Doza Barack Obama

Xeyalşikestina çepê amerîkî
Translator

Barack Obama yê ku ji ber stratejiya xwe ya lihevkirina li gel komargeran û dîsa ji ber encamên xirab ên di warê aborî û îstîhdamê de hat rexnekirin, niha awayê vegotina xwe diguherîne pêşniyar dike ku bacên dewlemendan bên zêdekirin. Ev banga ku pir kêm şensê wê heye bigihîje encamên berbiçav, gelo armanca wê ew e ku ji bo hilbijartinên 2012ê tesîrê li dengdarên çepgir bike?

Di hezîrana 2008ê de, piştî ku ew ji alîyê demokratan ve wekî namzed hat nîşandan, Barack Obama di mîtîngekê de li pêşîya komeke alîgirên xwe yên bi heyecan peyivî û got: "Em dê bikaribin li rabirdûyê binihêrin û ji zarokên xwe re bibêjin ku me di wê demê de dest pê kir ku li nesaxên xwe muqate bibin û karên baş pêşkeşî bêkaran bikin; di wê demê de avên okyanûsan dest pê kir ku kêm bibin û gerdûna me rehet bibe; di wê demê de me dawî li şerekî anî û ji bo neteweya xwe ewlekarî ava kir û îmaja xwe baştir kir û guherand ser baştirîn hêvîya gerdûnê." (1) Lê belê heta niha heger serokekî gotina Mario Cuomo, ku digot "kampanyayeke helbestî lê belê birêvebirineke pexşanî" (2) rast derxistibe, ew jî Barack Obama ye.

Wekî ku akademîsyen û rêxistinger Marshall Ganz, ku di kampanyayê de bi roleke girîng rabûbû, nîqaş dike, Obama "bi awayekî di nav sakoya etîkê de pêçandî hat ser kar" lê belê bêyî ku têbikoşe dev ji vê yekê berda. Ganz vê yekê wekî "serokatîya veguherînî" bi nav dike û dirêjahî pê dide: "Serokatîya veguherînî alîgirên xwe dikişîne nav karê bi rîsk û bi coş a guherandina cîhanê, lê belê di dawîyê de ne cîhan, lê alîgir tên guhertin. Çavkanîyên wê nirxên hevbeş in ku dibin kanîya wêrekî, afirinêrî û hêvîyê. Di rêya serkeftinê de pêwîstî bi wan nirxan heye. Ji alîyê din de jî serokatîya veguherînî wekî bazirganîya hespan e ku bi rûtîna xwe didome û hewlê nade ku statukoyê biguherîne, lê belê wê diparêze ku berdewam be." Obamayê ku di şûna mafparêzîyê de siyaseta lihevkirinê hembêz kir, şûna guhertinê statuko parast.

Obama peymançêkerek bû, ne kesek ku cîhanê bihejîne

Gelek lîberal li bendê bûn ku serokek, ku ji bo carekê xelk bi rê xist, dikare girseyê ji bo fikir û ramanên xwe yên siyasî, ku bingeha kampanyaya wî pêk dianî, mobîlîze bike û serokatîyê veguherîne. Ev yek hertim xeyaleke pûç û sozên bi mubalexe yên hevbeş ên zilamekî realîst ku diket hilbijartinan û alîgirên wî bû; alîgirên wî îdealîst, lê di heman demê de naîv bûn. Wê fikra birêxistina girseyan hêvî dida ku demokrasîyeke hêzdar û hevpar dikare demokrasîya nûnerî ya du sed salî, ku ji ber hêza pere û berjewendîyên rehdayî biguherîne. Lê belê kêfa Obama yê fersendparêz û lihevker ji vê fikrê re nedihat, herçend wî di axaftinên xwe de bi awayekî din soz didan. Obama peymançêkerek bû, ne kesek ku cîhanê bihejîne. Da ku wê bernameyê yan prensîbê biparêze Obama çi soz dabin dengdarên xwe jî di dema gotûbejên li ser masê de tu îhtîmal li derve nedihat hiştin. Muxalîfên wî ji vê qelsîya wî agahdar bûn û wan helbet ev yek li gor berjewendîyên xwe bi kar anî. Ji gelek alîyan ve serokatîya Obama nisbet bi wê demê ku wî dest pê kiribû, welat kêmtir lîberal kir.

Ji bo Obama, ne hewce bû ku ji bo tiştekî têbikoşe: Di navbera kesên kamil de peyman danîn. Gotinên wî û stratejîya wî ya li ser çêkirina qanûnan her tim ji bo lihevkirin, daxîlkirin û pasîvbûnê bûn. Obama pir caran gazin dikirin ku komarparêz wî rehîn digirin û wekî rehîngîr tev digerin. Wî bi ser hev de çendîn caran fîdye daye û carna jî bexşîşeke comerd. Carekê jî berî ku xeber bistîne, wî bi dilê xwe pere daye.

Helwêsta Obama nikaribû hin guherînên bingehîn pêk bîne. Siyaseta amerîkî bi dema Bush re tengasî kişand. A herî balkêş ew bû ku, kêfa komarparêzan ji du-partîzanîyê re nedihat, ku Obama kiribû navenda banga xwe ya îdeolojîk. Senator Jim DeMint soz dabû ku ew bi reforma pergala tendurustîyê dê pişta serok 'bişkênin', ku vê soza wî gelek deng dabû. Serokê hindikahîyên senatoyê yê wê demê Mitch McConnell ji rojnameya National Journal re gotibû "Tenha tiştê ku em dixwazin pêk bînin ew e ku Obama bi tenê ji bo sedemekê bibe serok."

Rawestina li rîngê û şernekirin

Dema ku ji Obama hatibû pirsîn gelo wî werza tatîlê ya 2010ê, ji bo sala 2011ê çi hêvî dikirin, wî weha bersiv dabû: "Di Noelê de tenha tiştê ku min hêvî kir muxalefetek bû, ku ez bikaribim pê re muzakereyê bikim." (3) Lê muxalefeteke weha tu cara çênebû.

Sozên Obama, li Qesra Spî di navbera du derîyan de winda bûn

Siyaseta pêşîlêgirtinê qaîde bi ser awarteyan de pesend kir û piranîya bilind a li her du Kongreyan bêwate nîşan da, ji ber ku pêştirîyên lîberal, ku li dû hev hatin, yan têk çûn yan jî tu cara nehatin rojevê. Qanûna Vebijarka Azad a Karkeran, ku pêştirîya esasî ya tevgera karkeran, ji hikûmet û Kongreyê piştgirîyeke gelek qels wergirt. Da ku qanûnên xerabe (û di heman demê de xwînmij) yên koçberîyê yên amerîkî werin guhertin, tu tişt nehat kirin. (Dijberî vê yekê dertixûbkirin zêde bû.) Mafên jinan ên sebaret bi zarokanînê hatin tengtir kirin. Dema ku qanûna darayî ya kampanyayan (4) hatin qelstir kirin û jêbirînên bacê yên dema Bush hatin berfirehtir kirin û xwînmijî, neyeksanî li hember nerazîbûna raya giştî xerabtir bû, pere him di siyasetê de him jî civakê de hêzdartir bû. Li hember van rûdanên paşdeçûyînê serok Obama pir sakîn tevgerîya û da ku zirar bi dilsozîya wî ya du-partîzanî neyê tu tişt nekir. (5)

Di axaftina xwe ya pêşîn de Obama weha soz dabû: "Rewşa aborîyê ji bo gaveke wêrek û lezgîn hawar dike. Û em dê weha tev bigerin da ku ne bi tenê karên nû peyda bikin, lê belê herweha bingeha mezinbûnê jî biavêjin. Em dê rê û piran ava bikin, tora elektrîkê û xetên dîjîtal saz bikin ku piştgirîya bazirganîya me bike û me bi hev ve girê bide. Em ê cihê ku zanist heq dike bidinê, mucîzeyên teknolojîyê bi kar bînin da ku kalîteya sistema tendurustîyê bilindtir bikin û buhayê wê erzantir bikin. Em dê ji tav, ba û axê sûde werbigirn da ku mekîneyên me pê bimeşin û palûkeyên me bixebitin. Û em dê dibistan û zanîngehên xwe li gor pêwîstîyên nûjen ji nû ve saz bikin. Em van hemûyan dikarin. Em dê van hemûyan bi cih bînin."

Lê belê sozên ku Obama dan, heman rojê di nav Qesra Spî de li paş cote-derîyan wenda bûn da ku tu caran venegerin. Di dema muzakereyên mezinbûn û teşeya pakêta teşwîqê de, serok -rast e ku were gotin- hewce dît ku di warê lêçûnan de para şêran a bandorkirinê bide Kongreyê ku bikaribe pêşî li projeyên musrîf ên siyasetmedaran ên li herêmên xwe ên hilbijartinê bigre û berhewa dana bi sedan mîlyarên jêbirînên bacan ji bo razîkirina siyasetmedarên rastgir ên Komarparêz. Di encamê de pakêt hêja bû, lê belê têra wê yekê nedikir ku serî bi pirsgirêkê re derxe.

Hikûmet govenda bankayên mezin digerîne

Vê rewşê xwe di dema serokatîya xwe de jî dubare kir. Bi gotina Paul Krugman, ji ber tirsa xwarina damgaya 'dij-karsaz' û herweha ji ber ku demokrat ji berê de wekî di berevanîyê de qels weha tên dîtin, hikûmetê biryar da ku 'buhayê wê çi dibe bile bibe, berjewendîyên dezgehên kredîyê biparêze.' Wekî mînak, di dema nîqaşên li ser qanûna reforma darayî de, hikûmetê hertim piştgirî da wan pêşnîyaran ku bankeyan berevanîya wan dikir. Da ku pirsgirêka bingehîn, ku di destpêkê de rê li krîzê vekiribû, were dest nîşan kirin, tu tişt nehat kirin: Sedma pêşîn a krîzê jî ew bû ku ji bankeyan re destûr hate dan ku 'ewqas mezin bibin ku têk neçin.' Bankeyên ku bûbûn sedema krîza 2008ê paşê hîsseyên xwe yên hebûnên xwe yên gerdûnî bi awayekî berbiçav zêde kirin û bi vî awayî jî, krîz herçend xerabtir bû jî, ew ji paşeroja xwe ewle bûn.

Herçend di warê çêkirina qanûnan de bi ser ketin jî, ji ber ku wan nekarî kredîya ku wan hêvî dikir, werbigirin, Obama û şirket ji qesta têkilîyên xwe yên digel lîberalan xera kirin û gilî û gazindên nankorîyê ji wan kirin. Dema ku lîberalan gef lê xwar ku di warê têkoşîna reforma tenduristîyê de piştgirîya xwe vekişînin, serfermandarê kufurbaz Rahm Emanuel, liberal wekî "ji serê xwe seqet" bi nav kirin. (Wî paşê lêborîna xwe ji seqetan xwest, lê belê tu caran ji lîberalan nexwest.) Berdevkê çapemenîyê Robert Gibbs jî henekê xwe pê dikir û digot "çepgirên profesyonel" û diqêrîya "ew dê kêfxweş bibin dema ku li cem me jî sîstema tendurustîya Kanadayê hebe û Pentagon were rakirin." û Obama bi xwe jî tinazê xwe bi hêvîşikestina lîberalan kir û li Greenwich a Connecticutê mala kesekî bi navê 'Rich Richman' got "Xwedêyo, em hîna negihiştine aştîya cîhanê [bi dengekî bilindtir] Min got qey ew dê zûtir pêk bihataya". Di adara heman salê de Obama li cem komeke xwendekaran henek bi reftara rojnameya lîberal Huffington Post a li hember Abe Lincoln kir. Li vê derê serokekî serdema şer heye, ku hewlê dide da ku bi dora xwe re li hev bike. Dibe ku ev yek mezintirîn mijarên moralê ya welêt bû ku wî ev fam kiribû "niha karê min ew e ku em di şer de bi ser kevin û yekîtîya xwe berdewam bikin." Obama ji xwendekaran re got "Gelo hûn dikarin xeyal bikin ka Huffington Postê derbarê vê de nûçeyeke çawa çêbikiraya? Ew dê gelek tund bibûya. Hela bifikirin Lincoln xulaman difiroşe."

Di dîroka partîyê de performansa herî xerab a demokratan

Berîya hilbijartinan, lêdana alîgiran fikreke nebaş e û di talîyê de demokrat bi wan encaman re ku dihatin guman kirin, rû bi rû man. Wan di parlamentoyê de 60 kursî ji dest dan, piranîya wan a di senatoyê de kêm bû û wan deh walîtî wenda kirin. Di asta herêmî de, ku qirar bû ku di navbera dewlet û federalîyê de nexşeya nû ya herêman bihataya xêz kirin û bi vî awayî jî teşeyekê (dirûv/şikl) bidin hilbijartinên neteweyî yên deh salên dahatûyê, Komarxwazan di parlamentoyê de 680 kursî bi dest xistin û wan rekora 628 kursî ya demokratan a hilbijartinên piştî Watergatê ya 1974ê şikenand. Ev yek di dîroka partîyê de performansa herî xerab a Demokratan bû. Berfirehîya têkçûnê di wê merheleyê de ku ji ber faktorên xaricî dihat guman kirin, gelekî wêdetir bû. Lê heger, dengdar namzedên nekalîfîye yên Partîya Çayê nehilbijartibana, -ku piranîya dengdaran fikrên wan ên siyasî ecêb dibînin-, û piranîya senatoyê biketa destê komarparêzan encam dê xerabtir bibûya. Obama bi axaftina xwe ya sivik, ku dê paşê bibûya markayeke serokatîyê, qebûl kir ku wî di dema serokatîya xwe de qala "pêwîstîya yekîtîya neteweyî" û "serdemeke piştî partîzanîyê" kiriye, lê belê vê yekê "ewqas bandor nekirîye." (6)

Ji gelek alîyan ve, di vê demê de Obama di warê teşeyê de zilamê xelet bû. Di dema muzakereyan de meyla wî ew bû ku li hember gefên Komarparêzan her tiştî qebûl bike da ku peymanekê girê bide. Di dema munaqaşayên li ser firehtirkirina lîmîtên deynan -rutînek, di rabirdûyê de, ne bizaveke nakokîyê bû- Obama perê fîdyeyê pêşîn û pir caran da. Ew ewqas naçar bû ku berdewam kir xwe li ber dengdarên serbixwe wekî kesekî "maqul" nîşan bide, herçend helwêsta wî bi siyaseta wî re li hev nedikir jî.

Peymana saeta 11emîn a dawîyê pêşî li jêbirinên 2.4 trîlyon dolaran a ji bernameyên hikûmetê, ku bi awayeki biryardar xelet hatibû terîf kirin, dihewand. Ji helwêsteke siyasî, peymanê li komarparêzan, ku piranîya wan ji Partîya Çayê pêk tê, 98 dersed pêşnîyar kir, ku wekî ku berdevkê parlamanetoyê John Boehner (7) pê serbilind bû û digot wî ev rêje li ser navê wan xwestibû. Rojnameya pêkenînê bi serenavekî henekî, lê belê herweha tûj Obama weha bi nav kir kir ku ew "ji demokratan û yên wekî demokratan tawîzên dijwar ên wekî hev" dixwaze. Jê cidîtir, senatorê Illinois, Richard Durbin ev peyman wekî "defnkirina dawî ya Maynard Keynes" bi nav kir. Wî got: "Ew [Maynard Keynes] di 1946ê de miribû, lê belê weha xuya dike ku em dê bi vê peymanê wî bigihînin rehmetê." (8)

Di vê peymanê de ne tenê lîberal têk çûn, lê belê aborîya amerîkayê jî têk çû, digel wê herweha mebestên siyasî yên demokratîk jî têk çûn.

Obama tu caran gunehkarên rasteqîn yên sedema pirsgirêkê, bi nav dest nîşan nekirin

Tedbîrên teserûfê yên hikûmetê, buhayên wan çi dibe bile bibe, di demeke weha de pêk hatin ku bêkarî gelek zêde ye. Obama temîn dikir ku derdora deh dersedê karkerên amerîkî bêyî ku mafên wan ên xebatî hebin, di hilbijartinên 2012ê re derbas bibin. Ev yek wekî siyaset û prensîbên xerab xuya dike. Kêfa Wall Street jî ji vê peymanê re nehat. Roja ku Obama qanûn îmze kir, Endeksa Sanayî ya Dow Jones jî yan bi hemû xalan yan jî 2.2 dersed ket û du roj paşê jî du caran dîsa ket –512 xal, 4.31 dersed- . Li dû wê, cara pêşîn Standart û Poor nota kredîyê ya netewî kêm kir. Wekî herdem, Komarparêz bê awarte Obama berpirsyar girt û Obama jî kes berpirsyar negirt. Di şûna wê de, wî "lihevkirin" hembêz kir, ku ne populer bû. (9) Şêwirmendên wî rexne li lîberalan digirt ku ew qîma xwe bi tiştekî naynin, ji ber ku rewş dikaribû xerabtir bibûya. Psîkologê siyasî Drew Westin bal kişand ser helwêsta Obama ku wî tu caran berpirsyarî nexist stûyê muxalifên xwe -hetta wî tu caran qebûl nekir ku muxalifên wî hene: "Herçend serok dixwaze bibe xetîbekî baş, di axaftinên wî de hertim tiştek kêm e: Zilamên nebaş ku bûn sedema pirsgirêkê, ku hertim li derve hatin hiştin, bi şêweyekî ne-şexsî tên bi nav kirin, yan jî bi dengekî pasîf. Tu dibêjî qey qebehet û kambaxîya wan ên din di pirsgirêkê de qet nîne. Lê ne dîyar e ka Obama weha dipeyive ji ber ku ew naxwaze bi donorên kampanyaya xwe re pev biçe, ku donor îro zora partîyan dibin û gef li demokrasîyê dixwin". (10)

Him wekî Jimmy Carter û him jî wekî Bill Clinton -ku bi tenê demokrat in ku di pêncî salên çûyî yên siyaseta amerîkî de karibûn bigihîjin serokatîyê- Barack Obama jî hewce dît ku him di siyaseta navxweyî û him jî di siyaseta derve de, nisbet bi dema namzedîya xwe bibe serokekî muhafezekartir. Piştî ku Obama peymana deyn îmze kir, ew pê serbilind bû ku peyman dê pêşî li "ji dema serokatîya Dwight Eisenhower û vir ve kêmtirîn teserufên salane yên nav welêt" veke. (11)

Wateya vê yekê ji bo sala 2012ê çi ye? Pêşî, ev yek dê di warê pêştirîyên demokratan de nabe astengek. Rast e ku bi tenê endamê sosyalîst ê serbixwe yê Dewletên Yekgirtî Bernie Sanders got ku ew dê "fikreke baş" be heger serok bi muxalefeteke esasî re rû bi rû bimîne. Û heger Obama serokê tevgera sosyalîst a Amerîkayê bûya ew dê bi muxalefetekê re rû bi rû bimaya, lê jixwe wê demê ew dê nebûna serok. Xebera Sanders bû ku wî got "ji ber serok hêvîya bi mîlyonan amerîkîyan şkandîye; di warê ewlekarîya civakî û gelek warên din de, tiştên ku niha Obama dike gelek cudatir in ji wan sozên ku wî wekî namzed dabûn. Sedem çi dibe bila bibe di muzakereyan de ew gelek qels ma, ku kes nikare bawer bike. Ev yek jî hêvîşikestineke mezin e." Wî îddîa kir ku "ji ber nebûna muxalefeteke esasî Serok dikarî ew qas ber bi rastgirîyê ve here." (12) Dema mirov bifikire ku ka komarparêz çi qas ber bi rastgirîyê ve çûne û wan çawa karibû pêşî li hemû înîsîyatîfên serok bigirin, dijwar e ku îddîaya wî neyê pejirandin.

Ne îspanyol, ne cihû ji Obama razî ne

Rast e ku di nav çepgiran de kesê ji Obama razî tuneye. Alîgirên wî yên bi eslê xwe îspanî "nememnûn" in. Cihû jî gazinan dikin, lê belê bi tenê rêxistinên profesyonel û donorên cihû bi awayekî aşkere nerazîbûna xwe dîyar dikin. Hemcinsger dixwazin bi hevdu re bizewicin. Jin jî ji axaftina wî ya li ser sîstema tendurustîyê jê bi hêrs in. Jîngehparêz ji bo perîyoda pêşîn nota F didin wî, an ku di sinifê de dimîne. Min qala şerê li Afganistanê, azadîyên medenî û berfirehtir kirina hêzên serok- wekî ku Bush kiribû- nekir.

Lê belê, vê hêrsê, xwe di hilbijartinan de dîyar nekir, ji ber ku xelk şûna şermezerkirina wî, tengezarîya wî fam dike.

Li cem kesên ku xwe lîberal bi nav dikin, rêjeya razîbûna ji Obama (her weha li cem hindikahîyan) hîna jî bilind e. Hin lîberal çiqas hêrs bibin jî- ku ez jî yek ji wan im- tirsa ji ber namzedên komarparêzan, nemaze jî pêşengê wan teokrat Rick Pery. Ji ber ku Obama gelek hindik sozên xwe yên dema kampanyaya xwe bi cih anîn û niha ditirse ku serkeftina wî ya sala 2008ê bikeve destê rastgiran, Heger ku kêfa wan bi namzedan neyê dengdarên çepgir, ku xwendekar û hindikahî jî tê de, roja hilbijartinan dê neçin ser sindoqan. Helwêsta ku digot çepgir jixwe yên me ne, xuya bû ku ne rast e. Obama ji zû de heyecana serokên wan -her çiqas qels bin jî- çilmisand ku helwêsta wî û şêwirmendên wî li hember wan kesan ku têkoşîneke domdar dixwest, da ku sozên hilbijartinê bi cih werin, piçûk xist. Reqîbê wî yê komarparêz kî dibe bile bibe ev yek dê roja hilbijartinan derkeve pêşîya wî. Rewşa ecêb ew e ku herçend Obama ji alîyê çapemenîyê ve wekî "sosyalîst" û "radîkal" tê bi nav kirin jî, di siyaseta wî de nêzîkbûna wî ya ber bi muhafezekarên rastgir heye. Dema ku tirsa wî ya di warê teşwîqan de, bi hembêzkirina wî ya israrên rastgiran a demeke weha de ku pêwîstî bi perexistinên dewletî heye, werin cem hev Obama di warê fikara herî mezin a Amerîkayê an ku di warê kar de nikare rekorekê bişkîne. Bêkarîya li welêt di asteke gelek bilind de, 9.1 dersed, berdewam dike. Tu serok, bi van hejmarên ku li pêş me ne, ji bo careke din nehatiye hilbijartin. Heger weha be jî, serok bawer dike ku ew dikare xwe wekî "zilamê naverastê" nîşan bide. Lê mixabin, em di kêlîkeke dîrokî de dijîn, ku tu kes nikare naverastê bi dest bixe.

Çavkanî

Eric Alterman:
Rojnamevan, nivîskarê pirtûka Kabuki Democracy. The System vs. Barack Obama, Nation Books, NewYork, 2011. Tebax 25, 2011

  1. Jeff Zeleny, "Obama clinches nomination; First black candidate to lead a major party ticket", The New York Times, 4 juin 2008
  2. Kevin Sack, "Cuomo the orator now soliloquizes in book form; Disclaiming greatness, he labors on: An embryonic idea here, an honorarium there ", The New York Times, 27 septembre 1993
  3. Marcus Baram, "Alter’s "the promise" epilogue: Obama team’s dysfunction prompted lack of focus on jobs, Bill Clinton annoyed at White House", www.huffingtonpost.com, 30 kanûn 2010
  4. Binêrin li nivîsa Robert McChesney û John Nichols, "Li dewletên Yekbûyî, medya, deshilat û dirav fuzyona xwe bi dawî dikin", Le Monde diplomatique, tebax 2011
  5. Binêrin li nivîsa Serge Halîmî, "Gelo mirov dikare Dewletên Yekbûyî biguherîne?", Le Monde diplomatique, çile 2010
  6. Ji nava nivîsa RichardWolffe, Revival: The Struggle for Survival Inside the Obama White House, Crown Publishers, NewYork, 2010
  7. CBS Evening News, 1’ê tebaxê 2011
  8. "Sê têkçûnên BarackObama", Bexçika dîplomatîk, 3 tebax 2011,www.monde-diplomatique.fr
  9. Cf. Ben Smith, "Tense moments at common purposemeet", Politico,Washington, DC, 3 tebax 2011
  10. Drew Westen, "What happened to Obama?", The NewYork Times, 7 août 2011
  11. Ji nivîsa Jared Bernstein, "A few more comments on the pending deal", On the economy, http://jaredbernsteinblog.com, 1er août 2011
  12. "Why Obama’s base won’t revolt", www.thedailybeast. com, 27 juillet 2011

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya