Efrîqa - Berev erdên adan

Translator

18 û 19ê Mijdara 2009’an, navenda konferansê ya Elisabeth II li London’ê, mazûvaniyê li bexşkerên fonên Brîtanya’yê yên ji bo Sierra Leone’yê dike. Li ser kursiyê, kevne-serokwezîr Anthony Blair, ku bi piştgiriya weqfa wî (Weqfa ji bo Efrîqa’yê) rêwresm dihate birêkxistin, bi coş û peroş beşdaran handide ku zeviyên çandiniyê bikirrin li wî welatî ku bi gotinên wî, “xwedanê bi milyonan hektarên erdên adan e(1).” Diyar e ku rêzdar Blair ji şewq û heyecanê muşewiş bûye û lewma ji bîr kiriye ku jiyara bi milyonan Sierra-Leoneyiyan bi berhemên wan erd û zeviyan e.

Hejmareke mezina bank, fonên veberhênanê, gewre-grûbên endûstriyê, dewlet û milyarderên xwedanê xezîneyên xwe yên arizî, dixwazin li Efrîqa’yê çewligên endûstriyel ên pir mezin ava bikin da ku li wê derê, bi tenê ji bo îxracatê, malên xwarinê û bîokarbûranan [ardû-soxtên ji madeyên organîk] durist bikin. Ev şêwe firotinên qismî û beş bi beş, û kirêkirina bo demên dirêj ên erdên çandiniyê, wekî bernameyên geşedanê têne pêşkêşkirin ku ji bo menfaeta hevbeş a hêzên veberhêner û welatên peywendîdar têne birêvebirin.

Di nav layengirên projeyê de, Şirketa Darayî ya Navneteweyî (ŞDN) ya Banka Cîhanî(2) û Fona Navneteweyî bo Geşepêdana Çandiniyê (FNGÇ), enstîtûya bispor a sîstema Neteweyên Yekgirtî, hene. Sererra fikar û ihtiyata pêşîn a Jacques Dioufê midûrê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo Xurek û Çandiniyê (Food and Agricultural Organization: FAO), ku bernameya navhatî bi “şêweyekî neo-kolonyalîzmê” wesfandibû, rêxistina wî dû re bi hêz û heyecanekê mezin xwe da ser sepandina vê bernameyê.

Nimûneyên vê herac û firotinên tesfiyeyê ku niha li Efrîqa’yê bi rê ve diçin gelek in. Çînê ji Komara Demokratîk a Kongo’yê (KDK), ji bo qederê 2,8 milyon hektarên erdî îcaze wergirt da ku mezintirîn rêla palmiyeyan a cîhanê lê biçîne(3). Philippe Heilberg’ê serekê rêveberê giştî yê fonên veberhênanê Jarch Capital, li New York’ê, û kevne-nûnerê American International Group a (AIG) dêwê sîgorteyê, li Başûrê Sûdan’ê, ji Paulino Matipê derebegê şerî, ji 400.000 heta milyoneke hektarên erdî kirê kirine(4). Kongo-Brazzaville’ê, di van heyamên dawî de, qederê deh milyon hektar rêlên biqîmet û barangir ên welatî, ku jixwe metirsîdar in, pêşkêş kirin bo çend şirketên endûstriya xurekên çandiniyê ji Efrîqa’ya Başûr.

Mijdara buhurî, bi serkêşiya Mohammed Ali Al-Amoudy’yê karsazê suûdî yê bi regez ji Etiyopya’yê, pênceh ji mezintirîn şirketên suûdî, forûmek bi rê ve birin li Etiyopya’yê bi armanca lêkdana rê û dirbên dariştina bernameyekê ji bo damezrandina dezgeh û karxaneyên çandiniyê bi tenê ji bo îxracatê(5). Di heman demê de, Sai Ramakrishna Karuturiyê hindistanî, ku reqabetê dike digel Cargilla dêwê endûstriya xurekên ziraî, îdia dike ku ew xwedanê mezintirîn “banka erdî” ya serzemînê reşik e, nexasim li Etiyopya’yê(6). Di hengava ku ew welatê ji hişkesaliyê derbxwarî ji bo alîkariya xurekî bang dike cîhanê, hikûmeta wî ya ku jixwe 600.000 hektarên erdî dabûn, xwe amade dike ji bo bazarkirina 3 milyon hektarên din(7).

Wisa diyar e ku gelek ji serekên dewletên Efrîqa’yê ketine ber cezabeta hizra ku îxracata berhemên xurekên-ziraî çareseriya xizaniyê û ya bêkariya li herêmê ye. Bi taybetî piştgiriya ŞDN’yê bi wan re ye. Saziya navhatî, bi xema amadekirina “seqayeke destxweş ji bo piyaseya kar û bazirganiyê” li welatên peywendîdar ajansên handana veberhênanê vekirin. Wezîfeya wan, alîkirina li veberhêneran e beramber astengên li ber azadiya karkirinê, ku tê heye ji ber bac û yasayên lokal (mafê karkirinê, mafên mirovî, parastina jîngehê) û hetta di bin navê serweriya neteweyî de bêne pêş karsazan.

Îdiaya herî zêde tê pêşxistin, kêm-îstifadekirina ji axê ye. Lê belê, zeviyên şûvhiştî û erdên kêlayî lê neçandî, dihêlin ku ax û rûbar xwe nû bikin. Wekî din, xelkê binkî ji wan deverên daristan û ji wan zeviyên “cotnekirî û neçandî” gelek çavkaniyên girîng bi dest dixin (xurek, dezî, beharat, nebatên rûnder, çêjnî û giyayên dermanan).

Enstîtûya Navneteweyî bo Vekolînên li ser Polîtîkayên Xurekî (ENVPX) li Washington’ê wisa texmîn dike ku di nava du salên buhurî de bîst milyon hektarên erdî, piranî jê li Efrîqa’yê (8), bi kêmî li sî welatan, bo maweyên ji sî salan heta digihe sed salan, hatine kirêkirin. Rêxistina ne-hikûmî Grain, ku hewl dide van muameleyan bihejmêre û hisêba wan bigire, balê dikêşe ser wê hindê ku muamele ewqas bi lez û bêqaîde têne encamdan ku zehmet e hisêb û hejmarên durist bêne çespandin(9).

Hinek girêbestên ku di asteke herî bilind de hatine girêdan, pir bi dizî û nihênî, gelek caran bi hemtawaniya serekeşîran, bi pişta deriyên girtî ve têne hilawistin. Herçend ew serek wekî parêzerên erdan bêne nasîn jî, gelek caran beramber karekî kêm-mûçe di nav zeviyên veberhêneran de qanih dibin û wezîfeya xwe ya parastina erdê xelkê xwe ji bîr dikin.

Dewletên dewlemend ên Xelîca Fars, ku xema teqezkirina hêminiya xurekî dixwin ji bo xelkê welatên xwe, ku erdê çandiniyê lê pir kêm e, û herwiha çend welatên asyayî, di vê “bazarê” de li rêza pêşî cih digirin. Ji bo karsazan û gewre-grûbên endûstriyel, armanc berî her tiştî hilberandina biyokarbûranan e ji berhemên çandiniyê (leven, rûnê palmiyeyê, garis, kasav [dareke tropîkal]) an jî ji jatrophayê, giyayek ku hinek jê re dibêjin “zêra kesk” lewre taybetiyên rûnê wê nêzîkî yên dîzelê ne. Ev hemû li wan welatên Efrîqa’yê diqewimin ku bi xwe şerrê dabînkirina xurekî dikin, ji ber ku kêmbûna serûkaniyên avê û guherînên avûhewayî, ku qet ne ji xetayên wan e, gefên daîmî ne li ser serê wan.

Heye ku pawankariya li ser erdan jî, dîsa, hevkêşeyên xwezayî têk bide. Cotkarên hûrde, ku piraniya xurekê parzemînê dabîn dikin (ji çandiniya xurekî), birreke sewziyên cihêreng diçînin û bi vî rengî beşdariyê di parastina cihêrengiya biyolojîk [biyo-cihêrengî] dikin(10). Hûrde-cotkar, herroj bêtir dikevine ber gefên dêwên endûstriya xurekên ziraî û take-çandiniya ku ew berbelav dikin.

Qeyrana xurekî ya cîhanî lez da nijdeya berev erdên çandbar ên Efrîqa’yê. Lê belê, milyarek mexdûrên bed-xuriyê [malnutrition: kêmasiya xwarina bi duristî] ku li dinyayê hene, qurbanên xelayê nîne, lê bêtir qurbanên berdestnebûna xurekan in ku di 2008’an de bihayê xurekan her girantir lêhat. Ev bilindbûna derveyî hemû rêje û sînoran, qismen ji ber bayê spekûlasyonan a li dû wê biryara dewletên Ewrûpa’yê û Dewletên Yekgirtî bû ya bikaranîna bêtir biyokarbûranan. Diyardeyeke nakok e ku bikaranîna biyokarbûranan, ku ne teqez e bê ka dê karîger bin di têkoşîna li dijî guherînên avûhewayî de, qismen berpirs e di talana li ser erdên çandiniyê de. Qeyrana aborî jî dîsa xwedanê rolekê bû di vê bizavê de, ji ber ku piştî îflasa meha îlona 2008’an, bi hezaran veberhêner ketine ser rêya peydakirina deverên hêmintir û biqazanctir ji bo veberhênanê. Bi nezera wan, “zevî veberhênaneke pir hêmin e û hetta hêmintir ji zêrê ye(11).”

Olivier De Schutterê raportorê taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo mafê xurekê, xemgîn e ku rêveberên efrîqayî, ku bêyî li parlemanên xwe bişêwirin wan girêbestan mor dikin, dêvla ku dê bi hev re bixebitin da ku şertan danine ber veberhênerên biyanî (çakkirina binesaziyan an jî ragirtina bi kêmî nîvê berheman ji bo bazara herêmî) radibin li dijî hev dikevine reqabetê. Philippe Heiberg’ê serokê banka newyorkî Jarch Capital’ê, bi reşbînî dibêje ku “gava xurek kêm dibe, veberhêner li dewleteke wisa feqîr digerre da ku di xwe re nebîne rêzik û qanûnan li wî bisepîne”(12).

Digel vê hindê jî, çend komeleyên efrîqayî hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Bo nimûne Copagen, hevpeymaniyeke pan-efrîqayî ku ji zanyar û komeleyên cotkaran pêk tê, doza parastina serweriya li ser tov û berhemên xurekî dike. 27ê Cotmeha 2009’an, bîst û heft komeleyên lokal nameyek îmze kir û bang li rêveberên serzemînê kir ku piştgiriya xwe ya bo çandiniya endûstriyel bibirrin. Heta îro bersivek wernegirtine.

Rast e ku piraniya hemleyên pawankirina erdên çandiniyê hêj di asta projeyê de ne. Lê belê, heke qeza û belayek bi pêş neyê, “projeyek” ji bo bicihkirin û gihandina heta dawiyê tê dariştin. Belam, kirrîna gişkî ya wan erdan tenê bi armanca spekulasyonên darayî di nav xwe de tovekê dihewîne: tovê dubendiyan, wêrankariya jîngehî, şêlûbêla siyasî û birs û xelayeke ku berê qet nehatiye dîtin. Mijdara buhurî, FAO’yê, di çarçoveya civîna cîhanî de li ser hêminiya xurekî ya li Roma’yê, diyar kir ku ew digel Konferansa Neteweyên Yekgirtî li ser Bazirganî û Geşepêdanê (KNYBG), FIDA û Banka Cîhanî dixebite ji bo dariştina “qanûna reftara durist” ji bo veberhênerên biyanî. Sazkarî û qaîdeyên navneteweyî dikarin, herwiha, rêyê li ber projeyên veberhênanên çandiniyê yên “xwedan-mesûliyet” xweş bikin.

Lê belê, çareserî hene. Derxistina mîkro-krediyan, çêkirina rêyan ku îmkana firotina berhemên ziraî li bazarên deverê durist dike, îmkana dewreyên perwerdeyê ku dê bihêlin cotkar teknîkên çandiniyê yên biyo-cihêrengiyê fêr bibin, veguhastin û depokirina çêtir bo berhemên wan û kêmkirina îthalata ku kar û keda wan bêqîmet dike, ev hemû veberhênanên avaker in di sermiyanê mirovî û çandinî yê Efrîqa’yê de.

Çavkanî

Têbînî:
(1). “ Sierra Leone open for business ”, Awoko, Freetown, Sierra Leone. 23 Mijdar 2009.
(2). Bi ya raporta SFI’yê, belavkirina hezîrana 2009’an, di 2009’an de 2 milyar dolarên rekor hatine razandin di endûstriya xurekên ziraî de, anku % 42 zêdetir ji sala berê.
(3). Olivier De Schutter, raportorê taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo mafê xurekê, di 11ê Hezîrana 2009’an de, bangek belav kir ji bo çavlêkirina hejmareke prensîbên pêwendîdarî mafên mirovî, wekî bingehê kêmanî, di girêbestan de.
(4). Daniel Shepard û Anuradha Mittal, “ The Great land Grab: rush for world’s farmland threatens food security for the poor ”, Oakland Institute, Oakland, Californie. 2009
(5). Wudineh Zenebe, “ Al-Amoudi’s efforts to initiate Saudi agro-investment ”, Addis Fortune, Addis Abeba, 29 Mijdar 2009.
(6). Asha Rai, “ The constant gardener ”, The times of India, Mumbai, 26 Îlon 2009.
(7). “ Ethiopia is giving away 2,7 million hectares ” Daily Nation, Addis Abeba,15 Îlon 2009.
(8). Joachim von Braun û Ruth Suseela Meinzen-Dick, “ Land grabbing by foreign investors in developing countries: risks and opportunities ”, IFPRI Policy Brief 13, International Food Policy Research Institute, Washington, Nîsan 2009.
(9). “ Il faut mettre fin à l’accaparement mondial des terres ! ”, beyana Grainê, di Civîna cîhanî ya xurekê de li Roma’yê, 16 Mijdar 2009.
(10). Miguel A. Altieri “ Agroecology, small farms, and food sovereignty ” The Monthly Review, New York, Hezîran-Tebax 2009.
(11). Chris Mayer, “ This asset is like gold, only better ”, Daily Wealth, Vancouver, 4 Cotmeh 2009.
(12). Knaup, Horand û von Mittselstaed, “ Foreign investors snap up African farmland ”, Der Spiegel, Hamburg, 31 Tîrmeh 2009.