Ev hemû zarok li ku ne?

Translator

Dema ku Asambleya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (RNY), di kombûna 20’ê Mijdara 1989’an de li New Yorkê bi yek dengî Peymana Navnetewî ya derbarê mafên zarokan de ku amadekariya wê piştî deh salên danûstendinên gelekî dijwar ajotibû, qebûl kir, rewşa zarokan li dinyayê, ji xerabbûnê bi wê de bû. Li gel pêkhatina pêşketineke berbiçav di van bîst salên dawîn de – ji dawiya salên 1960’î heta dawiya salên 1980 – nîşaneyên xerabûnê ku mirov xembar dikin jî hene. Gerînendeyê giştî yê Fona Netewên Yekgirtî beşa zarokan (Unicef) Bz James Grant digot “pêşketinê arîze dan.’’

Di bin bandora plana sererastkirinê ku Fona Peran a Navnetewî (FPN) û Banka Cîhanê bi mebesta “başkirina” aboriya wan, li ser xizantirîn welatan ferz dikin ku ji Budceya tendurustî û perwerdê hejmareke mezin bibirrin. Deynên welatên sêyemîn bi hawê sembolîk gihîştibû sê hezar milyar dolaran, alîkariya gelêrî ji bo pêşketinê nedigihîşt %0,35ê afirandina brut a Netewên dewlemend, li cihine dinê carcaran %,25 hin salan.

Erêkirina peymanê, bêgûman bi armanca rawestandina vê rewşê bû. Li dinyayê çarde milyon zarokên temen di bin pênc salan re, ji ber kêmxwarin û nexweşiyên ku îroj baş tên naskirin û dikanin bi derzîkirinê derbas bibin, dimirin. Ji bo milyarê mirovên ku ji hemî derfetên tendurustiyê mahrûm û ku temenê nêviyên wan nagihîjin ciwantiya xwe, milyonek xebatkarên tendurustiyê divê.

Pîrozkirina peymaneke bîstsalî, heman demê tê wateya lêpirsîna sedema avakirina wê, pêdiviya wê û analîzkirina tesîra wê ya li ser rastiya jiyanê. Pêkanîna wê ya li vê derê bi tayabetî dijwar e: kêm tişt jê, heman demê kirdar, hesteyarî û siyasî ne. Li Fransayê mirov dikane bi nîv-dengî qala salvegerê bike: rêveberiyê di meha Îlonê de bi mebesta rêzgirtina peymanê avakirina enstituyeka sala 2000’î, niyeta xwe ya li ser rakirina karê Parazvanên zarokan bi lêv kir. Lidijrabûn bi hawekî wisa zindî pêk hat, heger bi şiklekî dinê be jî, mejbûr man hêviyê ji piştgirîyê re bihêle. Mirov ji ku ve lê binere ev şermezarkirin girêdana civaka frensewî ya ji bo vê dozê nîşan dide.

Dawiya salên 80’yî, ji bona zarokan, têgeha biçûktirîn mafekî, bi qasî serê derziyê bû. Bêgûman li rojava, tekstên cûrbecûr strandina zarokan ji neheqiyên tim li ber çav, muamela xerab, kuştin û hwd dikir armanca xwe. Hinek qanûnên dinê di dema kirina sûcekî de, li gor plana li ser pîvana perwerdeya cezayî, dihişt ku ew li gorî mezinan cezayekî siviktir bigirin: Ew, li Fransayê, felsefeya qanûna 1945’an a binavûdeng bû ku îroj ji aliyê desthilatdariyê ve dikete meriyetê. Dawiya dawîn, mafê malbatî hate naskirin, bi taybetî başkirineke berbiçav, ji bo muameleya wan a piştî hevberdana wê û bav, û parastina mîrata zarokan.
Qanûna sala 1989’an, jê re dibêjin “a New Yorkê”, bi hawekî pir cuda kêmasî û newekheviya di navbera beşan de, guhert. Bi xwespartina ser esasê hişmendîyê, yekser nuh, prensîbekî bingehîn dianî ziman: hemî biryarên derbarê biçûkan de, dixwazî yeke yeko yan kom bi kom, û tevî ku li zerara mezinan jî, li gel hemî tiştî diviya ku “berjewendiyên herî li pêş”, bihatina hesabkirin. Bi eşkerekî ev yek ji rêbazên ku qanûna Amerîkî didarizand, û ku îroj jî dadirizîne, nayê qebûlkirin.

Li dora vê prensîba bingehîn, sê celebên lihevrastkirinê hene di vê tekstê de: hemî welat mejbûr in xizmeta ku bêyî wê zarok nikanibin bijîn û mezin bibin (bi taybetî tendurustî, xwarin, perwerde); hemî rêveberî û kesên taybet mejbûr in ku wan ji zordestiyê biparêzin (zordestiya dewletê, zordestiya saziyan, zordestiya malbatê); hemî rêveberî û tevdîrên dadgerî mejbûr in ku di hemî biryarên xwe yên derbarê wan de, rewşa zarokan li ber çav bigirin.

Bi vê qalkirina kurt, ev teksta tevlihev, hêsan xuya dike. Lê belê ferzkirinên wê bê serûber in. Le pey hev, welatên bakur û yên başûrê gerdûnê dest bi erêkirina prosesê kirine, ango erêkirina vê peymanê bi dengdana li parlementoyên xwe, ku dizanin wan divê dawiya dawîn wê li qanûnên xwe bînin. Roja îroj, hema hema li tevayiya gerdûnê ev peyman hatiye erêkirin. Peymana mafên navnetweyî çêtir naskirî ma. Tenê du welatan guh nedan peymanê: Dewlemendtirînê dinyayê, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ku rêveberiya wê, bi vê mijarê xwe aciz kir, lê dîsa jî Kongrê piştgiriya xwe ya ji bo peymanê nîşan da. Û Somaliya ku ji ber tevliheviya leşkerî-polîtîk ku derfeta parlementoyê tune ye rûniştineke hewce ji bo erêkirina peymanekê pêk bîne.

Carekê qebûlkirî, hema bêje li tevaya cîhanê erêkirî, gelo vê tekstê gelek guhertinên mezin pêk anî? Pêşketinên nayê înkarkirin hatin qeydkirin. Diyardeya dawîn, a derbarê rêjeya mirinê, bi xwe dibêje: hejmara yên di bin pênc salan re ku ji ber kêmxwarin û nexweşiyên têgerîner mirî, a niha daketiye bin 10 milyonan, li gel ku sala 1989’an wek 14 milyonan hate dîtin. Perwerde, nexasim a keçikan, ew jî baş bûye bi taybetî li Afrîqaya bin Saharayê.

Beriya her tiştî, mafên zarokan bû mijareke palîtîkayê. Zordestiya herî mezin, li nava raya giştî ya navnetewî, êdî nema mîna bobelateke xwezayî pêk bê, tê qebûlkirin. Yekser, pirbûna destdirêjiya biçûkan bû mijareke hetîketinê jî. Bi dehan welatan, du jê Fransa û Almanya, kanûnên li derveyî-axa xwe ku miştiriyê biçûkên ku toltiyê dikin bi cezayekî heta niha qet hew qasî giran nebûye ceza dikin, xistin meriyetê.

Dema qeyranê de jî mirov nema wekî berê bi xweşbînî, berhemên li bazarên Bakur ku bi destên biçûkên hema bêje kole, tên firotin, dinerin. Hin fîrmayên Navnetewî ew yek baş fam kirin ku tu tiştên bi destên van zarokan tê afirandin nefiroşin. Gelek sazî û dezgehên dewletan ku dan ser rêya peymanê, çêbûn û bê navber gel hesteyar dikin li ser vê mijarê. Zora tekoşêrên vî karî ya li ser siyasetmedaran, qeraseyekî mezin e ji bo pêşketinê.

Bi şertê ku raya giştî bi rastî bê agahdarkirin. Û yek ji dijwariya vî karî jî ev e. Agahiyeke bê sarsarîk li ser binpêkirina mafên zarokan, sebreke bêhempa dixwaze. Nemaze, ev binpêkirin bêserûber e. Û pirrê wê ji biryarên siyasetmedaran yan ji pergala Navnetewî ya danûstendinê tê.

Xwarina nerast yek ji tiştên herî berbiçav e lê belê yên din jî hene. Li ser rûyê erdê, li dora du sed û heftê milyon zarokên ji hemî cûre derfetên tendurustiyê bêpar hene. Derfetên mîna dîspansêrek yan jî çavîkeke odê ya li çolê jî. Qederê du sed milyonan, li ser kar hatine belavkirin. Nêvî jê di bin şert û mercên ku tendurustiya wan û jiyana wan jî di talûkê de...

Çi dikin ev zarok li ser kar? Ji sedî heftêyê wan li karê çandiniyê belav bûne. Li gel hemî hêviyan, yek ji yên bo wan herî bi talûke: bêstariya wan a ji mekîna, bêhna jahra li dijî gîhayên zexel, li gorî mezinan bêtir tesîrê li canê wan ê ku qelstir e, dike. Û hilgirtina barên gelekî giran ji bo hestiyên wan ên hêj nestewiyane ûhwd. Zarok bi tevayî di madenên gewher de (ên zêr, kevirên bêhempa, madenên hesinî), di çêkirina tekstîlê de, di hûnandina xalîçan de, di karê elektronîkê de, yên teqemenî û hwd de jî tên xebitandin.

Di nava van şert û mercan de, naçin dibistanê, yan jî pir hindik, tenê çend salekî. Belê, pedagog dizanin ku zarokek herî kêm çar salên dibistana seretayî –bê navber- temam nekin, ewê bibe ew kesê ku jê re dibêjin”nexwendî.’’ Ev tê wê maneyê ku çi tiştê fêr bûye ewê ji bîr bike.

Hejmara van zarokên li kar, tevî ya vanên ku li kolanan dijîn e. Hemî celebê zordestiyê pêk tê. A çeteyan yan a tilyakê û ya hêzên polîsan jî ku carcaran li gelek bajarên Amerîkaya Latînî wan ji kolanên mezin “paqij dikin.’’ Hejmara zarokên kuçan qederê sed milyonekî ye li ser rûyê erdê.

A dawîn, zordestiya herî xerab ku pêk tê, carcaran ji mezayiyê de, a mezinana e ku li dijî qirnê li pey xwe, dikin. Ev zordestî tu sînoran nas nake. Malbatê, çînên civakê, mîna ku sînorê dîrokê nas nake. Wek ku Victor Hugo di yek ji helbestên xwe yên herî xweşik de dipirsî. “Ev zarokên ku yek jê ken bi rû neketiye gişk bi ku de çûn?.’’

Li ber çavan e, ew nakenin. Ewên ku wê û bav lê dixin, neheqiyê lê dikin, ewên ku li destdirêjiyeke ku wan birîndar dihêle, rast tên. Zordestiya taybet, zordestiya dewletê jî di ser de: dora sih dewletên li dinyayê, hîna li zarokan cezayê kuştin û yên mîna recm, qamçîkirin, destjêkirin her dewam e.
Zordestiya şerên artêşan ku zarok tê de gelekî lêxistinê dixwin, dema ku jê birîndar yan jî bi seqetî xelas dibin, bi mebesta ku ji kesî re qala yên di bin bomban de dimirin, nekin. Lê şer ji kesên ku ne rasterast ji nebûna avê, a dermanan, a bijîşk û xwarinê dimirin bêtir mirovan wenda dike. Ew, çi tiştê li ser riya xwe di erdê radike, zarokan ji tiştên ji bo mezinbûnê pêdivî heye, ji dibistan, dispanseran mahrûm dike; heger hezkiriyên wan ên mîna dê, bav û mamosteyên jî tune neke.

Şer wan dike penaber jî: % 60’ê qerebalixa wan kampên bêserûber ku ji ber kêmasiya fînansî, ajansên Rêxistina Netewên Yekgirtî (Komîseriya Bilind a Penaberan, Programa Xwarinê ya Cîhanî) mecbûr dimîne ku para xwarinê ya rojane bi rêkûpêkî kêm bike.

A dawîn, şer zarokan dike leşker dema artêşên gerîllayî û carcaran hêzên hikûmetan bixwe roleke çekdarî dide wan û ji bo ku wan baş bikin kole, zorê dide wan ku bûyerên zordestiyê ku nayên xewnên mirovan bi wan dide kirin.

Piştî tabloyeke bi vî rengî, hûnê bêjin, peymaneke navnetewî ya derbarê mafên zarokan de, dikane çi bike? Pirseke li cih, pirseke neçar e ku problema tesîra norman li ser rastiyê, ya tesîra maf li ser hêzê. Ji bo kesên gûmanbar dinya, bi qasî ku tu carî nebûye, bûye şanoyeke zordariyê ku mafên ên herî ketî bi hawekî bobelat bin pê dike. Ên din, ewên ku ji bo sererastkirin yan jî kêmkirina tesîra wêrankirina bi zordestiyê, heger hew qasî hindik be jî, bawerî yekser bi hewcedariya dezgehên dadwerî tînin, ewê di naveroka vê peymanê de alavên pêşketinê yên bêqisûr bibînin.