pêvajoyê de çi peywir dikeve ser milê kê. Ev mijar hîn nezelalîya xwe diparêze. Ne dîyar e ku dê daxwazên gelê kurd heta çi radeyê bêne pêşwazîkirin. Nexasim, hikûmet di vî warî de gavên berbiçav navêje. Di pêvajoyeka weha de, heta niha kêm kesan bal kişandin ser rola dîyasporaya kurdî. Herçiqas tê gotin ku ev bû 30 sal e ev pirsgirêk tê axaftin jî, bingeha wê xwe digihîne mêjûyeka dirêj. Di encama polîtîkayên dewleta tirk yên li hember vê meseleyê de, bi sedhezaran kurd ji ber neçarîyê Kurdistan terikandine, li bajarên Tirkîyeyê bi cih bûne an jî derketine welatên ewropî. Wek ji Firat Newsê Jinda Zekioglu jî formule dike; "Tevî bi sedhezaran kesên ku hatina wan ya Tirkîyeyê hîn qedexe ye tam du milyon kesên ku hin ji wan ji hefsan, hin ji asîmîlasyonê û hin ji wan jî ji mirinê revîyane; axlebek wan di vî şerî de xizmên xwe wenda kirine...'' Gelo dê mafê gotinê yê van sedhezaran ku di serî de li Almanya û dûre li welatên din yên Ewropayê belav bûne di pêvajoya aştîyê de an jî di vesazîya piştî şer de hebe an na?

 

Di pêvajoyên şer û aştîyê de rola dîyasporayê

Komên dîyasporayê di roja îroyîn de wekî aktorên sîyasî yên mobîlîze û girseyên negirêdayî dewletan tên binavkirin. Li welatên ku lê dijîn, li ser pêşveçûnên sîyasî bandoran dikin. Hin kes dîyasporayê wekî 'hêza nerm' û hin kesên din jî wekî rêxistinên civatî yên sîvîl dibînin an jî bi nav dikin.

 

Nexasim, piştî pêşveçûnên sîyasî yên 11ê îlonê rê li ber vebû ku çalakîyên dîyasporayê ber bi krîmînalîzebûnê ve biherikin. Di serî de li Amerîkayê û dûre li gelek welatên din, akademîsyenan di çarçoveya ewlekarîyê de rolên dîyasporayê yên di demên aştî û şer de lêkolandin, li ser sekinîn û mixabin alîyên neyînî derxistin pêş. Dihate îdîakirin ku komên dîyasporayê alîkarîyên fînansî didin alîyên ku şer dikin û ev yek jî rê li ber berdewamîya şer û şidetê vedike. Akademîsyen Paul Collier, di sala 2000an de li ser navê Bankaya Cîhanê da zanîn ku dîyaspora, li welatên ku lê şer heyî dibin sedem ku ev şer dirêj bikin an jî şerên li ber qedandinê cardin dest pê bikin. (1) Hin akademîsyen jî komên dîyasporayê nostaljîk û xemsar dinirxînin û tê gotin ku ji ber ku êdî encamên şer li ser wan bandoreka yekser çênake dixwazin şer berdewam bikin û li gor hemwelatîyên xwe yên ku li welêt dijîn hîn radîkaltir in.

 

Lê gelek lêkolîner û akademîsyen jî li hemberî vê helwestê derketin û dîyar kirin ku meriv nikare hemû dîyasporayê bêxe qabekê û îdîa kirin ku hin komên dîyasporayê hem di demên şer û aştîyê de û hem jî di demên piştî vesazîya şer de dikarin piştevanîyeka watedar pêşkêş bikin. Me jî, di gotara xwe ya sala 2008an de ku bi hevkarîya Prof. Ashok Swainê ji Unîversîteya Uppsalayê hatibû nivîsandin de dabû zanîn ku dîyaspora dikare roleka pozîtîf bilîze, heta dikare di navbera komên ku şer dikin de navbeynkarîyê bike. (2) Îro li ber me gelek mînak hene ku dîyasporayê hem di pêvajoyên şer û aştîyê de hem jî di yên pêşketinê de piştevanî kirîye.

 

Dibe ku li ser rola dîyasporayê mînaka herî balkêş rola dîyasporaya kurd ya ku di pêşveçûna Kurdistana Iraqê de dayî nîşandan be. Dîyaspora ji ber ku bi alîyên sîyasî, aborî û civatî ve bikaribe piştgirî bike di nava hewldanê de ye. Îro wekî ku gelek kes dizane di parlamentoya Kurdistanê de gelek kesên xwedî pasaportên ewropî hene. Ji hêla din ve hewldana kurdên Amerîka, Swêd û Holandayê ji bo ku Kurdistan bibe dewlet di radeyeka nayê bawerkirin de ye. Komeleyên jinan yên Swêdê misêwa serdana Kurdistanê dikin. Dîyasporaya kurd ya li Îngiltereyê, ji bo bîranîna Helebçeyê çalakîyan lidardixin û ji bo ku Enfal wek jenosîd bê naskirin xebatên lobîyê didin meşandin. Di encama hewldanên kurdên Holandayê de li Laheyê destûr hat dayîn ji bo bîranîna Helebçeyê peykerek bê çikandin.... Ango bi gotineka din, dîyaspora roleka çalak dilîze. Ji hêla din ve, gelek kes ji Ewropayê vedigerin Kurdistanê û piştgirîya perwerdahîyê dikin û hewl didin ku hêzeka kar ya bi kabîlîyet derkeve meydanê.

 

Gengaz e ku mînakên din bên dayîn. Dîyasporaya Somalîyê, li Îtalya, Holanda û li Norwêc piştgirî dide projeyên aştîyê yên li welatên xwe. Komeleya dîyasporayê ya bi navê Himilo Relief and Development Association (HIRDA) (3) ku li Holandayê ye, ciwanan perwerde dike û ji bo ku tevlî şerên eşîretan nebin wan hişyar dike. Lêkolînên bi hûrgilî yên komeleyên sûdanî ku di pêvajoyên aştîyê de lîstine hene. Enstîtuya Aştîyê ya amerîkî (United States Institution of Peace) ji bo çareserîya nakokîyên li Darfûrê, serî li dîtinên dîyasporayê dide. (4) Dîyasporaya lîberyayî ya li Amerîkayê, bi nûnerên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên sivîl yên civatî re hevdîtinan li dar dixe û bi saya vê hevkarîyê piştgirîya dezgehîbûna Lîberyayê dike. Nivîskarên wekî Awil Mohamoud û Sarah Osman (5), di encama lêkolînên xwe yên li ser dîyasporaya afrîkî de didin zanîn ku, komeleya bi navê Jinên Brûndîyî çawa di kewandina têkilîyên Hûtû û Tûtsîyan de roleka mezin lîstine. Dîyasporaya kurdan, di nav van dîyasporayên ku me navên wan li jor anîn ziman de hem ji hêla hêjmarê ve û hem jî ji gelek hêlên din ve hîn bi hêztir e û ji bo ku piştgirîya aştîyê bike xwedî potansîyeleka gelek mezin e.

 

Lihevhatina/mutabakata civatî û rola dîyasporayê

 

Ji xeynî sererastkirinên zagonî yên li Tirkîyeyê xaleka din ya girîng jî ew e ku lihevhatineka civatî pêk were. Tiştê ku hewcedarî pê heye ew e ku mafên kurdan li wan bên vegerandin û herweha her beşê civatê 'bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe' û xwe ji bo 'pêvajoya aştîyê' amade bike. Di encama şerê ku ev bi salan e didome de, her du alî bûne xwedî pêşhikman. Ew pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvayoya aştîyê tenê li ser maseyên mizakereyê pêk nayê. Piştî bêdengkirina çekan dê ew pêvajo di warên gelemperî de bidome. Herweha divê bê hesabkirin, dê her du gel çawa li hev bên û şertên vê yekê divê li ber çav bên girtin. Heta ku heyama rûbirûbûnê pêk neyê, dê têgehên wekî demokrasî û aştîyê neyên. Baş e, gelo dê ev rûbirûbûn çawa çêbibe? Li vê derê dadmendîya dema derbasbûnê û komîsyonên rastîyê yên girêdayî wê derdikevin pêş. Navenda Navnetewî ya Dadmendîya Derbasbûnê, dadmendîya dema derbasbûnê weha şirove dike:

 

''Dadmendîya dema derbasbûnê, di rewşên binpêkirinên sîstematîk yên girseyî yên mafên merivan de ji bo ku mafên mexdûran li wan bên vegerandin û ji bo ku sîstemên sîyasî yên van neheqîyan diafirînin, pevçûn û faktorên din bên veguherandin, li ser lênêzîkbûna avakirina rewşên pêwîst hewcedarîyek e.

 

Vayê dema ku meriv li vê rewşa Tirkîyeyê rû dayî û her berdewam e dinêre, pêwîstîya pêvajoyeka weha derdikeve meydanê. Ji dema pevajoya ku wekî 'vebûna kurdî' tê binavkirin destpêkirî, tiştên ku li Girtîgeha Amedê hatî jîyandin, tawanên li dij merivahîyê yên JITEMê lidarxistî û binpêkirinên mafên merivan yên ku şer bi xwe re anî, ev îhlal tev di medyayê de jî cih digirin. Lê bi şêwazeka ku naveroka wê nayê tijekirin û ne bi awayeka sîstematîk. Ji ber ku di carekê de ewqas li ser tê axaftin, ev mexdûrîyetên hatî jîyandin tên normalîzekirin û di nav guftûgoyên ji rêze de girîngîya xwe wenda dikin. Divê rastî derkevin meydanê. Her du gel jî rastîyên ku ji wan hatî veşartin bizanibin û hemû tişt bi awayek vekirî bên meydanê. Aştî, ancax bi vî awayî dikare pêk were.

 

Divê di pêvajoya aştîyê de nebza dîyasporaya kurd bê girtin û tavsîyeyên wê ji alîyên aktorên sîyasî ve li ber çav bên girtin. Di vê pêvajoyê de dîyaspora kurdî jî, kurdên li Tirkîyeyê dijîn jî teref in. Ancax, berpirsîyarîya dîyasporayê ne tenê bi parvekirina fikr û dîtinan sînordar e. Dema ez li wêneya pêş me dinêrim, dîyasporaya kurdî di vê çarçoveyê de û di pêvajoya îroyîn de dikare roleka girîng bilîze. Lê divê di serî de bê pejirandin ku dîyasporaya kurdî jî di vê pêvajoyê de xwedî maf be. Li ser banga Ocalan, li Brukselê Konferansa Aştî û Demokrasîyê hate sererastkirin. Ev yek ji ber ku derfet da ku dîyaspora jî dîtinên xwe bîne ziman watedar e. Dosyayên gelek kurdan bi Tirkîyeyê re hene ku ev bi salan e li derveyî vî welatî dijîn. Dema min lêkolînên xwe didomandin, ez bi gelek aktîvîstên kurdan re hatim cem hev. Piranîya wan di salên 1970 û 80yan de li girtîgehan razabûn û gelek ji wan ji ber îşkenceyên ku jîyabûn hîn pirsgirêkên tendirustî dijîyan. Ne gengaz e ku meriv van kesan nostaljîk û xemsar tawanbar bike. Berîya 20, 30 salan van kesan ev tişt jîyane û hîn şopên kiryarîyên faşîzmê di gihan û laşê xwe de bar dikin. Gengaz e ku ev kes bikarin di pêvajoyeka weha de rol bigirin û gelên ku li Tirkîyeyê dijîn bi bêedaletîyên paşerojê re rû bi rû bikin.

 

Du peywirên ku dikevin ser milê dîyasporayê hene. A yekemîn, divê binê têgeha dadmendîyê misêwa binxêz bike û di dadmendîya dema derbasbûnê de israr bike. Ji bo damezirandina komîsyonên dadmendîyê bangan bike û daxwazên kurdên dîyasporayê her bîne rojeva rayagiştî. Ne ji ber ku dîyaspora mexdûrîyetên ku jîyane bi bîr bîne û bûyerên bi vî rengî carek din neyên jîyandin. Ji bo damezirandina komîsyonên rastîyê, hem li hundirê welêt û hem jî li derveyî welêt li ser rayagiştî zextan çêbike. Dîyasporaya kurdî bi piştgirîya ji mîlyonek kurdan zêdetir li Ewropayê xwedî hêzeka sîyasî û civatî ye û divê aktorên sîyasî yên Tirkîyeyê berê xwe bidin vî alî.

 

Dîyasporaya kurdî, dê ne yekane dîyaspora be ku helwesteka weha girtibe. Wekî mînak, piştî şerê Lîberyayê komîsyonên rastîyê hatin damezirandin û gelek lîberyayîyên li dîyasporayê di van komîsyonan de şahidî kirine. Dîyasporaya lîberyayî, bi alîkarîya rêxistinek sivîl ya amerîkî di lihevhatina civatî de roleka mezin lîstîye. (6) Herweha dîyasporaya Haîtîyê mînakeka din e. Dîyasporaya Haîtîyê li Kanadayê di damezirandina komîsyonên heqîqetê de wezîfe girt. Dîyasporaya kenyayî jî di amadekirina raporek li ser navê Komîsyona Dadmendî û Rastîyê de ji nêzîk ve çavdêrî kirîye. Dîyasporaya kamboçyayî jî bi alîkarîya Navenda Dadmendî ya Dema Derbasbûnê ya Navnetewî tevlî pêvajoya çareserîyê bûye. Dîyasporaya kurdî jî dikare wekî van grûpan di pêvajoya aştîyê û di dema piştî wê de roleka çalak bilîze.

 

Peywira duyem ya dîyasporaya kurdî jî ew e ku dê ezmûna têkoşîna xwe ya ev bi salane ji bo nasnameya kurdî dide îro ji bo aştîyê bikarbîne. Herweha divê neyê înkarkirin ku pirsgirêka kurd-tirk ne tenê di nav sînorên Tirkîyeyê de maye, herweha ketîye qada sîyasî ya navnetewî jî. Ev bi salan e gelek bajarên ewropî bûne zemîna pevçûnên alozî yên di navbera van gelan de. Li Belçîkayê di navbera ciwanên kurd û tirk de pevçûnên kolanan qewimîne, li Holandayê hem li hember komeleyên kurdî û hem jî li hember yên tirkî êriş hatine pêkanîn û li Almanyayê jî di bûyerên protestoyî de ji herdu alîyan gelek kes birîndar ketine. Acizîyên di navbera gelê kurd û tirk de, hîyerarşîyên hêzê û bêedaletî li derveyî sînorên Tirkîyeyê ji nû ve tê rûniştandin. Lewre, di stratejîyên ku dê ji bo sererastkirina têkilîyên di navbera gelên Tirkîyeyê de bên amadekirin de dîyaspora jî divê li ber çav bê girtin. Ji ber ku dîyaspora li derveyî welêt ava bûye, taybetmendîyeka xweyî navnetewî heye û divê ev taybetmendîyên wê jî neyên jibîrkirin. Pirsgirêkên dîyasporayê yên di navbera kurd û tirkan de dikare bi pêvajoya aştîyê re çareser bibe û ji bo vê yekê jî roleka mezin dikeve ser pişta dîyasporaya kurdî. Dîyaspora kurdî, ji ber ku hem li civatên ku lê dijîn û hem jî sîyaseta van welatan baş nas dike û bêedaletîyên ku berê jîyaye carek din nejî mecbûr e ku pêvajoya aştîyê derbasî qada navnetewî bike. Bêadeletîyên wekî krîmînalîzekirina tevgera kurdî jî herweha dikare di encama lihevhatina grûpên kurd û tirk yên li dîyasporayê de dawî lê bê.

 

Wekî gotina dawî, divê meriv vê yekê jî bêje ku dîyasporaya kurdî ne xwedî fikreka hevpar e û herweha ne vesazîyeka homojen e. Di nav dîyasporayê de gelek kes û grûpên xwedî fikr û helwestên cuda hene. Di pêvajoya aştîyê de dîyasporaya kurdî heger bibe xwedî peywir, divê van dîtinên cuda bîne cem hev û li ser esaseka minîmûm ya hevpar xwe îfade bike. Aştîya mayînde, dê hem li dîyasporayê hem jî li welêt piştî rûbirûbûna bi paşerojê re bê.

 

* Akademîsyen, lêkolîner, Zaningeha Warwick, Îngiltere

(1) Collier, Paul, 2000. Economic Causes of Civil Conflict and their implications for Policy, World Bank, Development Research Group Report, Washington.

 

(2) Baser, Bahar and Ashok Swain 2008. Diasporas as Peacemakers: Third Party Mediation in Homeland Conflicts, in: International Journal on World Peace, 25, 3, 7-28.

 

(3) http://hirda.eu

(4) Darfur Diaspora Consultation 2010, http://www.usip.org/programs/projects/darfur-disapora-consultation-2010

(5) Mohamoud, Awil and Sarah Osman, "The African Diaspora as Agensts of Peace on the Continent", http://www.diaspora-centre.org/DOCS/Awil_Mohamoud_and_.pdf

 

(6) Young, Laura A. Young and Rosalyn Park, "Engaging Diasporas in Truth Commissions: Lessons from the Liberia Truth and Reconciliation Commission Diaspora Project, IJTJ (2009)

 

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan