Hejmar 13 - Tabloyên Mahmut Celayir
Di sala 1951an de li Çewlikê hatiye dinê. Di sala 1976an de, li Stembolê, ji Dibistana Bilind ya Hunerên Bedew mezûn bûye. Di navbera salên 1976-1978an de li Eskişehîrê di Beşê Sêwira Dik û Grafîk ya Enstîtuya TV’yê de xebitiye.
Hunermend Celayir, di navbera salên 1982-1984an de li Şanoya Dewletê ya Stembolê wek dîzaynerê dikê kar kiriye û ji sala 1986an û vir de wek wênesazê serbest dixebite. Hunermend Celayir, xebatên xwe yên hunerî li Stuttgart û Stembolê dimeşîne.