Fatoreya salên Margaret Thatcher

Translator

Jim Doherty kesekî teqawîtbûyî yê ji derveyê norman e. 62 salî ye û li taxa Parkheadê ya li rojavayê Glasgowê ku li wê derê temenê mirovan, heger tu li navê bixî, li derdora 53,9 salan e. Li ser karî qeza derbas kiriye, lewma ew her mehê 560 sterlîn meaş werdigire û cixarê jî dikişîne. Ji me re dibêje « mêze bikin, di wê navberê de jî perdeyan vedike. Li wê dera hanê, karxaneyeke hesinan (metalurjî) hebû. Di wê karxaneyê de 8000 kesan kar dikir. Li paş wê, 3000 karker di karxaneyeke erebeyan de dixebitîn. Li paş wê jî, di karxaneyeke hesinên polayî de 7000 kesan kar dikir û ew nuha ji kar hatine derxistin. Van hemû karxaneyan, di salên 1970-1980’ê de, ji vir bar kir û çûn Asyaya Navîn û Rojhilatê Ewropayê.» Doherty, di hemû jiyana xwe de weke karkerekî xebitiye û di cihê karê wî de qeyran tunebûye: karê xirabkirinê. « Min gellekr tax û geto xirab kirine. Li wan deran karker diman, heman tax hatin valakirin, da ku şêniyên wan biçin deverên din û li getoyên din bijîn. Li cihên wan yên nû hemû zarokên wan bêkar man. Min pir karxane jî xirab kirine, karxaneyên ku yek bi yek hatine girtin Ev jiyana min bû. »

Li dora mala wî zibara pîşesaziya modern li ser hev tov bûye. Li vê taxê dikanên ku hene bi hesinan hatine dorpêçkirin, narkotîk lê tê firotin û çete li her derê hene. Li Glasgowê, siyaseta têkbirina pîşesaziya ku ji aliyê hikumeta Margareth Thatcher (1979-1990) ve hatibû meşandin bi ser ketiye. Demeke dirêj beriya wê, Doherty komeleyeke Gallowgate Family Support Group ava kiriye: derdorê sîh mîlîtanan, bi derfetên aborî û yên moralî, ji malbatên kesên ku narkotîkê bi kar tînin re alîkar dibûn. « Di nava 10 salên dawîn de, me li vê derê pênc hezar ciwanên xwe bin ax kirin. » Hemûyan bi doza narkotîkê û bi şîdetê jiyana xwe wenda kiriye. « Îro, di nava karê sektora tendurustiyê de, ya tendurustiya psîkiyatrîk de, xercên ji bo karmendên girtîgehan, programên metadon û yên şiringayên wan, xercên xebatkarên sosyalê, yên xebatkarên taybet ku di warê narkotîkê de dixebitin, yên memûrên komeleyan, yên dermanxaneyan, yên girtîgehên ku penaber lê dimînin, bêyî ku em pereyê ku ji aliyê derên din yên cur be cur ve tê wergirtin bihesibînin, li Glasgowê, kara herî zêde ji sektora narkotîkê ye.» Jim baş dizane bê ka, çi dibe bila bibe, bêkariya heyî dê bibe sedema çi. « Du kurên min, bîst û pênc (25) salan hogirê eroînê bûn. Nuha, ez hewl didim ku herdu zarokên xwe ji vê xirabiyê xilas bikim», ev gotin ji devê Ian Duncan Smith derdikevin ku destê wî di nava qutiya tûtinê de ye, di dema bihurî de berpirsiyariya muhafezakaran kiriye, niha slogana siyasî a «Brîtanya xerab bûye » diavêje. Think tank’a muhafezakaran Centre for Social Justice gellek caran Doherty kişandiye nava niqaşan. Di 2007’an de, Smith hatiye taxa wî û tev li cenazeya ciwanekî bûye, pişt re bang li vî kesê teqawîtbûyî kiriye. Bêyî ku agahiyê bide çapemeniyê, ew hatiye vê derê ji bo ku rewşa Brîtanyaya xirabbûyî fahm bike, jê dersê wergire û bingehekî ji bo afirandina exlaqî çêbike ku jê re dibêjin «çanda alîkariya dewletê » . Doherty tîne bîra xwe ku “rojekê Duncan Smith ji min pirsî ka çawa mirov dikare li taxa Parkheadê dengên muhafezakaran zêde bike. Min jê re got ku heya ku Margaret Thatcher bijî, partiya muhafezakar nikare ji van taxan dengekî jî werbigire. Ev rewş encama wan xebatên wê ye ku wê bi xwe, dema ku seroka partiya muhafazakar ya Brîranyayê bû, kirine. Heke cîhên şêniyan nehatibûna guhertin, karxane nehatibûna girtin, bi awayekî girseyî karker ji kar nehatibûna derxistin, em ê îroj di vê rewşê de nebûna. Çendî têkiliyên min bi Duncan Smith re hebin jî, ez çepgirekî orospî me. Dibe ku ew kesekî durust be jî, lê belê tu carî ez ê dengê xwe nedimê.”
J. B.

Çavkanî
  1. Bixwîne: James Chapman, « Work or lose your benefits: Iain Duncan Smith heralds biggest shake-up of welfare state since the war », Daily Mail, London, 28 gulan 2010.