“The Economist”, rojnameya herî bi bandor a dinyayê

Ji sala 1843yê ve heftaneyeke brîtanîk pêşenga şerê ji bo pevguherîna serbest e
Translator

Di navbera piştgirîya şerê Iraqê û qanûnîkirina narkotîkan de, di navbera cezakirina Wikileaks û ya “Leviathana dewletê” de, di navbera pîrozkirina lîbera-lîzmê û banga alîkariya ji bo bankeyan de çi xalên hevpar hene? Weşanekê ev helwest hemû parast in: “The Eco-nomist”. Ev weşan her hefte neynikeke pesindayînê li pêşiya çînên serwer digire.

Dema ku firotina rojnameyan li ser dezgehan, mehaneyên abonetîyê û hatinên ji reklaman bi hev re kêm bûn, rojnamevanîya çapkirî kete nav pêvajoyeke krîzê ya ku tevgera ber bi tevna Înternetê ve û karên wê cezbkar xuya dikin, divê êdî vê krîzê sivik bikin. Û ji bilî vê The Economist heye. Tevî ku ew jî ji ber kêmfirotina li ser dezgehan mexdûr e, serketina demdirêj a The Economistê nexasim jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cihê ku piranîya xwendevanên wê niha lê dimînin, bixwe veguherî serhatîyeke çapemenîyê ya daîmî. Sala 2006ê dema kevne-edîtor Bill Emmott ji NPRê [Radyoya Neteweyî ya Dewletê] veqetîya û bi sergêjî pirsî ka çawa kovareke "sernavê wê xewa mirovan tîne", û "carinan naveroka ezoterîk [bi tenê xîtabî komekê dike] e" dikarî di nav sala 2005ê – mirov bi tenê dikare bi rojnameyên rengîn ên bûlvarê yên mîna US Weekly û Starê re li ber hev bigire – de hejmara xwendevanên xwe zêde bike. Sala 2010ê hejmara tîraja wê –li seranserê cîhanê 1.42 milyon, ji van 820.000 jê xwendevanên li DYAyê ne, vê hejmarê ji sala 1982yê ve deh caran li xwe zêde kiriye– bû sedema dewreke nû ya muameleyên heyranmayînê.

The New York Timesê berîya demeke kurt serketina The Economistê tevî buhayê wê yê li gor rojnameyên din ên nûçeyan zêde bilind, bi bazar û firotina wê ya aqilane ve girêda. Li gor The New York Timesê logoya wê ya beloq sor a ku li ser foneke spî bi kar tîne, xîtabî hisên neewlebûnê yên wan xwendevanan dike ku ji bo başkirina rewşa xwe têdikoşin, û The Economist ji bo wan kesên îhtîmal heye dewlemend bibin nîşaneke statuyê ye. (1) Reklameke sala 1988ê weha bû: "Min qet The Economist nexwend, Şagirdê Birêveberîyê. 42 salî". Reklameke din a sala 2007ê di bin re derba xwe datîne "li herî jor mirov bi tenê ye; lê belê qet nebe tiştekî mirov bixwîne heye." Ev nirxandin hinekî deyndarê James Fallows e yê ku gotara wî ya sala 1991ê der heqê rojnameyê de nivîsî, mînakeke kêmdîtî ya çapemenîya dijber e. Wî fikra xwe zexim dikir û digot, The Economist derî bi derî digere û zanetîya klasîk difiroşe pîşesazên amerîkî yên ku bi qasî ku cudatîyê ji hev dernexin sewdaser bûne bi aksana wê ya brîtanî û bi "fors û difreya wê ya bi şêwazê Oxbridgeê [pevhelîyana navên Oxford û Cambridgeê]". (2)

Tevî vê yekê dema behsa çîna civakî kir, wê xwe nêzîktirî armanca xwe kir. Li gor daneyên wê bixwe xwendevanên The Economistê ji niha ve di nav yên herî ewle yên dinyayê de ne: Ew ne ku bi tenê berxwurên herî dewlemend ên çapemenîya perîyodîk in li DYAyê (dahata navînî ya malbatan 166.626 $, li hemberî 156.162 $ ji bo malbatên xwendevanên Wall Street Journalê) û li dinyayê ("ku ji her sê xwendevanan yek mîlyoner e"), lê belê ew her weha ji kirîna tiştan re jî bi giştî muthîş in (sala 2007ê malpera rojnameyê pesnê xwe pê da ku ji sedî 4.7ê xwendevanên wê kêfxweş in 3.000 $ bi saetekê bidin, û di heman demê de bêhtirî ji sedî 20ê xwendevanên wê li xwe mikur hatin ku "mahzeneke wan a şerabên rezan" heye). Rojname objeyeke statuyê ya bi bangeke girseyî ye; lîderên dinyaya azad, miqnatêsên karî, xwendekarên sinifa yekê ya zanîngehê û dîyar e herweha Sarah Palin (xwedawenda zayînê ya Tea Party) jî wê dixwînin û heyranên wê ne.

Fabrîkevanekî kuman ew damezirand

Herçiqasî Columbia Journalism Review bi lez bû muxalif (wê bersiv da, û got, nivîsa The Economistê baş e û mijarên li ser bipêşketinên li seranserê dinyayê hildibijêre, nekirina reklamê û mijarên zehmet ên welatên xerîb nirxên wê yên bi rastî ne), ya rastî ew e, rexnegirîya li The Economistê û pesndayîna wê hewl didin bi zarê wê bikin, para bêhtir berê xwe didin stîla wê ya guhertî da ku bikaribin dagîrkirina wê ya peravên amerîkî rave bikin. Ya ku vê reş û tarî dike jî ew e, ku jê tê di demên zehmet ên aborî de jî mezin bibe, bi vê pesnê wê tê dayîn, ev mijareke ji serfirazîya rojnamevanî wêdetir e: Ji bo rojnameyeke xwe dûr digire ji desttêwerdana dewletê û hevalbendê zanetîya bazarê ye, maneya vê yekê qebûlkirin û palpiştîya siyaseta edîtoryal e. Ji ber vê yekê çapemenîyê bi giştî xwe terîfkirina The Economistê weke parêzera mentiqekî-giştî yê "navendparêzîya tundraw" piştrast kir. Weke palpiştîyeke hê nû, Partîya Muhafezekar a Brîtanî bi awayekî rehet weha dibêje "dilsozîya ji berê de ya The Economistê bi tu partîyê re nîne, lê belê pêşhukmekî wê yê xwegirtî yê hevalbendîya lîberalîzmê heye" – nîşana dilsozîyeke bi rojnameyekê re ku dema hatî damezrandin sala 1843yê Brîtanya hê jî yekane hêza endustrîyel bû li dinyayê.

Hilberînerê kuman James Wilson ji bo li ber Corn Lawsê rabe The Economist damezrand. Girêdana wê ya bi bazirganîya serbest re timî nêzî wê astê bû ku bêhnê li mirovan biçikîne. Faîzên karsazîyê yên Manchesterê yên li gor buhayên berhemên çandinîyê dîyarkirî, û Parlemanê piştî xitimîna buhayê dexil sala 1815ê ferz kir, sala 1830ê du caran bêhtir zirarker in: Wan got, mesrefên jîyana rojane mûçeyan bilind digirin û pêşî li îxracatan tê girtin, lewra yekane rêya ku dinya mayî berhemên fabrîkeyên brîtanî bikire ew e ku berhemên xwe yên cotgehan bifiroşin Brîtanyayê. Ev qanûn sala 1846ê hat betal kirin. Edîtorê wê yê duyem Walter Bagehot ji bo safîkirin û berfirehkirina rojnameya Wilson xwedî bandor bû, wî cîlayeke ciwanmêrîyê li ser navdarîyeke xweş heqê wî ya serhişkîyê, dikir. Navê wî li quncika li ser siyasetên brîtanî hatiye kirin, lê belê hebûna wî ji merasîmîbûnê û wêdetir e: Banga Bagehot a ji bo serxwebûna Bankeya Ingilîstanê qêrîneke yekser bû heta ku sala 1997ê bû qanûn. Ev xisleta dezgehî ya yekane qismî bi avahîyeke xwedîbûnê ya dabeşkirî parastî ye.

Dayik-şirketa Financial Timesê Pearson bi tenê nîvê hîseyan kontrol dike, di heman demê de birêveber di dawîyê de berpirsîyar e li hemberî xwedî hîseyan bêyî ku berjewendîyeke wî ya malî hebe. Di 169 salan de bi tenê 16 zilam bûn seredîtor. Hema hema temenê hemûyan di bin 40 salan de, ji salên 1900ê ve bi awayekî giştî di Oxbridgeê re derbas bûne. Sedemeke din a hevdengîya wê ji bo xwendevanan hemûyan dîyar e: Gotarên wê bê îmze tên weşandin. Gotarên nivîskarên mêvan û gotara dawîyê ya nivîskarekî vediqete îstîsna ne, qederê heftê rojnamevanan (nêzî pêncihan li buroyên wê yên li Londonê ne) bi awayekî anonîm dixebitin. Serketina blogên wê bêyî ku bibe alternatîfeke bi rastî, ev şiklê şuxilandina veşartî ya rojnamevanîyê guhert. Redaktorê heyî John Micklethwait li ser navê tevahîya komê ku pêre dişuxile rave dike ku pêvajoya redaktekirinê bi awayekî nedîtî demokratîk e. (3) Bes e ku mirov heta bi cihê rojname lê tê amade kirin bimeşe da ku hin tiştên eleqedarî wê fêr bibe –cihê wê ji Square Mile yan ji Fleet Street dûr e, li Saint Jamesê ye– devereke luks ku mirov dikare li bendê be xwendevanên rojnamê lê wextê xwe yê betal di holikeke şexsî de derbas bikin, şerab, cixare yan jî berhemekî hunerê modern bikirin, nîşana xwe li ser gopalê xwe bidin nivisîn, yan jî çaketê xwe bidin dirûtin.

Avahîya navenda The Economistê ku bi awayê New Brutalîst hatiye ava kirin, li derdoreke bi vî rengî ji bo ciwanmêrên bajarî hatiye çêkirin. Ji dema hat saz kirin, di sala 1964ê de, şiklê avahîyê bi awayekî nazik mirovan aciz dike. Her dû mîmarên ku lê şuxilîn, wê weke "avahîyeke dîdaktîk, avahîyeke zuwa" terîf dikin. Mirov nizane çawa dibe, lê her sê bircên avahîyê ku bilindîya wan ne wek hev e, ku bi kevir û camên Portmouth hatine xemilandin hem bedewîya derdorê bi serfirazî der dixin pêş hem jî wê rexne dikin. Di hundirê avahîyê de labîrenteke ji odeyên teng personelê rojnameyê dihewîne. Personel di civînên duşemê de li odeya redaktorê runîştî, tewîyayî, yan jî xwe dutew kiriye. Rêveberên her beşekê amade ne, henekên ji hedê xwe zêde tên kirin û bergê hejmarê bê dudilî tê dîyar kirin. Roja ez çûm serdana rojnameyê, çil rojnamevan lê hebûn, diçûn û dihatin. Ji sisê paran yek jin bû û ji çar paran temenê parekê hê negihiştibû sîh salan. Heneka ku dibêje The Economist ji alîyê ciwanên bi tedbîr ên bîst salî ve bi awayekî anonîm tê weşandin ne rast e; piranîya personel di sîh çil salîya xwe de, navsere bûn. Li gor Gideon Rachman, redaktorê ku ev 15 sal in vî karî dike ku niha quncik nivîskarê rojnameya Financial Timesê ye, ev pêşketineke nisbî nû ye. Di destpêka salên 1990ê de, her rojnamevanê ciwan The Economist weke navgînekê didît da ku li kolana pir navdar ya Fleet Street [kolana ku rojnameyên herî navdar yê Inglîstan lê ne] bixebite. Lê niha rewş guhertî ye, karkirina di The Economistê deêdî ewletir e û meaşên wê bilindtir in. Berevajîyê rewşa berê, mirov dikevin dorê da ku karibin karekî demdirêj lê peyde bikin". Di encama vê yekê de emrê personel bilindtir e lê belê piranî di heman temenî de ne. Li gor Rachman "kêmbûna pirrengîyê feydeyeke bi rastî ye" lewra ew hêsan dike dengekî kolektîf û fikreke bi îstîqrar dewamî bibe.

Xwegirtin û demdirêjî hem hêz in hem jî lawazî ne, di bersiva ku The Economist li hember krîza sala 2008ê destpêkirî da, her du jî ceribandin. Li alîyekî din jî rojname li dijî hin şiklên hîsterîyê derman kiriye. Weke nimûne, dema Hank Paulson ji bo ku rojnameya wî ya bi navê Wall Street nepetixe ji bo bidestxistina fonan kire lavelav, The Economist jixwe razî şîret kirin û li ser mijara bidawîanîna krîza sektora avahîsazîyê peşnîyaz kirin. Wê herwiha li ser mijarên sekinandina kredîyên şexsî û pererazandinan, bilindbûna rêjeya bêkarî û li ser mijara bazara ferzkirî û her diçe bêîstiqrartir dibe jî peşnîyazên xwe parve kirin. Xisleta wê ya êş û westa cîhanê jê re kartvîzîteke rûmetê bû: Ev hemû berê hatibûn serê wê. Di dema sedsala xwe ya pêşî de, rojnameyê şahidîya krîzên kapîtalîzmê yên mezin kirin (ji 1873ê heta 1986ê, di salên 1930ê de), êrişên li ser rêyên hesinî (1873), panîka bankeyan (1907), hilweşîna borsayê (1929) û têrnekirina/qutbûna pereyên germ (1931) – eger em bi tenê behsa pirsgirêken aborî bikin. Sedsala wê ya duyem biqasî ya yekem bi serpêhatîyan buhurî, dawîlêanîna sîstema rêjeya sabit a pevguherînê ya Breton Woods, krîzên petrolê, pêsîrtengîyên herêmî yên girêdayî zêde hêdî bi pêş ketina giştî ji destpêka salên 1970yê û vir ve. Herçiqasî pêşnîyazên rojnameyê yên dibêjin ka mirov divê çawa di dema krîzên aborî de tevbigere, bi awayekî zêde bixwebawer hatibin kirin jî, ew dîsa jî ne aşkere bûn yan jî ne xwegirtî bûn.

Rastîya pêşî dîyar e ku ya jirêzêbûn û ne lîberalbûna helwêsta The Economistê ye. Tevî ku hin rexnekirinên jirêderketinên etîk wê li hember petaxa bankeyan li çepikan da. "Wexta li alîyekî hiştina dogma û tedbîrên siyasî ye da ku mirov bikaribin li ser bersivên pragmatîk konsantre bibin. Ev tê wê maneyê ku di demeke kin de divê mudaxaleyên hukûmetê ji yê ku kesên bacê didin, ku siyasetvan û rojmeyên bazara serbest li bendê ne bêhtir bibin." Dibe ku dengdar nerazîbûna xwe ji xisarkirina bi sedan mîlyaran ji bo meaşên birêveberên serhişk nîşan bidin, lê belê tiştê ku hukûmetan kir a baş bû; felaketeke mezin li pêşîya welatîyên wan bû, weke petaxên bankeyan û ketina dorê ya gel ji bo gezek nan mîna di salên 1930ê de, hukûmetê ew parastin. Rojnameyê di çirîya pêşîn a sala 2008ê de wisa dinivîsî "ne tu welat yan jî endustrî wê bikaribê ji tiştekî weke sekinîneke-dilê aborîyê xwe biparêze" (11ê çirîya pêşîn a 2008ê).

Di meha çileyê de mirov hîs dikir ku hin tişt ji hedê xwe zêde bihurîbûn –xwestina bi yekcar dewletkirina bankeyan wê zirar li "heqê mulkîyetê" bikira, wê piştigirtîya hevgirtina siyasî bikira, wê gelek xisar bikira û dawî li şirketên şexsî bianîya (24ê çileya 2009ê). Peşniyazên ku rojnameyê dikirin bixwe ne dîyar bûn û diguherîn. Pêdivî bi zêdetir koordînasîyonê hebû, nexasim di nav herêma euroyê de, da ku bankeyan rizgar bikin û rê li ber belavbûna krîzên deynê dewletê bigirin. Le belê li her welatî yeko yeko, biryara pêşîgirtina li wan kesên ji wan re hişyarker tê gotin, yên ku bûn sedema rexnekirina garantîya deynê dewletê, hatibû dayîn (9ê kanûna 2010ê). Rojnameya The Economist peşnîyazeke bi tenê ya bi rastî kir, ew jî (ji xeynî peşnîyaza ji nû ve xurtkirina dîsîplîna bacstandin û kêmkirina meaşan li qadên ku mumkun e) misogerkirina deynên euro yên hevpar da ku qadeke nû ya deynan were afirandin bû – ev fikir jî ji Bruegel hatiye dizîn, Bruegel think-tankek e ku li Brukselê bi cih bûye (16ê kanûna 2011ê). Ango rojname gelekî dûr e ji wê wêrekîya xwe ya ku reklama wê dikir.

Meymûneke kal a ku piştî tevahiya qeşmerîyan karê xwe radiwestand

Heke şert û mercên siyasî ji bo başbûna aborî hê ji mêj ve havînî bi awayekî zelal hatibin îfade kirin jî The Economist zehmetîyên mezintir dikişîne di ravekirina sedemên krîzê de. Dema ku bankeya Northern Rock petixî sala 2007ê encama ew gihiştiyê weha bû "ya divê were gunehbarkirin ne sîstem e, lê belê ew mirov in ku sîstemê bi rê ve dibin" (20ê îlona 2010ê). Li Ewropayê rojnameyê ji ber bertîlxwurîyê lanet li Berlusconi barand, Sarkozy bêqîmet kir ji ber ku reform bi ser nexistin, û bi giştî mohra xwîntalîya şarezayîyê ya Angela Merkel erê kir. Dema ku radihêje xitimîna qanûnçêkerîyê li Washingtonê ew ji xwendekarên xwe dixwaze ku "ji sîstemê bêhtir Barack Obama gunehbar bikin" (18ê sibata 2010ê). Belavbûna krîza deynê dewletê di destpêka 2010ê de kir ku ew ji nû ve berê xwe bide Merkelê û wê ji nû ve binirxîne, lê belê wê YE, yan jî kêmbûna rewabûna wê ya demokratîk nexist ber lêpirsînê (10ê adara 2011ê).

Çirîya pêşî ya 2008ê bi carekê wê ragihand "kapîtalîzm sîstema herî baş e ya ku benî adem heta îro vedîtiye. Lê belê demdirêj pir tişt girêdayî ne ka wê gunehbarîya ji bo vê felaketê çawa were dabeşkirin. Cihê ku şerekî girîng ê întelektuel dikare û divê were biserxistin, ev dever e." Armanca wê ne lêkolîn û lêpirsîn e, lê belê vemaliştina zend û bendan e ji bo bergirîya sîstemê û rêya wê ya berîya krîzê: buhayên kêmtir, bêhtir taybetîkirin, bêhtir piçûkkirina sektorên dewletê. Çileyê 2012ê derêgulasyona malî jî dîsa dihat nîqaşkirin, bergê wê London Blitz derdixist pêş di bin manşeta "Bajêr Rizgar Bikin" (7ê çileya 2012ê).

Mirov timî bi xwendina The Economistê hin tiştan fêr dibe. Li gor xelefê wî yê edîtor Walter Bagehot, dildarîya herî mezin a Wilson rojnameyek bû ku cih dida bûyer, dane û tabloyên zelal û rast da ku alîkarîyê bi karsazan û wezîran re bike ji bo ku bi têr agahdarî bigihêjin biryaran. Lîsteya wê ya buhayê firotina bi tomarî ya pêşî bû ku dihat weşandin, û ew hê jî gelek rûpelan ji nîşanên sereke yên aborî û malî re vediqetîne, pê re jî ji hin rêzên agahîyan ên ku diguherin: Danader a gazên bandora serayê çêdikin, pêşdîtinên mezinbûna Hilberîna Hundir a Nesafî, mîqdarên hewaleyên pereyan ên global, yan jî bi navê niha navdar "Big Mac index". Kevne-edîtorê Newsweekê Jon Meacham bi tenê qismî mafdar bû dema ku ji ber ku analîzê li peş nûçegihandinê digirin wî rexne li edîtorên The Economistê girtin. Wê pir kêm caran manşet dane yan jî rojnamevanîya lêkolîner kiriye; hêza wê timî ew bû ku hejmarên berdest yên herî baş radigihandin.

Di heman demê de belavbûna The Economistê bi awayekî bêmînak fereh e. Heftaneyên din bi çi dikarin mirovî bi hejmareke bi tenê pêrgî gotarên li ser bazirganîya li ser Înternetê ya li Çînê, bermahîyên malî yên li Las Vegasê, hevdîtinên ji bo aştîyê yên li Rojhilatê Navîn, gera li jîyanê ya li Marsê, muzeyeke nû ya huner li Qetarê û nivîsa li ser mirina kaşifekî ji Başûrê Efrîkayê yê tarî yê ku tîmsahan ew xwarî bikin û wî sergêjî bikin? Hewasên The Economistê timî ansîklopedîk bûn, çawa ku navê wê yê tam ê ku wê sala 1845ê demeke kurt ji bo ku ji boom a rêyên hesinî sûdê wergire li xwe kir jî piştrast dike: ‘The Economist, Weekly Commercial Times, Bankers’ Gazette, & Railway Monitor. A Political, Literary, and General Newspaper.’Ji bo demeke dirêj a dîroka wê ev sernivîs hema hema biqasî rojnameyê bi xwe dirêj bû –di salên 1920ê de hejmara rûpelên wê gihişte bi tenê 50yê, salên 1940ê kêmbûna kaxetê hejmara rûpelan daxiste duzîneyekê. Îro bixwe hejmara rûpelên hejmareke asayî ji sedan dibihure. Dîtina wê weke ansîklopedîyekê fireh û rengîn be jî jêhatîbûna wê ya bi kûrahî rahiştina her mijara taybet, kêm e: Ji bilî îstîsnaya qismî ya kontrol û anketên wê yên taybet, gotarên wê kurt in.

Kêmasîyên The Economistê ji hejmara peyvên wê bêhtir ji çandeke ku tevde pir zêde ji xwe razî ye –jê nayê yan jî naxwaze bi rexnegirên xwe re ji dil muamele bike. Paul Krugman ne ew kes e ku fanatîkekî li dijî hukmê şexs be, lê belê heta ew jî carinan bû mijara rexnekirinên bi hêrs ên The Economistê. Rojnameyê ev peyv ji bo wî bi kar anîn "keynesîyenekî besît", "partîzanekî bêrehm", "qehremanê xeyalî yê gel ê çepgirên amerîkî", "Michael Mooreê kesekî difikire" (13ê çirîya paşîn a 2003yê). Dema li ber protestoya dijberî globalbûnê ya berîya dehsalekê ("bêaqil... bi tenê li xwe difikire –hewldaneke lawazkirina dinyaya radibe ser piyan bi rêya proteksîyonîzmê") digire, ew qebûl dike ku Tevgera Dagîr Bike "gilî û gazinên rewa yên di kûrahîyê de" dide der. Lê belê ew ewqasî pê de çû ku îdîa bike, ev gilî û gazin di dawîya dawî de li dijî ‘dewleta laşgiran’ in û dikarin bi ‘avakirina bazarên nû’ werin çareser kirin (22yê çirîya pêşî ya 2007ê).

Gelek caran, muxalifî, weke karê ciwanên bêtecrûbe, piçûk tê xistin. Ev bû sedem ku ew bi berferehîya nerazîbûna li Tûnisê nehise, ew bi awayekî şaş gihiştibû wê encamê ku xwendekar û sendîkavan xuya ye wê nikaribin serokdewlet Bin Elî ji textê desthilatdarîyê bidin erdê (6ê çileya 2011ê). Ya ku yekcar kêf bi mirov re nedihişt portreyê wê yê der barê Bin Elî de bû, li gor peyvên wê yên weşandî "Bin Elî bi tawîzan ber bi girseyên aştîxwaz ve çûye" – divê mirov belkî îşaret pê bike ku tawîz heta ku 234 mirov hatin kuştin û 510 jî birîndar bûn, nehatin dayîn (26ê sibata 2011ê). The Economist li hemberî her kesê bêhna akademîyê jê dihat –mamoste, xwendekar, yan jî sergêjên din ên belgekirî yên xwendinê û lêkolînê – kêm bi sebir bû. Carinan rexnegirîya wê dikare fêhmbar be. Raporeke nû ya li ser bi serî ve tijîkirina xwendekarên piştî lîsansê û ji alîyê zanîngehan ve mêhtina wan; ya ev zanîngeh lê digerin kedkarên erzan, agahîya prestîjbarkirî ya giranbuha ya der barê rêjeya temamkirina zanîngehê, meyila global a nivîsandina PhDyan, dahata navînî û her wekî din e (16ê kanûna 2010ê). Bêguman çareserîya wê ne ew bû ku budceya ji xwendina bilind re tê veqetandin were zêdekirin da ku bêhtir cihê kar werin çêkirin; pêşnîyaza wê sînordarkirina hejmara PhDyan bû. Anketeke dilrehet a zanyarên di The Economistê de dinivîsin quretir û ji xwe razîtir bû. Zanîngeh ‘daristanek’ e ku lê xwendekar li ser mijarên ‘zelûl’ dinivîsin, û modeyên weke jihevderxistinê [deconstruction] (ji Fransayê!) yan jî lêkolînên çandî profesoran direvînin (16ê kanûna 2004ê). Dibe ku hin akademîsyen bikin minemin, yan jî peyvên mîna ‘intersemiosis [nîşanên ku bi maneyên xwe yên cihê tevneke nîşanan pêk tînin; nota wergêr]’. Hê The Economist ji alîyê sînordarîyên xwe yên rojnamevanîyê ve bi kelecan xuya nake. Di ragihandina hê nû ya mirina Tony Judt de bi çar gotinan çêl li fîlozof Louis Althusser tê kirin "marksîstê dîn kujerê jina xwe", (4) ev bi tenê mînakek e (12ê tebaxa 2010ê)

Dibe ku The Economist tu cara nebûbe markaya bêqisûr a lîberalîzma aborî, civakî û siyasî, ya ku edîtorê wê yê niha John Mickletwait ji xwendevanên xwe yên amerîkî re terîfa wê dike. Di pratîkê de azadîya bazirganîyê berîya yên din hatibû, bi azadîyên civakî, nexasim ji bo zilamên ne ingilîz, wan carinan jî berdêla wê weke ceza da. Kîna wê ya li dijî mentiqê hisî yek ji xisletên wê yên cazib e, tevî ku panjehra wê bi xwe ya bazirganîya serbest timî bi tesîrtir, yan jî insanî xuya nekiribe jî. Wilson muxalifê qedexeyeke bazirganîya bi welatên koledar re bû ji ber ku ev yek wê serfkarên brîtanî û herweha koleyan jî biêşîne, ji bo nehiştina koledarîyê pir hindik tişt dikirin. Bersiva Wilson dayî xelaya Îrlandayê dîsa bazirganîya serbest bû. (5) Dema ku ev yek û herweha reforma çandinîyê bi bin ketin, rojnameyê gotarên ku îrlandî bi bênanûxwêtîyê gunehbar kirin, weşandin û doza tepisandina wan kir. Siyasetên fransî timî The Economic aciz kir.

Di encamê de Bagehot bi kêfxweşî nêrî li kirina Napoleonê Sêyem a desteserkirina desthilatdarîyê di sala 1851ê de ya ku bêguman ne lîberal bû, argumana wî ew bû ku xisleta neteweyî ya fransî – ‘li kelecanê vekirî, geherbar, seresere, pir zêde mentiqî, ji ya xwe nayê xwarê’ –kêm li gor nezaketên parlemanterîyeke li gor mestereya ingilîz e. (6)

Paranteza prularîst

169 salan pir kêm navlêkirinên hîsterîk nerm kirin: Sernivîseke nû François Hollande ê mulahim weke ‘zilamekî bi tehlûke’ yê ku ‘xwedîyê helwesteke pir zêde li dijî bazirganîyê’ îlan kir, û bi heyranîya xwe ya bi melaqî ya ji bo almanan Partîya Sosyalîst bi şaşî weke ‘reformnebûyî’ û meyildarê ‘qutbûna’ têkilîyên almano-fransî terîf kir (28ê nîsana 2012ê).

Bagehot hevalbendîya destwerdana Şerê Navxweyî yê Amerîkî nekir, belê wî bi kêfxweşî jihevdeketina Yekîtîyê sala 1861weke rastîyeke qewimî didît, wî red dikir ku koledarî di şerî de xwedî rolekê ye. Wî li paşerojekê dinêrî ku têde du welatên kêmtir êrîşkar, kêmtir qure, û asabî hene – maneya vê ji bo Lancashireê buhayên erzantir ên tayên pembû bû. (7) Tevî vê yekê û lekeyên din ên li ser amentuya wê ya lîberal jî, The Economist a sedsala 19ê li ser sê rêyên sereke her hebû: Reformên civakî yên pir zêde gav bi gav wê pêk werin da ku pêşîyê li şoreşên mîna yên sala 1848ê bigire, yên ku parzemîn talan kirin, bazirganîya serbest û aştîya parzemînî.

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve herî kêm du bûyerên mezin qewimîn. Ya pêşî bi tona siyasî ye û cewherê întelektuel e. Salên 1940ê tîraja rojnameyê nîşana qebûlkirina wê ya dewleta refahê bû, mikurhatina li wê yekê ye ku mohra lîberalîzmê ya Wilson xwedî şaşîyên bi rastî ye. Di bergeke ceribandinan de ku sala 1943yê bi rasthatina sedemîn salvegera damezrandina wê, Geoffrey Crowther ê hingê edîtor, noteke li hevhêner jî nivîsî: Laissez-faire [maneya wê bihêlin bila bike ye, di aborîya kapîtalîst de nehiştina desttêwerdana dewletê terîf dike; nota wergêr] newekhevî û neewlebûn bi xwe re anî ku îro bi tenê desttêwerdana dewletê dikare wê sererast bike. Heke The Economistê bi sosyalîstan re li hev nedikir, tiştê li ser li hev nedikir "ne armanc bû, belê bi tenê rêbazên ku wan ji bo gihiştina vê armancê pêşnîyaz dikirin, bûn." (8)

Di bin birêveberîya Crowther û paşê Tyerman de The Economistê şêwazên xwe yên herî berfereh ên jêhatîyan û nêrînan civandin. Di nav gelek akademîsyen û rojnamevanan de gelek penaberên ji Ewropaya nazîyan dagîrkirî revîyan, hebûn – yê herî zêde lê nedihat û herweha yê herî manedar Isaac Deutscher ê ku dîrokzanê marksîst bû, wî li ser Ewropaya Navendî û Yekîtîya Sovyetan berhem nivîsandibûn, û Daniel Singer nûçegihanê ji Fransayê. Hilberîna îdeolojîk bi giştî bêrawestan ji salên 1960ê ve ber bi rastê ve şemitî. Îro kesên piştî şerî hatin bi cîh kirin weke bendeke li pêşîya mezinbûna aborî tên dîtin, alîgir û parazvanên wan yên mayî divê ji holê werin rakirin. Sendîka bi taybetî hedef in. Sala 2011ê The Economistê îdîa dikir ku şidandina qutkirina ji pereyên teqawidbûnê, û zêdekirina temenê teqawidbûna mûçegirên dewletê wê têra lihevderxistina budceyê neke –di "şerê [sic] bi sendîkayên sektora dewletê re" de beranîn bi ser dikeve û peymanên kar ên demkurt û nerm jî divê werin ferz kirin (6ê çileya 2011ê). Berîya bi pêncîh salan ne bi tenê xwedîbûna hîsekî bi vî rengî , lê belê bilêvkirina wê jî wê mumkin nebûya mirov lê bifikirîya.

Di kesayeta rojnameyê de guherîna herî cidî di qada karên derve de bû. Di sedsala 19ê û destpêka sedsala 20ê de wê destek da împeretorîyê weke pererazandineke aqilane, lê belê kêm caran şoven bû. Împeryalîstên mîna Rhodes yan jî Chamberlain bi awayekî rûtîn weke hebakerên bêexlaq rastî êrişan dihatin. Di navbera 1919ê û 1939ê de wê bi kelecan û dildarî destek dida xurtkirina Lîga Neteweyan bi tevlîbûna Almanya, Rûsya û DYAyê. (9) Ev yek bi awayekî pir zêde di serdema piştî şer de guherî. Muxalefeta wê ya li dijî dagîrkerîya Misrê bi destê Ingilîstan û Fransayê ji ber kanala Suêzê di sala 1956ê de ji bo wê werçerxek bû – elaqeya wê bi jîrtîya tevlîhevîya împeryal re kêm e, bêhtir elaqedarî nîşana hurmeta nû ya ji DYAyê re ye. (10)

Ev sedaqet di siyaseta derve de ji hingê ve rê nîşanî wê dide. Encam çerxkirineke şervan a bi carekê ye ku mirovan matmayî dihêle. Ji Vîyetnamê û vir ve, di şerê Kendavê de, di yê Balkanan de, di dagîrkirina li Afganistan û Iraqê de edîtorên wê di her pirsgirêka mezin de pişta DYAyê girt. Wê şandina eskeran a Afganistanê ya ku Obama kirî û girêdana wî ya her zêde dibe ya bi êrişên balefirên bêpîlot li Pakistanê, bi kêfxweşî pêşwazî kir. Li ser mijara Koreya Bakur û Îranê, ew xeta tundraw û hişk tercîh dike, NY bixwe bi awayekî rûtîn weke bêkêr û burokratîk tê gunehbar kirin.

Rêjeya tîraja li Amerîkaya Latîn hîç hev nedigirt, nexasim li Arjantîn, Brezîlya, Bolîvya û niha jî Nîkaraguwayê, yên ku çepgir li wan desthilatdar in. Venezuela bi serê xwe mijarek e. Tevî ku Hugo Chavez ji çardeh hilbijartinan di sêzdehan de bi ser ket, rojname dev jê bernade û jê naweste "tirsan zêde bike ku Venezuela wê her bi leztir ber bi dîktatorîyê ve biçe". Çavkanîyên wê? Heman muxalefet û çapemenîya taybet a ku bêbextî gerand ji bo ku Chavez ji desthilatdarîyê bixe bi darbeya eskerî ya DYAyê destek didayê ya 2002yê, (23yê îlona 2010ê, 5ê çileya 2012ê). Belkî jî nîşana herî baş a hevdengîya wê ya bi dîplomasîya DYAyê re, di reaksîyona wê ya vê dawîyê de ya li dijî Julian Assange Wikileaksê de mirov dikare bibîne. Wexta derfet danê da ku alîgirîya wê ya dozeke ji rêze ya lîberal îlan bike –azadîya agahîstendinê– ew dudil ma. Li gor wê mafê DYAyê heye ku bi wan kesan re şer bike yên ku sirên wê didizin û lê aşkere dikin, çi ‘Jacobinên Dîjîtal’ [çepgir an jî çepgirên tundraw yên ku li ser Înternetê çalak in; nota wergêr] bin ên ku "xwedî gelek alîgir" in, çi jî ne ew bin, ev ne girîng e (9ê kanûna 2010ê ).

The Economist bi awayekî lîberalîzma ciwanîya xwe ji nû ve vedît. Li ser dewra dewletê, zanetîya bazaran û tehlûkeyên xwebirêxistinkirinê, helwêstên wê bi awayekî madî ji edîtorên wê yên mezin ên Victorian ne cihê ne. Bi her halî, vê carê divê dildarîyên xwe bi wekalet bijî. Lîberalîzm bixwe guherî. Girêdana wê bi yek neteweyî re –ji sala 1945ê û vir ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê– cihêtîya herî darîçav e. Ji barê şovenîzma neteweyî derzîkirî, wê destek da şeran, ên ku wezîrên wê berê bawerî bi hîmê wan ê mantiqî (çi insanî, çi welatparêzî yan jî ji bo pereyan) nedianîn. Edîtorê wê yê niha yê ku li bankeyên Amerîkayê û navendên nûçeyan hatiye perwerde kirin, encama vê çanda nû ya edîtoryal e –mêzînek e navbera lîberalîzma klasîk a rojên xwe yên bê teşqele û awayê neo yê ku ew niha rave dike. Piştî 169 salan The Economist markeya aborîya siyasî ji bilî Efrîkayê li her parzemînê bi berferehî tê belav kirin. Lê belê roja me ya îro ruhê nepenî yê ingilîzan kêm elaqeya wê pê re heye.

Sala 2011ê dahata rojnameyê her zêde bû, di reklamgirtinê de rewşa wê baş bû, tevî ku tîraja wê ya global bi rêjeyeke kêmtir zêde bû, kêmtirî ji sedî 1ê. Ev encam diviyabû li ber endustrîya sektorê hemûyî bihata girtin, bandorên krîzê di îndustrîya vê sektorê de kêmbûnên demdirêj bi lez kirin, nexasim jî li DYAyê. Hatinên madî yên rojnameyê sala 2008ê ji sedî 14.6 kêm bûn û sala 2009ê ji sedî 18. Firotinên reklamê jî di heman demê de ji sedî 23 li xwe kêm kirin, tîraja wê jî kêmbûna xwe ya ku ji du dehsalan ve dewam dikir, ajot. (10) Firotina li ser dezgehan a kovaran di nîvê pêşî yê sala 2009ê de ji sedî 12.36 kêm bû, di nîvê duyem de ji sedî 9.1, li gor adahîyan di sala 2010ê de kêmbûna firotina wê ne pir e. (1)

(1) “Newsstand sales and circulation fall for magazines / Firotina li dezgehan û belavkirina kovaran kêm bû”, The New York Times. 8ê sibata 2010ê. Stephanie Clifford.

Alexander Zevin: Dîrokzan, li zanîngeha Californiayê li Los Angelesê.

(1) "The Economist Tends its Sophisticated Garden / The Economist Meyildara Baxçeyê xwe yê Sofîstîke ye," Jeremy W. Peters The New York Times. 8ê tebaxa 2010ê.

(2) "The Economics of the Colonial Cringe /The Economista Tirsonekîya Kolonyal," The Washington Post. 6ê çirîya pêşî ya 1991ê.

(3) Libération, Paris, 8 tebax 2003.

(4) Fîlozof (1918-1990) di sala 198ê de jina xwe xeniqand

(5) Li pirtûka Ibrahim Warde, ya «Quand le libre-échange affamait l’Irlande» binêrin, LeMonde diplomatique, hezîran 1996.

(6) Collected Works of Walter Bagehot [Berhemên Komkirî yên Bagehot] v. iv, r81. Xwendevanên fransî divê hez jê bikin. Li gor Bagehot ingilîz nexasim pir baş li hukûmeta parlemanterî tên ji ber ‘ehmeqîya xwe ya bêhemta’. Fransîyekî bi rastî ‘nabe ku ehmeq be; esprit [aqil] cewherê wî ye, mejî ji wî re weke avê ye, bons-mots [gotinên baş] weke bon-bons [şekir] in." (Bagehot Collected works IV, 81).

(7) "The Disruption of the Union/Xirabûna Yekîtîyê" The Economist 19ê çileyê sala 1861ê; "Is the success off the North Possible? / Gelo serketina bakur mumkin e?" The Economist 29ê hezîrana 1861ê (260); "English Feeling Towards America / Hisên ingilîz beramberî Amerîkayê" 28ê îlona 1861ê (323-328); "The Invasion of the Federal States / Dagîrkirina Deweltên Federal" The Economist 11ê hezîrana 1863yê (387-389).

(8) The Economist: 1843-1943. r13-15

(9) Di nav heman demê de 150 gotar ji bo mijarên kolektîfkirina pirsgirêka ewlekarîyê û sînordarkirina çekdarîbûnê hatin veqetandin. Graham Hutton. "The Economist and Foreign Affairs / The Economist û Karên Derve," di The Economist 1843-1943 de.

(10) "Channel Crossing / Derbaskirina Kanalê," The Economist 6ê çirîya pêşî ya sala 1956ê. Ev gotarek e ku muxalefeta li dijî kanala Suezê ya bi temamî bi van gotinan rave dike – dema ku Brîtanya û Fransa têra xwe hêzdar bûn ku karûbarên kolonyal di nav xwe de hal bikin, li paş ma û bihurî. Ji bo Ewropayê pêwîst bû ku girêdayî DYAyê be.

Wergera ji ingilîzî: Feryal Guladawîya