Du rûyên Mario Vargas Llosa

Romannivîsê bi heybet, bîrdozvanê bê hedan
Translator

Romana nû ya nivîskarê perûyî Mario Vargas Llosa, xelatgirê Nobela wêjeyê ya 2010’ê (1), di roja 3’ê çiriya paşîn, yanî tam di dema wê de, derdikeve pêş xwendevanên îspanyolaxêv. Navê wê El sueño del celta (Xewna Seltî) ye û lêhengê wê jî Roger Casement e, kesayetiyeke rastîn û ne ji rêzê. Casement balyozê brîtanî yê li Afrîqayê bû û wî berî her kesî, di sala 1908’ê de, li dijî hovîtiyên dagîrkeriya tunekirinê (deh mîlyon mirî) derket. Ev bûyer li Kongo’yê, ji hêla keyê Belçîkayê Leopold II. ve hatibû birevebirin ku keyî ev welatê pirr mezin û nifûsa wî kiribû mal û milkê xwe yê şexsî... Di ragihandineke din de, Casement bêzariya bê sînor a niştecîhên Amazonyaya perûyî jî aşkere kiribû.

Pêşengê parastina mafên mirovan, Casementê ku nêzîkê Dublînê ji dayik bû, bi pey re tev li refên serxwebûnxwazên îrlandî bû. Tam di nava şerrê cîhanî yê yekem de, ew weha fikirîbû ku "zehmetiyên Îngilistanê ji bo Îrlandayê fersend in" û li ser vê, hevkariya Almanyayê xwest da ku li dijî Brîtaniyan têbikoşe. Ew bi îxaneta bilind mehkûm bû û rayedaran jî, li ser esasê qaşo rojnivîseke ku reseniya wê ne ewle ye, ew bi "kiryarên homoseksuel" tawanbar kir. Ew di roja 3’ê tebaxa 1916’ê de hat bidarvekirin.

Ji ber ku roman hê jî derneketiye, em nizanin ka çawa ji hêla Vargas Llosa ve hatiye honandin. Lê belê em dikarin baweriya xwe pê bînin. Romannivîsekî îspanyolnivîs yê din tune ye ku weha bikare ji xêzikên pêşîn ve haya xwendevanê xwe zevt bike û wî di çîrokên weha de binoqîne ku entrîqayên tijî evîn, tinazî, zordarî û erotîzm tê de li ser hev dibin.

Hêjayiya pêşîn a vê romanê ji xwe ew e ku ew mesela Roger Casement, "yek ji Ewropayiyên ku pêşî xwezaya dagirkerî û hovîtiyên wê fahm kirin (2)", bi me dinasîne û vedibêje. Nivîskarê perûyî vê têgihîştinê par ve dike (bes ew dijberê tevgerrên parastina niştecîhên Amerîkaya latînî ye): "Hovîtiya bi rengê dagirkeriyê tune ye - ew di nîqaşeke li ser xwedêgiravî "başiyên" dagirkeriyê de derdibirre - Birînên Afrîkayê tu carî rehet nebûn. Di dagirkeriyê de tiştekî erênî jî nayê dîtin (3)".

Cara yekem nîne ku Vargas Llosa şexsiyetên dîrokî derdixîne pêş da ku bêdadiyan şermezar bike. Ew bi şarezayî şêwazên romana dîrokî û romana civakî û rastbîn, heta romana polîsî jî, tev li hev dike. Du berhemên wî yên herî pêşketî vê yekê îspat dikin: Şerrê dawiya dunyayê, çîroka bê hempa ya serhildana civateke xristiyanên ronîxistî ku di bakur-rojhilata Brezîla dawiya sedsala 19’emîn de li utopyayê digerrin; û Cejna nêriyî (4) ku bi honandineke pirrdengî ya zengîn re, reşiya dîktatoriya general Trujîllo (1930-1961) ya li Komara domînîkî vedibêje.

Dîroka hemdem bû mijara şahesera wî jî: Ji katedralê re nîqaş, şayeseke bê kêmanî ya Perûya general Odria (1948-1956), rastiya latînî-amerîkî ya salên 1950’î û nehêniyên rewşa mirovan. Şîroveyên Nobelê yên li ser xelatdayîna wî, ji bo vê romanê jî derbas dibin: "Ji bo nexşevaniya wî ya tevnên desthilatdariyê û saloxên wî yên tûj ên berxwedan, şoreş û têkçûyina takekesî."

Di dema nivîsandina vê pirtûkê de, Vargas Llosa li Parîsê dima û yek ji nifşê nivîskarên ciwan û berhemdar, weke Gabriel Garcia Marquez, Julio Cortazar, Carlos Fuentes bû ku bi dû re wêjeya latînî-amerîkî nû kir. Hemû çepgir bûn û hemû jî piştevanên gerîllayan bûn. Di manîfestoyeke piştgiriya gerîllayên perûyî de, Vargas Llosa weha digot ku, ji bo guherandinê, "ji têkoşîna çekdarî pê ve rê nîne".

Ew bi heman awayî piştgirê şoreşa kubayî jî bû: "Deh, bîst an pêncî sal bi şûn ve, - wî di roja 4’ê tebaxa 1967’ê de li Karakasê digot - dema dadiya civakî dê were, weke ku îro li Kubayê tê, û dê tevahiya Amerîkaya latînî ji împeretoriya ku wê talan dike, ji çînên ku xwîna wî dimêjin, ji hêzên ku anuha wê rezîl û bindest dikin, rizgar bibe. Ez dixwazim ku ev dem zû bi zû were û Amerîkaya latînî taliyê bigihîje rûmeta jiyana hemdem, û sosyalîzm me ji vê bêbinyadî û rezîliya me xilas bike."

Bi dû re, di destpêka salên 1970’î de, ev şoreşgerê xwîngerm bi xwendina du cerribandinan guherî: Riya koletiyê ya Friedrich Hayek, û Civaka vekirî û dijminên wê ya Karl Popper. Bi taybetî jî bandora Karl Popper li ser wî çêbû. Wî digot: "Ez Karl Popper’î weke ramyarê herî girîng ê dema me dinirxînim; min beşekî mezin a bîst salên dawî ji xwendina berhemên wî re veqetand, û ji min dipirsin ka pirtûka felsefeyê ya herî girîng a vê sedsalê çi ye, ez ê bê dudilî Civaka vekirî û dijminên wê bibijêrim".

Ew yekser dev ji piştgiriya şoreşa kubayî berdide, rabirdûya xwe ya "rewşenbîrê çepgir" înkar dike û, bi çalakiya kesên ku fikirên xwe guherandine, dibe berdevkekî biryardayî yê baweriya nûlîberal. Lêhengên wî êdî Ronald Reagan û Margaret Thatcher in. Ew li hemberî vê yekê, nîşana "şoreşa pasvero", "heyraniyeke bê sînor, rûmeteke hema bêje bindarî, ya ku min li hember rayedarekî siyasî ya zindî tu carî hîs nekir (5)" vedibêje. Ji ber heyecana wî ya thatcherî, ew li Londrayê bi cîh dibe... Dema ku "Jina Hesinî" di sala 1990’î de ji desthilatê dibe, ew ê baqeke kulîlkan, bi vê peyamê ve jê re bişîne : " Rêzdar xatûn, di ferhengê de peyv hindik in da ku ez ji ber têkoşîna we ya ji bo azadiyê spasdariya we bikim (6)".

Di sala 1990’î de, ew bi bernameyeke thatcherî jî dibe berbijêrê serokkomariya Perûyê. Lê belê ew li hemberî Alberto Fujîmorî bi giranî têk diçe. Ji nankoriya hemwelatiyên xwe nerazî, ew bi awayekî mayînde terka Perûyê dike û, bi hincêta ku xelkê perûyî layiqî wî nîne, dev ji welatiya xwe berdide...

Wê demê, ew dibe heyranê rayedarekî din: Jose Maria Aznar, serokê (pirrlîberal) hikumeta îspanyolî ji 1996’ê heta 2004’ê, hevkarê George W. Bush di êrîşa Iraqê de û îroj xebatkarê Rupert Murdoch di şîrketa News Corporation de. Ev siyasetmedar di nav lîsteya "pênc kevnerayedarên dunyayê yên herî xirab" ya kovara amerîkî Foreign Policy (Siyaseta Derve) de cîh digire, lê belê Vargas Llosa difikire ku "dîroknasên siberojê" dê Aznar weke "yek ji rayedarên herî mezin ên dîrokê (7)" binasin.

Ew ji "şexsiyeta karîzmatîk" a Nicolas Sarkozy û "jêhatibûna siyasî ya nedîtî (8)" ya Silvio Berlusconi hez dike. Ji ber ku ev mezinê wêjeyê bi rastî xwediyê kesayetiyeke du alî ye. Xêliya bedew a romanên wî, mezhebkirekî har vedişêre ku ji çil salan û vir ve ye ku pirraniya dema xwe ji bo nîqaşên di televîzyonan de, axaftinên di forûman de û gotarên di kongreyên li çar aliyên cîhanî de vediqetîne. Ew bi israreke hema bibêje fanatîk rêbazên îdeolojiya xwe ên bingehîn dubare dike.

Ajawekarê pirrlîberal e, endamê çalak yê Desteya Sêalî (9) ye, serokê Weqfa navneteweyî ji bo azadiyê, xelatgirê Irving Kristol ku ji hêla American Enterprise Institute ve tê dayin, lê belê Vargas Llosa neokonservatorekî profesyonel e. Wî di sala 2003’ê de êrîşa Iraqê û di pûşpêra 2009’ê de jî darbeya Hondurasê rewa dîtin.

Di roja 7’ê çiriya pêşîna 2010’an de, nivîskarê reaganî yê fransî Guy Sorman, di bloga xwe de digot: "Li Amerîkaya latînî, em pirr caran di hêman sahneyan de bûn, û Mario li wir, weke ku li Fransayê dibêjin, têkoşêrekî pirr lîberal e: ew bê navber li dijî Castro, Morales, Chavez, Kirchner û hemû bernameyên ku hindik be jî sosyal-demokrat in, derketiye."

Ji xwe, Vargas Llosa bi bîr xist ku xelata Nobelê bi qasî jêhatiyên nivîsîna wî, ji bo fikirên wî jê re hat dayîn: "Ku fikirên min ên siyasî (...) rolek leyistibe jî, pirr baş e. Ez jê pir razî me."

Heyranê Louis Ferninand Celine ke ku ji bo wî "romannivîsekî ne ji rêzê" bû, ew dipejirîne ku nivîskarê Voyage au bout de la nuit (Rêwîtiya dawiya şevê) "şexsiyeteke erjeng" jî bû. Ew weha dewam dike: "Lê belê, gellek şexsiyetên bê nirx hene ku nivîskarên bêhempa ne (10)".

Çavkanî

Ignacio Ramonet:
Berpirsê Le Monde diplomatique yê berê

  1. Mario Vargas Llosa di nava nivîskarên latino-amerîkî de yê şeşan e ku xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye. Berî wî Gabriela Mistral (Şîlî, 1945), Miguel Angel Asturias (Guatemala, 1967), Pablo Neruda (Şîlî, 1971), Gabriel Garcia Marquez (Kolombiya, 1982) û Octavio Paz (Meksîka, 1990) ev xelat wergirtibû
  2. El País, Madrid, 29’ê tebaxa 2010’an
  3. Ibid.
  4. Bixwîne: "Un romancier d’exception" (romannivîsekî ne weke yên din), Le Monde diplomatique, gulan 2002
  5. çavkanî: Julio Roldán, Vargas Llosa entre el mito y la realidad, Tectum Verlag, Marburg, 2000, r. 161
  6. Ibid.
  7. 20 minutos, Madrid, 6’ê tîrmeha 2007’an
  8. Il Corriere della Sera, Milan, 9’ê adara 2009’an.
  9. Desteya sêalî, rêxistineke arizî ye ku di sala 1973’ê de di nava Ewropaya rojavayî, Amerîkaya bakurî û asyaya pasîfîkê de hatiye avakirin û parêzvana bîrdoza cîhanşimûliyê ye.
  10. La Nación, Buenos Aires, 13’ê adara 2006’an.

Wergera ji fransî: Simko Destan