Drone û laboratûwara şerê teknolojîk a Amerîka

Translator

5’ê Tebaxa 2009’an, berev saet 01:30’ê sibehê, drone’eke (drone: firokeya biçûk a biqumanda) amerîkî du fuzeyên Hellfire (agirê cehnemê) bi ser Laddahê de, gundekî veder ê Wezîrîstana Başûr (Pakistan) barandin. Xaniyê nîşanlêgirtî, xaniyê Mewlana Îkramûddînê berpirsê dînî bû ku dihate zanîn ku piştgiriya Talîbanê dikir. Di nav danzdeh qurbaniyên êrîşê de Beytullah Mehsudê serokê karîzmatîk ê Talîbana pakistanî jî hebû.

22’ê Hazîrana 2009’an, berpirsên amerîkî kuştina Saadê kurê Ûsame Bîn Ladînî ragihandibû lê ji hingî ve ronkirineke zêdetir nehatiye kirin. Herwiha, 1’ê Çileyê, ragihandina kuştina Osama El-Kîniyê serokê çalakiyên derekî yên El-Qaîdeyê ku ji ber berpirsyariya wî ya di êrîşên li dijî balyozxaneyên Amerîkayê yên Kenya û Tanzanyayê di 1998’an de dihate daxwazkirin, bûbû hoy û cihê rizamendiya rayedarên amerîkî. Christine Fairê ji şîrketa Randê û pisporê herêmê, balê dikêşe ser wê hindê ku ‘‘drone tesîreke girîng li têkoşîna li dijî El-Qaîdeyê dikin, lewre bi xêra wan, serok û kesayetên wê yên girîng têne kuştin, endamên wan têne dehfdan berev derveyî herêmên di bin desthilatiya eşîran de û herwiha behre û qabiliyeta wan a operasyonel her tengtir dibe.’’

Ev çend mehên dawî ne ku êrîşên bi firokeyên bêpîlot (bi îngilîzî UAV, ji bo ‘‘Unmanned Aerial Vehicle’‘) gelek zêdetir bûne li herêmên Pakistanê yên eşîrkî. Milîsên El-Qaîdeyê, Talîbanên efxanî an jî pakistanî… drone, bi bihayekî kêm, şerekî bêwest û rawest dikin li dijî hemû serhildêran. Û bêguman jibeynbirina dijminê pakistanî yê herî mezin bûye nimûneya herî eşkere ji bo serkeftina vê stratejiiyê, ku jixwe gelek hedefên ‘‘pir girîng’‘ jî li ber ketibûn.

Lê belê, serkeftina nisbî ya van êrîşên nîşangirtî, ku di 2004’an de li Pakistanê dest pê kirin, herwiha bû binasê gelek ziyanên duqolî jî. Êrîşên ku ji serê salê ve gelek zêdetir bûne –heftiyê êrîşek–, bû binasê wê hindê ku hejmara kuştiyan, sivîl, serhildêr û berpirsên girîng ên terorîstan hemû di nav de, bigihe çarsed û sî û du kesan (netîceyên heta 30’ê Îlona 2009’an). Bi tenê di Hazîran-Tîrmeha 2009’an de –qonaxa herî xwînî-, sed û pênceh kes hatibûne kuştin, di halekê de ku sala 2008’an, sî û şeş êrîş bûbûn sebebê kuştina sêsed û hevdeh kesan. Hedefa yekem a drone’an, ew herêma çiyayî ya Başûrê Wezîristanê, li Rojavayê Pakistanê ku Mela Nezîr, Mehsud û cemaeta Haqqanî, navê kevnefermandarekî afganî, lê desthilatdar in.

Çend hezar kîlomêtre dûr ji wê derê, ji binkeya Creechê re li Nevadayê (Dewletên Yekgirtî), Central Intelligence Agency (CIA) drone’an bi rê ve dibe. Menzilekî dorgirtî û teng, pir ji ekranan, klawyeyek û joystickek (destikê ji bo yariyên vîdyoyî)… Cîhaneke bêtirs û bêrîsk e ku ev pîlot van firokeyan lê bi kar tînin. Bi gewdeyê xwe yê dirêj û zirav, berev pêşiyê ve fitilok ji bo wergirtina antena satalaytê, bi perrên xwe yên teng û serikên wan ên xwar, ev firoke dişibine kêzikên bêmirês û nerihetker.

Ev şerê ji dûr ve kêşeyan durist dike: ‘‘Ev cûre şer, ‘kiryara nihayî’ ya şervanan, yanî kuştinê (…) bi temamî diguhore. Gelo şerê bi van firokeyên drone danegeriyaye kiryareke banal a ofîsê, hetta yariyeke vîdyoyî ? Pentagon, pîlotên xwe, bo çar heta şeş heftiyan, bi awayekî pîlankirî dişîne ser meydana şerî da ku rê nede rîska rûdana reftarên xemsar û ziyandar.’‘(1)

Lê belê, meseleya rîska xemsariyê di rastiyê de meseleyeke duhemî ye, pêşî xemên aborî hene : perwerdekirin û gihandina pîlotekî şerî li 2,6 milyon dolaran li ser Amerîkayê dibe mal, lê ji bo pîlotekî firokeyên drone bi tenê 135 hezar dolaran dimezêxin.(2) Lê kêşe ne tenê ev e.

Micah Zenkoyê pisporê polîtîkayê ji saziya Council on Foreign Relations [Lijneya Pêwendiyên Derekî] dibêje ku ‘‘ji cerga havîna 2008’an, rêveberiya Bushî biryar girtibû ku CIA’yê veguherîne hêzeke hewayî ya dij-serhildêr ji bo alîkirina hikûmeta Pakistanê ‘‘. Û di dirêjiya axaftina xwe de dibêje ku ‘‘êrîşên CIA’yê bi dizîka ne, bi vî awayî rêveberî xwe ji ihtimala gengeşeyeke rasteqîne li ser karîgeriya wan diparêze’‘ . Herwiha diyar bû ku şirketa ewleyiyê ya taybet Blackwater, ku navê wê di nav gelek skandalên li İraqê de hatibû, û ji hingî ve wekî Xe binavbang bûye, hinek erkên têkildarî drone’an bi awayekî pir bi dizîka û deryasayî bi cih tîne.(i)

Avantaja drone’an ji serbixweyiya wan tê. Yên herî zêde têne bikaranîn Predator’ên bi navê MALE (Moyenne altitude longue endurance [Bilindahiya navîncî karîgeriya dirêj]) in ku şirketa General Atomics wan çêdike. Drone’eke MQ-1 Predator A dikare zêdetir ji 24 saetan li hewayî bisekine, yanî gelek dirêjtir ji firokeyeke şerî, û bi vî awayî bide dû liv û bizavên dijminî. Herwiha, yeke MQ-9 ‘‘ Reaper ‘‘ (daskêş, merg), ku du caran ji wê mezintir û çar caran jê girantir e (4,7 ton) û deh caran jê zêdetir dikare çekan hilgire, bi dû re diçe û destekê didê. Yeka wan 8 milyon dolaran e, anku gelek erzantir ji firokeyeke şerî. Modêla dawî, Predator C ‘‘Avenger’‘ [tolhilder], bi xêra reaktora xwe xwedanê lezeke 740 km/s ye beramber 400 km/s ya ‘‘ Reaper ‘‘ê.

Bi vî awayî, rayedarên amerîkî di nav çend salan de bûne muptelayên firokeyên bêpîlot. Di navbera 2002 û 2008’an de, hejmara drone’ên wan, ji sed û şêst û heft firokeyan gihişte zêdetir ji şeş hezaran. Herçend ev enflasyon serê pêşî ji ber zêdebûna hejmara modêlên sivik be jî, ku naskirin û teşxîspêdanê hêsan dikin, mîsîlavêj jî têra xwe zêde bûne. Sala 2002’an, hejmara Predatoran bîst û du bû, lê sala 2008’an ew hejmar gihiştibû sed û nehan ; û herwiha divê bîst û şeş Reaper jî li wê hejmarê bêne zêdekirin. Bi daneyên raportekê ku Çileya 2009’an hatiye amadekirin diyar dibe ku di 2008’an de sercemê firokeyan qederê çarsed hezar saetan firrîne, anku bêtir ji du caran zêdetir ji hejmara saetên sala 2007’an.

Dewletên Yekgirtî her zêdetir çavkaniyên xwe terxan dike ji bo wan. Bo sala darayî ya 2010’an, rêveberiya Barack Obama 3,8 milyar dolar danîne ji bo pêşxistin û kirrîna drone’an, bi taybetî ji bo kirrîna bîst û çar Reaperan bo US Air Force’ê [Hêzên Hewayî yên DYE’yê] û pênc Global Hawk’an. Ev hemû zêdeyiya di wî warî de hevaheng e digel zêdebûna budçeya leşkerî ku di navbera 2002 û 2008’an de bi rêjeyeke % 74mezintir lêhat û gihişte 515 milyar dolaran. Bi taybetî, ji 2001’ê ve, pereyê ku ji bo robotên leşkerî tê terxankirin her sal du beramber zêde dibe, bi vî awayî rê li ber avabûna endûstriya robotên leşkerî vedike (beşê di nav çarçoveyê de bixwîne).
Predatoran li binkeya bêbalûpal a Kandaharê, li başûrê Efxanistanê, bi kar tînin. Ji cerga lihevhatineke zimnî di navbera George W. Bush û Pervez Muşerrefê kevne-serokdewletê Pakistanê de, şik heye ku Washington ji binkeyên Pakistanê jî Predatoran bişîne. Imtiaz Gulê berpirsê Center for Research and Security Studies li Islamabadê wisa bawer e ku ‘‘digel mirina Mehsudî, baweriya bi rêxistina Talîbanî bêtir şkestiye, û herwiha di navbera Dewletên Yekgirtî û Pakistanê de jî hevkariyek berçav e.’’ Christine Fairê ji Rand Corporationê dibêje ku ‘‘artêşa Pakistanê doza drone’an û îmkana pêlîkirina tetîkê kir. Pakistanî qet nebe di çarçoveya pensîban de dijatiyê li êrîşên drone’an nakin, her wekî ku berê jî nedikirin.’‘

23’yê Çileya 2009’an, bi tenê sê roj piştî dewr-girtinê, xelatgirê Nobela aştiyê fermana êrîşan da bi ser herêmên eşîrkî yên Pakistanê de.(ii) Di êrîşa yekem de, li bakurê Wezîristanê, heşt kes hatine kuştin, û bi tenê piştî çend saetan, vê carê li başûr, heft kesên din hatine kuştin. 30yê Îlonê, sî û neh êrîşan li Pakistanê dabû, di demekê de ku di tevahiya sala 2008’an de, sî û şeş êrîş bi ser Pakistanê de hatibûne birêvebirin. Joseph Henrotinê pispor, balê dikêşe ser wê hindê ku ‘‘Bush, derbarê Pakistanê de bitemkîn bû. Ji bo Obama û ekîba wî, kêşe giştî û berfireh e. Diyar e hêza agirî bi şêweyekî tê radîkalîzekirin: tiştê ku dikin “lêgerrîn û herifandin" e û herwiha li dû “mafê nêçîr û kuştinê" ne.’’(iii)

Ji sala 2008’an ve, desthilata amerîkî hewl dide ku bi heceta bêîmkaniya mudaxelekirina rasterast a bi ser axa Pakistanê, bikaranîna berfireh a drone’an rewa nîşan bide. Serok Bush, ji ber nebûna înîsiyatîfê û ji ber bêbehreyiya rayedarên Pakistanê di kontrolkirina herêmên eşîrkî de bihêrs bûbû û lewma destûr dabû hêzên taybet ku mudaxeleyê li rewşa li Pakistanê bikin. Îlona 2008’an, komeke Navy SEAL’ên li Efxanistanê bicihbûyî sînorî dibezînin û, jin û zarok jî têde, qederê bîst kesan dikujin. Rayedarên Pakistanî bi zimanekî tund êrîş şermezar kirin û dane zanîn ku dexaleteke din bi tu awayî xweş nabînin. Û di encamê de Serok Obama dest ji wê derê kêşabû.
Diyar e firokeyên drone bi berfirehî cih digirin di nav pîlanên dahatûya artêşa amerîkî de. Wekî ku Henrotin diyar dike, ‘‘ew dibe alîkarê leşkeran’‘, lê ‘‘cihê wan nagire.’’ Li gorî raporteke US Air Force’ê (USAF), di 23’yê Hazîrana 2009’an de pêşkêşkirî, hêzên hewayî ‘‘bi şêweyekî bêne bicihkirin ku bikarin bi wan sîstemên drone’an kar bikin ku her bêtir serbixwe ne, modûler [destxweş ji bo verêkxistina bi şêweyên cihê] û saxlem in û dikin ku hêzên leşkerî hêsantir xwe li şert û mercan biguncînin; bi vî awayî karîgeriya hêzên hewayî yên sedsala XXI’an dê bigihe asta xwe ya herî bilind.’‘ Raport herwiha eşkere dike ku ‘‘drone wekî alternatîfekê têne hizirîn ji bo rêzeke wezîfeyên ku ji berê ve mirov bi cih tînin.’’

Gelo dê bigihe heta wê dereceyê ku cihê pîlotên şerî jî bigirin? Ihtimala vê yekê heye. Belgeya USAF’ê balê dikêşe ser wê hindê ku ‘‘drone dê di dahatûyê de şikl û şêweyekî nû bidin qada şerî.’’ Helbet ihtimala pêkhatina gelek netîceyên cihê jî heye û ew ihtimal pir ji şer û kêşeya Efxanistanê wêdetir in, ji ber ku tê heye ku ew drone di dahatûyê de barên nûkleer jî hilgirin.(iv)

Hinek welatên din jî bernameyên drone’ên şerî an jî UCAV’ê (Unmanned Combat Aerial Vehicle), ku bi taybetî ji bo reşandina erdî û bombebaranê hetta ji bo lêkdanên hewayî hatine sêwirîn, dane ber xwe. Li vir jî dîsa Dewletên Yekgirtî li pêş e, nemaze bi projeya bombeavêja X-47 B ya Northrop Grummanê.

Berfirehkirina bikaranîna drone’an bi fonksiyonên din ên ‘‘ewleyiyê’‘, wekî têkoşîna li dijî tiryakê an jî penaberên qaçax jî herwiha bi awayekî ciddî tê pêşdîtin. Drone, li Franseyê ji bo operasyonên çavdêriyê hatine bikaranîn: bo nimûne, ji bo teqezkirina ewleyiya rêvingiya resmî ya Papa Benoit XVI li Lourdesê di berwarên 14 û 15 Îlona 2008’an de. Wan heyamên dawî, drone’eke biçûk a bi navê Elsa di ser esmanê Strasbourgê re firiya di hengava civîna NATO’yê de.(3)

Halê heyî, tesbîtên derbarê van firokeyan de divê bike ku rayedar hem ji aliyê operasyonel û hem jî ji aliyê stratejîk ve dîsa bihizirin. Gelo êrîşên nîşankirî bi rastî karîger in? Serhildêr, çi li Efxanistanê çi li Pakistanê, ji ber wan her bêtir bi hêza xwe bawer û serbilind dibin ji ber ku wisa dizanin ku dijminê wan newêre leşkerên xwe bişîne ji bo dana xwîna xwe. Û, piştî mirina Mehsudî, jêrsaziya terorîst, li ser 27 hezar kîlometreqare xaka herêma eşaîran, her wekî şert û mercên aborî û civakî yên tundrewiyê pêş dixin, mîna berê dimînin.(v) Li rexekî din, ev êrîş nerihetî û dijminiya gelê Pakistanî bihêztir dikin. Raya giştî, ku jixwe rêveber û desthilatdaran bi bêrêtî û gendeliyê tawanbar dike, gef û êrîşeke li ser meşrûiyeta desthilata neteweyî dibîne di van kiryaran de. Û di demekê de ku piraniya mezin a welatên cîhanê kredî û baweriyeke tekûz didine Dewletên Yekgirtî û Obama, li Pakistanê, piştgirî û raya bo serokdewletê nû, bi tenê pîçek ji dereceyên pir-kêm ên George W. Bush bilindtir e. Micah Zenko digihe wê qenaetê ku ‘‘drone çareyeke destxweş e, lê belê wan meseleyên kûr çareser nake ku çareserkirina wan wext pê divê.’’
Hema bêje pavaneke amerîkî

Şirketên amerîkî (Northrop Grumann û General Atomics) nêzîkî % 80’yê drone’ên ku li sertaserê cîhanê têne firotin çêdikin. Ev herdu şirket jî Global Hawk Drone’ên predator (ku dikarin durist sî û şeş saetan bifirrin û zêrevaniyê bikin) çêdikin.

Şirketên ewrûpayî (Thales, EADS, Dassault, Finmeccanica, Sagem, BAE Systems…) bi tenê % 4 û şirketên îsraîlî % 2’yê wan çêdikin.

Şirketên Rûsya, Hindistan, İraq û Çînê xwediyê pareke % 5 in û nêzîkî % 20’ê wan, bi pênavê "raza leşkerî", bi girêbestên nihênî têne firotin.

Diyar e ka Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê çend di rewşeke pêşeng de ye. Herwiha, ji bo deh salên tên, 62 milyar budçe hatiye terxankirin.

Di piyaseya drone’ên wekî Hale û Global Hawk de jî Amerîkî zal û serdest in. Herwiha bazara Global Hawkên NATO’yê jî di destên wan de ye. Di paşerojê de reqabeta eslî dê derheqê Male Drone’an de be. Du şirket reqabeteke xeşîm dikin li dijî hev: yek EADS, ya din jî şirketa Spanyayê SDM. Di vê bernameyê de 2,8 milyar dolar hene: 1 milyar ji bo pêşxistinê û 1,8 milyar ji bo amrazên firrokeyan. Warekî din ê pir girîng jî UCAV (drone’yên şerî) e.

Çavkanî
  1. Martin Crag, ‘‘Drones : le nouveau jeu de la guerre ’‘ [Drone: yariya nû ya şerî], Hors-série Science & Vie Spécial Aviation, Parîs, 2009.
  2. Frédéric Lert, ‘‘ Drones recherchent pilots ’‘ [Drone li pîlotên xwe digerrin], di heman berhemê de.
  3. Li ser vê mijarê vê gotarê bixwîne : ‘‘ Dans l’attente des drones civils ’‘ [Li benda drone’ên sivîl], Air & Cosmos, Parîs, n°2187, 25 Îlon 2009

(i). ‘‘ CIA said to use outsiders to put bombs on drones ‘‘, New York Times, 20 Tebax 2009.
(ii). Tim Reid, ‘‘ President Obama 'orders Pakistan drone attacks ‘‘, Timesonline, 23 Çile 2009.
(iii). Jospeh Henrotin, La technologie militaire en question. Le cas américain, [Teknolojiya leşkerî li jêr pirsyaran. Nimûneya amerîkî] Economica, Parîs, 2009.
(iv). Nathan Hodge, ‘‘ Unleash the nuclear-armed Robo-Bombers ‘‘, Wired, 3 Hezîran 2009.
(v). Bixwîne, Najam Sethi, ‘‘Le Pakistan se retourne contre les talibans’‘ [Pakistan li dijî Talîbanê radibe], Le Monde diplomatique, Hezîran 2009.