Encamên Çernobîlê yên tenduristiyê

Ûkrayna
Translator

Di pêncemîn salvegera dezinformasyona di derbarê veşartina encamên tenduristiyê û ên hawîrdorê de ku bi bûyera Çernobîlê derketine holê, birêveberên hêzên mezin tev li heman kiryarê dibin ku pîşesaziya nukleer, sivîl û herweha ya leşkerî jê feydeyê dibînin. Ev stratejî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Atomîk (AIEA) ve tê birêveberin ku xwedê giravî ev ajans di derbarê qirêjiya radyoaktîv de weke berdevkê saziyên nukleer e. Mixabin, piştî peymana ku di 1959’an de di navbera van du rêxistinan de hatiye îmzekirin, rêxistina cîhanê ya tenduristiyê (OMS) jî hevkarê wê ye. Ev dokuman destûrê nade OMS’ê ku ew, di derbarê xeteriya lidijî mirovan de girseyan agahdar bike.

Di çileya paşîna 2010’an de, Akademiya Zanistê ya New Yorkê, encamên zanistî yên herî bibawer, di derbarê bûyera Çernobîlê de weşandin. Di vê daxuyaniyê de, encamên gellek lêgerînan hene ku li welatên ku ji heman bûyerê ziyan dîtine pêk hatine, weke Rûsyaya Spî, Rûsya û Ûkraynayê.
Lêkolîner bawer dikin ku bandora radyoaktîvên reaktoran gihîştiye 10 milyar kûrî, ev jî tê wateya ku ew du sed caran ji ya bombeyên atomê, ya ku li ser bajarên Hiroşîma û Nagazakiyê hatine teqandin zêdetir e. Tenê di navbera 1986’an û 2004’an de hejmara kuştiyên wê bûyerê gehiştiye 985 000’î ku ev hejmar dikare hê jî zêdetir bibe. Di nava 830 000 kesên ku ji herêma bûyerê hatine bidûrxistin de, ji 112 000’î heya 125 000 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li ser laşê piraniya van jin û mêran ku bi xurtî nehatine parastin, gellek qirêjiya ûranyûmê hatiye dîtin û laşê wan ziyan dîtiye. Di sala 2005’an de, OMS û AIEA’yê raporek ji raya giştî re aşkere kir. Di heman raporê de hatiye destnîşankirin ku, di heman salê de, di nava kesên ku ji cihên bûyerê hatine bidûrxistin de, 50 kesan jiyana xwe wenda kiriye, derdora 9000 kes jî bi xeteriya mirinê re rûbirû ne – ev hejmar bi tenê ya şêniyên ji Rûsyaya Spî, Federasyona Rûsyayê û Ûkraynayê ye…

Bi hezaran lêkolînên ku di derbarê xeteriyên heman bûyerê de agahiyan didin hatine weşandin. Di van xebatan de tê destnîşankirin ku hejmara welatên ku ji heman bûyerê ziyan dîtine zêdetirî hejmara tespîtkirî ye. Di van welatan de xeteriya zêdebûna nexweşiyên weke qansêr, dil, gastrointestînal, genitouriner, endokrîn, immûn kardiyovaskûler, sîstema lenfatîk, mortalîte, prenatal, perinatal û mirina zarokan, spontan abortus, nexweşiya jinên ducanî, nexweşiyên mejî, nûropsîkolojîk û korbûnê hene.

Heger encamên tendu-rustiyê û ên hawîrdorê destûr dabûya, fatoreya encama vê bûyerê dê teknokratên mermerê mat-mayî kiribûna. Bi tenê di 5 salên destpêkê de, fatoreya aborî ya xercên ku di sê welatên mijara gotinê de hatine kirin, digihîje 500 mîlyar dolaran. Ev hejmar li gorî xercên ku di Yekîtiya Ewropayê de ji bo tenduristiya mirovan tê kirin digihîje du hezar mîlyar euroyan. Ev jî bi qasî xercên çêkirina hemû dezgehên nukleera cîhanê ye.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Ahmet Dere