Êdî lêkolîner newêrin li tiştekî bikolin

Astengên nû di lêkolîna warê zanistên civakî de
Translator

Ji bo lêkolîna zanyarîyên civakî çiqas azadî heye? Ji xwe, zextên siyasî, hiqûqî an aborî li ser lêkolîneran tên kirin. Lê belê yekrengîya akademî û tirsa berpirsên zanîngehî ku ew ê pergala heyî, hindik be jî, nerihet bikin, dirûvên sansûrê yên hîn xeter in.

Civaknasa tirk Pinar Selek cirma xebatên xwe yên rexneyî yên li ser zarokên kolanan, transseksuelan, xizmeta leşkerî an jî pirsgirêka kurdan wê pir biha bidaya. Bi sûcdarîya ku wê di 1998ê de li Çarşîya Misirî ya Stenbolê "êrişeke bibombe" pêk anîye, êşkence lê hatibû kirin û du sal û nîvan di hepsê de hatibû girtin; di 9ê sibata 2011ê de ew ji alîyê mehkemeyê ve cara sêyemîn bêsûc hat dîtin. Wekî di celseyên 2006 û 2008ê de, hakiman qebûl kir ku teqîna tesadûfî ya kûpikeke gazê bûye sedema felaketê û îtirafên ku Selek wek berpirs nîşan didin, di bin êşkenceyan de hatine bi dest xistin. Şikir ji Xwedê re ku tu talûkeyên bi vî rengî ji bo hempîşeyên wê yên rojavayî nînin; yên ku ji bo azadîya wê bi berfirehî seferber bûbûn. Lê belê ev nayê wê maneyê ku ew dikarin her tiştê dixwazin bêyî ku bihayê wî bidin, pêk bînin. Bêguman sansurên hê xiniztir tên azadîya wan bi sînor dikin.

Bifikirin ku –bi çavkanîya bûyerên rastîn– lêkolînên we dest nîşan dikin ku şagirdên dibistanekê hînî tiştekî nabin. Hê girantir: Ew dest nîşan dikin ku şixulîna vê sazîyê bi rastî jî rê li ber şagirdan digire ku ew hînî qet tiştekî nebin û rêxistina wê ji ya dibistanê wêdetir gelek dişibe rêxistina girtîgehekê. Dema hûn ê hewl bidin gotara xwe bidin weşandin, îhtimaleke pir mezin kovara zanîngehî ya herî rêzdar a warê we wê bibêje ku gotar bersivê nade pêwistîyên wan ên metodolojîk: Lazim bû we peywendîyeke îstatîstîkî ya hê saxlemtir danîbûya, an jî mînakeke hê temsîlî bi kar anîbûya. Li gel vê yekê, baş bala xwe bidinê, dema ku gotarên xwedî encamên kêm gengeşe mijara gotinê ne, heman kovar rexneyeke bi vî rengî qet nayne ziman. Nîyazkirina kêmasîya saxlembûnê ya bi bahaneya pêkanîna krîterên zanistî, li vê derê tê wateya maskekirina sansurê. Esas, hûn tên ceza kirin ji ber ku we tiştek aşkere kiriye, tiştekî ku mirov û sazîyên ku di warê perwerdeyê de hêzê di destê xwe de digirin, naxwazin wî tiştî bibihîzin, an jî naxwazin haya gel jê çêbibe.

Eger lêkolîna te ne bi dilê rêvebirîyê be

Helbet di her warê lêkolînê de bi dehan kovar hene û gotareke ku ji alîyê yekê ji wan ve hatî red kirin hê şensê wê heye ku li cihekî din bê weşandin. Lê belê awayên din ên cezakirinê xwedî encamên hê girantir in. Li ser vê yekê, mimkun e piştre hûn ji bo projeyên xwe di peydekirina alîkarîyên diravî de rastî zehmetîyên hê mezintir bên. Ev ê ji bo we bibe dersek ka serînetewandina li ber rêveberîyên ku warê we bi rê ve dibin, çi ye. Hûn ê di peydakirina cih an jî mirovan de rastî gelek pirsgirêkan werin, cih û mirovên ku amade ne bersiva pirsên we bidin, amade ne bihêlin hûn çavderîya wan bikin, an jî belgeyên ku we pêdivî pê heye bidin we. Berevajî vê yekê, lêkolînerên hê biendaze, ku xebatên wan bi qasî ku rastî cezakirinan werin rêveberîyan aciz nakin, wê karibin bi rehetî lêkolînên xwe bimeşînin.
Ev rêbazên kontrolê, ji ber ku têra xwe berbiçav in, ji alîyê civata zanistî ve gelek tên tawanbar kirin û pir zêde jî nikarin bên bi kar anîn. Lê awayên din ên sansurê, ku pir xiniztir (sinsî) û herwiha pir bitalûketir in, xwe li pişt navnasên saf an jî rûmetgiran vedişêrin.

Ji nav wan ya herî xirab bêguman "parastina kobayên mirov" e. Ev têgeh ji warê lêkolîna bijîşkî tê. Di vî warî de derketîye holê ku divê mirov ji xirabbikaranîna bijîşkên ne pir jêhatî an jî yên ku ji encamên mirovî û civakî yên ceribandinên xwe re xemsarîyê nîşan didin, bên parastin. Dema ku komek lêkolînvan bixwaze tesdîq bike ka gelo nexweşîya pençeşêrê dikare wekî nexweşîyeke têger (dirmî/perokî) tevbigere, çima hucreyên pençeşêrê li mirovên saxlem neyên enjekte kirin û neyê nihêrtin ka wê çi biqewime? Helbet, kobayên têkildar dema ku bizanibin ka rastîya meseleyê çi ye, ew ê qebûl nekin ku ceribandinên wiha li ser wan pêk werin. Lê belê, tevî her tiştî, ew dilxwaz bin an jî na, pêdivîya zanistê bi fedakirina wan heye û lêkolînvan dikarin biryarê bidin ku rastîyê ji wan veşêrin.

Hikûmetê şert avêtine ber zanîngehan

Mînakeke wisa sosret mirovan dihejîne; lê gelek mînakên heyî ne ewqasî dûrî me ne. Li Bakûrê Amerîkayê, ji bo rê li ber xirabbikaranîna wiha û skandalan bigirin, sazîyên hikûmetî yên têkildar şert li ber zanîngeh û navendên lêkolînê (ku ew li wir tev girêdayî hev in) danîn, lê ev şert ne ewqasî jî mecbûrî ne: Êdî divê hemû lêkolînên zanistî yên li ser kobayên mirov ji alîyê komîteya ji profesor û endamên rêveberîyê ve bên teswîb kirin. Detayên vê pêvajoyê û rêbaza qethî ya krîterên nirxandinê ji teqdîra her sazîyê re hatibûn hiştin.

Ji van qedirgiranên pêşîn cinawirek derket holê: Human Subjects Review Board (Komîteya Nirxandina Lêkolînên li ser Kobayên Mirov). Di nav hemû sazîyên akademîk de komîteyeke wiha nîne û hemû komîte jî ne xwedî heman hêzê ne. Gelek caran, koma profesoran bi terza ku ew li ber xebatên lêkolînê nabe asteng, dezgîn û serkarî girtin dest xwe. Lê di gelek bûyeran de, ev komîte bûn belayekî wisa mezin ku zanyar û hikûmetên amerîkî û kanadayî nikaribû ewqas texmîn bikira.

Di nav van komîteyan de, pêvajoya nirxandinê teşe û giranîyeke wisa girt ku, eger ew li her derê bihata bi kar anîn, wê dê bi awayekî pratîk hemû lêkolînên warê zanistên mirovî nemimkun bikira û bi taybetî jî zanistên ku çavdêrîya binyadên civakî dikin, wek mirovnasî (antropolojî), civaknasî (sosyolojî) an jî zanista polîtîk. Her lêkolînerê ku çavdêrîya mirovan dike, çavdêrîya mirovên ku di awayên xwe yên jîyanê an jî yên xebatê de vediguherin, mecbûr e bi awayekî teorîk, piştî ku ji her şexsê têkildar re rîskên mimkun ên vê çavdêrîyê îzah bike, jê destûreke nivîskî bigire. Di salên 1950yê de, min sê salan li ser jîyana xwendekarên bijîşkîyê lêkolîn kirin. Eger berê mecbûrîyetên wiha hebûna, piştî îzahkirina min a ka ez kî me û ez çi dikim, lazim bû min "rizaya wan a aşkere" bigirta, eynî mîna rizaya her nexweş an jî xebatkarê nexweşxaneyê – ya bi sedan kesan–. Aşkere ye ku lêkolîn û berhema ku jê derketîye, wê tu caran pêk nehatibûya (1).

Eger ev qaîde bi hişkahî û bêalîgirî bihatana tetbîq kirin, piranîya xebatên warê zanistên civakî yên îro pêkhatî nikaribû pêk werin. Wê çaxê bi awayekî zelal derdikeve holê ku ev qaîde wiha nayên tetbîq kirin. Hin lêkolîner ji nêz ve tên venihêrtin. Ew mecbûr in gelek belgeyan dagirin, her çalakîya xwe kite bi kite bidin zanîn û sond bixwin ku ew ê îtaetî qaîdeyan bikin, îtaetên ku bi rastî jî nemimkun e bên rîayet kirin. Lê yên din ne mecbûr in xwe bi qaîdeyên wiha aciz bikin. Bi tenê li ser rêzgirtina kobayên lêkolînê çend sozên giştî ji wan tên xwestin û piştre ew çi bixwazin dikarin pêk bînin. Wekî dihate payîn, dereceya azadîyê bihişkî girêdayî sewîyeya hîyerarşîk e, ya ku di sazîyê de her yek lê bi cih bûye. Xwendekar û xwendekarên doktorayê tengezar dibin û gelek roj, heta hefteyên xwe didin amadekirina dosyeyên xwe, lê profesorên ku dikarin gelek lêkolînên xwe biweşînin û alîkarîyên aborî yên lêkolînê werbigirin, ne mecbûr in xwe bi prosedureke wiha tengezar bikin. Ew ne mecbûr in komîteyekê qanî bikin, komîteyeke ku, di halê herî baş de, ji hemtayên wan û gelek caran ji lêkolînerên kêm ronak pêkhatî. Ji ber ku wan îsbat kiriye ku ew dikarin awayê xebatên ku sazî ji wan dipê, pêk bînin.

Pêdivîyên rastîn ên sazîyên akademîk

Îca ferqên wiha yên muameleyan nîşan didin ka pêdivîyên rastîn ên sazîyên akademîk çi ne: Ji bo baş xebitîna xwe  piştgirîya diravî ya lêkolînê ku jîyanî ye bi dest bixin; xwe ji skandalan dûr bixin; skandalên ku dikarin biteqin dema ku zirarê bidin saxîtîya bedenî an jî moralî ya kesê ku wek kobayê lêkolînê hatîye bikaranîn; nebin dijberên kesekî an jî sazîyekê da ku dijminatîya wan çênebe; di der barê xwe û rêveberên xwe de îmajeke baş bidin.

Divê hatibe ferq kirin ku ev pêwistî tenê dikarin bi awayekî pir nerasterast kobayên lêkolînê biparêzin. Zanîngeh gelek ditirsin ku navên wan di nûçeyên televizyonê de derbas bibe; ji ber sedema ku psîkologekî/e wan lêkolînên xwe ji bo neqandina xwendekarên ku tên bandor kirin bi kar anîbe, da ku wan qanî bike ku pê re bikevin têkilîyên cinsî an jî şûna wan gotarên wan binivîsin. Ziravê zanîngehan diqete ku kesek wan bide mehkemeyan û bibêje ku aşkerekirina hin xebatan bal kişandîye ser wî, bi radeya ku jîyana wî xera dike, wî dixe rewşeke pêkenokî an jî mafê giramgirtina jîyana wî ya taybet bin pê dike. Ev talûke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her tim heye, civaka ku pir zêde serî li mehkemeyan dide. Lê belê li cihên din jî wisa ye. Tehdîda dozvekirinekê wexta ku weşanek agahîyekê belav dike û bi wê zirarê dide rêzdarîya kesekî an jî sazîyekê, gelek tê bi kar anîn. Wek mînak, analîza baş a dizîyan a bi awayekî zanistî, dizîyên ku ji alîyê xebatkar û rêveberên civakekê ve hatine kirin, dikare were tawanbar kirin ku tecawizî jîyana taybet a mirovên sûcdarkirî û bi taybetî jî ya berpirsên wê yên bilind hatiye kirin.

Ev pêwistîyên mecbûrî her ku diçe xebata lêkolîneran zehmettir dikin, lê herwiha tesîrên wan ên pir kûrtir hene. Esas ev pêwistî alîkarîya pêkanîna kultureke akademîk ku li wir mecbûrîyet û sînorên pêwist ên lêkolînê wek tiştekî normal tên dîtin, dikin. Bi taybetî jî ji alîyê lêkolînerên ciwan ve, yên ku nikarin li hember mecbûrîyeta adaptekirina xebatên xwe yên li gor pêdivîyên sazîyan serî hildin û di dawîyê de van pêwistîyan wekî girêdayî hemû xebatên lêkolînê dibînin. Bi vî rengî, ji bo xwendekarên doktorayê yên amerîkî yên warê civaknasîyê, derketina ber komîsyoneke nirxandina lêkolînan tiştekî adetî yê zanîngehê ye û ev tenê astengeke pêvek e li ser riya wan, lê belê komîsyonên wiha rê li ber wan digirin û nahêlin ew pêsehîyên xwe bişopînin.

Eger nifşê nû yê lêkolîneran astengên heyî bipejirîne, wê çaxê siberoja zanistên civakî gelek tarî ye. Ku derfeta lêgerîna ramanan ji destê wan bê girtin, ramanên ku sazîya akademîk dikare ecêb û biguman binirxîne, ku neyê hiştin ku ew di nûkirinê de xeletîyan bikin, wê çaxê ew ê di warê têkilîyên gel de bibin bisporên ji rêzê. Bisazîkirina qaîdeyên etîk dikare ji bo rêveberên zanîngehan û yên navendên lêkolînê wek fikreke bêqusûr xuya bike, lê ev ji bo zanîna ku ev sazî ji parastin û bipêşxistina wê berpirs in, talûkeyeke rasteqîn e.

Çavkanî

Howard S. Becker:
Civaknas. Berhema dawî ya weşandî: "Comment parler de la société" (Çawa Behsa Civakê Were Kirin), La Découverte, Parîs, 2009

  1. Howard S. Becker, Blanche Geer, Everett C. Hughes û
    Anselm Strauss, Boys in White: Student Culture in Medical
    School (Xortên Spîpoş: Çanda Xwendekarîyê ya di Fakulteya
    Bijîşkîyê de), University of Chicago Press, 1961

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt