Femînîzm û ekolojî, têkilîyeke "xwezayî" ye?

Ji nû ve peydabûna fikreke hazir
Translator

Zêdebûna li malê, şîrmijandinê jî bi qîmet dike... Van çend salên dawîn, pêşketina ekolojîyê rengê zarokçêkirinê jî guhert. Li hember dermanên fizûlî û lobîyên endustrî rexne zêde dibin û li alîyekî din jî, mirov dibîne ku fikrên li dijhev di derheqê "xwezaya jinan" de peyda dibin. Munaqeşeyeke ku ev serê bîst salan e li Amerîkayê tê kirin.

Gelo jin ji mêran "kesktir in"? Ma têkilîyeke wan a taybetî bi xwezayê re heye yan perspektîveke wan a bêhempa li ser pirsgrêkên ekolojîyê heye? Van çend deh salên dawîn jinên ku ji xwe re dibêjin femînîst, bi rengekî erênî bersîva vê pirsê dan.

Bi rastî, vê pozîsyonê ji dema peydabûna tevgera ekolojîst ya modern dest pê kirîye. Di sala 1968ê de, di pirtûka xwe La Bombe P (1) de, Paul Ehrlich digot ku; zêdebûna mirovan li kaînatê dê dawîya dinyayê bi xwe re bîne. Tiştê herî baş ku mirov karibe pêk bîne bo dinyayê, ew e ku mirov (nifûsa) xwe zêde neke. Çend sal pişt re, femînîsteka radîkal ya fransî, Françoise d’Eaubonne, dida zanîn ku nîvîyê gel, ne xwedîyê vê hilbijartinê ye: jin di zarokçêkirinê de, ne xwedîyê biryarê ne. "sîstema mêran" yanê pederşahî, dixwest ku jin her pêxwas, hemîle û xwedî gelek zarok bin.

Lê belê d’Eaubonne digot, jin divê ku bersîvê bidin û bixwazin ku azadîya zarokçêkirinê di destên wan de be, xwedîyê biryara zarokjibergirtinê be û tedbîrên dij-hemîletîyê ew bi xwe hilbijêrin; Ev tişt in ku dê jinan pêşde bibin û kaînatê ji zêdebûna bê mane xilas bikin. Encama yekem di navbera ekolojî û azadîya jinan de ev e ku, jin divê xwe bikin xwedîyê biryara pêşketina demografîk, bi vê şêweyê bibin xwedîyê laşê xwe, bedena xwe. (2) Di pirtûka xwe ya bi navê; Le Féminisme ou La Mort (ya femînîsm yan mirin) de ku di sala 1974ê de derketiye, wê navê vê ramanê kiribû "ekofemînîsm".

Parastvanên jîngehê yên amerîkanî vê ramanê diparêzin, lê belê maneyeke din a cuda didinê. Ev jî baş tê bîra wan ku nivîskara pirtûka "Silent Spring" (Behara Bêdeng) jin bû û bibû dengê femînîzma sala 1963: Rachel Carson. (3) Ew pê dihesîyan ku jin di meşên li hember merkezên nukleer an jî li hember gend û gemara jahrîn wek Lois Gibbs li "Kanala Love" li eyaleta New Yorkê cîh digirin. Jinek din, Donella Meadows, ku yek ji nivîskara rapora "Halte à la crossance" (4) (Zêdebûnê Bisekinînin), raport di sala 1972an de derçûbû. Petra Kelly, yek ji wan kesên herî pêşde ya Keskên Alman bû. Li Britanya Mezin, grûbek jin, bi navê ‘‘Women for Life on Earth" (jinên ji bo jîyanê li dunyayê) li ser balafirgeha ,Greenham Common ji bo protestokirina bicîhkirina çek û mîsîlên parzemînî (qitayî) yên NATOyê, kampek aşîtîyê damezirandin. Gelek ji wan bêşdaran xwe wek ekofemînîst îlan dikin; lê belê ev kes beşdarî tekoşîna ji bo azadîya çênekirina zarokan nabin. Mirov dest pê dike têkilîyeke taybetî di navbera jin û xwezayê de bibîne.

Heqaretek ku veguherî îltifatê

Mirov vê yekê di nav ziman de jî ferq dike: bêjeyên xweza (la nature) û erd (la terre) bi artikelên mêr an makê dest pê dikin, daristan bakîre ne, xweza, wek dîya me tê zanîn, ku ya herî henûn e. Tam tersê vêya, qawetên ku xwezayê xerab dikin yên ku axê îxfal dikin, gelek caran qawetên ilmî, yên teknolojî û yên aqil in. Ev jî hemû berhem û projeyên mêran in. Çend hezar sal berê, Arîsto mantiq wek mêr şanî da; Arîsto wusa difikirî ku: jin têra xwe baqil nînin ku bikaribin biryarê bidin, bi vî awayî jî tam insan nînin, dikare kûvîyên efsûnî bin.

Bi dirêjahîya du hezar salan vê ramanê tesîra xwe li kultura ewropî jî kir ku jinan wek kêm-aqil qebûl bikin ku sebeb û bingeha zêdebûna însanan li ruyê erdê ew in.

Paşîyê tevgera Lumière (Ronî: tevgera zanîn û agahîyan); projeyeke din ku welê dîyar e ew jî mêrane ye, ji xwe re şêweyên nû peyda kiribûn û bi vî awayî bi alîkarîya ilm, teknolojî û fabrikayan xweza xera dikirin, wêran dikirin. Ew kesên ku xerabî çêdikirin her mêr bûn û bi çavên ticaret û bazirganiyê li çavkanîyên xwezayê mêze dikirin û ji bo kara xwe bi kar dianîn. Projeya Lumiyer dixwest serdestî li xwezayê bike û her wisa pesnê aqil-mantik dida û dinya wêran û xera dikir. Li gor felsefeya New Age "Serdema Nû" û ekofeminism. Xwedîyê vê felsefeyê wek nivîskarên; Frijtof Capra û Charlene Spretnak bûn. (5)

Lê belê fêmînîstên salên 1970yî digotin ku jin destên wan paqij in. Û dunya pêwistîya wî kêmtir bi mantiq û rasyonalîzma wêrankar ya xwezayê heye; ger jin ji mêran hîn zêdetir xwedî hisiyet û hest bûna. Dê gelek xweş biba: jin antidot in. Ji ber ku hisiyatên jinan û yê xwezayên bi hev re dimeşin, ji ber wê jî têkilîyên navbera mirovan û xwezayê ji ber xwe ve û baş dizanin. Nîşana xerabkirina jîngehê jî, bi van têkiliyên taybetî ve girêdayî ne. Bi vî awayî ger mirov jinan bi xwezayê re bike yek, ev dibe projeyek êrênî, bi vî awayî jî jin dibin melekên parastina mesaja ekolojîst. Ev tişt ji alî psîkolog Carol Gilligan ve jî hatîye teyîd kirin û herweha Gilligan (6) pêşnîyar dikir ku pêşketina moral û exlaqî ya taybetî ya jinan, dikare bibe etîka lixwemêzekirin û tedawîkirina kesên din. (7) Hinek ji wan, herwekî; Mary Daly, dê di gotina xwe de hewqas pêşde here û bêje ku xweza dees (xwedawend/îlahe) e. Û di rihê hemû mexlûqan de heye û jin jî havêna vê bûyerê ye. (8)

Femînîstên ku ji bona pêşketina mafên xwe têdikoşin ji vê ramanê çav tirsandî bûn.

Ekofeminîzm, dîsa bi qîrîn li gel sloganên xwe yên stereotîp û pederşahî: dest pê kirin çêrên xwe yên kevn nû bikin û wek komplîmant şanî bidin. Van sloganên wan yên stereotîp ku di sedsala 19an de bi kar hatibûn ji bo ku ideolojîya wan ya "Sphère Séparées" bidin qebûlkirin ku jin mahkûmî xebatên hundurîn yên malê ne û wan di nav qefesan de mehkum dikir, vê jî li ser navê exlaq û qîmetên bilind şanî didan. Ekofemînîzm dubarekirina stereotîpên bindestîyan bûn. Hemû ji nû ve ji dest derbas kiribûn lê ev kes, cîhê wan di tekoşîna femînîzmê de tunebû, vana tenê derî ji femînîzma mîstîk re vedikirin. Rastîya wî ew bû ku piranîya kesên ku xebata jîngehê yên salên 1970ê dikirin mêr bûn. Her wekî: David Brower, Lester Brown, Barry Commoner, E. F. Schumacher, Denis Hayes, Murray Bookchin, Ralph Nader, Amory Lovins, David Suzuki û her weha Paul Watson.

Di vê gavê de, ekofemînîstên rojava, bi rêya projeyên bo pêşketinê ya Banka Dunyayê ve alaqa ji bo dunya sêyemîn şanî didan. Muhendis, ji bo enerjîya avê, baraj li ser çeman ava dikirin, di vê gavê de dor û der cîhen avahîyan xera dikirin. Ev polîtîka "Agrobuisiness" axa çandinê ya hezar sale ku gelek babet ziraet lê pêkdihat, bû yek babet ziraet û tenê ji bo bazara dunyê û li derva bêt firotan. Di vê gavê de daristan jî dihatin qelibandin û jêkirin ku ji zû ve gundîyan debara xwe pê dikir, ji xwarinê, fêkîyan bigire û heta xwe germkirinê ji wir temîn dibûn, materyalên avahîyan dîsa her ji wir dihatin temîn kirin. Daristanê, her weha heywan, ax û avên bin erdê diparastin. Ev pêşketina xerab ku muxalefetê jê re digot Kapitalîzma Kedxwar ya Navneteweyî, ev kapitalîzm ne tenê daristan, av, çem, ax, heywan, her weha civakên însanan jî ji jîyana wan ya ekolojîk û kevnare dûr dixist.

Civakên eslî yên bi cîh li hember vê polîtîkayê serî radikirin û li ber xwe didan. Li bakurê Hindistanê bi taybetî,dema ku şîrketekê dixwest daran bibire, jinên gundî xwe bi daran ve girê didan da ku kes nikaribe wan jêke. Çend salên paşîn navek ji vê tevgerê re peyda bû; Chipko ku li hemû parzemîna (qita) jêrin ya Hindistanê belav bû.

Tevgera Chîpko tesîr li ser bawerîyên ekofeminîstên rojavayî kir, rastîya bûyerên civakî grûbên jinên ku bi axê ve girêdayî ne û mîstîk peyda kirin Vandana Shiva û hinek kesên din beyan dikirin ku: bi taybetî li heremên dervayî bajaran, li Afrîkayê, li Asyayê û li Amerika Latînî îro jin baxçevan in û zanînek wan ya taybetî heye û di vî warî de pispor in. Pêşvexistina xirab ya mêran, tenê qîmetê dide çavkanîyên ji bo bazara bazirganîyê; lê jinên xwecihî-eslî, dizanin çawa hurmetê şanî çavkanîyan bidin, ji ber ku baş dizanin neslên paşê her pêwistiya wan dê pê hebe. Ji ber vê yekê jinên ku li ser axa xwe dijîn, hurmeteke taybetî û hîsî ji bo jîngeh û tabîatê xwedî dikin û diparêzin.

Meraqa ekofeminîzmê ji bo tevgera Chipko ew bû ku; zîreat tenê ji bo jîyana mirovan pê berdewam be, dimeşandin. Baş e mirov ji bo jinên ku bixwazin bixwînin û jîyaneke profesyonel, an wek hemwelatîyeke temam xebateke polîtîk ya profesyonel bimeşînin çi bêje?

Ekofemînîstan dixwest ku jin her bi karên xwe yên berên eleqedar bin, pêxwas û baxçevan bin. Ji bîr dikirin ku di navbera tevgera Chîpko de mêr jî faal bûn…

Her weha, diyar bû ku bi vî awayî, dema jîngeh û xweza wêran dibe tesîra wê li ser jîyana jinan bi rengekî negatîf diyar dibe. Dema erdên xurt ku tenê yek babet hubûbat li ser tê çandin, kesên din mecbûr xwe didin ber bi kêlekan, dîyaran û cîhên kêm xurt, ev jî dibe sebebê darbirînên daristanan, erezyonên erdan. Bê gu-man ev jî feqîrîyê bi xwe re tine. (9)

Germbûna klîmatîk jî, di destê yekem de li ser rewşa jinan tesîr dike, kêm statûya wan ya civakî, ji ber felaketan, ba û baran, bahoz, lehî, tofan, şewatên daristanan, germên zêde û zuhayîyan, hîn kêmtir dibe, bi ser de jî nexweşî, kêmasîya xwarinê, rewşê hîn xerabtir dike.

Ev rastî, ji alî raporên rêxistina jinan: Women’s Environmental Network (WEN), rêxistinek e ku li Britanya Mezin bi cîh e, tespît bûye. Li gor vê rêxistinê salê 10 000 jin, ji ber van felaketên bi guhertinên klîmatik ve girêdayî ne, dimirin.

Li gel vê, tenê 4 500 mêr mirine. Ji sedî 80% penaberên klîmatik jin in, ji 26 mîlyon kesên ku malên wan û şertên hebûna wan ji ber tofanan ji dest çûye, 20 milyonên wan jin in. (10)

Mesela di sala 1991an de, li Bengladeşê, di lehî û tofana avê de jin pênc qat ji mêran zêdetir mirin an jî fetisîn. Kincên wan bû sebeba fetisandina wan, ji ber ku nedikarîn li ba mêran wan derxin. An ji demek dirêj di malên xwe de man da ku mêrek ji malbatê were wan xelas bike, li nêzî wan mêr hebûn, lê ne ji malbatên wan bûn û nedikarîn mudaxele bikin, mêran bêtir bi rehetî alîkarîya hevûdu dikir û hevûdu ji talûkê haydar dikir, mêran tew haya jinan jî pê nedixistin.
Li warên ku statuya jin û mêran nêzî hev e; di demên ku fîyetên xwarinên esasî bilind dibin û nexweşîyên ku ji ber germayê jîngehê tar û mar dike.

Li Amerîkayê, piştî krîza fînansê ya Wall Street, têkilîyên jin û mêran hatin guhertin û şikleke din girt: "jin jî êdi li têkilîyên dûr û dirêj digerin û girîngîyê bêtir didin neslên nû." Bi vî awayî dinivîse Shannon Hayes di pirtûka xwe ya bi navê "Radical Homemakers" (Kevanîyên radikal) (11) ev jinên nû yên bi navê "ax û dayik"; dest ji avantajên aborî yên ku dikaribûn jîyanek bi konfor û bilind, xwendinên bilind û karîyerek bi qîmet ji wan re ava bike, berdidin û tercîh dikin li malê bisekinin bi zarokên xwe re mêşxûl bin, di karê baxçên xwe de bixebitin da ku karibin xwarinên xweş bidin malbat û zarokên xwe. Bi cîranan û dor û dera xwe re têkilîyan geş datînin, jîyanek basît û rehet dimeşînin. Xwetêrkirina bi îmkanên xwe, bingeha fikirê ye û garantîya krîzên aborîyê ye. Bi vî awayî ziyana wan li ser tebeqa ozonê jî kêmtir dibe. Ew ji jîyana xwe ya şexsî memnûn in û ji alî ûjdan ve xwe rehet dibînin, bi kêmasî di nêrîna yekem de bi vî awayî diyar in.

Vegera ser cîhanên cuda?

Parastina jîngehê ji mêj ve dest pê kirîye û lêkolinerên ilmên sosyal û civakî dikarin têkilîyên jin û mêran ya bi ekolojîyê ve girêdayî ye analîz bikin û ferqîyetên wan eşkere bikin.

Ji salên 1980yî vir de, piranîya wan hatin ser wê fikrê ku li welatên endustrîyel, jin ji mêran bêtir li hember texrîbata jîngehê serê xwe diêşînin.

Li gor hin lêkolînan, jin ji mêran kêmtir karbonê belav dikin. Lêkolînek swêdî şanî dide ku mêr bi şêweyeke bê miqayese ji jinan zêdetir beşdarî germbûna klîmatik ya dunyayê dibin, ji ber ku mêr otomobîla ji jinan zûtir û dûr û dirêjtir dajon. Li Swêdê, çûn û hatina bi otomobilan, ji çaran sisê ji alî mêran ve bikar tê. (12)

Gelo li ser çalakîyên sîyasî yên bi pirsên jîngehê ve girêdayî ne, mirov dikare çi bêje? Di çarçeveya neteweyî de, li gor IWPR beşdarîya jinan di berpirsîyarî û rêveberîyê de gelek kêm e. Di rêvebirina rêxistinên ekolojîk yê neteweyî de piranî mêr in. Lê belê di warên lokal de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekarîyê an tendurustîyê, wê demê beşdarbûna jinan ji ya mêran gelek zêdetir e. Kesên ku li hember qeza û tofanên ekolojîk derdikevin ji nîvî zêdetir jin in.

Gelo mirov dikare bi rehetî bêje ku ev ferqîyet cudayetîyên esasî ne û bingeha stereotîpên pederşahî ne? Gelo divê ku mirov qebûl bike ku di warê neteweyî de, mêr serekîya birêvebirina rêxistinên ekolijîk dikin û jin tenê xebatên xizmetê dikin? Gelo hûn di derheqê vê fikrê de çi difikirin: ku jin vê zahmetîyê ji bo navê femînîzmê dikşînin?

Di vê gavê de rîsk heye ku mirov were ser fikra "sphère séparées". Her weha ji bo "kevanîyên radikal" jî, fikra li mal mayînê xweşbûna xwe winda dike, ev jî fikra femînîsta meşhûr Peggy Orenstein e, ger mêr beşdarê çalakîyan nebin û bi wan re xebatê parve nekin, jin îtîraz dikin, jin vêya li hember xwe wek kêm hurmetî qebûl dikin, ev ji li ser jîyana wan ya civakî xerab tesîr dike. (13) Dema ku tenê mêr ji bo idarekirina malê pere qezenc dike û jin tenê karê malê dike, di malbatê de gotina mêran bêtir derbas dibe û tevlihevîyek dikeve têkilîyên malbatê, di vê rewşê de, hîn bêtir jin û zarok zerarê dibînin. Di vê warî de guhertinên rastîn yên civakî û ekolojîk dikarin pêk bên, gelo ji ber xwe ve çareser dibe, ger mudaxele neyê kirin?

Çavkanî

Janet Biehl:
Mîlîtaneka ekolojîk ya civakî, Burlington (Vermont, Yekîtîya Amerîka). Nîvîskara Rethinking Ecofeminism Politics, South End Press,Cambridge (Yekîtîya Amerîka), 1991.

  1. Paul Ehrlich, La Bombe P. Sept milliards d’hommes en l’an 2000, (Bomb P. Heft milyar mirov di sala 2000î de) Fayard, Paris, 1972
  2. Rachel Carson, Silent Spring (Bihara Bêdeng), HoughtonMifflin, Boston, 1962
  3. Rachel Carson, Silent Spring, (Bihara Bêdeng) Houghton Mifflin, Boston, 1962
  4. Donella H. Meadows, Dennis L. Meadows, Jørgen Randers et William W. Behrens III, The Limits to Growth, (Hidûdên Mezinbûnê) Universe Books, New York, 1972
  5. Fritjof Capra, The Turning Point, (Nuxteya Vegerê) Simon & Schuster, New York, 1982; Green Politics: The Global Promise (Sîyaseta Kesk: Soza Gerdûnî) (avec Charlene Spretnak), Dutton, New York, 1984
  6. Carol Gilligan, In a Different Voice, (Di Nav Dengekî Cihê de) Harvard University Press, 1982
  7. Lire Evelyne Pieiller, "Liberté, égalité… "care"", (Azadî, Wekhevî...) Le Monde diplomatique, septembre 2010
  8. Mary Daly, Gyn/Ecology : The Metaethics of Radical Feminism, (Gyn/Ecology: Meta-etîka Femînîzma Radîkal) Beacon Press, Boston, 1978
  9. Jodi Jacobson, "Women’s Work", Third World n° 94/95, (Karê Jinan, Dunya Sêyemîn) McGraw-Hill, New York, janvier 1994
  10. WEN, "Gender and the Climate Change Agenda", (Zayend û Rojeva Guherîna Îklimê) www.wen.org.uk, 2010
  11. Shannon Hayes, Radical Homemakers. Reclaiming Domesticity from a Consumer Culture, (Kevanîyên radîkal: Ji civateke serfkar vegera ser jiyana malbatî) Left to Write Press, Richmondville (Etats-Unis), 2010
  12. "Are men to blame for global warming?" (Gelo sûcdarên germahîya gerdûnî mêr in?), New Scientist, Londres, 10 novembre 2007
  13. Peggy Orenstein, "The Femivore’s Dilemma", The New York Times, 11 mars 2010

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin