Galerî

Hejmar 32 - Tabloyên Ahmet Karabulak

1971ê de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ji dayik bû. 1998ê de li Zanîngeha 19 Mayis ji beşa wênesazîyê xelas kir.

2008ê de li Mersînê dezgeha hevbeş depoART û Platforma Însîyatîfa Huner a Mersînê hat damezrandin. Hunermend Karabulak yek ji damezrênerên vê platformê ye. Heta niha li gelek bajarên Tirkîyeyê beşdarî bi dehan pêşangeh û projeyan bûye.

Hunermend Karabulak yek ji amadekarên projeya "Veguhêrîna Bajaran/Destnîşankirina Xesarê" ye. Hunermend li gel wêneyan, enstlasyon û performansan jî çêdike.

Hejmar 31 - Tabloyên Ahmet Aslan

Ahmet Aslan di sala 1986ê de li gundê Taburoglu yê Kirşehirê ji dayik bûye. Dibistana seretayîyê li gundê xwe xwendiye.

Di sala 1977ê de li navenda Kirşehirê bi cîh bûye û perwerdeya xwe li wê dere domandiye. Di 2000-2001ê de li lîseya Kirşehirê dest bi perwerdeya xwe ya navîn kiriye.

Di 2005-2006ê de li Zanîngeha Gazîyê dest bi perwerdeya xwe ya bilind kirïye, lê perwerdeya vê zanîngehê nîvco hiştiye û di 2007-2008î de li Zanîngeha Selçukê di Fakulteya Perwerdeya Mamostetîya Wênesazîyê de dest bi xwendinê kiriye.

Hejmar 30 - Tabloyên İsmail Çoban

İsmail Çoban di 1945ê de li Çorumê ji dayik bûye, ji 12 zarokên malbateke xizan ê herî biçûk e. Di biçûktîya xwe de diçe Stenbolê, ji alikî ve li cem dukandar û terzîyan dixebite û rojnameyan difiroşe, ji alîyê din ve jî perwerdeya xwe didomîne. Bi armanca bicîhanîna îdeala xwe ya mamostetîyê di navbeyna salên 1960-65ê de li Ankarayê di Dibistana Mamostetî ya Atatürk de dixwîne. Îdeala xwe ya mamostetîyê bi cîh tîne, lê evîna wî ya hunerê berê wî dide rêyeke din. Dîsa vedigere Stenbolê û li wir di çapxane û kargeha grafîkê de dixebite.

Hejmar 29 - Tabloyên Muzaffer Oruçoğlu

Wênesazê vê hejmarê Muzaffer Oruçoğlu, di 18ê adara 1947ê de li gundê Zavota Mezin ê navçeya Golan a bi ser Qersê ji dayik bûye. Ji ber ku li gundê wî dibistana seretayî tunebû, perwerdeya xwe ya dibistana seretayîyê li dibistana gundê cîran (Zavota Piçûk) û li Qersê xilas kir. Li dû dibistana navîn a Qersê, ezmûna dibistana mamostetîyê ya Rîzeyê qezenc kir, du sal şûn ve jî li Stenbolê çû dibistana Bilind a Mamostetîyê ya Çapayê. Perwerdeya xwe ya bilind li Fakulteya Fenê di beşa astronomîyê de berdewam kir.

Hejmar 28 - Tabloyên Ayub Raoof Mahmood

Eyub Raûf Mehmûd (Ayub Raoof Mahmood) di 1985ê de li Silêmanîyeyê ji dayik bû. Di 2008ê de ji Enstîtuya Hunerên Bedew a Silêmanîyê kuta bû.
Di dema xwendekarîya xwe de beşdarî gelek çalakîyên hunerî bû. Di salên 2005-2008ê de wek perwerdekarê hunerê xebitî.

Di 2008ê de beşdarî pêşan-geheke hunerê bû. Heta niha bi tevayî beşdarî 20 pêşan-gehên komî bûye.

Di 2007ê de sazîya Azadî Lawan pêşbirkek wêneyan li dar xist. Eyub Raûf beşdarî vê pêşbirkê bû û xelata duyem wergirt. Ev pêşbirk li Kurdistanê di vê kategorîyê de pêşbirka yekem bû.