Ferhengên Kurdî

Jîyan bi kurdî xweş e!

Ferhenga zimanê kurdî li gor nivîskarên kurd bi piranî bi Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî dest pê dike. Nûbara Biçûkan (Nûbehara/Nûbihara Biçûkan) bi şêweya helbestkî di sala 1683ê de hatiye nivîsîn û fêrkirina zarokan ji xwe re bingeh digire. Ehmedê Xanî xwastiye bi vê pirtûkê zimanê kurdî diyarî zarokan bike.

Ger em berhemên ku hin biyanî û mîsyoner li ser zimanê kurdî nivîsîne (gelek caran ferhengokek jî lê zêde kirine) nehesibînin, Ferhenga yekemîn ku bi şêweya ferhengê hatiye amade kirin, ferhenga bi navê "Kürtçe-Türkçe Sözlük" ya Yusuf Ziyaeddin Paşa ye. Ferheng di sala 1894ê de li Stenbolê hatiye çap kirin. Nivîskar ferhenga xwe mîna diyariya Abdulhemîd ji kurdî re (El-Hediyye El-Hemidiyye fi´l-Lûgat El-Kurdiyye) bi nav kiriye û weşandiye. Ev ferheng ji alîyê Mehmet Emin Bozarslan ve bi tîpên latînî ji nû ve hatiye wergerandin û rêzkirin û di sala 1978ê de di nav weşanên Çirayê de derketiye.

Ferhengnivîsîya zimanê kurdî ya bi tîpên latînî demeke dirêj qels û kêmberhemdar maye; bi zarav û alfabeyên din hin berhem piştî salên pêncîyê hatibin nivîsandin jî yan tîpwerger nebûne, yan jî zêde nehatine belav kirin. Ji alîyê din jî, gelekan xebata berî yên xwe dubare kiriye; lêgerîn û lêkolînên kûr nehatine kirin. Di navbera ferhenga Yusuf Ziyaeddin Paşa û yên ku bi lêkolînên berfireh hatine amade kirinê de zêdeyî 80 sal derbas bûne. Di vê navberê de bi zarave yan jî tîpên din hin ferheng hatine amade kirin (Amin 1949, Mukrîyanî 1950-1955-1961-1966, Merdux 1955-57, Siabendov-Çaçan 1957, Kurdo 1960, Nebez 1960, Xal 1960-1964, Mahabad 1961, Cegerxwîn 1962, Bakaev 1962 ûwd.) lê tîpwergera wan çênebûye; kurdên latînînivîs ji wan berheman bêpar mane. Berîya vê demê gelek akademîsyenên ewropî bi pirtûkên rêziman re li ser ferhengê jî xebitîne; ev dem dikare mîna dema berhemên lêkolînên kevin bê bi nav kirin, li ser wan gelek xebat çêbûne; mirov dikare di pirtûkxaneyan de van berheman bibîne, lê nikare bi dest bixe, piranîya wan j nû ve nehatine çap kirin.

Piştî salên heştêyê di ferhengnivîsîya kurdî de demeke nû dest pê dike. Gelek xebat temam bûne, çap bûne û bingeha gelekan jî, ji nû ve hatine danîn ku berhemên wan piştî salên 90ê ketine destên xwendevanan. Ji salên 1990ê bi şûn ve rê li ber ferhengnivîsîya kurdî vedibe, gelek berhem tên holê, pirsgirêka ferhengên gelemperî ya bi ziman û zaraveyên kurdî kêm dibe.

Navê hin ferhengnivîsan: A. Balî, A. Önen, Abdulkadîr Ulumaskan, Ali Seydo-Alî Gewranî, Amîrxan, Amîn, Bakaev, Baran Rizgar, C. Alî Bedirxan, Cîgerxwîn, Çeko Kocadag, D. Îzolî, Diyar Bohtî, Feryad Fazil Omar, Gîw Mukrîyanî, Hafiz Qazî, Hejar, Jemal Nebez, J. Blau, J. Espar, Kamêran Botî, Kamîran, Lokman Abbas, Malmîsanij, M. Cemîl Seyda, M. Lewendî-M.Aydogan-V.Tanrikulu, M.L. Chyet, M. Tanrikulu, M. Taqî Ibrahîmpûr, M. Xalid Gulî, Mahabad û Nêçîrvan Qilorî, Mistefa Gazî, Mustafa Borak, Mûnzûr Çem, Nawzad Mohammad, Qanatê Kurdo, Raman, R. Zîlan, Salah Sadallah, Shafiq Qazzaz, Umîd Demîrhan, Tewfîk Wehbî, Torî, Zana Farqînî, ûwd.

Piranîya ferheng gelemperî ne, li ser peyvên kurdî ne û li ser beşan bi têgehan kûr nabin. Di van salên dawîyê de hin ferhengên têgehan jî derdikevin; xebata koma Kurmancî ya Enstîtûya Kurdî-Parîsê jî divê bê gotin, ji ber ku hewldaneke komkirin û afirandina têgehî tê de heye. Mamoste Cemal Nebez yekemîn car hewl daye ku li ser têgehan raweste (Nebez, Hendik Zarawayî Zanistî, 1960). Ji ferhengên gelemperî ber bi ferhengên têgehî hewldan hene, encama wan dikare di salên pêş de bêtir derkeve holê. Eger mirov çavlêgerînekê li ser dîroka berhemdarîya kurdî bike, dikare vê yekê binirxîne ku destpêk gelemperî be jî, ber bi beşkirina zanistî ve pêdeçûnek diyar dibe.

Ferheng ber bi rewşa têrbûnê ve ye, lê kêmasî di beşên leksîka û ansîklopedîyê de hene. Leksîkolojîya zimanê kurdî hîn di destpêkê de ye û di vî warî de li benda berhemdarîyeke sazîbûnê ye. Pirsa ansîklopedî û leksîkolojîyê ji karê yek bi yek şexsan bêtir, karê sazî, dezgeh, zanîngeh, dewlet û îradeya netewî ye, karê komîsyonên pîşeyî yên ji lêkolîner, akademîsyen û zanyaran pêkhatî ye. Herçiqas hewldan ber bi sazîbûna pîşeyî bixuyê jî, di vî warî de bingeheke hîn xurtir pêwîst e. Ji ber ku xebata raman, karê afiranderîyê li tenişta derfet û sazîbûnê, rewş û atmosfereke azad jî pêwîst dike.

Rewşa ferheng, leksîkolojî û ansîklo-pedîya kurdî ya gelemper û beşên pîşeyî li ser rêyeke rast dixuyê, dê gerekên xwe jî li ser vê bingehê bi cî bîne.