Galerî

Hejmar 43 - Tabloyên Awder Osman Baqî

Awder Osman Baqî, li başûrê Kurdistanê li bajarê Helepçeyê hatîye dinê. Li Zanîngeha Silêmanîyê perwerdehîya xwe ya hunerî bi awayekî serkeftî qedandîye.

Awder Osman Baqî, hem endamekî çalak yê Rêxistina Hunermendên Kurdistanê, hem yek ji xebatkarên sazîya Navenda Çandê ya Helebçeyê û hem jî endamê Dezgeha Mamosteyên Kurd e.

Hunermend Awder, heta niha tevlî 51 pêşangehan bûye; ji bilî kolaj û enstalasyonan herweha bi wênekêşîyê re jî mijûl bûye. Ji bilî pêşangehên wêneyî, heta niha çend pêşangehên fotografan jî li dar xistîye.

Hejmar 42 - Tabloyên Azad Saber

Azad Saber, di sala 1968an de li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê hatîye dinê û li vê derê mezin bûye.

Wênesaz Saber, hîn dema li Kurdistanê bû hunera xwe ya wênesazîyê pêşve biribû û bi rêya pêşangehan navê xwe li derûdor dabû bihîstin.

Li Kurdistanê dema karê xwe yê hunerî dimeşand, di nava komeka wênesazên nifşa nûjen de cihê xwe girtibû.

Dûre ji ber zext û zordarîyên rejîma îraqî ya wê demê û tesîra wê ya gihanî hunermend Kurdistan terikand û berê xwe da Hollandayê, bajarê Amsterdamê.

Hejmar 41 - Tabloyên Serdar Kêseyî

Hunermend Kêsteyî, di sala 1973yê de li Duhokê hatîye dinê û perwerdehîya xwe li başûrê Kurdistanê domandîye. Kestay, endamê Yekîtîya Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ), Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ye.

Serdar Kêsteyî, ji bilî wênesazîyê bi pîşeya karîkaturîyê re jî mijûl e û li Kurdistana Başûr ji bo rojname û kovarên wekî War, Gep û Hêlîn karîkaturan amade dike.

Hunermend Kêsteyî, di serî de li Amedê li gelek bajarên Kurdistanê pêşangehên wêneyan lidarxistiye. Ew li Duhokê dijî û li vê derê xebatên xwe yên hunerî didomîne.

Hejmar 40 - Tabloyên Delawer Omar

Hunermend Dilawer (Delawer) Omar, 15ê çirîya pêşîna 1986an li navçeya Dêrika Hemko (Kurdistana Sûrîyeyê) ji dayik bû. Malbata wî jî wekî gelek malbatên kurd ji ber sedemên zexta dewleta serdest cih û warê xwe terikand, bû penaber û li Swîsê bi cih bû.

Bavê Dilawer Omar li welat demeka dirêj di zîndanê de maye. Bi taybetî tiştên ku di pêvajoya jîyana zîndanê de hatine serê bavê wî tesîreka mezin li ser hunera Dilawer Omar hiştîye. Dilawer hîn di dema zaroktîya xwe de bi hêza xwe ya afirînerîyê bala xwe daye ser hunerê. Ev hunerwerîya Dilawer bi piştgirîya bavê wî hîn mezintir bû.

Hejmar 39 - Tabloyên Nauras M.A. Sadiq

Bi navê xwe yê hunermendî Nauras Mezopotamî, hunermendekî kurdê helebçeyî ye û ji 1999an vir ve li Hollandayê dijî. Di navbêra 1989-1993yê de li Silêmanîyeyê li Akademîya Hunerê perwerdeya xwe temam kirîye.