Doza dîktatoriyekê

Translator

General Augusto Pinochet, 16’ê Cotmeha 1998’an, bi pêşengiya dozgerê spanî Baltazar Garzón, di encama peywireke navnetewî de li Londrayê tê girtin. Ew mecbûr e bersivê bide li hemberî sûcên ku di salên dîktatoriyê de pêk hatibûn (1973-1989). Ev bûyereke ne mimkun bû, ji bo wî kesê ku hê berî bi çend mehan jî serokê fermandariya giştî ya artêşa Şîliyê bû û difikirî di detayên herî biçûk de jî ew ê xwe ji cezayan mûaf bigire. Dîsa, ev bûyereke nemimkun bû, ji bo qurbanên zordariyê ya ku ji aliyê vî generalî ve hatibû pêkanîn. Ev general di 11’ê Îlona 1973’yan de, bi saya derbeya leşkerî, serok Salvador Allende qelibandibû û hatibû ser desthilatiyê. Ev bûyer bûbû jêderka sê pirtûkên Jac Forton, Xavier Montanyá û Martha Helena Montoya Vélez.

Nivîskarê gelek pirtûkên li ser dîktatoriya Şîliyê û mîlîtanê mafên mirovan Jac Forton pêvajoyê ji nû ve tîne ziman; Pêvajoya ku dikaribû General Pinochet û çardeh leşkerên din ên şîliyî bişîne ber edaleta fransiz, da ku ew hesabê bidin ji ber jiholêrakirina çar mîlîtanên çepgir ên fransiz a di dema dîktatoriyê dei. Prosedura hiqûqî li dû piştî girtina Pinochet a li Londrayê dest pê kir û di sala 2007’an de jî, bi talîmata şandina ber Dadgeha Sezayên Giran bi dawî bû. Îca ji ber ku dîktator beriya wê bi çend hefteyan mir, ew ê êdî ne li Fransayê, ne jî li Şîliyê karibe were darizandin. Lê belê hemsûcên wî yên hê sax dikaribûn li Parîsê bihatana darizandin. Mehkeme pêwist bû di gulana 2008’an de were pêkanîn, lê ev bi awayekî demnediyar hat taloqkirin. Îca niha derengmayîna edaleta fransiz û fetlanekên prosedurên navnetewî bûne mijara edaletê ji ber daxwaza malbatên qurbanan.

Ji bo hin kesan, tenê şerê çekdarî dikaribû ji heqê zordariya dîktatoriyê were. Di sala 1986’an de, Eniya Welatparêz Manuel Rodríguez, ku milê çekdar ê Partiya Komunîst a Şîliyê bû, biryar da General Pinochet ji holê rake. Rojnamevanê katalan Xavier Montanyá serboriya hin kesên vê hewldana sûîqestê, ku Pinochet bi awayekî ecêb jê xelas bûbûii, radixe ber çavan. Ev kesên ku piştî sûîqestê hatibûn derdestkirin, îşkence li wan hatibû kirin, cezayê mirinê li wan hatibû dayîn û di girtîgeheke pir biewle de dihatin girtin, di Çileya 1990’î de gihîştin miraza xwe û ji girtîgehê reviyan. Ev bûyer çend roj beriya teslîmkirina desthilatiya Feneral Pinochet pêk hatibû. Pinochet desthilatî teslîmî Mîrza Patricio Aylwin kiribû, ku vî camêrî jî bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin. Lê belê Şîliya “derbaseya demokratîk” nexwest efûyeke giştî derxe û wan kesan azad bike. Piraniya wan mecbûr man welêt biterikînin – hin ji wan jî hê jî bi tehdeya mehkemeyan re rûbirû ne.

Martha Helena Montoya Vélez, ji bo ku utopyaya şoreşa aştîxwaz a Salvador Allende bibîne, hatiye Şîliyê. Ew wê demê xwendekareke ciwan a kolombî bûye. Di ser hatina wê re hê zêde wext derbas nabe û ew ji ber derbeya leşkerîiii bi zeptûrept tê derdestkirin. Di îlona 1973’yan de ew bi qasî mehekê di stadyûma netewî ya Santiago’yê de girtî dimîne. Ku ev stadyûm wek navenda îşkenceyê dihat bikaranîn. Bi saya xîreta konsolosê Kolombiyayê, ew tê azadkirin û bi dilekî şikestî vedigere welatê xwe. Bi piştgiriya diya xwe ew bi ser xwe ve tê û li ser wan hefteyên wek xewnereşkê, bêdengiya xwe diparêze. Heta ku wê “wan birînên xwe yên di bin kirasên curbicur de veşarîiv” karî ji dilê xwe derxe, bi qasî bîst sal derbas dibin. Çîroka wê ya ku bi forma rojnûsên kirt û bibandor hatiye sazkirin, xwendevanan dixe nav vê “labîrenta êşê.” Di wê labîrentê de jin bi ser hev de hatibûn komkirin, heqaret li wan dihatin kirin, îşkencekaran dest diavêt wan û ew mecbûr dihatin hiştin ku rûxîna mêr û hevalên xwe temaşe bikin. Çîrokeke dojehê, bê kîn û tijî mirovatî.

Çavkanî
  1. Jac Forton, Pinochet, le procès de la dictature en France (Pinochet, doza dîktatoriyekê li Fransayê), Editions Toute Latitude, Paris, 2009, 189 rûpel, 17,80 euro.
  2. Xavier Montanyà, Les derniers exilés de Pinochet. Des luttes clandestines à la transition démocratique (Mişextiyên dawîn ên Pinochet. Têkoşînên nepenî yên di derbaseya demokratîk de), Agone, Marseille, 2009, 220 rûpel, 18 euro
  3. Derbeya dewletê.
  4. Martha Helena Montoya Vélez, Rompre le silence. Je t’accuse Pinochet (Dawîlêanîna bêdengiyê. Ez te sûcdar dikim Pinochet), Elytis, Bordeaux, 2009, 207 rûpel, 19 euro.