Galerî

Hejmar 17 - Tabloyên Ismet Polatli

İsmet Polatlı, di sala 1965ê de li gundê Abrenk* a li ser navçeya Tercan ya Erzinganê hatiye dinê. Dema hîn zarok bû malbata wî berê xwe daye Almanyayê. Di biçûkatîya xwe de mêla wî li ser amûrên muzîkê gelekî hebûye. Dikare 6-7 amûrên muzîkê lê bide. Ji bilî muzîkê, hunerên din yên bedew jî bala wî kişandine û yek ji wan jî wênesazî ye. Ji xeynî muzîk û helbestê, ji sala 1988an ve dest avêtiye wêne û peykertiraşîyê û vê yekê hîn didomîne.

Kovarên Kurdî

Kovar di pêşvebirina çand û zimanan de xwedî roleke girîng in. Lêkolîner, hunermend, nivîskar, helbestvan, wênekêş û gelek kesên ji beşên din yên perwerdehîya gelemperî, piranîya caran bi rêya nivîsekê, danasînekê yan agahdarîyeke ji kovarekê derdiçe, tê nasîn, peyda kirin ûwd.

Hejmar 16 - Tabloyên Gökhan Aslan

Gökhan Aslan di 1971ê de li Amedê hatiye dinyayê.

Xwendina xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li Amedê temam kirîye, piştre ji bo xwendina xwe ya bilind çûye Enqereyê.

Li Enqereyê li Zanîngeha Gazîyê, di Fakulteya Hunerên Ciwan de beşê şêwekarîyê temam kiriye. Piştî xwendina zanîngehê, li Siwêregê wek mamosteyê şêwekarîyê xebitîye.

Aslan ji 2004ê û pê de, li Amedê mamostetîya şêwekarîyê dike û li tenişta mamostetîyê di 2005ê de bi navê Atolyeya Hunerê-Germ atolyeya xwe ya hunerî jî vekirîye. Ji alîyekî hunera xwe çêdike, ji alîyê din ve xwendekaran digihîjîne.

Hejmar 15 - Tabloyên Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge di sala 1962ê de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kiriye. Heya lîse qedandiye li wê derê maye. Di 1978ê de li Zanîngeha Stenbolê, beşa wêjeyê xwendiye. Xwendina xwe ya duyem beşa zanistiyên civakî di Zanîngeha Marmarayê, di sala 1987ê de qedandiye û pê re jî di ajansên girafîkî de xebitiye.

Hejmar 14 - Tabloyên Rodi Khalil

Rodi Khalil, di sala 1973’yan de li Tel Hadat a Sûriyê hatiye dinyayê. Dibistana navîn, li bajarê Al Hassaka û zanîngeh jî li Şamê qedandiye. Khalil, li Zanîngeha Şamê beşê mîmariya hundirîn, hunêr û dekorasyon xwendiye. Rodi, li Sûriyeyê yek ji wan kesên bênasname ye. Ji ber ku ne xwedî nasnameyeke fermî bûye nikariye dîplomaya zanîngehê bigre.

Rodi Khalil, bingeha hunera xwe li ser bedewiya çanda kurd daye rûniştandin û nexasim peyxama xwe zêdetir ji efsaneyan digire.

Hejmar 13 - Tabloyên Mahmut Celayir

Di sala 1951an de li Çewlikê hatiye dinê. Di sala 1976an de, li Stembolê, ji Dibistana Bilind ya Hunerên Bedew mezûn bûye. Di navbera salên 1976-1978an de li Eskişehîrê di Beşê Sêwira Dik û Grafîk ya Enstîtuya TV’yê de xebitiye.
Hunermend Celayir, di navbera salên 1982-1984an de li Şanoya Dewletê ya Stembolê wek dîzaynerê dikê kar kiriye û ji sala 1986an û vir de wek wênesazê serbest dixebite. Hunermend Celayir, xebatên xwe yên hunerî li Stuttgart û Stembolê dimeşîne.