Fînansekirina alîkarîya gerdûnî

Translator

Lê ne mimkin e, ev proje nikare were finansekirin!"  Bi giştî yekem îtîraza li alîgirên hatinîyeka gerdûnî ya girêdayî kar nebe tê kirin, ev e. Lê belê ev liberrabûn yekem e, lê ev bêguman îtîraza herî lawaz e jî. Li gorî Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN), îro Fransa  welatê pêncem yê herî dewlemendê cihanê ye. Di 2010an de, hatinîya amade û heyî (piştî dana lêçûnên civatî û bacên seranser) digihîşt mehê 1276 euro serê kesekî, kesên mezin û zarok tê de. Ango em xwedî têra xwe çavkanî ne ji bo misogerkirina 1276 euro serê her kesê/î, heke em bixwazin biryara dabeşkirineka bi temamî wekhev bidin. Ev gelekî zêdetir e ji sînorê heyî yê xizanîyê, li Fransayê ew % 60ê hatinîyeka bi navînî (1) ango 960 euro serê mezinekê/î ye. Yên ku ji destê wan tê gelekî bikin jixwe dikarin hindiktir bikin, ango Fransa bêguman xwedîyê wê kapasîteyê ye ku hatinîyeka herî kêm biqasî ya sînorê xizanîyê ji bo her kesê/î misoger bike.

 

Utopyayeka mimkin e di demeka kin de pêk were

Bê şert mîsogerkirina hatinîyeka mehane ya têrî jîyana her welatîyî bike ji dema ji dayîkbûnê heta mirinê? Bi bahaneya nemimkinbûna wê ya aborî, nabe ku ev peşnîyaz were paşvexistin: tevî ku fikirîneka sîyasî ya kûr ferz dike, wisa xuya ye ku bi tevahî mimkin e meriv vê yekê bi cih bîne. Mijara hatinîya sabît berîya hert tiştî di qada felsefeyî de dibe pirsgirêk, lewre ew tê maneya dev berdana ji armanca peydakirina karekî temam û qebûlkirina mimkinkirina debara xwe bêyî ku meriv bixebite, ferz dike. Di van salên dawî de fikirdarên pêşverû yên wekî André Gorz piştgirîya vê projeyê kirin, lê lîberalên ku hesabên pir cuda jê derdixin jî piştgirîya wê kirin. Li Bakur û li Başûr hewldanên pêkanîna vê projeyê hatin dîtin, wekî di demeka nêz de li Hindistanê.

Lê belê, eger fînansmana projeyê bi vî rengî pirsgirêkeka derewîn be jî, şertên pêkanîna wê pirsgirêkên bi rastî derdixe holê. Ji ber ku ev şert ne bêalî ne û maneya hatinîyeka bê şert hatî dayîn di çarçoveya guhertineka civatî û ya dabeşkirina dewlemendîyan de dîyar dike. Du armancên sereke yên hatinîyeka misogerkirî ya ku çepgir pêşnîyaz dikin hene: tunekirina xizanîyê û kêmkirineka mezin ya newekhevîyan. Lê belê, li gorî rêbazên hatî tercihkirin, dibe ku bi tenê armanca yekem were pêkanîn. Wekî nimûne rêbaza fînansmaneka bi rêya zêdekirina hilberîna pereyan (2), çawa ku hin nivîskar pêşnîyaz dikin, yek ji wan e. Nexasim eger ev pereyê hilberandî bi rêya deynkirineka mezin biketa destê  bankeyan – ev yek ji alternatîfên aborîzan Yoland Bresson pêşnîyaz dike ye. Ji xeynî ku divê şewazê fînansekirinê xwedî fikra kêmkirina newekhevîyan be, ew herweha divê li hev bike bi prensîbên bitedbîrbûn, demdirêjî, guncawî, mentiqîbûn û bikêrhatîbûnê re. Divê rê li ber başbûna şert û mercên jîyanê vekin, li vê jî divê meriv dîqet bike da ku nebin sedema xirabbûna şertên jîyanê yên kesên herî xizan û mafên civatî yên bidestxistî nexin ber lêpirsînê. Ev tiştekî gelekî girîng e û hinekî dide fêmkirin çima sendîke li ber vî fikirî radibin, heta wî red dikin. Gelo hatinîyeka bêşert wê nebe sedema bipaşketina parastina civatî?

 

Dema meriv plana xwebixwe fînansekirinê dike, ev pirsgirêk zêdetir derdikeve holê. Belê, meriv dikare bihesibîne ku beşek ji vê hatinîya misogerkirî ji niha ve bi rêya alîkarîyên civatî, fînansman û bûrsan tê dayîn. Lewre hatinîyeka bêşert dikare cihê hin ji van mafan bigire. Belê dikare şûna hinan ji wan bigire, lê belê nikare şûna hemûyan bigire, ji bilî heke meriv mentiqê hin peşnîyazên lîberal qebûl bike.

Wekî nimûne, meriv dikare alîkarîya kesên pardêr yên girêdayî sîstema sîgortayê ku parên civatî yên ji maeşan tên kuştin fînanse dikin – mûçeyên teqawîdbûnê, sîgortaya civatî – û alîkarîya kesên ne-pardêr ji hev cuda bike – ango alîkarîyên civatî – ku girêdayî sîstema piştgirîya neteweyî ne û  bi rêya bacstandinê tên fînansekirin. Hatinîyeka bêşert  wê nikaribe şûna sîstema sîgortayê bigire, ku armanca wê ne bi tenê parastina ji xizanîyê ye, lê belê misogerkirina standarteka jîyanê ye jî. Lê belê ew dikare şûna alîkarîyên civatî bigire û zêdetir bifêde be. "Zêdetir bi fêde be" : wê pêwîst be ku mîqdara hatinîyeka bêşert herî kêm biqasî alîkarîya hatî betalkirin be – wekî hatinîya piştgirîya aktîf (RSA) ya heyî yan jî wekî bûrsên xwendekaran. Lê tu îhtîmala betalkirina sîgortaya nexweşîyê ya giştî yan jî betalkirina alîkarîya ji bo mezinên seqet (AMS) tune ye, armancên taybet yên van alîkarîyan hene. Lê belê ev yek qadeka manevrayê ya fireh ji bo transfera budceyan, lewre jî ji bo kapasîteya xwebixwe fînansekirina hatinîya bêşert jî dihêle. Dibe ku ev rêya xwebixwe fînansekirinê, li gorî qanûn û mîqdarên dîyarkirî, zêdetirî parekê ji sisêyan ya pererazandinên pêwist pêk bîne. Lê belê hîn divê çavkanîyên din werin peydekirin. Gelek alternatîf hene: bicihkirina bacên nû yên taybet, zêdekirina baca li ser nirxa zêdekirî (TVA), yan jî bacên li ser mûçeyan yan jî li ser sermayeyê.

 

Armanca bicihkirina hin bacan, têsirkirina li helwêstên şexsî bi saya tedbîrên piştgirîyê yan jî yên cizakirinê ye. Bi vî rengî, bacên-eko, baca Tobin li ser dan û standinên bazirganî, baca Keynes li ser dan û stansdinên borsayê, sînordarkirina hatinî û mûçeyan (meaş û hatinîyên herî bilind) carinan wekî rêyên mimkin yên fînansekirina hatinîya bêşert tên îfadekirin. Belê du fêdeyên wan yên mezin hene. Li alîyekî piranîya mezin ya welatîyan dê vê bacê nedin, yan jî dê kêm bidin. Li alîyê din jî ew ceza didin kiryarên ku raya giştî rexne dike: wekî pêkanîna zirarên ekolojîk, spekulasîyona borsayî û hatinîyên ji hedê xwe zêde û newekhev.

 

Dîsa jî xeter e meriv li gorî kiryarên hez dike tune bibin, tedbîran bi pêş bixe. Bi vî rengî, eger meriv bixwesta beşeka hatinîya bêşert bi rêya baceka Tobin (3) fînanse bike, wê dewamîya vê hatinîya bêşert girêdayîyê çavbirçîbûna spekulatoran bibûya. Di mijara bacên-eko de jî pirsgirêk bi heman rengî ye: wekî ku meriv bixwaze perwerdeya neteweyî bi hatinîyên ji cezayên erebeyan fînanse bike û wekî ku meriv xwe bisipêre hesta bêberpirsîyarîya ajovanan…

 

Divê  tedbîra fînansekirî û rêya fînansekirina wê bi awayekî li hev bikin: wekî nimûne, plana kêmkirina binpêkirina qanûna şofêrtîyê dikare bi hatinîya ji cezayên li şofêran tê birîn were fînansekirin. Mesele ne devberdana ji bacên taybet e; lê belê bikaranîna van bacan ji bo fînansekirina hatinîyeka bêşert bi tenê dikare bibe tedbîreka dem kin – yan jî divê meriv wisa hêvî bike. Fikra fînansekirina bi rêya zêdekirina Baca li ser Nirxa Zêdekirî (TVA) ku bi saya belgefilmê swîsreyî bi navê Le Revenu de base. Une impulsion culturelle / Hatinîya bingehîn. Helwesteka çandî (4)ve hat belav kirin, alternatîfeka din e. Amadekarên belgefilmê Daniel Häni û Enno Schmidt têde pêşnîyaza sîstemeka bacî ya reformekirî dikin ku êdî bi tenê xwe dispêre vê baca ji xerckirinê tê standin. Gelek avantajên vê alternatîvê hene. Pêşî, ji ber ku her kes xerc dike, divê her kes vê bacê bide. Hejmara kesên bacê didin ewqas bilind be wê rêjeyên ferzkirî bikaribin kêmtir bibin. Piştre, Baca li ser Nirxa Zêdekirî ku bi awayekî yekser ji bihayê hilberînan tê kuştin, ji alîyê welatîyan ve kêmtir tê hîskirin, li gorî bacên taybet an jî li gorî jêkuştinên piştî danezana standina bacê hatî pêkanîn. Li alîyekî din jî îhtîmala bacnedanê wê kêm bibe û wê bi tenê di bazara qaçax de di çarçoveya projeya baceka yekane pêk were. Di dawîyê de, li gorî Häni û Schmidt, bi hev re meşandina tedbîra baca li gorî hilberînê eyarkirî – ango Baca li ser Nirxa Zêdekirî – û ya alîkarîyeka dîyarkirî – hatinîya bingehîn – tê maneya bicihkirina baceka li gorî nirxa hilberînê diguhere, ango baceka ji nû ve dabeşkirinê. Belê xisleta ne wekhev ya Baca li ser Nirxa Zêdekirî û kêmbûna wê li gorî mezinbûna bihayê hilberînê, dibin sedema nerazibûnê, ev jî argumaneka girîng e.

Modeleka bi vî şikilî ya fînansmanê dîsa jî dibe sedema hin pirsên meriv ji xwe dike. Di warê teknîkî de meriv dikare bitirse ji zehmetirbûna têkoşîna li dijî xizanîyê ji ber mezinkirina Baca li ser Nirxa Zêdekirî ku wê bibe sedema bilindbûna bihayê hilberînan. Piştî ku bihayê tiştan zêdetir bibe gelo wê hatinîya bêşert têrî debara merivî bike? Eger bihayê hilberînan zêde nebe, şîrket dikarin hewl bidin bilindbûna Baca li ser Nirxa Zêdekirî telafî bikin bi rêya kêmkirina mûçeyan. Jixwe di belgefilmê de behsa vê alternatîfê tê kirin.

 

Lê berîya her tiştî ev meseleyeka mentiqî ye ya divê were nîqaşkirin,  nexasim eger çepeka li dijî hilberandinparêzîyê hatinîya bêşert pêk bîne. Piştî bicihkirina xefka qezenca spekulatoran (bi bacên Tobin û Keynes) û bikaranîna nehişyarbûna welatîyan (bacên-ekolojîk), gelo bi rastî dibe ku meriv bawer bike welatî bi kelecanê bixwazin hatinîyeka bêşert fînanse bikin û bi vî rengî bikêrhatîbûna civatî ya xerckirinê qebûl bikin? Pirseka din heye di mijara guhertina mîqdara Baca li ser Nirxa Zêdekirî û Hatinîya Bêşert li gorî bilindbûna mûçeyan. Ev guhertineka teqrîbî ye, heta bi rastî meriv dikare li ber rabe. Ew girêdayî pêkanîna rêjeyên guhertî ji bo hilberînên zarûrî, hilberînên pir tên serfkirin yan jî yên luks; lê belê ew nexasim girêdayî şewazê xerckirina şexsan û asta pereyên wan yên liserhevkirî ye. Nivîskarên berhema bi navê Revenu de base bersiva vê pirsê didin û bi tenê behsa hatinîya xerckirî dikin, behsa tevahîya hatinîyê nakin. Ango tê jibîrkirin ku Baca li ser Nirxê Zêdekirî pereyên liserhevkomkirî efû nake, ew hêlîneka ji bo bacê ne ku di destê herkesî de tune ye û bi du qat zêdetir kar tîne: ne bi tenê bac ji pereyên liserhevkomkirî nayê standin, bi ser de jî ew qezenca faîzê bi dest dixe, ev jî dibe sedema derketina holê ya newekhevîyên nû… Lê belê li gorî mentiq, pêwîst e hatinîyeka bêşert di xizmeta dabeşkirineka wekhevtir ya hatinîyan de be. 

 

Meriv dikare bifikire ku baca li ser şîrketan were zêdekirin, lê meriv nexasim dikare bala xwe bide bilindkirina prîmên civatî ku Bernard Friot û Tevgera Mûçegiran peşnîyaz dikin. (5) Li gorî xeyala wan, ya divê were pêkanîn "mûçeyekî heta dawîya jîyanê" ye, ne hatinîyeka bêşert e. Em dê niha behsa avantaj û zirarên vê alternatîfê nekin (6), lê belê ponijîna wan li ser fînansmanê tiştekî hêja ye. Friot milkîyeta şexsî ya ku armanca wê karkirin e, dixe ber lêpirsînê, dema vê tiştê dike jî heq e, peşnîyaza ji nû ve dabeşkirina hema bêje tevahîya hatinîyên ji alîyê şîrketan ve bidestxistî dike – wê demê şîrket wê "ne xwedîyê armanca karkirinê bin" – li gorî peşnîyaza wî divê şîrket hatinîyên xwe bidin kasayên prîmê yên destûrê didin di heman demê de him mûçeyekî heta dawîya jîyanê him jî pererazandina mutualîzekirî werin fînanse kirin.

 

Vê perspektîvê berîya her tiştî sûd ji hêza sembolîk ya razandina prîman û ji mîrasa wê ya dîrokî wergirtîye. Ew li berevajîyê meyla heyî diçe, ya ku dihêle hatinîyên sermayeyê hêdî hêdî yên kar kêm bikin. Li gorî vê perspektîvê, razandina prîman li gorî bilindîya mûçeyan tê hesabkirin, ev şiklekî birêveberîya razandina prîman e ku beşeka kontrola wê ne di destê dewletê de ye.

 

Alternatîfeka din jî heye – di vê lîsteya hîn dikare were dirêj kirin ya çereserîyan de ku wê bêguman pêwîst be hev temam bikin – ew pêş dibîne ku xwe bispêrin baca li ser hatinîyan. Avantaja wê ew e ku wê bersiveka dîyar bide pirsa standina bacê li gorî mîqdara hatinîyan û ew dê herweha bersiva pirsên heyî li ser bilindbûna bihayan jî bide û ew dê fînansmanê bi rêya kuştina mîqdarekê ji hatinîyên kesên fîsîl pêk bîne – ev nayê wê maneyê ku dawî li standina bacê ji kesên moral wê were. Lêbelê pirsgirêk ev e, fînansekirineka bi rêya bacstandinê wê reformeka bacî ya kûr û bilindbûna rêjeyên standina bacê ferz bike. Di vê mijarê de, li gorî lêkolîna Marc de Basquiat (7) eger meriv bixwaze hatinîyeka bêşert ya çepê fînanse bike, wê pêwîst be rêjeya navîn ya baca li ser hatinîyan ji % 30î heta % 50î bilind be.

Lê belê mezinahîya vê bilindbûnê ne sabît e. Berîya her tiştî, eger ew ji tevahîya hatinîyan bihata standin wê ev rêje kêmtir bibûya : ji mûçeyên kar, ji sermayeyê, ji mîrasê hwd. Li alîyekî jî divê bi awayekî adil were standin ji tevahîya welatîyan. Wê demê, hîna li gorî mentiqê kêmkirina newekhevîyê, pêkanîna flat taxekê, ev baca ji alîyê hin nivîskarên ultralîberal ve tê pêşnîyazkirin û li Rûsyayê wekî li gelek welatên Ewropaya Rojhilat tê pêkanîn (8), hîç jî çare nîne. Li berevajîya wê, ya divê meriv li ser bisekine fikra baceka li gorî mîqdara hatinîyan tê hesabkirin e. Ango wê baştir bûya eger malbatên herî dewlemend baceka bilindtir bidana, bi rêya ji nû ve pêkanîna rêjeyên bacstandinê yên pir bilind ji bo malbatên pir dewlemend. Heta wê baş bibûna eger sînorek bihata dîyarkirin ji bo hatinîyên zêde bilind, li gorî mentiqekî êdî ne bi tenê yê fînansekirinê, lê belê yê kêmkirina newekhevîyan.

 

Di heman demê de, ji bo sînordarkirina bilindbûna rêjeyên bacstandinê li ser hatinîyên herî kêm, divê baca li ser mîrasê zêdetir be. Jixwe, newekhevîyên hatinîyan li Fransayê gelekî xuya dikin, lê newekhevîyên mîrasê meriv hîn zêdetir matmayî dihêlin, ew bersiva û pêşnîyaza çareserîyeka bacî ya bi vî rengî baş dide fêmkirin.

 

Bêlê meriv dikare ji xwe bipirse gelo sîstemeka fînansmanê ya xwe dispêre reformkirina baca li ser hatinîyan wê karibe daîmî be? Gelo meriv nikare bitirse ku bilindbûna rêjeya bacstandinê û dayîna hatinîyeka bêşert di heman demê de dê bike ku şexs kêmtir bişixulin? Eger wisa be, dê ev yek pir têsîrê li çalakbûna aborî û pêre li çavkanîya fînansmana vê hatinîyê bike... Mekanîzmayeka besît dikare vê meseleyê çareser bike: kêmbûna çalakvanîya aborî wê bingeha fînansmana hatinîya bêşert biguhere û pê re dê mîqdara vê hatinîyê jî biguhere, bi vî rengî  daxwaza karkirinê dê xurt bibe. Li alîyekî din jî, eger ev yek fînansmana hilberînê kêm bike, hîn çetir e : mentiqa ne-hilberandinê ku di bingeha fikra hatinîya bêşert de ye, wê pêk were. Ji ber kêmasîyên sîstema heyî, meriv bêguman dikare paşveketineka çalakvanîya aborî qebûl bike ; lê belê eger kapasîteya civatê ya bersiv dana li îhtîyacên xwe bikeve ber lêpirsînê, dê her çalakvanê li hemberî kêmbûna hatinîya xwe ya bêşert neçar bimîne kar bike ji bo temamkirina hatinîya xwe û bi vî rengî jî wê beşdarî bersivdana pêdivîya heryekî bibe…

 

 

* Nivîskarê Pour un revenu sans condition / Ji bo hatinîyeka bê şert û merc, Utopia, Parîs, 2012.

 

 

(1) Gel dike du parçeyên biqasî hev mezin bixwaze, yek ji wan zêdetir distîne, yê din jî kêmtir.

 

(2) Zêdetir pereyên hûr tên amadekirin, di zimanê rojane de ji vê tiştê re "şixulandina makîneya pereyan" tê gotin. Gelek caran bi rêya bankeyan tê pêkanîn, wê demê li gorî sermayeya di destê xwe de ew zêdetir pereyan bi deyn didin.

 

(3) Alternatîfeka fînansekirinê ya ji bo demeka kin ji alîyê Jean-Marie Monnier û Carlo Vercellone ve hatî pêşnîyazkirin, "Le financement du revenu social garanti comme revenu primaire. Approche méthodologique / Fînansekirina hatinîya civatî ya wekî hatinîya sereke hatî misoger kirin. Nêzîkatîyeka rêbazî", Mouvements, Parîs, sibata 2013an.

 

(4) Daniel Häni û Enno Schmidt, Le Revenu de base. Une impulsion culturelle (Hatinîya bingehîn. Helwêsteka çandî), 2008, http://le-revenu-de-base.blogspot.fr

 

(5) Gotara li jêr bixwîne: Bernard Friot, "La cotisation, levier d’émancipation / Razandina prîman, rêya serxwebûnê", Le Monde diplomatique, Sibata 2012an û L’Enjeu du salaire (kêşeya mûçeyî), La Dispute, Parîs, 2012.

 

(6) Ji bo nîqaşeka rexnegir, binêre li Baptiste Mylondo, Pour un revenu sans condition (Ji bo hatinîyeka bê şert û merc), Utopia, Parîs, 2012, p. 59-70.

 

(7) Marc de Basquiat, "Un revenu pour tous, mais à quel montant ? Comment le financer ? Micro-simulation de l’allocation universelle en France / Hatinîyeka ji bo herkesî, lê çiqas? Divê çawa were fînansekirin? lêkolîneka piçûk li ser alîkarîya gerdûnî li Fransayê), Mouvements, sibata 2013an.

(8) Binêre, Anthony Atkinson, Public Economics in Action. The Basic Income / Flat Tax Proposal (Aborîya dewletê çalak e. Hatinîya bingehîn/Flat tax) ,Oxford University Press, 1995, yan jî xebata Marc de Basquiat di pirtûka CJD,Objectif oïkos. Livre blanc du CJD, Eyrolles, Parîs, 2012.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya