Gava rejîmên ereban dihejin

Ji Tûnisê heta Misirê, ji Sûrîyê heta Yemenê
Translator

Ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn gelek welatên ereban ji serdemeke bi xirecir derbas dibin.

Protestoyên bênavber yên ku di dawîya salên derbasbûyî de li Tûnisê dest pê kirin û her ku çû veguheziyan berxwedaneke sîvîl, kir ku serokdewlet Zeynel Abidin Bin Alî ku 23 sal bûn li ser desthilatdarîyê bû welêt biterikîne. Xwepêşandanên ku bi navê "Şoreşa Yasemîn" jî tê bi nav kirin, di maweyeke kurt de, di serî de li Misirê, li gelek welatên ereban belav bû. Kursîyê serokdewletê Misirê Husnu Mubarekê ku ev 30 sal in desthilatdar e, hejiya. Ji Cezayîrê heta Urdunê, ji Sûriyeyê heta Yemenê, li gelek welatên ereban, bi sedema ku protesto bêne kêm kirin, di kabîneyan de guherîn têne kirin, sozên bi rengê, "cara bê em nabin berendam" têne dayîn, behsa pêkanîna reforman têne kirin.

Ev geşedanên ku li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ji nişkave pêk hatin û kes ne li benda wan bû, li hinek deveran wekî "Şoreşa Ereban" tê bi nav kirin û tê nirxandin ku ev yek wê li ser rejîmên li herêmê bandora domînoyê pêk bîne. (1) Dîsa li gor hinek nirxandinan, paralelîyek di navbera van bûyeran û rûxandina Bloka Rojhilat ku di dawîya salên 1980yê de pêk hat, heye û şîrove têne kirin ku heye dîktatorîyên li Rojhilata Navîn jî bi vî awayî ji holê rabin. (2)

Li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn karakterên wek hev ên rejîmên ereban

Dewletên ereban ku xwepêşandanên protestoyî bi awayekî gur û geş lê pêk tên, xwedîyên strukturên sosyo-ekonomîk û rejîmên siyasî ne ku gelek dişibin hev. Urdun û Fas ne tê de, nêzî tevahîya welatên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, bi rêveberîyên komarî yên ku xwe dispêrin sîstemeke serokatîya otorîter û xurt, têne bi rê ve birin. Ev rêveberîyên ku piranîya wan bi derbeyên leşkerî hatine ava kirin, hê jî di bin vesayeta olîgarşîya leşkerî de ne û bi piranî jî rejîmên otokratîk in ku xwe dispêrin yekpartîtîyê. Li Tûnisê Zeynel Abidin Bin Ali, Li Sûdanê Omer El Beşir, li Yemenê Ali Abdullah Salih, rasterast bi derbeyên leşkerî hatin ser desthilatdarîyê. Li Sûriyeyê Beşar El Esed, kete cihê bavê xwe General Hafiz Esed ku berê bi piştgirîya artêşê, bi riya derbeyê hatibû ser kar. Li Misirê Husnu Mubarek, kevnegeneralek bû û hê jî bi piştevanîya artêşê, desthilatdarîya xwe didomîne.

Li van welatên ku mafên siyasî bi her awayî têne sînor kirin, bênavbir rejîmên rewşa awarte têne pêk anîn, partîyên cihêreng an jî dijber têne qedexe kirin û rê li ber beşdarîya wan a hilbijartinan tê girtin, parlamentoyên heyî bi piranî wekî organên yekdeng û nimûneyî xebatên xwe nîşan dan. Destûra hebûna rêxistinên siyasî ango rêxistinên sîvîl ên civakî ku ji dewlet û hikûmetê serbixwe ne, nehate dayîn.
Rejîmên girtî yên zordar ku tevahîya civakê bi riya dezgehên qerase yên nixamtî û sazîyên polîsan dixin bin kontrola xwe bi pêş ketin, mûxalefet hatin tepisandin. Ev rejîmên ku di nava hevsengîya şerê sar de dirûv û teşe girtin, piştî salên 90ê jî sîstemên xwe yên heyî berdewam kirin.

Tevî ku di warê neteweperestîya ereban de bi hev re di nav berebezîyê de ne jî; rejîmên heyî, di warê pêkanînê de dîsa bûn xwedîyên polîtîkayên ekonomîk û civakî yên mîna hev. Feraseteke "sekularîzm"a ku dîn di bin kontrola dewletê de ye, hate hebandin. Olîgarşîya leşkerî ku desthilatdarîya dewletê xistiye bin destê xwe, ne tenê di warê siyasî de, di warê ekonomîk de jî bû hêzeke aborî ya xwedî îmtiyazên mezin . Ji sektora bankeyan bigire heta sanayiyê, kontrola gelek sektorên girîng li şirketên artêş, general, siyasetmedarên payebilind an jî li kesên ku nêzîkî wan in hatin spartin. Hewldanên modelên populîst ên pêşketinê, li van welatên ku ji monarşîyên nîvgirava ereban û kendavê cudatir in û ne xwedîyên dahata petrolê ne jî, bi ser neket. Kêşeyên siyasî û civakî yên ku bi têra xwe ji çareserîyê dûr in, bi taybetî jî kêşeyên kar û perwerdehîyê yên nifûsa ciwan ya ku hejmara wê pir bi lez bilind dibe, giha asta teqîneke civakî. Ji ber vê yekê, beşeke girîng ji xwepêşanderên ku li Tûnis, Misir û Cezayîrê derketin kûçe û kolanan, mirovên ciwan yên bêhêvî û ji pêşerojê xwe biendîşe bûn.

Hêz û lawazîya muxalefetê

Pêlên dawîyê yên protestoyên li welatên Bakurê Afrîkayê û ereban, par li Cezyirê bi xwepêşandanên li dijî bihabûn û bêkarîyê dest pê kirin. Di nav salê de çend caran, di nav bêhêvîtî û bêçaretîyê de, çalakîyên xweşewitandinê pêk hatin. Çalakîyeke bi vî awayî ya xweşewitandinê, ku di meha sermawezê de li Tûnisê pêk hat, paşê bû sembola protestoyên her ku çû zêde bûn. Di çalakîyên protestoyê de yên li Cezayîr, Tûnis û Misirê pêk hatin, ji bilî tevgerên muxalefeta heyî ya klasîk, mirovên ciwan ên bêkar, bêmal û ji pêşeroja xwe biendîşe, di sefên pêş de cih girtin. Wisa bû ku xwepêşandan veguheziyan tevgera daxwazên perwerdehî, kar, xanî, edaleta civakî û dawîlêanîna gendelîyan û serhildaneke li dijî desthilatdarîyên heyî.

Rejîmên ereban di destpêkê de xwest ku çalakîyên protestoyê yên ku di maweyeke kurt de li seranserê herêmê belav bûn, bi rêbazên polîsîye û bi hêza artêşê rawestînin. Tevî mirina bi dehan kesan û girtinan, têkneçûna xwepêşandanan, lê bi ser de jî bi belavbûna wan, xwestin ku bi çend sozên siyasî û civakî yên mîna guherînên di hikûmetê de, vekişandina zeman, hinek vebûnên demokratîk, heya soz û bextên berendamnebûna di hilbijartinên bê de, protestoyan aşt bikin.

Li Tûnisê Bin Ali, tevî ku parlamento fesih kir û biryara hilbijartinê da, eşkere kir ku ew ê jinûve nebe berendam û soz da ku reformên siyasî û aborî jî bike, nekarî li ser desthilatdarîyê bimîne. Li Misirê Husnu Mubarek, tevî ku hikûmet guhert, soz da ku ew ê careke din nebe berendam, sozên vebûnên siyasî û ekonomîk dan, nekarî protestoyan bide sekinandin. Li Urdunê, li Sûriyeyê, li Yemenê û li Cezayîrê jî, rêveberîyên li ser kar bi sozên wiha hewl dan hêrsa gel aşt bikin. Çalakîyên li dijî rejîmên heyî, her çiqas di demeke kurt de gur û geş bûbin û gihabin hêzeke wisa ku li gelek deveran rejîman bihejînin jî, nebûna sazûmaneke muxalefetê ya xurt û kamil, xala herî lawaz a vê tevgerê ye. Bi rastî jî, gava em bala xwe didine piranîya welatên ereban ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, tê dîtin ku di nav civakê de hêza herî xurt –hê jî- artêş e. Di nav muxalefetê de jî, bi tenê tevgerên îslamî xwedî hinek hêza organîze ne. Rastîyek jî ew e ku nifûsa ciwan a li van welatan, di salên dawîyê de gelek pir bûye û li derveyî rêxistinên klasîk ên muxalefetê, ketine nav pêvajoyeke polîtîzebûnê. Di tevgerên civakî yên dawî de, ev girseyên ciwanan ku derbarê pêşerojê de di nav endîşe û bêhêvîtîyeke mezin de ne, roleke girîng lîstine. Tevî ku serhildana girseyên ciwanan, rejîmên heyî yên riziyayî dihejîne jî, alternatîfbûna ji bo desthilatdarîyê, îhtîmala ku di rejîmên herêmê de guherînên berbiçav bike û veguherîneke demokratîk pêk bîne, vê gavê gelek qels û lawaz xuya dike. Nexasim li Tûnisê ligel ku Bin Ali rûxiya, beşdariya muxalefetê bo rêveberiyê pêk nehat. Berevajî vê yekê, kadroyên bingehîn ên rejîma kevin, di bin kontrola artêşê de li ser karên xwe man. Artêşê, bi fedakirina Bin Aliyê ku di çavê gel de bi têra xwe dejenere bûyî, berdewamîya îmtîyazên xwe yên siyasî û aborî û hêza xwe ya desthilatê parast.

Tevî vê yekê jî, di serî de Misirê, li hinek welatên ereban ên li herêmê, tevgereke muxalefetê ya bi navê Birayên Misilman heye ku qedîm e û nîspeten rêxistîtir e. Her çiqas li Misirê, çalakîyên protestoyê di destpêkê de, bêyî vê tevgerê geş bûbe jî, paşê Birayên Misilman di nav çalakîyan de bûn xwedî roleke berbiçav. Lê belê li Misirê jî, hêz û kapasîteya muxalefetê, tevî ku rejîma heyî hejand, eşkere ye ku vê gavê wê nikaribe rejîmê ji kokê ve biguherîne. Îşaretên ku tên, didin çespandin ku her wekî li Tûnisê qewimî, li Misirê jî artêş wê ji bo ku rewşê bi xisara herî kêm derbas bike, Mubarek feda bike, lê wê dezgeha desthilatdariyê û rejîma heyî bi hinek guhertinan, demeke din berdewam bike.

Reaksîyonên Ewropa, DYA û Tirkiyeyê

Rejîmên ereb ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, heta niha ji hêla dewletên Ewropayê û DYAyê ve bi piranî hatin piştgirî kirin. Bi taybetî rejîmên ereban ên li Misir, Tûnis, Cezayîr, Urdun û Yemenê, bi DYA û welatên Ewropayê re di nav têkilîyên tifaqeke nêz de bûn, alîkarîyên mezin ên aborî û leşkerî wergirtin, piştgirîya siyasî bi dest xistin. Dewletên rojavayî, dizanibûn ku ew bi tenê bi rejîmên weha dikarin rê li ber tevgerên îslamî û komûnîst bigirin, yên ku rojekê dişên ji wan re bibin xeter. Lewre jî polîtîkayeke reel dan ber xwe ku li gor vê polîtîkayê, ev rejîmên otorîter, di serî de ji bo têkilîyên bi Îsraîlê re û parastina kanala Suweyşê, ji bo îstîkrar û ewlekarîya herêmê pêwîst in, hetta zerûrî ne. (3) Di vê çarçoveyê de, wan li hember polîtîkayên antî-demokratîk û çewsîner dengê xwe dernexist. Ne tenê muxalefeta îslamî, wan tevgerên muxalefeta demokratîk jî wekî faktorên bêîstîkrarîyê dîtin. Ji ber polîtîkayên xwe yên ku berevajîya nirxên ku propogandaya wê dikin jî, di nav beşên muxalefeta demokratîk ên li herêmê de bawerîya ku bi wan dihat, bi awayekî mezin winda kirin.

Pêşketinên dawî yên li herêmê, welatên YEyê ku bi rejîmên heyî re, di nav têkilîyên tifaqên nêz de ne û DYAyê bêhazirî zeft kirin. Piştî reaksîyonên bi îhtiyat û bi endîşe yên di rojên destpêkê de, yekem car rêveberîya DYAyê, heye ku ji bo prestîja xwe ya ku li herêmê baş winda kiriye, ji nûve bi dest bixe, sînyalên wisa da ku ew ê ji polîtîkayeke ji yên berê cihê, bide ber xwe. Behsa mafê tayînkirina çarenûsê jî kir û ji hikûmetan xwest ku ew li gor daxwazên gel reformên xurt bikin. Herwiha ji wan xwest ku ew gavên berbiçav biavêjin da ku muxalefet tevlî nav pêvajoya siyasî bibe. Herçî dewletên YEyê ne, ku ditengijin di navxwe de polîtîkayeke hevbeş saz bikin, bi daxuyanîyên dudil û nezelal xwestin rewşa heyî îdare bikin.

Herwiha çi ji bo DYAya ku bi dengekî bilind veguherîn xwest, çi jî ji bo dewletên YEyê ku hîna jî dudil in, hê jî endîşeya herî mezin ew e ka piştî hilweşîn yan lawazbûna rejîmên heyî, wê valahîya desthilatê çawa bê dagirtin. (4) Eşkere ye ku li van welatên di bin rejîmên çewsîner de ne, ji bilî tevgerên îslamî, hêzeke demokratîk a muxalefetê organîze nebûye û bi pêş neketiye. Lewre jî, pêkhatina valahîyeke desthilatê, her wekî di mînaka Îrana 1979ê de xuya dibe, dagirtina vê valahîyê ji hêla tevgerên îslamî yên ku bi gotinên dijberî rojava xurt bûn, wekî xetereke muhtemel tê dîtin. Li ser rewşeke wiha, îhtîmaleke xurt e ku DYA –û muhtemelen dewletên YEyê- bêyî ku hêza siyasî ya artêşê bişkênin, modeleke derbasbûna bi kontrol ya ku tevgerên îslamî bikişîne nav sîstemê, tercîh bikin.

Helwêsta hikûmeta tirk ya ku ji dûrî ve berê xwe da pêşketina li Tûnisê, lê li Misirê, wekî ku piştevanîya protestogeran kir, bi têra xwe balkêş bû. Dîsa di vê serdemê de, ji hêla hinek derdoran ve, fikir hatin eşkere kirin ku Tirkiye dikare ji bo herêmê bibe mînakeke model a sereke. (5) Di rastîya xwe de, Tirkiye ji bo gelek rejîmên heyî yên ereban, di warê pozîsyon û îmtiyazên artêşê, sazûmana otokratîk a dewletê, feraseta ku dîn xistiye bin kontrola xwe û taybetmendîyên bi vî rengî, jixwe ji demên berê ve bûye mînakeke model a sereke. Dikare bê gotin ku bi tenê dewleta tirk, gava bi saya serê bandora dînamîkên navxweyî û derve, di nav pêvajoyê de, di warê siyasî, civakî û aborî de hinek guhertinan pêk tîne, li welatên ereb ev pêvajo girantir dimeşe. Tevî vê yekê, dibe ku mirov bifikire; di sîstemeke ku partîyeke mîna AKPê li ser kar e ku xwedîyavegotinên îslamî ye û di nav sîstemê de ye, bisînorkirina heyînên zêde ên artêşê, alozîyên navxweyî yên li van welatan kêm bike û xizmeteke baştir ji bo îstîkrarê bike.

Lê helwêsta Tirkiyeyê ya ji bo Misirê, ne tenê ji bo daxwaza mînakeke model a sereke ye li herêmê, di rastîya xwe de arezûya vedizîna rola Misirê ya li Rojhilata Navîn û têkilîyên navneteweyî, di nav dinyaya ereban de jî, vehewandina hesabên Tirkiyeyê ya zêdekirina bandora vî welatî bixwe ye. Tevî vê yekê, dewleta tirk ku di serî de meseleya Kurdistanê, hê jî şarezayîya çareserîya kêşeyên xwe yên girîng nîşan nedaye, têkilîyên wê yên bi Îsraîlê vekişandî ne, hilgirtina barekî wisa ya li herêmê û qada navneteweyî, wekî ihtîmaleke qels xuya dike.

Îraq û Başûrê Kurdistanê

Heta rûxandina rejîma Saddam ya ku di sala 2003yêde pêk hat, li Îraqê bi awayekî giştî, rêveberîyeke otokratîk û çewsîner ên mîna li dewletên ereban ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn hikmê xwe ajot. Bi mudaxeleya DYA û hevkarên wan ên leşkerî, piştî rûxandina rejîmê, gelek partîyên siyasî û tevger ku heta wê gavê qedexe, çalak bûn. Ji jor ber bi jêr ve jî be, sîstemeke parlamenterî ya ku xwe dispêre hilbijartinên azad, nûnertîyeke berfirehtir, pirpartîtî û federal pêk hat. Di warê azadîya fikir û çapemenîyê de pêngavên girîng hatin avêtin. Gelek rojname, TV, kovar û kitêbên xwedî fikrên cuda ne hatin weşandin. Wesayeta artêşê şkest, aktorên nû yên siyasî derketin pêş. Lê belê dîsa jî, ewlehîya giştî û îstîkrara siyasî bi awayekî tekûz nehatiye saz kirin.

Gava bi vî çavî li meseleyê tê nihêrtin, sîstema ku piştî Saddam hatiye ava kirin, bi sazîbûna federal a di Qanûna Bingehîn de, bi mafên xwe yên bingehîn, bi azadîyên xwe yên fikrî û olî, bi parvekirina desthilatdarîyê, bi belavbûna xwe ya di nav hêlên berfireh û bi gelek hêlên xwe ve, li gor rejîmên ereb ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ku bi têra xwe riziyane, mirov dikare gelek pêşketî bihesibîne. Ligel vê yekê, gava der barê van welatan de, model têne nîqaş kirin, ne ku mînaka Îraqa Federal, lê destnîşankirina mînaka Tirkiyeya wesayetkar û navendîparêz, balkêş e. Di vir de, wisa xuya ye ku ji daxwazên gel ên ji bo demokrasî û azadîyê zêdetir, endîşeya îstîkrar û ewlekarîya herêmê, ya ku tê payîn ku bi tenê dikare bi riya dewletên xurt û navendî pêk bê, hê jî diyardeyeke bingehîn e. Li hêla din, çalakîyên li welatên ereban, tevî ku li hêlên ereb ên Îraqê tu bandor nekir, bi darê zorê be jî, ketina rojeva Herêma Kurdistanê, bi têra xwe wêneyekî balkêş li ber çavê me raxist. Tevgera Goran, di belavoka xwe ya balkêş ku di dawîya rêbendanê (çileyê), ji hêlekê ve li Kurdistanê, bi taybetî xwest ku girêdanên rasterast ên di navbera artêş û hêzên parastinê bêne qût kirin û dawî li gendelîyan were, li hêla din daxwazên wisa kirin ku bo nimûne, parlamento were fesih kirin, hilbijartinên pêşwext bêne kirin, ji dêvla hikûmeta heyî jî, hikûmeteke teknokratan were ava kirin. (6) Di belavokê de, ligel ku ji partîyên din daxwaza piştgirîyê hate kirin jî, partîyên ku bi awayekî hevpar, belavokeke dijber weşand, daxwazên tevgera Goranê di cih de nedîtin û bi awayekî ku li dijî demokrasîyê ye bi nav kirin. (7)

Li herêma Kurdistanê ku ji sala 1992yê ve di pratîkê de hinek azadî hatine bi dest xistin, piştî 2003yê jî statuyeke federal hatiye qezenc kirin, ligel tevahîya endîşeyên ewlekariyê, atmosfereke ku nîspeten lîberaltir e pêk hat. Ji alîyekî ve, saxlemkirina statuya herêma Kurdistanê, misogerkirina wê; li hêla din derbarê xurtkirina di warê maf û azadîyan de, her çiqas gavên berbiçav hatibin avêtin jî, hê jî li Başûrê Kurdistanê kêşeyên sazîbûnê yên cidî hene. Bi taybetî hê jî di navbera dewlet-partîbûnê de veqetandinek pêk nehatiye, sîstemeke ku ji bêedaletî û gendelîyan re vekirî ye hebûna xwe berdewam dike. Helbet divê rayedarên siyasî, li dijî van kêşeyan, ji niha ve tevdîrên xwe bistînin. Lê wekî her dewleta ku nû tê ava kirin, avahîya dewletê ya li Başûrê Kurdistanê jî, ji bo ku li ser lingên xwe bisekine, hewcedara demê ye û divê bê zanîn ew ê tevî van kêşeyan mezin bibe. Meseleya bingehîn ew e ku gava pêşeroja Kurdistanê tê saz kirin, heta ji dest bê divê modelên ku destûra gel wergirtiye, bêne tercih kirin. Bi vî awayî wê gel demokratîkbûn û meşrûiyeta rêveberên xwe bipîve.

Wekî encam, eşkere û berbiçav e ku wê tevgerên girseyî yên li dijî rejîmên ereban ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn pêk hatin, şopên kûr bihêle. Heye ku li herêmê, ji bo maweyekî kurt heyameke kaosê, bêîstîqrarîyê û nezelalbûnê ku ji ber lêgerîna mîzaniyê derdikevin, peyda bibin. Êdî qutîka pandorayê nîv vebûye û ev tevger di esasê xwe de xwedî potansîyeleke weha ne ku karibin di heyama navîn û dirêj de li herêmê guhertinên bingehîn pêk bînin. Hêzên ku di vê pêvajoyê de baştir organîze dibin û yên ku dikarin bandorê li girseyên mezintir bikin, wê hêla veguherînê jî diyar bikin.

Çavkanî

  1. Mid-East: Will there be a domino effect?, http://www.bbc.co.uk/news/world- africa-12204971
  2. The Arab world's 1989 revolution?, El-Cezire, http://english.aljazeera.net focus/2011/02/201121165427186924.html
  3. Das Ende der westlichen Glaubwürdigkeit, Jakob Augstein, Spiegel Online, 3.2.2011
  4. After Egypt, West rethinks its Arab realpolitik, Reuters, 6.2.2011
  5. Can the Arab revolt learn from Turkish model?, Reuters, 2.2.2011
  6. Tevgera Goran hikumeta Herêmê vexwend îstîfayê, ANF, 30.1.2011
  7. Ragihana Dawî ya Kombûna Serokê Herêma Kurdistanê ya di Bareya Daxuyanîya Bizava Gorran de, Peyamner, 30.1.2011

Wergera ji tirkî: Salihê Kevirbirî