Fabrîkeya guftûgoyên giştî

Du dersên Pierre Bourdieu li Collège de France
Translator

Li alîyekî rewşeke aborî û civakî ya berê nehatîye dîtîn heye. Li alîyê din nîqaşeke giştî ya peritî heye, ku heta ku ji ber bi tenê alternatîveke di navbera siyaseta rastgir a şidandî û hişkbûna siyaseta çepgir de mayî, hatiye rûçikandin. Qada nîqaşên fermî çawa xwe bêsînor dike, bi kîjan mûcîzeyê bawerîya hindikahîyekê vediguhere "raya giştî"? Di dersên xwe yên li ser dewletê de yên sala 1990ê li Collège de Franceê dayî û vê mehê weke pirtûk çapbûyî, civaknas Pierre Bourdieu vê yekê rave dike.

Mirovê fermî yek ji wan mirovan e ku ji zikê xwe dipeyive, ew li ser navê dewletê diaxive: Ew dibe xwedîyê helwesteke fermî –divê mirov mîzansena tiştê fermî terîf bike–, ew ji bo berjewendîyên koma jêr dipeyive û li şûna heman komê diaxive, ew ji bo herkesî û li şûna herkesî dipeyive, ew weke ku nûnerê gerdûnê be dipeyive.

Em niha behsa fikra modern a raya giştî bikin. Ev raya giştî çi ye ku afirînerên huqûqa civakên modern, civakên di nav wan de huqûq heyî, serî lê didin? Ev bi awayekî zimnî fikra herkesî ye, ya piranîyê û ya wan kesên ku hesab ji wan tê kirin û kesên ku hêja ne fikreke wan hebe. Bi ya min xwedîyê mafê patenta têgehê di nav civakekê de ye ku xwe li demokratîkbûnê datîne, divê mirov pê zanibe ku fikra fermî, fikir û raya herkesî ye, di nav xwe de terîfeke nedîyar vedişêre: Raya giştî fikir û raya wan kesan e ku hêja ne xwedîyê fikrekê bin. Terîfeke sansurwarî ya raya giştî heye ku wê weke fikra rohnîbûyî, weke raya hêjayî navê xwe terîf dike.

Mentiqê komîsyonên fermî ew e ku komekê biafirînin ku bi rengekî pêk hatibe ku tevahîya nîşanên derve bide, hemîn yên bi awayekî civakî qebûlbûyî û dikarin bên qebûl kirin; yên jêhatîbûna derbirîna fikra hêja ye were derbirîn û helbet di nav şêwazên guncaw de. Yek ji pîvanên bidizî yên herî girîng ên neqandina endamên komîsyonê, nexasim jî serokê wê, ew hestiyarî ye ku bi wan mirovên ji pêkhatina komîsyonê berpirsîyar re heye; li gor vê hestiyarîyê kesa/ê ku weke ku dikare bibe endamê/a komîsyonê lê tê nêrîn, bi rêzikên bidizî yên cîhana burokratîk dizane û wan qebûl dike: Em bi awayekî din bibêjin, keseke/î dizane lîstika komîsyonê bi awayê rewa bilîze, ew kesa/ê ji rêzikên lîstikê bibihure, lîstikê rewa dike; mirov tu caran ewqasî zêde di nav lîstikê de nîne, bi qasî dema ku ji lîstikê û wê de diçe. Di tevahîya lîstikê de rêzik û fair-play hene. Der barê zilamê kabîl/berber, yan jî cîhana întellektuel de min ev formula li jêr pêk anîbû: Di piranîya civakan de ya bêqisûr hunerê lîstina bi rêzikên lîstikê ye, bi riya rêzika lîstikê ji vê lîstikê îhtîrameke mezin ji lîstikê re diafirîne.

Koma serdest endaman dineqîne li gor nîşanên piçûk ên rabûnûrûniştinê ku bi xwe hunerê rêzgirtina ji rêzika lîstikê re ne heta ku bigihêje binpêkirinên birêkûpêkkirî yên rêzika lîstikê: Edeb, serperiştî. Hevoka navdar a Chamfort weha ye: "Alîkarê Keşe yê Mezin dikare li hemberî axaftineke li dijî dîn bigirnije, Metran bi xwe dikare bikene, Kardînal dikare gotinekê lê zêde bike û tevlî wan bibe." (1) Mirov çiqasî di hîyerarşîya ekselansan de hilkişe jor, ewqas zêde dikare bi rêzikên lîstikê bilîze, lê belê bi rengekî ku ji bo erkê be, ji meqamekî bi wî rengî û pê ve ku êdî guman jê neyên kirin. Mîzaha dij-sîstema erkdarên dînî ya kardînal, heta mirov bibêje bes li gor sîstema erkdarên dînî ye.

Raya giştî timî qadek e ku rastî lê cot e. Ew e ku nabe mirov serî lê nede dema ku mirov dixwaze qanûnan li ser qadên destpênebûyî çêke. Dema ku mirov dibêje "valahîyeke huqûqî" (peyveke awarte) heye der barê otenazîyê de yan jî pitikên-ezmûnên tibbî de; hingê mirov wan kesan vedixwîne ku wê bi tevahîya otorîteya xwe bixebitin. Dominique Memmi (2) komîteyeke exlaqî [li ser dolgirtina sunî] terîf dike, ji mirovên bi tevahî ji hev cihê –psîkolog, sosyolog, jin, femînîst, metran, xaxam, alim û hwd.– pêk tê yên ku armanca wan ew e ku yekûneke zimanên ferdî yên exlaqî veguherîne nîqaşeke gerdûnî û ev nîqaş jî wê valahîyeke huqûqî dagire, ango wê çareserîyeke fermî ji bo pirsgirêkeke zehmet a civakê serûbinîhev dike, bibîne –weke mînak qanûnîkirina dayikên pitikên xelkê ji bo zayînê hildigirin–. Eger mirov di rewşên bi vî rengî de dixebite, divê mirov serî li rayeke giştî bide. Di vê çarçoveyê de fonksîyona li anketan tê bar kirin pir baş tê fêm kirin. Dema mirov bibêje "anket pişta me digirin" weke ku mirov di çarçoveyeke din de bibêje "xwedê pişta me digire".

Lê belê anket, zivêr dikin, lewra fikra rohnîbûyî carinan li dijî îdamê ye, tevî ku anket alîgirên wê ne. Hingê gelo divê mirov çi bike? Mirov komîsyonekê çêdike. Komîsyon ji rayeke giştî a rohnîbûyî pêk tê û ew ê serî li fikra rohnîbûyî bide ku li ser navê raya giştî fikra rewa ye –raya giştî bixwe wekî din tişta dijber dibêje, yan jî tu fikra wê nîne (li ser gelek mijaran rewş ev e). Taybetmendîyeke anketan ew e ku ji mirovan hin pirsan dikin, ku ew bixwe ji xwe napirsin, bersivan didin wan pirsên ku mirov ji xwe napirsin û bi vî awayî bersivan li ser mirovan ferz dikin. Ev di pêkanîna mestereyan de pirseke xwar e, ev rastîya ferzkirina li ser kesî ya wan pirsan e ku fikra rohnîbûyî ji xwe dike û bi vê rastîyê afirandina bersivên herkesî li ser pirsên ku bi tenê çend kes ji xwe dikin, ango dana bersivên rohnîbûyî, lewma ew bi riya pirsan hatine afirandin: Me kir ku pirs çêbin ji bo mirovan, pirsên ku berê ji bo wan nebûn, tevî ku ya ji bo wan pirs, pirs bi xwe ye.

Ez ê ji we re pê re pê re deqeke Alexander Mackinnon ya ji sala 1828ê wergerînim, min ji ber pirtûkeke Peel ya li ser Herbert Spencer girtiye. (4) Mackinnon raya giştî terîf dike, heke di civakeke demokratîk de ne cihê şermê bûya, ev terîfa wî wê bibûya terîfa fermî. Dema ku em behsa raya giştî dikin, em timî du lîstikan bi hev re dilîzin, di navbera terîfa dikare were qebûl kirin (fikra herkesî) û fikra destûra wê hatiye dayîn û bi bandor e, ku ji weke koma jêr a sînordar a raya giştî hatiye girtin û ev raya giştî jî bi awayekî demokratîk hatiye terîf kirin:

"Ew, ew hisa ku li ser mijarekê ye ku mirovên herî baş agahdar, herî biaqil û herî exlaqî yên di nav civakê de wê li ser piyan digirin, çêdikin. Ev fikir hêdî hêdî belav dibe û ji alîyê herkesê/a hinekî xwendî û xwedîyê hisa li gor dewleteke medenî ve tê qebûl kirin." Rastîya serdestan vediguhere ya herkesî.

Mîzansena otorîteya ku destûra peyvînê dide

Salên 1880yê li Parlemana Neteweyî tiştê ku sosyolojîyê diviyabû hê vebîne, bi awayekî eşkere dihat gotin, weke mînak sîstema dibistanê diviya zarokên çînên herî zêde mexdûr vebijêre. Pêşî pirs hat kirin a ku paşê bi tevahî ji ber çavan hat bi dûr xistin, lewra sîstema dibistanê dest bi ya jê dihat hêvî kirin kiribû, bêyî ku jê were pirsîn. Lewma jî ne hewce bû behsa wê were kirin. Pir girîng e mirov vegere destpêka pêkhatinê, lewra di destpêkan de nîqaş hebûn ku di wan de her tişt bi zelalî dihat gotin û ev tişt paşê weke dîyarkirinên provokator ên sosyologan xuya dikin.
Afirînerê fermî dizane biafirîne –maneya koka peyvê: Produserê ango "derxistina holê/ber rojê"–, bi dirûvdana şanoyî ya hin tiştên tunene (bi maneya ya tê his kirin, dîtin), li ser ser navê tiştê ew behsa wî dike. Ew divê wî tiştî biafirîne, ya ku ew li ser navê wê dikare biafirîne. Nabe ku ew teatralîze neke, nabe bi gewde neke, nabe mûcîzeyan pêk neyîne. Mûcîzeyên herî asayî ji bo afirînerekî devkî, mûcîzeyeke devkî ye, serketina xîtabetê ye; ew divê mîzansena wî tiştî biafirîne ya ku destûrê dide gotina wî, ango wê otorîteya ku li ser navê wê destûra wî heye bipeyive.

Terîfa prosopopeyîya ku ez lê digerîyam min aha niha dît: "Kesayeta xîtabetê ye ku mirov bi riya wê dike ku kesekî nehazir, mirîyek, heywanek, tiştekî kesayetî lê hatibe bar kirin, bipeyive û tevbigere." Û di ferhengê de ku timî amûreke bêqisûr e, em pêrgî vê hevoka Baudelaire ya der barê helbestê de tên: "bi zaneyî bikaranîna zimanekî, ev pêkanîna awayekî sêhrbazîyê ye ku tiştekî bi bîr dixe." Erkdarên dînî yên ku bi zimanekî zanyarî dilîzin çawa ku huqûqzan û helbestvan jî dikin, divê mizansena nîşana behsa wê dikin a xeyalî çê bikin ya ku li ser navê wê dipeyivin û bi xwe dema ku bi rengê pêwîst e dipeyivin, diafirînin; divê ew bikin ku ew tişta derdibirin çêbibe û vê jî li ser navê wê tişta ku ew derdibirin bikin. Divê ew di heman demê de hem nîqaşekê biafirînin û herweha bawerîya bi gerdûnîbûna nîqaşa xwe jî bi hilberîna hesas a bi maneya bibîrxistina xeyalan, pêjnan, biafirînin –dewlet pêjnek e, xeyalek e... – xeyala wî tiştî ku wî tiştî çêdikin misoger bike: "Netewe", "karker", "gel", "sira dewletê", "ewlekarîya neteweyî", "daxwaza civakî", û hwd.

Percy Schramm nîşan da çawa merasîmên tacîdarkirinê veguhestina merasîmên dînî ber bi qada siyasî ve bûn. (5) Heke rêzikên merasîmê yên dînî ewqasî hêsan dikarin veguhezînin merasîmên siyasî, bi riya merasîmên tacîdarkirinê, sedema vê yekê ew e ku mesele di herdu rewşan de jî bikin ku mirov bawer bikin; ji bo nîqaşê bingehek heye ku tenê bi saya mîzansenê xweafirîner xuya dike, rewa ye, gerdûnî ye, yanî weke koma yekbûyî û razî ji nîqaşa ku wan dike yek –bi maneya bibîrxistina efsûnî, sêhrbazîyê. Jixwe qaîdeyên merasîmên huqûqî ji vir tên. Dîrokzanê ingilîz E. P. Thomson bi israr behsa rola bi rengê şanoyî danîna pêvajoyên huqûqî di sedsala 18ê de kir –perûk, û hwd.–, mirov nikare bi tu awayî fêm bike heke nebîne ku ew ne çerxeke nehêsan e, çawa ku Pascal jî dibêje: Ew hêmanê afirîner ê kirina huqûqî ye. (6) Mirov heq û huqûqê bi bedlên bi êlek ên amerîkî bibêje, ev karekî bi rîsk e: Tehlûke heye mirov şetefata nîqaşê ji dest bide. Timî behsa reformkirina zimanê huqûqê tê kirin, lê ti caran ev reform nayê kirin, lewma ev cilûbergên dawî ne: Qralên tazî êdî ne karîzamatîk in.

