Fukuşîmayê çawa kartên lîstika nukleerê yên cîhanê ji nû ve li nav hev xistin?

Li rojava paşveçûn, li welatên bipêşdikevin ên Asyayê ji nûve birêxistinkirin
Translator

Qada elektro-nukleerê hêvîyek îfade dikir : hêvîya kedîkirina agirê atomî. Li hemberî têrnebûna ji enerjîyê ya dinyaya pîşesazbûyî, ew pêşnîyaza çareserkirineka bi tesîr a girêdayî pêşketina teknolojîk bû. Dîsa jî ji xelk û şênîyên dinyayê re pirsgirêkeka ewlekarîyê ye û li welatên rojava jî pirsgirêka wê ya karanînê heye. Gelo welatê vê pîşesazîya stratejîk ber bi rojhilat ve dişemite?


Piştî dehsaleka depresyonê, kanûna 2009ê, endustrîya nukleer ji Konferansa Kopenhagê ya li ser avhewayê, xurtbûyî derketibû. Hevalbendên endustrîya nukleer behsa vejîneka bi rastî dikirin. Lê belê qezaya li Fukuşîmayê encam serûbinî hev kir. Gelek welatan da zanîn ku ew projeyên xwe paş ve dixin. Almanya û Swîsreya ku hê doh jidil û can enerjîya atomê diparastin, biryar dan ku jêgerana wê bileztir bikin. Û Îtalyayê heta demeka nedîyar avakirina reaktora xwe ya yekem paş ve xist. Di encamê de fikra dinyayeka nukleer a li du beşan parkirî xurt dibe: Li alîyekî welatên pêşketî yên ku atom li wan bêqîmet dibe; li alîyê din welatên bi pêş dikevin yên ku –herweha– berê xwe didin nukleerê, û bi vê jî bazaran ji bo pîşesazên rojavayî vedikin.

Sala 1977an Fransayê bernameyeka bi heyecan a nukleer dayî destpêkirin, santrala xwe ya pêşî ya nifşê nû xebitand: Du reaktorên li Fessenheimê (Jora Reynê). Dem dema nîqaşên li ser serxwebûna di warê enerjîyê de bû –şoka pêşî ya petrolê li devê dêrî bû– û bang li zanîna pîşesazîyeka şeşkenarî dihat kirin ku li ser dinyayê hukim bike. Heman salê di Konferansa ji bo Paşerojeyeka Ne-Nukleer de ya li Salzbûrgê (Awûstûryayê) hatî organîze kirin, ekolojîstê amerîkî Amory Lovins wisa hişk diaxivî: "Enerjîya nukleer enerjîyeka paşerojê ye ku aîdî rabihurîyê ye." Piştî felaketa japonî ku ji dema qezaya herî cidî a nukleer ango teqîna reaktoreka li Çernobîlê ya sala 1986an ve, qezaya herî mezin a nukleer e, ev slogan dikare dîsa bibe xwedîya tevahîya hêza xwe. Êdî mewzûbehs nîne ku mirov xwe li pişt argûmana pîrbûna pîşesazîya împaratorîyeka sovyetan a pûç dibe, veşêre. Japonya di warê teknolojîyê de yek ji welatên herî pêşketî ye, û bersivên siyasî yên erdheja 11ê adarê, bi awayekî cidî avahîyên pîşesazîya nukleer hejandin.

Serê pêşî ji ber ku navenda giranîya enerjîya nukleer a cografî cihê xwe diguhere. Li gor raporeka nû ya Enstîtûta Worldwatchê ya li ser rewşa pîşesazîya nukleer, yekê nîsana bihurî li dinyayê çarsed û sîhûheft reaktor hene. (1) Ev reaktor li sîh welatan in –li gor salên derbasbûyî welatek kêm bûye, lewra Yekîtîya Ewropayê li ser Lîtwanyayê sala 2010an ferz kir ku reaktora xwe ya dawî bigire, ku ji nifşê reaktora Çernobîlê bû. Sala 2009an sê salan li ser hev hilberîna elektrîka nukleer li dinyayê kêm bû (2), û para wê ya di elektrîka cîhanê de ji sala 2000î ve kêm dibe; sala 2009an bi tenê %13.8 bû, li hemberî vê rêjeyê di dehsala 1990î de ku çaxê zêrîn ê atomê bû, bi awayekî navincî ev rêje %17 bû. (3)

Li alîyekî hejmara reaktorên nukleer hew zêde dibe, li alîyê din xerckirina enerjîyê bi tesîra mezinbûna aborî ya başûr –di serî de Çîn, Hindistan û Brezîlya– pir zêde dibe. Ji bo dema di navbera 2008-2035 ê de di çapa dawî ya rapora xwe ya salane ya siberoja enerjîyê de pisporên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîyê (IEA) pêş dibînin ku welatên ne endamên Rêxistina Hevgirtin û Pêşketina Aborî (OECD) wê % 80yê zêdebûna daxwaza elektrîkê pêk bînin. (4) Û Çîn a ku wê daxwaza xerckirina enerjîya elektrîkê di heman dewrê de sê caran ji ya berê zêdetir bibe, dest bi bernameyeka bi îhtîras a nukleer kir. Di çarçoveya vê bernameyê de bîstûheft reaktor niha tên avakirin û çil reaktor jî projeyên wan amade ne. Di heman demê de ji bo ku stokên xwe çêke, li ser bazara dinyayê ya uranyûmê derketiye seyd û nêçîrê: Li gor aktorekî bazirganîya cewher, ji 70 000 tonên par li dinyayê hatî firotin Çînê 17 000 ton kirîne. (5)

Li gorî fermîyetê ji sala … 1972an ve tê avakirin

Ev perspektîf dikin ku dilê partîzanên nukleer hilavêje û vejîneka rastî ya pîşesazîya xwe ragihînin. Komîserîya Enerjîya Atomî û Enerjîyên tên Nûkirin (CEA) sazîya dewletê, pîşesazî û bazirganîyê ye ku erka wê birêvebirina lêkolînên nukleer ên li Fransayê ye û ev sazî di heman demê de hisedara sereke yê AREVAyê ye jî. Birêveberê giştî yê CEAyê Bernard Bigot ji me re weha dipeyive "ji sê yan jî çar salan ve nêzî çil welatan serî li me da. Dînamîkeka nabe were înkarkirin, heye". Ya rastî hin welat dest pê dikin lê bifikirin, wekî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku sala 2009an tercîha reaktora APR 1400 a Koreya Başûrî erê kirin û reaktora zexta wê hevseng a ewropî (RZHE) ya AREVAya fransî tercîh nekirin. Li Erebîstana Seûdîyê jî pirsa nukleerê di rojevê de ye: Daxwaza enerjîyê ya li nav welêt pir zêde dibe, û ev yek îxrackirina petrolê ango çavkanîya sereke ya dahatîya meliktîyê jî dixe tehlûkeyê. (6)

Hejmareka her diçe zêde dibe ya welatan alternatîfa nukleer li ber destê wan jî be, ev dînamîk xwe bi hejmarên heyî nade der. Li gor Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, îsal şêstûçar reaktorên nukleer ên tên avakirin, li tevahîya dinyayê hene. Îcar vê bigrin li ber sed û bîst reaktorên dawîya sala 1987an jimartî dihatin avakirin û heta li ber dused û sîhûsê reaktorên sala 1979a dihatin avakirin; sala 1979an di dîroka atoma sîvîl de sala rekorê ye. Nexasim çawa Enstîtûya Worldwatchê jî tesbît dike, hin ji avahîsazîyên pêk tên ên ku IAEAyê ew jimartî, hê xeyalî ne: Duwazdeh ji wan ji bîst salan bêhtir e ku li ser vê lîsteyê ne, rekora projeya herî kevin jî di destê Watts Bar-2 ya amerîkî de ye, bi awayekî fermî ji sala 1972an ve tê "avakirin"; duduyên din jî (li Taywanê) ji deh salan bêhtir e ku tên avakirin. Dawîya dawî, ji çar paran sisiyê reaktorên tên avakirin yên çar welatan in: Çîn, Hindistan, Rûsya û Koreya Başûr. Pisporekî pîşesazîya nukleer hişyar dike "bi ser de jî, Rûsya hin projeyên nînin jî dide zanîn".

Di wê navberê de ku hinek difikirin û hinek ava dikin –carinan bi derengmana pir girîng ên wekî avakirinên reaktorên RZHEyê li Fînlandayê û li Fransayê –qada reaktorên nukleerê kevin dibe. Li gor IAEAyê temenê navikî yê reaktorên nukleer li dinyayê 27 sal in (ji bo yên li qada fransî 25 sal); bêhtirî ji sedî 40ê wan îro sîh salî yan jî kevintir in. Û heke em ji Enstîtûta Worldwatchê bawer bikin, hejmara reaktorên ku wê karê wan were rawestandin, ji sala 2015an pê ve ji ya yên ku wê nû bikevin xizmetê, bibihure. Dirêjkirina dema jîyana reaktoran ji çil salan zêdetir, wê ji bilî derengxistina vê fenomê û wê de tu encamê nede.

Gelek welat dibe ku wekî din li projeyên xwe yên dirêjkirina demê vegerin, wekî Almanyaya ku piştî qezaya li Fukuşîmayê heft santralên xwe yên herî kevin girtin, paşê dawîya gulanê da zanîn ku bêyî ku lê vegere ji niha heta 2020ê ew ê ji nukleerê bi tevahî qut bibe. Analîza çavkanîyeka malî ya nêzî dosyayê weha ye: "ya rastî ev biryar li gor dilê yên ku van santralan dixebitînin e jî. Di nav hejdeh mehan de bihayê brut yê di van santralan de ji 10-12 euroyan serê megawatsaetê (MWs) dakete 2 euroyan serê MWs. Di vê astê de êdî mimkin nîne kar were kirin." Sedema vê yekê bacek e gihiştî 2.3 milyar dolaran e ku hikûmeta alman di berdêla dirêjkirina temenê santralên wan de li ser şirketên santralên nukleer dixebitînin ferz kir. Heke pîşesaz plana veqetîna ji enerjîya nukleer a hikûmeta Angela Merkelê biryarê wê dayî qebûl bikin, ev bac wê betal bibe. Gulana 2011an hikûmeta Swîsî jî ragihand ku ew ê cihê pênc reaktorên xwe yên nukleer danegire û dawîya xebitandina wan jî wekî 2034 ferz kir.

Li deverên din ên Ewropayê jî siberoj ji bo vê pîşesazîyê pir bi xêr xuya nake

Li deverên din ên Ewropayê jî siberoj ji bo vê pîşesazîyê pir xweş û bi xêr xuya nake, heke em projeyên Polonyayê biryara wan dayî (ji niha heta 2030î sê reaktor) û yên Tirkiyê nehesibînin. Li Tirkiyê projeya reaktora Akkuyuyê –ji salên 1960ê ve pêncem hewldana bernameyeka nukleer e– rastî muxalefeteka xurt tê. Îtalyayê sala 1987an di encama referandûmekê de destê xwe ji enerjîya atomî kişandibû, û wekî yek ji nîşanên ronesansê hatibû nîşandan: Sala 2008an parlemanê biryar-qanûnûnek erê kir ku armanca wê pêkanîna bernameyekê ye ku wê ji sedî 25ê pêdivîya elektrîkê ya welêt ji niha heta 2030î bi nukleerê hilberîne. Lê belê ji hingê ve muxalifan pêkanîna referandûmeka nû di 12 û 13ê hezîrana 2011an de bi dest xist; Silvio Berlusconi yê ji piçûkketinê ditirsiya, berîya referandûm pêk were, qanûneka biryara wî ya sala 2008an betal dike da zanîn: Ango Îtalya wê xwe bi santralên nukleer gurçûpêç neke (divê were rojanekirin).

Meliktîya Yekbûyî jî reaktorên nû plan kiribûn. Electricité de France (EDF) ji bo ku çar RZHEyan ava bike namzed e. Lê belê reaktora AREVAyê û hevrika wê ya japon-amerîkî AP1000 hê jî destûr ji Sazîya Ewlekarîya Nukleer a Brîtanî wernegirtiye, vê sazîyê biryara xwe ya ku diviyabû hezîrana bihurî bihata eşkerekirin paş xist da ku li gor rûdanên li Fukuşîmayê dosyayan ji nû ve lê bikole. Pisporekî malî weha texmîn dike: "dibe ku projeyên brîtanî pêk neyên. Di dema dirêj de zêde şik û guman hene ku li ber bibin asteng ku pîşesazek bikeve nav vê projeyê". Londonê bêguman garantî (tesbîtkirina sînorê jêr ê biha, serê tona CO2yê li dijî hilberîna bi komir û gazê, di dema dirêj de garantîya li ser bihayê firotina elektrîkê) pêşniyaz kirine da ku dilê muteşebîsan rehet bike. Lê belê, wekî tevahîya welatên ewropî, hikûmetê mîqdara berpirsiyarîya şirketên ku santralên nukleer dixebitînin ên brîtanî ji nû ve di ber çavan re derbas kir: Bi mîqdareka ku herî zêde wê bigihêje 1.4 mîlyar euroyan, ew divê zirarên ji ber qezayekê tezmîn bikin. (7)

Her tişt îşaret pê dike ku hestên qezaya li Fukuşîmayê bû sedem, wê neke ku raya giştî alîgirîya vejîna atomê bike

Her tişt îşaret pê dike ku hestên qezaya li Fukuşîmayê bû sedem, wê neke ku raya giştî alîgirîya vejîna atomê bike. Analîstê malî weha pêş dibîne: "Ji bilî du reaktorên RZHEyê yên li Fînland û Fransayê tên avakirin, ez texmîn nakim ku tu reaktoreka din heta sala 2020î li Ewropayê were avakirin. Ez bawer nakim ku projeya RZHEyê a li Penlyê (Seine-Maritime) berçav bibe." Şirketa Total jî bi % 8.33yê di vê projeya EDF wê hildigire de cîh digire. Birêveberê giştî yê şirketa Totalê Christophe de Margerie jî analîstê li jor navbirî piştrast dike: "Fikirîna li ser projeyê xuya ye rawestiyaye. Teqwîmeka demên muhtemel hebû, ew teqwîm êdî nîne." (8) Wezîrê pîşesazîyê yê ku bi awayekî hişk nukleera Fransayê diparêze, Eric Besson ev axaftin tekzîb kirin.

Li Japonyayê serokwezîr meha gulanê, devjêberdana bernameyekê ragihand ku armanca wê zêdekirina para atomê di hilberîna elektrîkê ya welêt de % 30î derêxe % 50yî bû. Kan Naoto amadekirina planeka ku teserûfa enerjîyê û pêşxistina çavkanîyên enerjîya xwe nû dike, da zanîn. Ev bername pêşniyaz dike ku li ser tevahîya xanîyên nû bê ferzkirin ku bi lewhayên enerjîya rojê techîzkirî bin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sala 2000î serokê welêt George W. Bush ji hilberînerê elektirîkê xwestibû atomê ji nû ve bidin destpêkirin, santraleka pêşî sala 2010an kete xizmetê. Patronê WISE-Parisê, şirketeka pisporîyê ya serbixwe ya li ser nukleerê, Yves Marignac vê weha şîrove dike: "Li wir bi tenê medya ji vê bawer kir. Deh salan piştre, tevî desteka ku birêveberîya Obama ji nû ve diyar kir jî, tu projeyan dest pê nekiriye. " Kongreyê bixwe sala 2005an budceyeka 17.5 milyar dolarî veqetand ji bo ku deynan misoger bike û rîskên malî yên operatoran kêm bike. Şeş salan piştre bi tenê nîvê fonan hatin bikaranîn û tu avahîsazîyê dest pê nekir, belê Barack Obama pêş dibîne ku 35 milyar dolaran li budceya sala 2012an zêde bike. (9) Karekî pûç û vala ye, qet nebe di dema navîn de, lewra bikaranîna bileztir û zêdetir a çavkanîyên amerîkî yên gaza xwezayî kir ku bihayê gaza xwezayî li bakurê parzemîna Amerîkayê kêm bibe: Vê jî kir ku hilberîner ji uranyûmê rûyê xwe badin û gazê tercîh bikin. (10)

«Bi tenê medya û çapemeniyê jê bawer kir»

Dema mirov ji nêz ve li mijarê dinihêre, weha xuya ye ku deregulasyona bazarên enerjîyê di dara endustrîya nukleer de ji rêxistinên ekolojîst bêhtir bi rola neyînî radibin. Bigot rave dike "divê mirov baş pê zanibe ku ketina nav karê nukleerê envestîsmaneka gelekî demdirêj e. Ji dayîna biryarê heta bi jihevdexistina santralan a di dawîya emrê wan de, sedsalek derbas dibe. Bi pererazandinên giran ên destpêkê û hatinên madî yên li salan belavbûyî." Demên dirêj bi daxwazên kara bi lez a bazarên malî yên di aborîyên lîberal de li hev nakin. Ser-ekonomîstê IAEAyê û berpirsîyarê rapora ajansê ya li ser siberoja enerjîyê Fatih Birol weha vê yekê ji me re piştrast dike: "ya rastî heke çarçoveyeka saxlem nebe, ya ku dewletê ji bo kêmkirina fikar û gumanan danî, ya ku giranîya xwe dide ser bikaranînê, zehmet e mirov bikeve nav envestîsmanên bi vî rengî. Ev yek ji wan sedeman e ku rave dike ka ji bo çi mezinbûna nukleer para bêhtir li derveyî welatên endamê OECDyê pêk tê." Li derveyî ekonomîyên plankirî yan jî sektorên birêvebirî, gelo di dema dirêj de wê ti silametî ji vê teknolojîyê re nebe? Bersiva Birol: "Heke enerjî bi tenê girêdayî bazaran be, û tedbîrên teşwîqkirinê yên hikûmetan nebin, wê êdî pêşketina nukleer nemîne."

Heke enerjî bi tenê girêdayî bazaran be, û tedbîrên teşwîqkirinê yên hikûmetan nebin, wê êdî pêşketina nukleer nemîne

Birêveberê giştî yê Înstîtûya Parastina ji Radyoaktîvîteyê û Ewlekarîya Nukleer (IRSN), Jacques Repussard jî bi Birol re hemfikr e. IRSN sazîyeka dewletê ya fransî ye û bi rayedarên gelek welatan re hevkarîyê dike. Repussard dibêje "Wekî mînak, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê niha pir zehmetîyê dikişîne ku guh bide tevnên xwe yên nîv-dewletî yên elektrîkê tedarîk dikin. Di ekonomîyên lîberal de êdî siyasetên envestîsmanên mezin ên dewletê nemane; hingê jî yên ku dikarin vîzyoneka dema dirêj garantî bikin, yan jî nekin bazar in. Û tevî ku gelek welat nukleerê wekî bivênevê dibînin jî, zehmet e ev vîzyon li derveyî wan welatan xwe îfade bike, yên ku çarçoveya aborîyan li wan hatiye danîn yên mîna Fransaya sala 1970yî bernameya xwe dayî destpêkirin, yan jî mîna Çîn û Hindistana roja me ya îro." Li welatên rojava halê hazir tevahîya nakokîyê ev e: Elîtên ku pesnê atomê didin ji bo ku girêdana bi enerjîyên fosîlî re kêm bikin û ewlehîya tedarîkkirinê zêde bikin –lewra hêsan e sotemenîya ji bo enerjîya atomê ji bo gelek salan were stokkirin– ji ber nebûna birêveberîya ekonomîk, di pêkanîna bawerîya xwe de bi bin dikevin.

Bazar û hisedar hîç meyldar xuya nakin ku şûna reaktorên kevin dibin, bi yên nû dagirin

Ya rastî, heke ji wan were çarçoveyeka "bawerîyê dide" bi riya tedbîrên rîskên malî ji bo pîşesazan kêm bikin, biafirînin jî ya ku stratejîya pîşesazan diyar dike berîya hertiştî daxwaza hisedaran û bazaran e, ku li pey kara dema kurt û dema navîn in. Û ew hîç meyldar xuya nakin ku şûna reaktorên kevin dibin, bi yên nû dagirin. Hewesa kêm a EDFyê – tevî ku dewleta fransî wê kontrol dike jî –ya ji bo avakirina reaktora duyem a RZHEyê ya ku Sarkozy xwest li Penlyê were avakirin, nîşana vê yekê ya herî baş e. Heke vegera ber bi bêhtir kontrolparêzîyê û ber bi awayekî plankirina aborî nebe, xurtkirina para nukleerê di nav enerjîya welatên pêşketî de wê xewnek be, tevî argumana –dikare were bihîstin– ya şerê li dijî germbûna avhewayê jî.

Ji dawîya salên 1990ê ve, avhewa kete nav nîqaşê: Ev awayê hilberîna enerjîyê pir kêm gazên karbonîk berdide atmosferê. Argumaneka xurt û xwedî giranî, ku Fransayê di guftûgoyên li Neteweyên Yekbûyî bi dengekî bilind îfade kir, nexasim di Konferansa Kopenhagê ya sala 2009an de û di civînên li raya giştî girtî yên Yekîtîya Ewropayê de: Bi tenê bipêşxistineka gelekî zêde ya nukleer destûrê wê bide bersivdayîna pirsgirêka şerê li dijî germbûna avhewayê. Li gor zanyaran ji bo biîstîqrarkirina avhewayê divê dinya gazên xwe yên tesîra serayê dikin, ji niha heta 2050yê du caran ji berê kêmtir bike û heta ji bo aborîyên herî pêşketî çar caran ji berê kêmtir bibe. Birol IAEAyê weha hişyar dike: "Para enerjîya nukleer li dinyayê were kêmkirin, ev ê bibe nûçeyeka xirab a ku sê alîyên wê hene. Serê pêşî ji bo ewlekarîya tedarîkkirinê, lewra ji bo cihê wê were dagirtin, mirov wê berê xwe bidin enerjîyên fosîl ku bi xwe sînordar in. Ya diduyan, lewma bihayê hilberîna elektrîkê wê zêde bibe, nukleer wê alternatîfa herî erzan bimîne. Û bêguman ji bo şerê li dijî germbûna avhewayê. Bi tenê du awayên hilberîna elektrîkê ya bê karbon hene: Bi enerjîyên nû ku ji ber bihayê xwe û neliberdestbûna xwe pirsgirêk in, û bi nukleerê." Ev fikir serokê komeleya Global Chance, ekonomîst Benjamin Dessus qaneh nakin: "IAEA di senaryoya xwe ya ji bo dinyayeka ji karbonê paqijkirî ya li asoyê 2050yê de bi tenê % 4 ta 5ê gazên wê werin kêmkirin dixe para xêra atomê, li hemberî vê % 60 bi xêra teserûfa enerjîyê wê kêm bibin, % 20 bi xêra enerjîyên dikarin werin nûkirin û % 15 jî bi emînkirina gazên karbonîk yên ji şewitandina komir û enerjîyên fosîl peyda dibin. Ango em dikarin bi rihetî dev ji nukleerê berdin, lewma ji bilî pênc welatan, ew bi tenê pareka pir piçûk a hilberîna elektirîkê li welatên wê bi kar tînin, pêk tîne." (11)

Tercîhên ji bo sedsalekê

Bisporên CEAyê Dessus û Philippe Girard sala 2006an ji bo asoyê 2030ê senaryoyeka siberojê ya bi navê Sunburnê amade kiribûn. Li gor vê senaryoyê sîh welatên din wê derbasî nukleera sîvîl bibûna û ji niha heta sala 2030î wê hilberîna elektirîka nukleer bigihîne serê saetê 8900 TWyan; li gor texmîna bisporên IAEAyê bixwe ev mîqdar wê serê saetê 4900 TW be. (12) Ev senaryoyeka pir "xweşbîn" e –berdêla wê avakirina şeşsed reaktorên RZHEyê ye, ango ji 2015an heta 2030î her sal divê çil unîte bikevin xizmetê–, lê belê di encama wê de li gor senaryoya IAEAyê sala 2030î bi tenê dike ku ji sedî 9ê gazên karbonî yên dinyayê kêm bibin. (13) Ya ji vê jî xirabtir ev e: Di senaryoya Sunburnê de gazên tesîra serayê dikin, dema mirov li ber projeksîyona IAEAyê bigire, li ser hev di perîyoda di navbera 2006-2030î de bi tenê wê % 2.9 kêm bibin.. Kurt û kurmancî, pêşdebirineka nukleerê ya li tevahîya cîhanê ya gelekî bi hewas jî wê destûrê nede ku bi awayekî encamgir şerê germbûna avhewayê were kirin. Bigot vê bersivê dide "pêşdebirineka pir zêde ya bikaranîna elektrîka ji nukleerê, wekî mînak belavbûn û giştîbûna wesaîtên bi elektirîkê dixebitin, wê destûrê bide ku encameka pir baştir were bidestxistin. Û atom di warê bihukûha de avantajeka bi rastî ye. Bi bilindbûna kûrên petrolê, îro êdî xewn nîne ku mirov lê bifikire bihayê lîtreyeka benzînê bi 3 yan jî 4 euroyan be, maşîneka bi elektrîk îro serê sedkîlometroyî bi euroyekê elektirîkê xerc dike. Em bixwazin jî û nexwazin jî, heta heke em enerjîyên nû dibin, bi bayê bezê bi pêş jî bixin, em nikarin dev ji enerjîya nukleer berdin."

* Rojnamevan

 

(1) Nuclear Power in a Post-Fukushima World, nîsana 2011an. www.worldwatch.org/end-nuclear. L'AIEA behsa 443yan dike, bêyî ku şeş reaktorên li Fukuşîma Daîçîyê bihesibîne.

(2) Statîstîkên sala 2010an hê nehatine eşkerekirin.

(3) World Nuclear Association, hezîrana 2011an.

(4) World Energy Outlook 2010, çirîya paşîn a 2010an.

(5) Di nav rewşa aloz a piştî Fukuşîmayê de gelek pispor û kadroyên pîşesazîya nukleer ên ku di çarçoveya vê lêkolînê de hevpeyvîn bi wan re hat kirin, bi şertê ku nasnameya wan neyê eşkerekirin, hevpeyvîn qebûl kirin.

(6) Binêre li Kate Dourian, «Saudi Arabia sees output at 10.8 million b/d by 2030: official (Erebîstana Suûdî ji bo sala 2030î hilberînê wekî rojê 10.8 milyon varîl dibîne)», 20ê nîsana 2011an, www.platts.com.

(7) The Observer, London, 23ê kanûna paşîn 2011an. Li Fransayê mîqdara herî bilind wê bigihêje 700 milyon euroyan.

(8) Challenges, Paris, 5ê gulana an

(9) New York Times, 29 nîsana 2011an.

(10) Kêmbûna bihayê gazê bi awayekî neyekser, kara hilberînerên petrola ne konvensîyonel ên Kanadayê baştir kir, lewra ji bo bi destxistina varîlek petrola ji xîza bi titum, bîst metrokub gaz divê.

(11) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa, Japonya, Almanya û Kore di nav xwe de ji sedî 80yî hilberîna elektrîka nukleer par ve dikin.

(12) Serê saetê TW nîşana serê saetê mîlyarek kilowattî ye.

(13) Cahiers de Global Chance, Meudon (Franse), hejmar 21, gulana 2006an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê