Farqîn an jî Silîvan

Çand û Huner

"Wele nastînim bile nastînim
Wele nastînim Mîrê Farqînê
Sed û sî siwar xistye rehînê
Kekêm zava ye derxin șanșînê"

Min navê Farqînê cara pêșîn di sitraneke folklorîk de bihîst. Li gundê me yê ser bi navenda Mêrdînê dawet bû, ez jî texmîn dikim hîn șeș heft salî bûm û wekî hemî zarokên din ên gund bi dora alaya bûkê û berbûyan ketibûm. Wê demê ne teyib ne jî cîhazên ku dengbilindkirinê hebûn, gundîyên halxweș di dawetên xwe de ribab ku cûre kemaneke herêmî ye, yan jî def û zirne dianîn pê dawetên xwe geș û xweș dikirin. Yên ji rêzê jî bideng û stranên berbûyên xwedî huner dawetên xwe șên dikirin.

 

Îcar dîyar bû îmkanên xwedîyên daweta navborî jî tunebûn ku ribab an def û zirnê bînin, ji bo wê jî berbûyên wan bidev sitran davêtin ber hev û digotin: "Wele nastînim lo bile nastînim / wele nastînim lo Mîrê Farqînê / Sed û sih siwar lo xistîye rehînê / Kekê min zava ye lo derxin șaneșînê / Wele nastînim lo bile nastînim / wele nastînim lo Mîrê Ferhendê / Sed û sih siwar lo xistîye derbendê / Kekê min zava ye lo rakin govendê / Wele nastînim lo bile nastînim / Wele nastînim lo Mîrê Gergerê / Sed û sih siwar lo xistîye defterê / Kekê min zava ye lo bibin menderê..."

 

Dîsan metikeke me hebû jineke dilevîn bû, ji mêrê xwe yê ku mêrê sê jinan bû û jê gelekî mestir bû pir hez dikir. Helbet mêrê wê bi awayekî xwezayî berî wê û kordunde mir. Her gava ku em diçûn mala wê heke li dora wê kesekî ku jê fedî bike tunebûna ji me re ya sitran ya jî çîroka "Sîyamedê Silîvî, xwedîyê tîr û kevanê zîvî" digot.

 

Ji bo wê jî navê Farqîn an jî Silîvan, Ferhend û Gergerê weke navên bi efsûn ji wê çaxê de di bîra min de mabûn û gava min pirtûka "Farqîn"ê (Rojen Barnas; Sîlvan/Silîvan, Farqîn, Stenbol, 2013) dixwend her dengê sitrana wê, ya Sîyamedê Silîvî û Xecê û çîroka wan di guhê min de olan dida. Min li stranbêjên me yên îro (Hesen Șerîf û Beyto Can) jî guhdarî kir hin cudatî di ya ku ew dibêjin û ya ku min bihîstibû de hebûn, lê min ya xwe wekî ku min bihîstibû tercîh kir.

 

Cara sêyê, xalekî min mamosteyê dibistana seretayî bû, ew dabûn Farqînê -belkî jî wî xwestibû- wî ez bi mêvanî vexwendim vî bajarê bi efsûn. Gava em gîhaștin bajêr û ji erebê peya bûn, tiștê pêșî bala min kișand ew bû ku sîmsaran bi kurdî bang dikir: "Dîyarbekir, yek, du, erebe bi rê dikeve Dîyarbekir!.." Ji ber ku ne li Mêrdînê, ne jî li Dîyarbekirê esnaf bi kurdî nedipeyivîn, ez li vê yekê ecêbmayî mabûm û wekî xortekî kurdîaxêv hîn bêtir kêfa min ji Farqîne re hatibû.

 

Pașê em li gund bûn, pismamekî me jî li Dîyarbekir li Zanîngeha Dicleyê xwendekar bû, gava ji bo bêhnvedanê vegerîya kovara Tîrêjê ya ku xwerû bi kurdî bû bi xwe re anî. Di civata ji gundî û merivan li mala wan civîyayî de, çîroka birêz Rojen Barnas a bi navê "Te vî zimanî ji ku derê anî" bi dengê bilind xwend. Herkesî bi serinc li çîrokê guhdarî kir û pașê jî ji ber ku çîrok pêkenî bû pirqîn bi civatê ket, herkes ji kenan li alîyekî ket...

 

Piștî demekê min jî xwendina xwe li Zanîngeha Dicleyê kir û li wê gelek dost û hevalên farqînî nas kirin, ku berpirsê malpera Farqînê, Mansûr Cahîd jî yek ji wan e. Me çar salan bi hev re li Dîyarbekirê xwend, di dawet, șayî û gelek minasebetên din de em bi hev re diçûn Farqînê. Piștî xwendina xwe jî em demekê di șîrketeke petrolê de ku li herêma Farqîn û Batmanê li petrolê digerîya xebitîn, çi bigire li gund û navçeyên wê hemîyan ji Ferhend, Boșat, Malabadê, Gundik, Mirelya, Dêrûn, Baxçe, Sêdeqnê bigire heta pira Kemûkê û hwd. gerîyan.

Rojen Barnas; Sîlvan/Silîvan, Farqîn. Ji ber ku amadekarê teknîkî yê pirtûkê û berpirsê weșanxanê jî nas dikim, pêwendîyeke hisî jî di navbera min û vê kitêbê de çêbû. Wekî nivîskar dibêje ez ê bahsa farqîna ku min dîtîye bikim, ez ê jî her li ser wêneyê Farqîna di serê xwe de vebêjim û zêde bahsa naveroka pirtûkê nekim, ji ber ku divê her kurdek an kurdîaxêvek bixwe wê bixwîne.

 

Dema cara pêșîn çavê min bi pirtûka Rojen Barnas a li ser Farqînê ket, ev bîranîn hemû wekî filîmê sînemayê di ber çavên min re derbas bûn. Gava min keys lê anî jî, ji ber ku bi kurdî bû û nivîskarê wê jî yek ji çend kesên serekî yên ku piștî bêdengîyeke malkambax cara pêșîn li bakurê welêt bi kurdî çîrok û helbest nivîsî bûn û bi salan navberî nedaye kar û xebata xwe, bêyî ku avê lê vexwim, min ji serî heta binî xwend.

 

Helbet pirtûk ne tenê ji alî zimanê xwe ve dewlemend û xurt e, ji alî tarîx -ne tenê ya Farqînê-, erdnîgarî (cografya), ravekirinên avasazîyî, aborî, pîșekarî, civaknasî, folklor, edebîyat û hîn wekî din ve jî têra xwe tije û dewlemend e û ji bo xebatên pêș de jî mînakeke bêhempa ye. Di encamê de, bê mibalexe û bi dilekî rehet meriv dikare bêje ku pirtûk mînyatureke dîrokî ya rewșa civatî, aborî, sîyasî û zimanî ya Kurdistanê ye.

 

Ji alî ziman ve tenê tiștek heye ku dixwazim bêjim ew jî nebûna tewanga navan e. Ev jî ne kêmasîyek e, ji ber ku tercîha nivîskarî bi xwe ye, lê bi dîtina min dê hebûna wê bibûna zêdeyîyeke pirtûkê. Ji alî teknîkî ve jî, ebada wê dikaribû hinekî din biçûktir bûya ku meriv bi hêsanî bigirta destê xwe û bixwenda. Her weha wêneyên wê hemû rengîn nebûna jî, divîya bi kaliteyeke baștir û li ser kaxezeke kûșe çap bûbûna.

 

*Rojen Barnas; Sîlvan / Silîvan, Farqîn, Weșanên Nûbiharê, Stenbol, 2013, 288 r.