Ya fermî, yan jî niyeta xirab a kolektîf

Yek ji alîyên pir girîng ê mîzansenê, mîzansena berjewendîyê ji bo berjewendîya giştî ye; Ev mîzansena bawerîya bi gerdûnîbûna berjewendîyê ye. Weke ku ne xwedî berjewendî be nîşandana siyasetvanîyê ye –mîzansena bawerîya dînî ya keşe, bawerîya siyasî ya siyasetvanî, bawerîya wî ya bi tiştan dike. Mîzansena bawerîyê beşek ji şertên bidizî yê îcrakirina pîşeyê erkdarekî dînî ye –mamosteyekî fîlozofîyê neçar e weke ku ji fîlozofîyê bawer dike xuya bike–, lewra ev bawerî îhtîrama sereke ya mirovê fermî li hemberî tiştê fermî ye; ew e tiştê ku mirov divê bide fermîyetê da ku bibe mirovekî fermî: Divê mirov bêberjewendîbûnê, bawerîya bi ya fermî qebûl bike, da ku bibe mirovekî fermî yê bi rastî. Bêberjewendîbûn nirxekî talî nîne: Ew nirxê siyasî ya tevahîya nûnerîyan e. Dek û dolabên keşeyan, hetîketîyên siyasî, hilweşîna bawerîyên siyasî yên bi vî rengî ne, ya ku tê de herkes niyetxirab e, bi gotinên sartrî, bawerî weke tiştekî mîna niyeteke xirab a kollektîf e: Lîstikek e ku tê de herkes derewan li hev dike û li yên din dike û pê dizanin ku derewan li hev dikin. Ev e ya fermî...

Çavkanî

Pierre Bourdieu:
Sosyolog (1930-2002). Ev deq ji berhema bi navê Sur l’Etat. Cours au collège de France 1989-1992 (Li Ser Dewletê. Dersên li Collège de France 1989-1992) hatiye girtin. Ev berhem li Parîsê wê 5ê çileya sala 2012ê ji alîyê weşanên Raisons d’Agir – Le Seuil ve were weşandin.

  1. Nicolas de Chamfort, Maximes et pensées (Prensîp û Fikir), Parîs, 1795
  2. Dominique Memmi, "Savants et maîtres à penser. La fabrication d’une morale de la procréation artificielle (Zane û Hosteyên Fikrê. Çêkirina Exlaqekî ji bo Dolgirtina Sunî)", Actes de la recherche en sciences sociales, hejmar 76- 77, 1989, rûpel 82-103
  3. Ji peyva grekî idios, "ferd" tê: Axaftina ferdî
  4. John David Yeadon Peel, Herbert Spencer. The Evolution of a Sociologist (Herbert Spencer. Beridîna Civaknasekî), London, Heinemann, 1971. William Alexander Mackinnon (1789- 1870) demeke dirêj parlemanterê Meclîsa Brîtanî bû
  5. Percy Ernst Schramm, Der König von Frankreich. Das Wesen der Monarchie von 9 zum 16. Jahrhundert. Ein Kapital aus Geschichter des abendlischen Staates (Qralê Franseyê. Cewherê Monarşîyê ji Sedsala 9ê heta ya 16ê. Sermayeyek ji Dîrokên Dewletên Rojavayî) (du berg), H. Böhlaus Nachf, Weimar, 1939
  6. Edward Palmer Thompson, "Patrician society, plebeian culture (Civaka Esîlzadeyan, Çanda Gel)", Journal of Social History, 7 (4), 1976, rûpel 382-405

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê