Galerî

Hejmar 28 - Tabloyên Ayub Raoof Mahmood

Eyub Raûf Mehmûd (Ayub Raoof Mahmood) di 1985ê de li Silêmanîyeyê ji dayik bû. Di 2008ê de ji Enstîtuya Hunerên Bedew a Silêmanîyê kuta bû.
Di dema xwendekarîya xwe de beşdarî gelek çalakîyên hunerî bû. Di salên 2005-2008ê de wek perwerdekarê hunerê xebitî.

Di 2008ê de beşdarî pêşan-geheke hunerê bû. Heta niha bi tevayî beşdarî 20 pêşan-gehên komî bûye.

Di 2007ê de sazîya Azadî Lawan pêşbirkek wêneyan li dar xist. Eyub Raûf beşdarî vê pêşbirkê bû û xelata duyem wergirt. Ev pêşbirk li Kurdistanê di vê kategorîyê de pêşbirka yekem bû.

Hejmar 27 - Tabloyên Zoro Mettini

Di 1949ê de li Amûdê ji dayik bûye. Ji ber sedemên polîtîk a malbata xwe di 1964ê de bi malbata xwe re koç kiriye Lûbnanê. Wî 1969ê Akademîya Hunerên Bedew a Beyrûdê beşa wêne û peykerê qedandiye.

Demek wek mamosteyê dersa wênesazîyê xebitîye. Di 1972ê de bi sedan kesên din re beşdarî pêşbirka akademîya huner a Amerikayê bû û xelata duyemîn wergirt. Di 1973ê de wek rêveberê hunerê yê kovara "Weekend" xebitî û bû endamê Peyana Hunermendên Rojava. Di 1974ê de jî bû endamê lijneya rêveberîya vê peyanê. Di heman salê de wek nîgarkêş di firmaya reklamê "Worltrade" de xebitî.

Hejmar 26 - Tabloyên Mehmet Latif Saglam

Di sala 1966ê de li Qoserê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Qoserê temam kiriye. Li zanîngeha Marmarayê, beşa huner a peykerê tewa kiriye.

Ji ber ku zaroktîya wî li deşta Qoserê derbas bûye, dîmenên zevî û bostanên deşta Qoserê yên bê ser û binî tesîreke mezin li se wî hîştine. Ev tesîr di xebatên wî yên hunerî de dê biba mijara bingehîn a rêzewêneyên "batirsokên bostanan".

Hejmar 25 - Tabloyên Yehya Al Selo

Yehya Al Selo, di 1962ê de li bakurê bajarê Helebê li gundê Ahrasê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya hunerê li zanîngeha Helebê temam kiriye. Yehya Al Selo bi gelemperî li ser wêneyên ebadmezin dixebite. Hunermend di xebatên xwe de bi piranî boyaxa rûnî bi kar tîne, di heman demê de karîkaturan jî çêdike.
Li gel xebatên xwe yên hunera plastîk bi zimanê kurdî çîrok û romanan jî dinivîse. Yehya Al Selo ji ber sedemên siyasî welatê xwe terk kiriye û ev çend sal in wek penaberê polîtîk li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir didomîne.