Encamên hilbijartinên 12ê hezîranê

Piştî referandûma 12ê îlonê
Translator

Encamên hilbijartinên 12ê hezîrana 2011ê divê digel encamên referandûma 12ê îlonê werin nirxandin. Di wê pakêta guhertinan de, ku di referandûmê de hatibû pêşnîyar kirin, madeyeke gelek girîng hebû ku diyar dikir ka Tirkiye dê ji alîyê kê ve were bi rê ve birin. Gelo parlamentoyek, ku ji alîyê gel ve hatiye hilbijartin, û hikûmetek, ku ji parlamentoyê raya pêbawerîyê wergirtiye, dê welêt bi rê ve bibin yan jî burokratên bilind ên leşkerî û sivîl? Anku bi gotineke din, gelo ên hilbijartî yan ên tayînkirî dê Tirkiyeyê bi rê ve bibin? Di referandûmê de ji bo vê pirsê bersiveke gelek girîng hat dayîn. Piştî ku pêşnîyara hikûmetê hat qebûl kirin, êdî dîyar bû ku parlamentoyek, ku di encama hilbijartinan de pêk hatiye û hikûmet dê di birêvebirina Tirkiyeyê de hewlê bidin ku diyarker û pêşeng bibin. Guhertinên di avabûna Lijneya Bala ya Dadger û Dozgeran; û ya Dadgeha Destûra Bingehîn dihatin vê wateyê.

Heta roja îro, anku ji 1945ê û vir ve, partîyên siyasî her tim hebûn. Hilbijartin jî dihatin li dar xistin. Lê belê, ji ber rewşa diyarker û pêşeng a tayînkirîyan, ne partîyên siyasî ne parlamento ne jî hikûmetê dikaribûn giranîya xwe deynin birêvebirina Tirkiyeyê. Di warê pirsên sereke de her tim dîtin û ramanên tayînkirîyan dihatin esas girtin. Dîrektîf bi riya Lijneya Ewlekarîya Neteweyî ji hikûmet û parlamentoyê re dihat dayîn. Daxwazên leşker û tayînkirîyan jî ji alîyê serokkomar ve ji hikûmetê re dihatin ragihandin. Dezgehên dadî, nemaze jî dadgehên bilind û zanîngehan bi xurtî piştgirîya vê îdeolojîya siyasî ya mîlîter dikir. Him zanîngeh û him jî dadgehên bilind di nav hewldaneke tund de bûn da ku vê îdeolojîya mîlîter di nav jîyana civakî û siyasî de bikin serdest. Ev yek dikare bi awayekî kurt wekî wesayeta leşkerî were bi nav kirin. Pêşniyara referandûmê ya AKP û hikûmetê û qebûlkirina van pêşnîyaran a di referandûmê de jî dikare wekî qelskirina wesayeta leşkerî were bi nav kirin. Operasyon û dozên li dij Ergenekonê, divê wekî hewldanên hikûmetê ji bo qelskirina wesayeta leşkerî werin têgihîştin. Aşkere ye ku di vî warî de hewldaneke xurt heye. Destgîrkirin, pirsîyar kirin, hefskirina wan generalan, ku weha dihatin dîtin ku kes nikare dest tê bide yan bigihîje wan, jî bûyerên girîng in. Ev operasyon, lêpirsîn û doz weha xuya dikin ku dê bi biryardarî werin berdewam kirin. Ev yek pêvajoyek e ku demokrasîya Tirkiyeyê kûrtir û berbelavtir dike.

Di van hilbijartinan de kesên ku bi demokrasî û hilbijartinan bawer dikin, bi ser ketin

Hilbijartinên 12ê hezîranê di atmo-sfereke weha de pêk hatin. Di van hilbijartinan de kesên ku bi demokrasî û hilbijartinan bawer dikin, bi ser ketin. Aşkere ye ku ev hilbijartin dê demokrasîya Tirkiyeyê kûrtir û berbelavtir bike. Ev ji bo demokrasîyê bidestxistineke girîng e ku AKPyê di hilbijartinan de dora 50 dersedî deng girtin. Beşdarbûna bilind a di hilbijartinan de, ku gihîşt 88 dersedê, divê di vê çaroveyê de were nirxandin. Hin kesên ku pir bi demokrasîyê bawer nakin û niha di girtîgeha Sîlîvrîyê de ne, ew jî beşdarî van hilbijartinan bûn. Hêjayî balkişandinê ye ku ew kesên ku di hilbijartinan de wekî namzetên serbixwe beşdar bûn -mebest jê ne bloka kurdan e [LMdK]-, çiqas hindik deng wergirtin. Heger van kesan bikaribûna ku darbeyeke leşkerî pêk bînin û werin ser îqtîdarê wan dê Tirkiye bi rê ve bibiraya. Lê belê diyar e ka di hilbijartinên demokratîk de çiqas deng werdigirin. Di vê pêvajoyê de helbet nakokîyeke mezin heye. Çareserîya vê nakokîyê dê zanyarîyên me yên sebaret bi civaka tirk, pergala siyasî ya tirk zêde bike. Hin ji van kesan ku ji CHP û MHPyê tev li hilbijartinan bûn, wekî endamên parlamentoyê hatin hilbijartin. Ev yek nîşan dide ku ev her du partî ji wesayeta leşkerî bêzar nînin û berevajî ew alîgirên vê wesayetê ne. Çavdêrên siyasî ragihandin ku ev helwêsta CHPyê bûye sedem ku CHP dengan wenda bike.

Di warê kurd û Kurdistanê de hikûmet hîna jî bi çandeke siyasî tev digere, ku ya ji tayînkirîyan e

Herweha, ji ber ku referandûmê di birêvebirina Tirkiyeyê de rê li hin guhertinên bingehîn vekir, ev yek nayê wê wateyê ku siyaseta tirk, wekî ku divê, bi rê ve diçe. Wekî mînak di warê kurd û Kurdistanê de hikûmet hîna jî bi çandeke siyasî tev digere, ku ya tayînkirîyan e. Gotina "Pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka hevwelatîyên min ên kurd hene" tê wateya berdewamkirina înkar û îmhayê. Helbet ew gavên girîng in ku hikûmetê di 2009ê de dest bi ‘vebûna kurd’ kir û TRT Şeş vekir. Her çend vebûna kurd bi ser neket jî, aşkere ye ku wê atmosfera siyasî nermijand. Lê belê divê were nirxandin ka vebûna kurd çima bi ser neket û serokwezîr çima nikaribû xwe ji çanda siyasî, ku ji alîyê tayînkirîyan ve hatiye pêk anîn, dûr bixe.

Teorîya alavên bi hevdu ve girêdayî ya fîzîkê dikare di bûyerên civakî de jî were dîtin. Hikûmeta ku bi referandûma 12ê îlonê asêkirinên girîng ên ji pêşîya birêvebirin û demokrasîya Tirkiyeyê hilanî, diviyabû ku di warê meseleya kurdan û mafên wan ên komî de bikaribûya demokrattir bibe. Wekî mînak benda ji sedî deh dikaribû bihatana daxistin û bibe sê yan çar dersed. Û tê zanîn ku ev yek nehat kirin, daku pêşî li temsîlîyeteke bandorkar a kurdan a di parlamentoyê de were girtin. Kurdan, BDPyê, ev yek bi namzetên serbixwe, bi Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê bertaraf kir. Di eynî demê de, divê were binxêz kirin ku hilbijartinên bi benda sedî deh ne hilbijartinên demokratîk in. Amadekirina destûreke nû ya parlamentoya ku di encama hilbijartineke weha de pêk hatiye, dê hertim bi şaîbe be. Herweha ev yek kiryareke din a nedemokratîk jî ew e ku BDP ji alîkarîyên xezîneyê bêpar tê hiştin.

Hikûmet bi referandûma 12ê îlonê di warê têgihiştina civakî û siyasî de guhertinên girîng pêk tîne, lê belê di warê kurdan û pirsgirêka kurdî de hewlê dide ku têgihiştina berê wekî xwe bidomîne. Ev yek tê wateya tepisandin û bendewarîyên civaka kurd û ev têgihiştin pêşî li pevçûnên civakî û siyasî vedike. Dema ku pêşveçûna demokratîk, ku di encama referandûmê de derket, bi pirsgirêka kurd, bi pirsgirêka Kurdistanê were azmûn kirin, encamên erênî dernakevin.

Ne AKP, ne hikûmet, ne jî kurd di warê pirsgirêka kurd de xwedî têgihiştineke bi rêkûpêk in

Ne AKP, ne hikûmet, ne jî kurd di warê pirsgirêka kurd de xwedî têgihiştineke bi rêkûpêk in. Hikûmet diyar dike ku ew kurdan û zimanê kurdî nas dike. Lê belê ji bilî mafên takekesî ji kurdan re tu mafên din nas nake. Hikûmet dixwaze ku kurd qîma xwe bi mafên takekesî bînin û doza mafên din nekin. Naxwaze ku kurd mafên kollektîf bînin bîra xwe. Lê belê pirsgirêka kurd, pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka mafên kollektîf in. Kurd xwedîyê hin mafan in. Ev maf ji ber ku ew kurd in, neteweya kurd in, peyda dibin. Mafê perwerdehîya bi zimanê dayîkê, perwerdehîya mecbûrî ya bi zimanê kurdî di nav van mafan de di serî de tên. Her weha bikaranîna zimanê kurdî di qada giştî de. Ev, mafên xwezayî ne û ji ber mirovbûnê peyda dibin. Ev yek xwezayî ye ku kurd ji bo mafên xwe, ku ji wan hatine dizîn, têdikoşin.

Ez bawer nakim ku AKP di vê çarçoveyê de destûreke nû difikire. Herweha bawer im ji ber ku AKPyê di hilbijartinan de kêmî 330 anku 327 wekîl derxistin, ev yek ji bo hikûmetê bû bêhnvedanek. Heger zêdeyî 330 derxistana, dikaribû xwe mecbûr hîs bikiraya ku sozên xwe, ku ji bo destûreke nû dabûn, bi cih bîne. Lê belê di vê rewşê de AKP dikare bi tenê bi hevkarîya digel partîyên din vê meseleyê çareser bike. Bêguman AKP dê ji partîyên din piştgirîyê bixwaze.

Heger BDP baştirkirina rewşa zindanîbûna Öcalan wekî şerta pêşîn deyne, ew yek dê bi kêrî hikûmetê were

Îcar di vê çarçoveyê helwêsta Partîya Aştî û Demokrasîyê girîng e. BDP, bêyî ku baştirkirina şert û mercên zindanîbûna Öcalan wekî pêş-şert deyne û di şûna wê de perwerdehîya bi zimanê dayîkê û Kurdistana xweser bîne rojevê, dikare bêhtir zorê bide hikûmetê. Yan na heger baştirkirina rewşa zindanîbûna Öcalan wekî şerta pêşîn deyne, ew yek dê bi kêrî hikûmetê were. CHP û MHP wisa xuya dike ku dê di warê guhertina destûrê de karên hikûmetê hêsantir nekin. MHP bi awayekî erênî nêzî destûra nû nabe. CHP jî di vê atmosferê de, ne di wê rewşê de ye ku digel AKPyê hevkarîyê bike û pirsgirêkên sereke çareser bike. Ji ber ku piştî hilbijartinan di nav CHPyê bixwe de li dij serokpartî Kemal Kılıçdaroğlu muxalefetek dest pê kiriye. Serê CHPyê dê bi van mijaran re meşxul be.

Tê dîtin ku di hilbijartinên 12ê hezîranê de BDPyê serkeftineke mezin bi dest xist. Bêguman dengdana ji bo BDPyê girîng e. Lê belê xwedî lê derketina dengan û şopandina jimartina dengan û pêşîlêgirtina dizîn û guhertina dengan jî bi qasî dengdanê girîng in. Di van hilbijartinan de kurd bi hişyarî xwedî li dengên xwe derketin. Ev yek di warê pêşdebirina çanda sîyasî ya kurdan de risteke girîng dilîze. Wekî mînak, di hilbijartina 2007ê de bawer dikim ku namzedên Edene û Mersinê bi têra xwe deng wergirtin daku bikaribin werin hilbijartin. Lê belê wê demê kurdan nikaribûn pêşî li dizîn û dek û dolaban bigirin. Di van hilbijartinan de kurdan di warê şopandina jimartina dengan û pêşîlêgirtina dizîna dengan de helwêsteke bi biryar nîşan da.

BDP di hilbijartinên 2007ê ji xwe li bajarên wekî Dîyarbekir, Colemêrg û Şirnexê partîya yekemîn bû. Di hilbijartinên 2011ê de jî BDP li bajarên wekî Êlih, Mêrdîn û Wanê ket pêşîya AKPyê. BDPyê li Wanê rêjeya dengên xwe ji % 30,21 derxist ji % 49,52 û dengên AKPyê jî ji % 53,22 ket % 40,18an. Li Mêrdînê jî BDPyê dengên xwe ji 37,77 rakirin 61,02 dersedê û yên AKPyê jî ji 44,06 ketin 32,40 dersedê. BDP cara pêşîn li bajarên wekî Qers, Agirî û Çewlikê wekîl derxistin û li deverên wekî İxdir, Ruha, Mûş û Sêrtê yan dengên xwe parastin, yan jî zêde kirin. Ev serkeftineke berbiçav e. Rewşa li Edene, Mersin û Stenbolê jî her weha ye. Serokwezîr nikare bibêje "75 heb wekîlên min ên kurd hene..." Ev jî ji bo kurdan pêşveçûnek e. Şkestina giranîya AKPyê li bajarên kurdan baş e.

Li Dêrsimê jî têkçûna BDPyê rewşeke gelek normal e. Di vir de hewldanên rêxistinên wekî Komeleyên Çandî yên Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Komeleyên Çandî yên Elewîyan (AKD), Federasyona Elewî- Bektaşîyan (ABF) ji bo namzedên CHPyê bandora xwe daye. Her çend birêveberên van rêxistinan ji CHPyê wekî namzed nehatin nîşandan jî, nîqaşên bi vî rengî bes bûn ku serê dengdaran şolî bibe.

Siyaseta navend-Amed yan Sîyaseta navend-Enqere

Bêguman gelek girîng e ku di van hilbijartinan de Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê 36 wekîl derxistin.(1) Di warê bandorkirina siyaseta Tirkiyeyê de 36 wekîl dikarin bibandortir bin ji 22 wekîlan. Lê belê heger kurdan ji deleva siyaseteke navend-Enqere, siyaseteke navend-Amed bimeşînin, ev yek dê watedartir be û bêhtir bi kêr were. Di vî warî hewce ye ku kurd girîngîyê bidin rêveberîyên herêmî anku hejmara şaredarîyan ji sedî rakin ser sed û pêncî yan sed û şêsan û bi riya rêvebirîyên herêmî bandorê li ser siyaseta tirk bikin.

Bi rastî pirsgirêka kurd pirsgirêka kurdistanê ye. Ev pirsgirêk ne tenê bi Tirkiyeyê re, lê her weha bi Iraq, Îran, Sûriyeyê têkildar e. Herweha bi DYA, Federasyona Rûsyayê, Yekîtîya Ewropî, Rêxistina Konferansa Îslamî re jî têkildar e. Lewma divê ev pirsgirêk di çarçoveya Rojhilata Navîn de were nirxandin.

BDP ji bo çareserîyê modela Bask tîne rojevê, belê ne hewce ye ku ewqas dûr biçe

Diyar e ku hikûmet, AKP bi israr in ku ji kurdan re ji bilî mafên takekesî tu mafan nas nakin. Di vê xalê de divê BDP siyaseta Tirkiyeyê ya Qibris û Filistînê bi awayekî berfireh bînin ziman. BDP çareserîya modela Bask tîne rojevê, belê ne hewce ye ku ewqas dûr here. Ew dê bêhtir bi kêr were heger li siyaseta ku dewlet ji bo Qibris û Filistînê dimeşîne binihêre.

Tirkiye ji bo Qibrisê çi dixwaze? Tirkiye him li cem rêxistinên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekgirtî, Konseya Ewropî, Yekîtîya Ewropî, Konferansa Îslamî, Rêxistina Ewropî ji bo Ewlekarî û Hevkarîyê û her weha di têkilîyên xwe yên dualî yên digel dewletan, dixwaze ku Komara Tirk a Qibrisa Bakur wekî dewleteke serbixwe were nasîn. Jixwe ji 15ê sermaweza 1983yê û vir ve li bakurê Qibrisê dewlete tirk heye. Tirkiye dixwaze ev dewlet ji alîyê DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Rûsya, Misir, Îran û Pakistanê ve û ji alîyê rêxistinên navneteweyî ve were nas kirin. Herweha dixwaze bi demê re Yûnanistan û Qibrisa Rûm jî vê dewletê nas bikin. Tirkiye îddîa dike ku yeksanîya navbera tirkan û rûman dikare bi tenê bi vî awayî pêk were.

Niha li Qibrisa Bakur dora 190 hezar kes dijîn. Di dema ‘Hereketa Aştîyê’ ya 1974ê de gelheya vê deverê 150 hezar bû, lê niha digel wan muhaciran ku ji Tirkiyê hatin şandin bûye 190-200 hezar. Tirkiye ji bo Qibrisa Bakur doza serxwebûnê dike. Qibris yek ji mijarên sereke yên siyaseta derve ya Tirkiyeyê ye. Lê belê heman Tirkiye ji bo kurdan, ku gelheye wan bi ser 20 mîlyonan e, bi israr e ku ji bilî mafên takekesî tu mafan nede. Çareserîya vê nakokîyê dê di warê kurdan û pirsgirêka kurd û Kurdistanê de agahîyên gelek hêja bide me.

Divê were nirxandin û lêkolîn ka li Kurdistana Başûr çareserî çawa pêk hat, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê çawa hat damezirandin û pêşmerge çawa bûn hêzên ewlekarîyê yên Herêma Kurdistanê

Dîsa gelek girîng e ku were nirxandin ka Tirkiye ji bo erebên Filistînê çi dixwaze. Tirkiye dixwaze ku erebên Filistînê dewleteke xwe ya serbixwe damezirînin. Him li cem rêxistinên navneteweyî, him jî di têkilîyên xwe yên dualî de vê fikra xwe diparêze. Rizgarkirina erebên filistînî yên ji desthilatdarîya îsraîlî, yek ji mijar û mebestên siyaseta derve ya Tirkiyeyê pêk tîne. Tirkiyeya ku ji bo erebên filistînî doza dewleteke serbixwe dike, mafên komî yên kurdan, ku ji gelbûna wan peyda dibin, nas nake. Ev yek jî mijareke girîng e ku divê were nirxandin.

Herweha tê dîtin ku rewşa kurdan û ya erebên Filistînê ji hev gelek cihê ye. Bi tenê neyareke erebên Filistînê heye, anku Îsraîl. Hin dewletên ereb jî Îsraîlê wekî neyara xwe dibînin. Wekî din, ne xem e heger digel filistînîyan hevdil bin yan jî li dij wan bin, hemû dewletên ereban alîkarîya maddî û manewî didin wan. Lê belê, kurd û Kurdistan, ku li naverasta Rojhilata Navîn e û hatiye parçe kirin û par ve kirin, hejmara neyarên wan gelek zêdetir e.

Li derveyî van, divê were nirxandin û lêkolîn ka li Kurdistana Başûr çareserî çawa pêk hat, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê çawa hat damezirandin û pêşmerge çawa bûn hêzên ewlekarîyê yên Herêma Kurdistanê.

Çavkanî

  1. Di dema nivîsandina vê gotarê de hejmara wekîlên BDPyê 36 bûn. Lê belê di 22ê hezîranê de Lijneya Bala ya Hilbijartina wekîlbûna birêz Hatip Dicle ji ber cezayê ku lê hatibû birîn betal kir û di şûna wî de namzeteke AKPyê hat hilbijartin. (Nîşeya wergêr)

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya