Du demên dîroka Partîya Komunîst a Fransî

Translator

Ne çîrokên xweşkok û ne jî pirtûkên reş, du berhemên nû, ji nû ve li nav dîroka Partîya Komunîst a Fransî (PCF) ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ger û geştê dikin û bi xêra arşîv û hevpeyivînan dem û xemên wê rohnî dikin.

Di Punir les opposants / Cezakirina mixalifan (1) de Vanessa Codaccioni bala xwe dide ser dozên sîyasî yên li dijî PCFyê di navbera Rizgarbûnê [piştî Şerê Cîhanê yê Duyem- têbînîya wergêr] û dawîya şerê Cezayirê de. Bêyî ku xwe di goşeyên dozên herî navdar (doza li dijî Henri Martin, girtina Jacques Duclos, wendakirina Maurice Audin, şahidîya Henri Alleg …) de biguvêşe û sînordar bike, ew li gelek bûyerên din dikole, yên ku herçend kêmtir balkêş in jî, lê di rewşa sîyasî ya salên 1940 û 1950yî de xwedî tesîr in. Lêkolîna wan a bi hûrgilî wan şert û mercan rohnî dike ku destûrê didin wan derkevin holê û di dema Komara Çarem de zêde bibin [li gorî destûrên komarê yên guherandî ev hejmar tên bikaranîn, komara niha heyî li Fransayê ya pêncem e - têbînîya wergêr]. Li alîyekî dewlet her ku diçe bêhtir gumanbir e ji cihê PCFyê, loma amûreka şopandinê û tepisandinê ya her diçe mezintir dibe pêk tîne, dema vê dike jî carinan wan kadroyên sazîya dewletê yên rejîma Vichy jî tîne nav xwe; li alîyê din partî fêr dibe zextan pêş bibîne û bi awayekî jêhatî dadgehan bi kar tîne da ku doza partîyê xurt bike, yek ji endamên wê yê ku wekî çargurçikî dihat dîtin bû modeleka nû ya milîtanîyê.

 

Ev berhem şideta serdemekê ji nû ve radixe ber çavan, ya serdema şerê sar û ya dekolonîzasyonê, ya ku grevên pir zehmet, xwepêşandan, derbên bi darê zorê, operasyonên polîsî yên kêm zêde nepenî, êrişên sembolîk û fizîkî li dijî "mixalifan" dikevin navberê. Di nava vê rêza li ber teqînê, nivîskar hewl dide veguherîn û mutasyona PCFyê ji dest bernede. Bi rizgarbûnê re partî qanûnî bû, lê belê piştî sala 1947an ev partî dîsa vediguhere partîyeka kevîyê, ya xurt lê nebaş întegrekirî sîstemê û her guman li ser in ku dixwaze nîzama heyî hilweşîne. Piştre nîvê salên 1950yî ew pêvajoyeka "normalbûnê" dide destpêkirin, ya ku kir ku partî di dema şerê Cezayirê de bibe xwedî helwêsteka kêmtir êrişkar û bêhtir rêzê ji şeweyên sîyaseta nîzamê re digire. Ji bo nivîskarê, ev "kêmkirina nirxê tundrewîya milîtanî" – ya nisbî – ya ku kir ku PCF hinekî xisleta xwe ya pêşengîyê ji dest bide, helwêsta wê ya dehsalên paşê texmîn dike û qutbûna ji ciwanên radîkal ên 1968an radigihîne, bi wî rengî ku nêzîkbûna bi Partîya Sosyalîst re dewam bike.

 

Ev dema normalbûnê – salên 1960 û 1970yî – ye ku li navenda berhema Marco Di Maggio ya li ser entelektuelên komunîst cihê xwe digire (2). Pirtûka dewlemend û zexm galerîyeka fereh a portreyan pêşkêş dike û ji girtina dest a hevsarên Yekîtîya Xwendekarên Komunîst (UEC) – ya ku wekî pir xwîngerm dihat dîtin – heta bi seferberîya li dor Bernameya Hevpar (1972), behsa bûyerên mezin ên dîroka partîyê dike; dema vê dike jî cih dide Kongreya Argenteuil (1966) – a dîyarî cih û rola ekaan kirî -  ya ku ji bo hêvîya ewrokomunîzmê dibû sedema kelecanê...

 

Dema ku dide ser şopa nîqaşên ku ekaên komunîst – Louis Althusser, Roger Garaudy, Louis Aragon, Lucien Sève û hwd ên ku bi birêveberîya partîyê re geh yek bûn û geh mixalifê wê bûn – bi heraret dikin, nivîskar behsa wan pirsgirêkan dike ku PCF ji salên 1950yî û pêve bi wan re rû bi rû ma. Piştî lêkolînerên din, ya ku Di Magio dike (3) dîroka modernkirineka zehmet, biêş û hîna jî neçûyî serî ye. Meriv çawa dawîyê li mîrateya stalînî bîne ya ku teorî û pratîkê bi hev ve didirû û karê eka girê dide bi pêdivîyên sîyasî ve? Meriv çi cihî bide ekaan di nava partîyeka ku birêveberîya wê, ne dikare yekîtîya teorîk biparêze û ne jî tevahîya azadîyê bide lêkolînê? Meriv çawa çalakîya eka kontrol bike, berê wê dîyar bike bêyî ku wê hişk û bêber bike? Di nava vê nakokîya strukturel de çawa ku ev ceribandin nîşan dide, ji PCFyê bi tenê hat ku di navbera pêşîlêvekirinên şermokî, lihevkirinên demî û hişyarkirinên bi carekê yên vegera li nîzamê de biçe û bê. Jê nehat ku qadeka xweserîyê ya saxlem bide ekaên xwe û bi awayekî mayînde nûbûnên teorîk qebûl bike, wê hêvî nehiştin û kir ku meriv bêserûber bibin. Û dît ku hem hêvînemana hilbijêran û hem jî veqetînên ji partîyê zêde bûn.

(1) Vanessa Codaccioni, Punir les opposants. PCF et procès politiques. 1947-1962 / Cezakirina mixalifan. PCF û dozên sîyasî. 1947-1962, weşanên CNRS, Parîs, 2013, 423 rûpel, 25 ewro.

 

(2) Marco Di Maggio, Les Intellectuels et la stratégie communiste. Une crise d’hégémonie (1958-1981) / Entelektuel û stratejîya komunîst. Krîzeka hegemonyayê (1958-1981), Editions sociales, Parîs, 2013, 344 rûpel, 25 ewro.

(3) Nexasim jî bide ber berhema Frédérique Matonti, Intellectuels communistes. Essai sur l’obéissance politique / Entelektuelên komunîst. Ceribandin li ser serîtewandina sîyasî, La Découverte, Parîs, 2005, û Bernard Pudal, Un monde défait. Les Communistes français de 1956 à nos jours / Dinyayeka temamnebûyî. Komunîstên fransî ji 1956an heta roja me ya îro, Le Croquant, Bellecombe-en-Bau

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê