Facebook, neynika sêhrbaz

Tora civakî ya xurt
Translator

Çend roj berê, Facebookê ji min xwest ku ez navê xwe biguherrînim. Ne ku min nasnavekî dijûnker, an teşwîqkerê nefreta nijadî, an xesbkerê navê Mark Zuckerbergê mezin (patron, damezrîner û pardarê sereke yê malpera înternetî Facebookê), ne jî yekî nêzî markayeke qeydkirî, ji xwe re bijartibû. Lê min nasnavek ji xwe re hilbijartibû ku ji herfên alfabeya koran yên xweşik pêk dihat. Muhendîsên malpera kalîforniyayî ji nişka ve biryar dabû ku ev êdî li gorî tîpografiya wan minasib nebû. Di dema qeydkirinê de, Facebookê, berî ku bi rêya kontrolkirina kodeke dizî ya ji telefona min re şandî heyîniya min erê bike, navê min yê rast ji min xwestibû. Wê jî israr kir ku ez şîfreya e-peyama xwe bidimê, daku ew navên têkiliyên min werbigire û ev yek jî, dîtina têkiliyên min - di zimanê malperê de, "hevalên min" - hêsan bike.

Di bin çavdêriya daîmî ya algorîtmayan de, li ser navê şert û mercên bikaranînê ku tu kes naxwîne, rûpela şîn a Facebookê cîhekî rehet ji endamên xwe re pêşkêş dike ku ew dikarin têkevinê û bi hev re nîqaş bikin, bêyî ku ji ber peyamên kesên nenas û reklamên parazît ên ku tiştên nedîtî ji wan re didin xuyandin, aciz bibin. Quncikên reklamê bi têra xwe piçûk in û mirov dikare, bêyî ku wexta xwe bihesibîne, li wêneyên hevalên xwe binihêre, weke wan, ji ber heman agahiyan kêfxweş an nerazî bibe, bi heman leyistikan bileyize, xeberên wan ên herî asayî û yên herî dilşad bişopîne. Peyamên danûstendinan bi qasî ramyariya mirovan berfireh in, ji agahiyeke weha girîng a weke " ez serê xwe dişom " heta bigire ponija herî hûrgilî ya li ser hunerên hemdem û dawetên zayînê jî. (1)

Danûstendinên Facebookê her demî erênî ne: mirov dikare li ser îkona minasib bitikîne û tiştekî "biecibîne", lê ew nikare ji vî tiştî nefretê bike; peyamek tê dema ku em hevalekî nû qezenc dikin, lê ne kengî yekî lîsteya me diterkîne. Kontrolên cîhê bikarhêneran diparêzin: rêwiyê ku ji warekî ne ji rêzê di malperê dikeve derbasî lêpirsîneke pêlîstokî li ser bîngeha hin wêneyan dibe, daku nasnameya xwe piştrast bike. Helbet, rûdanên keyfî jî hene. Rûpelên hêstyar - mîna rûpeleke piştigiriyê ya ji bo leşkerê Bradley Manning ku bi ragihandina agahiyên vêşartî yên li ser şerrê Iraqê ji bo malpera WikiLeaksê mehkûm dibe - carinan bê şîroveyan ji holê tên rakirin, û çend roj bi şûn ve dîsa di malperê tên xistin... hê jî bê şîroveyan ! Ji bo tunekirina spamê, sîte pêşniyarî endamên xwe dike ku bi tikekê re, peyamên ziyanker îxbar bikin, û Facebook jî hesabên bikarhênerên mehkûmkirî ji sîteyê radike. Her cure çalakvanan jî vê kêmaniyê bi kar anî daku dijberên xwe yên siyasî ji şebekeyê derxînin. Facebook ji bikarhênerên xwe re qedexe dike ku girêdanên malperên xeternak (wek mînak, yên ku vîrûsan di komputeran de bi cîh dikin an jî daneyên banqeyê derdixînin) bidin; lê belê, carinan jî, meylên sansûrê yên vî "Big Brother" ê xêrxwaz hene (3), û ew girêdanên malperên dabeşkirina faylan an jî pêşkêşkirinên hunerî û siyasî asteng dike - mîna malpera seppukkoo.com ku alîkariya bikarhênerên înternetê dike daku... daneyên xwe paqij bikin û Facebookê biterikînin.

Ev tevliheviya jîr û jêhatî ya jiyana ferdî û çavlêkirinê, ev şêwaza nermik a ji rê derketina sivik û azadiya çavdêrkirî, sirra serkeftina Mark Zuckerberg’î ye. Bi saya vê, wî 500 milyon bikarhênerên qeydkirî civandine - ev jî ne hindik e! - ku % 50’ê wan jî her roj dikevin malperê; ev jî her mehekê dike tevahiyeke 700 mîlyar deqîqeyên girêdayîbûnê. Wekî din, 200 mîlyon kesî jî li ser telefona xwe a destan dikevin Facebookê. Tevî ku navdariya zanîngeha Harvardê di destpêka xwe ya pirr serkeftî de roleke leyistibe jî, Facebook kêm zêde ji noqteya sifirê dest pê kir û ew, nuha, digel bi tenê 1 700 xebatkaran, mezintirîn malpera înternetê ya dunyayê ye.

Bikarhêner daneyên xwe bi azadî dixin malperê, û ev dane jî mijara arzûyan e. Bi saya wan, xebatkarên pazarnas dikarin, ji anketên medyayên asayî bêhtir bi hûrgilî, muşteriyên xwe hedef bikin - li gorî zayend, temen, rojbûn, ziman, welat, bajar, asta perwerdeyê, balkêşî, hwd. Hejmara van bikarhêneran jî, nêzî hejmara temaşevanên televîzyonê ye. Di 15’ê mijdarê de, marka luksê Louis Vuitton’î, bi vî rengî bê navberkariyê xwe gihand 1 594 045 bikarhênerên înternetê. Hemû jî kesên weha bûn ku li ser bişkokeke "ez diecibînim" tikandibû, û bi vî awayî teşwîqî hevalên xwe kiribû ku heman tiştî bikin. Li ser malpera sazkerê çantayên rêwîtiyê, naverok ji defileyên modayê (bi teknolojiya videoyên 360° pêşkêşkirî) heta bigre seyahatnameya "di dilê Afrîqayê de" ya stranbêjê Bono pêk tê.

Ji nav malperên navdar, markayên weke Starbucks, Coca Cola û bîskuwiyên Oreo, bi qasî 10 heta 25 mîlyon temaşevanan ber bi xwe ve dikişînin. Di vê rêza yekem de, stêrkên serdema me bi cîh dibin: mûzîk, sînema, futbol, rêzefilmên televîzyonê û leyistikên Facebookê. Barack Obama jî li wir e; kampanyaya wî ya 2008’ê li ser înternetê pirr deng vedabû. Lê bi tenê markayên mezin nînin ku ji vê fersendê sûd werdigrin. Di asta xwe de, hunermendên herêmî, nivîskarên nenas û şîrketên piçûk bi rêya heman pergalê xwe didin nasîn. Le Monde diplomatique jî li derveyî vê yekê namîne: malpera wê ya Facebookê ku dawiya 2009’ê ji hêla xwendevanekê ve hat vekirin, anuha 45 049 endaman dicivîne.

Facebook alîkariya herkesî dike ji bo ku marka xwe ya ferdî xweş bike û wê her dem zindî bike, Facebook eynika sêhrbaz a serdema me ye, xweperest û reklamgêr e. Bi tecrûbeya Facebookê re, herkes weha hîs dike ku bi awayekî daîmî xwe pêşkêş dike, li hemberî 130 kesî (hejmara hevalan a naverastî) ku ji ber her lebatek û her qerfekê li çepikan dixin. Pêşana elektronîk a heyîniya me çiqasî li gorî rastiya kesayetiya me - an jî arzûya me - bibe, em evqasî jî ji ber eynika wê serxweş dibin. Ji ber hestên bi vî rengî, her yek dixwaze li malpera xwe tiştên nû zêde bike, carina bi awayekî kompulsîf jî; mirov tahmên xwe, navnîşana xwe, cîhê xwe yê dema rast, bi saya teknîkên cuda yên cîhdîtinê, an jî çîroka nakokiyên evîndariya xwe diweşîne. Hemû saziyên parastina jiyana ferdî ji ber vê şîrketê matmayî dimînin; ew bi xwe lê mikûr tên ku mezinbûna her demê bileztir a teknolojiyan, li derveyî şiyanên wan e.

Lê Facebook dê li vira nesekine: ji malpereke bisînorkirî, ew nuha dixwaze li tevahiya înternetê belav bibe. Bişkoka "ez diecibînim" ku nîsana 2010’ê bi cîh bû, weke delameteke negirîng xuya dike, û her malpersaz dikare wê di sîteya xwe de bi cîh bike, daku balkêşiya xelkê zêde bibe. Bi saya vê pergala zîrek ku heta nuha di mîlyoneke malperan de heye, Facebook dikare ziyaretên li ser înternetê yên 150 mîlyon kesan, digel navê wan bişopîne; bi vî rengî jî, wan bêhtir nas bike. Ji bo ku baştir ji înternotan re xizmet (û çavdêriyê) bike, Facebook peyameke elektronîk da destpêkirin ku e-peyam, mesajên kurt û nîqaşa yekser digel hev di xwe de kom dike. Ew jî dibe reqîba Google’ê ku noqteyeke din a kontrola înternetê ye.

Facebook misoger dike ku bi tenê hevalên mirov dikarin vê giraniya metn û wêneyan ku bi berdewamî di bingehên daneyên xwe de dirêjin, bibînin. Di mijdara 2010’ê de, anketeke rojnameya amerîkî Wall Street Journal dabû zanîn ku hin xebitînerên leyistikên Facebookê yên mezin, nasnavên ferdî yên lîstikvan û hevalên wan difiroştin; ji wê demê û pê ve, şîrket siyaseteke "toleransa sifir" a li hemberî komîsyonvanên daneyan îlan kir û misoger dike ku Facebookê "agahiyên bikarhêneran tu carî nefiroştiye û dê tu carî nefiroşe jî". (Ji xwe em li vira behsa Patriot Act’ê nakin ku karbidestên amerîkî dikarin, bi rêya vê zagonê, agahiyên ferdî yên ku li DYA’yê bicîhkirî ne bi dest bixin.)

Di sala 1993’ê de, resimeke meşhûr a Peter Steiner ku di The New York Times de weşiyabû, weha digot ku " li ser înternetê, tu kes nizane ku hûn kûçik in ". Di 2010’ê de, nenasî li ber betalbûnê ye. Serokê Google’yê, Eric Schmidt, di konferansa Techonomy’ê ya 4’ê tebaxa 2010’ê de bi bîr xist : "Bi 14 wêneyên we, em dikarin we nas bikin. Hûn difikirin ku 14 wêneyên we li ser Înternetê tune ne? Lê belê wêneyên Facebookê hene." Rewşeke neguherbar, û li gorî wî, rewşeke pêwîst e jî: "Di dunyayeke tehdîtên nehevseng de, nenasiya rast pirr xeternak e. (...) Xizmeteke ewle ya kontrolkirina nasnameyê ji me re pêwîst e - û anuha, baştirîn mînaka xizmeteke bi vî rengî jî Facebook e. (...) Taliyê, hikumet ê vî tiştî ferz bikin. " Sextekarî hê jî pêkan e, lê her ku diçe, zehmet dibe. Mîmarên herî bihêz ên dunyaya li ser xetê û karmendên siyasî dixwazin Înterneta azad ku hê jî weke devereke bê zagonan tê dîtin, medenî bikin. Ku ew bikaribin wê kedî bikin, nasnameya rast a mirov dê bedêla beşdarbûna wê bibe. Heta nuha, tevnepîrik mecaziya ji bo pergaleke nenavendkirî ya şebekeyên komputerî yên pevgirêdayî bû. Tu kes nefikirî ku dê pîrhebokeke çalak di navenda wê de bi cîh bibe, û weha rabûn û rûniştinên hemû bikarhêneran çavdêr bike.

Çavkanî
  1. Miyase Christensen, "Facebook is watching you" ("Bala Facebookê li ser te ye"), Manière de voir hjm. 109, "Internet, révolution culturelle" ("Înternet, şoreşa çandî"), sibat-adar 2010
  2. Fabrice Ebelpoin, "Guerre civile sur Facebook" ("Şerrê sivîl li ser Facebookê"), ReadWriteWeb France, 14 gulan 2010
  3. Ji The Social Network (Tora civakî) (David Fincher, 2010) bêhtir - li ser Harvard, komputernasî û îqtidarê, ev hê jî fîlmekî gellekî balkêş e -, Catfish, belgefîlmekî Henry Joost û Ariel Schulman, ruhê Facebookê zeft dike. DVD’ya dê di çileya paşîna 2011’ê de derkeve

Wergera ji fransî: Simko Destan