Ebdulla Peşêw û pirsa nasnameya neteweyî

Ebdula Peşêw di vê serdema me de yek ji ronakbîrên kurd ên herî girîng e. Ew ji bilî helbestvanîya xwe ya nirxbilind, xwedan helwêsteke siyasî ya serbixwe ye jî. Dibe ku ji bo xwendevanên Le Monde Diplomatique a kurdî, jîyana Peşêw ne ewqasî tiştekî nû be, lê ez di wê bawerîyê de me ku ev bîr û bawerîyên Peşêw ên ku di gotara wî de hatine dê ji bo xwendevanan gelekî balkêş bin û hin pirsan zelal bikin. Gotara mamoste her çendî ku ji zû de hatibe nivîsandin û belav kirin jî, dîtin û boçûnên tê de tim aktuel in. (1)

Ew di destpêkê de weha dinivîse:

"Swêdîyên li Fînlandiyayê ji % 6ê rûniştevanên welat pêk tînin, li girava Ålandê jî ku hejmara wan tenê 25 hezar kes in, otonomîya wan heye. Divê em vê jî bizanibin ku otonomîya wan ya rasteqîn e! Ew xwedîyê ala xwe ya taybetî ne, parlemana wan heye, destûra wan a lokal heye, heta peywendîya wan ya bazirganîyê jî bi welatên derve re heye. Zimanê wan jî ne tenê li girava wan bi xwe, belkî li seranserî Fînlandîyayê, zimanekî fermî ye. Lê ne mûmkin e tu guh li swêdîyekî bikî ku bi zimanekî din, an jî Xwedê neke bi zarokê xwe re bi zimanê fînî biaxive, yan jî zarokên xwe di xwendingeheke fînî de bide xwendin".

Herweha Ebdula Peşêw dibêje ku ne şert e asîmîlekirin bi darê zorê be, asîmîlasyon projeyeke dûr û dirêj e:

"Ne merc e ku helandina gelên jêrdest her bi qedexekirina ziman a bi zordarîyê be. Nexêr, di bin sîya teknolojîya ragehandin û nebûna şîyarîya neteweyî da, asîmîlekirin encameke objektîv a bi hev re jîyana dûr û dirêj a gelê serdest û bindest e. Em ne vîetnamî ne, bi tenê tank û firoke û eskerên dagîrker bibînîn û gelê serdest jî bi hezaran kîlometre ji me dûr be. Ti dîwar û çeper me û dagîrkerên welatê me ji hev naqetînin. Em ne bi tenê hev ol in, rengê postê me jî yek e û adetên me jî nêzîkî hev in û dîrokeke me ya tevîhev heye, belkî wek Bülent Ecevit dibêje: "Em mîna goşt û hestî têkel in". Ez bi xwe ji genetîkê fam nakim, lê vê rastîyê dizanim ku alîyê ku bi hejmara xwe pir e û bi hêztir e, hertim bi ser alîyê kêm û lawaz de serdest e".

Peşêw pê de diçe û asîmilasyonê bêtir dide nasîn:

"Helandin proseyeke hêdî, veşartî û domdirêj e, bi salekê û du salan encamên wê nayên dîtin. Di dîrokê de bi dehan gel ji navê hatine rakirin. Û îro jî bi dehan netewe li ber candayînê ne û hinek ji wan jî (çermesor û samî/laponî) mîna tiştekî ekzotîk tên parastin."

Peşêw hewl dide ku nimûneyekê ji dîroka cîhanê ya nêzîk bîne û bi reqeman isbat bike ku çawa asîmîlasyon dikare hêdî û bêyî şerekî mezin pêk were. Ew weha şirove dike:

"Yekîtîya Sovyetê, mîna amrazekî helandina kêmneteweyan baştirîn nimûne ye: Di destpêka salên 1980yê de nifûsa Qazaxistanê 15 053 000 bû. (2) Ji vê hejmarê tenê 5 300 000 kes qazaxî bûn. (3) Ger wiha be, di desthilatdarîya 60 salî ya Sovyetê de, rûsên birayên mezin karîne bibine zêdetir ji nîvê xelkê Qazaxistanê. Hejmara latîvîyan di sala 1940ê de 2.000 000 kes bû (4), lê di sala 1981ê de (37 sal piştî dagîrkirina wê) hejmara rûniştevanên vê komarê bûye 2 539 000 kes. Lê ji vê hejmarê tenê 1344,000 kes lativî bûn. (5) Ev tê wê wateyê ku di qonaxa çil salan de gelê lativî ne tenê zêde nebûne, belkî kêm jî bûne û di komara xwe de zêde nemaye ku bibin kêmnetewe! Ger perestroyka Gorbaçov nebûya, sed komarên wan jî hebûna, tiştekî wan nedima û ji holê radibûn!"

Peşêw dide xuya kirin ku jîyana dûr û dirêj ya di bin destê neyaran de û projeya bêrehm a asîmîlasyonê ku li Kurdistanê hatiye meşandin, hiştiye ku psîkolojîya miletê kurd tevlihev bibe û her berhemeke asîmîlasyonê pê xweş û şêrîn bê:

"Carna li bernameyên erebî dinêrim, ne bi destê min e, mesela wî polîsî tê bîra min: Dibêjin polîsek hebû, qet di jîyana xwe de izin nestandibû. Di dawîyê de di temenê xwe yê pîrîyê de izinekê distîne. Lê polîsê pîr hemû rojê bi derketina roja berê sibê re, tê, li ber derîyê cihê ku hertim lê disekinî, careke din disekine.

Ne bi destê min e, carina rewşa me mîna rewşa wî polîsê navbirî tê ber çav. Me ne carek ji caran e ku izin ji xizmetkarîyê standiye, lê dîsan bi piyê xwe careke din tên ber derîyê cihê polîsan. Dibe bê feyde nebe, di destpêk, an jî di dawîya bernameyan de, deng û behsê Kurdistanê bi zimanê bîyanîyan jî bên weşandin. Lê tenê deng û behs, ne tiştê hunerî.

Bêguman, wek prensîp, kes nikare li dijî bernameyên hunerî be ku bi zimanên gelê cîran têne pêşkêş kirin, bi wî mercî ku em jî xwedîyên bi dehan kanalên TV bûna û her kanalek jî bi şev û roj zirme-zirm jê bihata! Lê ewa ku niha rû dide û diqewime tenê û tenê xwe bi kêmzanîn û valaçûyîna parek ji wan çend demjimêrên ku kurdan heye, ji bo ku qe nebe zimanê bav û kalan ji bîr nekin.

Kanala tv.yekê ku bi mîlyonan kes lê dinêrin, divê gelek hişyarî pirsgirêka ziman be. Ew zimanê ku di sazîyên ragehandinê de bikar tê, pêwîst e di navbera wî û zimanê çayxaneyan de cudahîyek hebe".

Peşêw di wê bawerîyê de ye ku bisporîya di warekî de ne mercê tekane ye ku kesekî bispor bibe mêvanê bernameyeke TVyê, ew dibêje ku şertê yekem zimanê wî kesî ye:

"Bisporî û serkeftina di warekî hunerî, an jî zanistî da, ne bes in bo wê hindê ku yek ji bo niqaşeke televîzyonî bê bang kirin. Divê ew kes, qe nebe heta radeyekê agehdarê zimanê nîvstandard be ku îro ji bo nivîsandinê bi kar tê. Ez qet ne bi zimanê petî re me û ez di wê bawerîyê de me ku zimanekî petî di cîhanê de tuneye. Ji bo bikaranîn, an jî xweîfadekirina daxwaz û kar û barên rojane, ku zimanê kurdî yek ji wan zimanên herî dewlemend e. Her peyveke bîyanî jî ku hatibe nav zimanê me, me kirasê zimane xwe lê kiriye û xwedîyê wê êdî wê nas neke! Bab û kalên me qet nehatine peyveke bîyanî li gor gramer û fonetîka zimanê eslî bi kar bînin, belkî hertim bi selîqeyeke rewan û di dareke xwemalî da darijandine.

Nizanim, ji bo bernameyeke televîzyonî, di zankoyeke mezin û giran da, çima divê keçekê hilbijêrin ku nikare du axaftinên rêkûpêk bike? Ew jî ne di derbarê felsefe û zanistê de, belku di derbarê dostanî û hevalbendîyê de! Nedibû berîya programê guhdarîya zimanê wê bikin? Qey zimanê xwelîserê kurdî peyvek tê de nebû li cihê "sedîq" bi kar bê? Nedikarî bêje heval, yar, dost, birader... ûhd? Zimanê kurdî li cihê "zewac"a erebî tiştek tê de nebû? Kengî û çawa rewa ye ku di çend risteyan de, ev hemû peyv û gotinên erebî bên gotin:"...eger sedaqet nebit heyat nabit", (6), adat û teqalîd, îhtîfaz, rewabit, efkar, zewac, însan, zirûf, tehekum...ûhd." (7)

Lê ev ne tenê rewşa kesekî/e ji rêzê ye, Peşêw dibêje ku dîyardeya bikaranîna peyvên bîyanî di nav axaftina bi kurdî de gihiştiye radeyekê ku heta li ba nivîskarên kurd jî heye. Ew vê mînakê tîne zimên:

"Êvara roja 29.05.2000ê Kurdistan TVya delal, bi birayekî nivîskar re çavpêketinek di derbarê xwe vekişandina Îsraîlê ji Libnanê kir. Ger kesê ku erebîyek baş nizanibe, bawer nakim ku jê fam bike: Heq, însîhab, îhtilal muhtel, qenae, quwwat, muqaweme, hucûm, qewanînî diwelî, îstî´imar, cenûb, qezîye, muzahîm, îhtîmamatî diwelî, xîlafatî herekatî kurdî, mezîye, haletî îhtîlal, kutle, îstîfade, helêkî nîhayî, heqteqrîr el mesîr, wezi`, hîmayey Kurdistan, merkezî qerar...hd. Êdî ger ev zimanê nivîskarekî be, li ser ekranê, ne ku li çayxanekê, divê rewşa xelkê normal ê civakê çawa be?

Ger ev rewşa nîv azadbûyî ya nîştimanî be, ku kêm, an jî zêde bi salan kurdî tê de hatiye xwendin, divê parçên din çawa bin, ku xwendingehek kurdî tê de nebûye û hê jî nîne?"

Li ser neteweperestiya tirkan jî, Peşêw weha dibêje:

"Di neteweperestîya tirkan de jî taybetmendîya dagîrkerên fransî heye. Ew taybetmendî jî sepandina ziman e. Ger ji tirkan re here serî, ne tenê bi laş, dê te bi can jî bikuje, kesayetîya te neşirîn û pir kirêt dike, yê wisa li te bike ku kînê ji jîyana xwe ya derbasbûyî bikî û ji wê yekê şermê bikî ku ji dayik û bavekî kurd hatî dinê.

Kemalîstan piranîya kurdan jî bi vê hindê perwerde kirine ku, zimanê kurdî zimanê mirovên nexwende, qereçî, paşketî, çete û rêgira ye. Tirkî jî zimanê şaristanîyet, zanist, rewşenbîrî û pêşketinê ye, dayika hemû zimanên cîhanê yên zindî ye. Vê rewşê wisa li kurdan kiriye ku, ji xwe şermê bikin û hêza wan nemîne ku bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin. Partî û rêxistinên kurdan jî, di pratîka xwe de, ne tenê li dijî vê siyasetê nesekinîn, lê herwiha bi xwe jî bi rêya medya û edebiyata xwe, bi navê pêşkevtinxwazî û înternasyonalîzmê, zimanê tirkî anîn nav mala hemû kurdan.
Helbet, ez bi giştî behsa tiştê berbiçav dikim, lê çi di nav refên van partîyan de, çi jî li derveyî wan, hinek rewşenbîrên naskirî û şêremêrên mîna Musa Anter rabûne, û pirsgirêka zimanê kurdî ji xwe re kirine doza jîyan û mirinê. Lê mixabin, têkoşîna van kesên camêr jî, ji alîyê partîyan ve ti piştevanîya cidî nedîtiye".

Her weha mamoste Peşêw fenomena xwekêmdîtinê li ba kurdan di riya alavên medyayê û her cure alavên din ên derbirînê de tîne ziman û bi tundî rexne dike:

"Yek ji rûyên herî xuya yên medya kurdan ya bi zimanê cîranên wan, rûxweş nişandan û xweşîrînkirin e li ba wan. Carna ew rûxweşî û xweşîrînkirina han digehe radeya zimanlûsî û dibe ku bandoreke negativ jî bike li ser îmaja"wêne"yê kurd. Jixwe bav û kalên me vala negotiye: Ne hinde tal be ku te nexwin û bavêjin, ne hinde jî şirîn be ku te qût bidin. Wate: her tiştek sînorê xwe heye. Medya kurdî ji xwe re kiriye adet, bi minasebet û bê minasebet, behsa birayetî û hevparîya olî û dîroka hevpar û qedera hevpar dike. Wiha nîşan dide ku jîyana me bê van birayên mezin cehneme ye. Hemû roj vê hindê ji wan re dubare dike, ku nivîskarên me bi zimanê wan nivîsandiye, hunermendên me bi zimanê wan stiraye, zanayên me xizmeta çanda wan kiriye, zarokên me ji doza wan re fîdakarî kiriye. Kurt û kurmancî: Xwedayê mezin tenê em bo wê hindê afirandine ku solan ji wan re li ber nigê wan rast bikin. Ev jî bûye sedem ku cîranê me, me bi yên xwe bizanin û me nexin nav xanîyekî taybet. Tirk ti cara nikarin bêjin ermenî û cihû li Tirkiyê tunene, lê bi rûyekî peyt dibêjin ku ti "kêmneteweyek" bi navê kurd li Tirkiyê nîne. Li dewleta Sûrîyeya "pêşkevtinxwaz" çend hezar ermenî û asûrî dikarin bi zimanê xwe bixwînin, lê du mîlyon kurdên ku hevolên wan in, ji heman mafî bêpar in. Heya kurd zêdetir behsa Selaheddînê Eyûbî bikin, ew zêdetir wî bi yê xwe dizanin! Ji bona wê jî ez di wê bawerîyê de me, çiqas medyaya kurdan li ser xalên hevpar îsrarê dike, divê ewqas jî îsrarê li ser wan sînoran bike, ku kurd û cîranên wan ji hev cuda dikin. Ew xwecudakirin bi ti şêweyekî serkêşî û tunekirina wan nîne, berevajî wê, naskiririna taybetmendîyên wan e jî. Cudatîya bê dijminahî jîyanê rengîntir û dewlemendtir dike. Xwe kêmzanîn û kêmdîtina kurdan, xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Bi sedan salan erebî zimanê ol, farsî zimanê edebiyat, tirkî jî zimanê desthilatdarîyê bûye. Zimanê kurdî jî, ji şerma van zimanan, ber bi çîya û gundan çûye, xwe layîqî şaristanîyê nedîtiye."

Peşêw ji jîyana xwe ya rojane û ji jîyana kurdên penaber ên li Ewropayê mînakên gelekî balkêş li ser gîyanên têkçûyî, li ser ruhên talanbûyî dide:

"Dema ku ez li Moskovayê xwendevan bûm, min hinek kurdên bakur jî nas kirin. Û qaşo tevde ji ber kurdîtîyê mişext bibûn. Elheq jî kurdîyeke baş dizanîn û bi me re (bi me yên çîyayî û tirkînezan re!) tenê bi kurdî diaxivîn, lê hema ku serê kurdekî din yê bakur derdiket, yekser gera ziman diguherî û "geldim bildim" dest pê dikir! Baş e, rast e me got li Tirkiyê zimanê kurdî qedexe bû, lê li Moskovayê ? Va ye me got, li Kurdistanê nabe zarok hînî zimanê xwe yê zikmakî bin, lê li Ewropayê?! Va ye li wir navên kurdî qedexe ne, lê li Ewropayê evqas Deniz, Orhan, Turan, Eylem û Yildirim çi ne ku weke kuvarkên biharê şîn dibin? Sala par pênc kes bi navê nivîskarên kurd, hatibûn kongra nivîskarên Pena Cîhanî. Çar kes ji bakurê Kurdistanê bûn. Di wan çend rojên ku em bi hev re bûn de, min nekarî tiştekî weha bikim ku ew birayên min, ku tev bi zimanê kurdî diaxivîn, di nav xwe de jî bi zimanê kurdî bipeyvin! Lê ji alîyê din jî Xwedê giravî hatibûn wira ku li ser tore û zimanê kurdî biaxivin û zimanê me biparêzin! Dema ku di roja sêyem de, kongrê li ser pirsgirêka kurdî konferanseke taybetî girêda, nûnerê Pena Kurd di dewsa ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, dest bi zimanê tirkî kir! Cihê sosretmayînê di vir de bû ku werger jî kurd bû!"

Çavkanî

  1. Ev gotar (Çend Têbînîyên Serpêyî Di Derbarê Medya û Ziman de) di 2000ê de, di rojnameya Baskar de hatiye weşandin, paşê di hijmara 91ê ya heftenameya MEDIA (01.04.2001) de dubare hate weşandin. Di 2003yê de ji hêla Mihsin Seyda û Erdelan Hesen ve bo erebî hate wergerandin û di kovara El Hiwar (no: 38/39) de hate weşandin. Di 2004ê de rojnamevanê kurd Kakşar Oremar ew di malpera Tirêjê de bi zaravayê kurmancî weşand. Min di vê nivîsa xwe de ev her sê versiyon ji xwe re kirin bingeh; ya MEDIAyê, ya El Hiwarê û ya malpera Tîrêjê. Piranîya vê nivîsê xwe sipartiya ya hêja Kakşar Oremar. –Jan Dost
  2. Sovyêtiski însoklopîdîçêskî slavar. Mosko, 1985, R.522
  3. Her ew jêderê berê
  4. Nasîlênyê Mîra, Moskov 1989, Xişte- hejmara 3, rûpel 10
  5. Sovyêtiski însoklopîdîçêskî slavar. Mosko, 1985, R.688
  6. Bi erebî ye ango: Eger hevaltî nebe, jîyan nabe
  7. Kurdistan TV, êvara roja 26.05.2000