Erebistana Suûdî, Dewlet li hember berhelistiyan

Translator

Vaye dewletek ku % 77’ê karsazên wê radigihînin ku ji bo baş-birêvebirina karê xwe mecbûr in ku qanûnan binpê bikin. Ev hejmar û rêje zêde jî ne hevaheng e digel îmaja Suûdî Erebîstana monarşiya petrolê ya bi navûbangeke mutleq. Steffen Hertog, di berhemeke nû û asofireh de çerxên ekonomî-polîtîkaya Suudî Erebistanê keşf dike û yek bi yek îlûzyonên derbarê teoriya « Dewleta rantiye » de dadişikîne. Yekem qurbaniyê tûrneya wî ya li sofayên [salonên bendemanê] qraliyetê : fikra dewleteke qadir-î mutleq ku xelkê xwe bi dewlemendiya xwe dipelçiqîne. Nivîskarê ku çend salan di wezareta Suudî ya plansaziyê de xebitiye, nîşan dide ku dewlet ji Saturna ku kurên xwe dadiqurtîne bêtir dişibe Gulliverê beramber Lilliputê : ev fîlê qurbanê qelewiya xwe, ji ber hezar xet û têkiliyên hûrik şehitiye. Dewlet hindî hazir û nazir e ku li her derê hind jî sabît û bêtevger e ; çend zêdetir dahat û qezencan belav bike, bi wê nisbetê jî zêdetir dibe bende û girtiyê muşterî û torên xwe.

Heta niha hergav wisa nebû : salên 1950 û 1960’î, hejmareke mîrzayan rêveberiyek ji tunebûnê ava kir. Tenya xem û armanca wan tesdîqkirin û sabîtkirina hêza xwe û dewlemendiyê bû. Lê berhema wan [rêveberiya bêrêzik û bêpergal] bere bere şiklê xwe wergirt ; ji kontrolê derket, her ku çû mezintir lêhat bêyî ku şiklê wê bê guhertin. Bi taybetî piştî zêdebûna petrolê bêhed a salên 1970’î, îroj encam û halê heyî pirr xirab û tirsnak e : Suûdî Erebîstana ku bêhed dewlemend û hindî ku bibêjî bêserûber û belawela ye, ne xwedanê wê şiyanê ye ku reformekê bide sîstema xwe û civaka xwe veguherîne.

Ne ewqas hêsan e ku mirov tawanbarekî destnîşan bike. Ev dewlet dahata xwe ji çavkaniyeke derveyî ekonomiya neteweyî bi dest dixe, ku navê wê yê dewleta rantiye ji wir tê. Ji bo wê, ne hewce ye ku xwe li ser xelkê xwe ferz bike, ji ber ku dahatên wê ji petrolê tên û li gor prensîba « bac nebe, temsîl jî nabe » dixebite : xelk qebûl dike ku rayan [deng] nede û, beramberî vê, dewlet jî bacê ji xelkê nastîne. Digel vê hindê jî, mesele ne bi tenê li dora rantê dizivire, lewre Hertog bi hostatî nîşan dide ku ji bilî berdana zerfekê di nava sindoqeke dengan, rêyên din jî hene ku xelk ji dewletê re bibêjin « na ». Ne-zelalî, gendelî, torpîl, îro-na-sibe, rê û mekanîzmayên xwexilaskirin û reaksiyonê ne ; ew rêbaz derfetê didine memûr û karsazan ku bibine xwedangotin û li pêş polîtîkayên ji jor ve têne ferzkirin li ber xwe bidin. Heke xelk hemû bi dewletê ve girêdayî bin, dewlet jî bi rexê xwe ve girêdayî hemû xelkê ye, û her yek bi awayekî çalak li dû bidestxistin û ragirtina berjewendiyên xwe ye.

Bi vî rengî, sîstem ne bi tenê otorîter e, herweha par-par e jî. Mîr û mîrzayên li ser barên zêran rûniştî ji xwe re bere û zeametin çêkirine ku heke hewce be beramberî hev bêdeng jî dibin. Berevajî Japonya an jî Koreya Başûr, wezareta endustriyê û wezareta plansaziyê qet nekariye wîzyona xwe bi birêveberiyê bidaya qebûlkirin. Bi ya Hertog, ev e sebeba rastîn ku Erebîstan, digel ku bêhed û bêhesab dewlemend e, di warê aboriyê de serkeftî nîne.

Berhema Thomas Hegghammer ji rexekî din ve meseleya cîhadê ya li Erebistana Suûdî vedikole. Nivîskarê ku lêkolîner e di wezareta norwecî ya parastinê de, li dû ye ku bersivekê peyda bike ka çima êrîşên yên El-Qaîdeyê yên li nîvegirava erebî di navbera salên 2003 û 2006’ê de zêde bûne. Bersiva wî di du ristan de ronî dibe : sala 2002’ê, gelek şerrvanên suûdî ku ji dagîrkirina Afganistanê ya ji layê leşkerên hevpeymaniya amerîkanî direviyan, vegeriyane welatî û li dijî aramiya rojavayê dest bi tevger û çalakvaniyeke nû kirin. Istîfade ji bêserûberiya hêzên asayîşê kirin û toreke çekdaran danîn û dest bi birêvebirina êrîşên xwe kirin berî ku ji layê îstixbaratên suûdî, amerîkanî û brîtanî ve bêne derdestkirin û bêtesîrkirin.

Nivîskar bala xwe bi zêdeyî dide ser El-Qaîdeyê û lewma çarçoveya siyasî û dîrokî ya Erebistanê di tariyê de dihêle, bi taybetî jî çerxên kontrol û tepeseriyê ku bi ya wî "ji aliyê mafên mirovî ve hêjayî pesindayinê ne" (r. 237). Diyar e ku gellek bikêrhatî ye ji bo ronîkirina teoriya tevgerên civakî, lê belê boçûn û perspektîfa wî analîzeke pirr klasîk e derheqê gotar û profîlên cîhadîstan de. Rûpelên hişk ên wekî fîşên polîsan, El-Qaîdeyê şexs bi şexs, beyan bi beyan, êrîş bi êrîş pêşkêş dikin. Beramber berfirehî û zêdeyiya belgeyan, mirov bi tenê dikare hêvîşkestî bibe: ya ku karîbû di warê dîrok û zanistên siyasî de bibûya pirtûkeke berketî, di eslê xwe de, bi tenê raporteke din e li ser "terorîzma îslamî".

Wergera ji fransî:
Ergîn Opengîn

Çavkanî

Steffen Hertog, Princes, Brokers, and Bureaucrats: Oil and the State in Saudi Arabia, Cornell University Press, Ithaca, 2010, 312 rûpel, 35 dolar.

Thomas Hegghammer, Jihad in Saudi Arabia: Violence and Pan-Islamism since 1979, Cambridge University Press, 2010, ?? rûpel, 26,99 dolar.