Gava Washingtonê di venasînê de dudilî dikir

Di destpêkê de siyaseta amerîkî, di derbarê Îsraîl/Filistînê de, 1948
Translator

Li gor daxuyanîyên fermî yên ji Washington û Tel Avîvê yên havîna 2011ê tu tişt jê girîngtir nîne ku pêşî li Rêveberîya Filistînî were girtin da ku nikaribe derkeve pêşîya Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî û bi vî awayî jî nikaribe ji bo ragihandina xwe ya yekalî ya serxwebûna Filistînê piştgirîyê bistîne.

Divê, ev helwêsta Amerîka (DYA) û Îsraîlê û berhevdana nepenî ya digel Îsraîlê were binxêz kirin, ku tê îdîa kirin ku Îsraîl endameke 'civata navneteweyî' ye û bi huquqê ve girêdayî ye û ji vê civatê daxwazên siyasî yên nerewa dike.

Lê heger li siyaseta Filistînê ya Amerîkayê ya sala 1948ê were nihêrtin ev îmaja heyî nerast derdikeve. Di wê demê de, Washingtonê pêkanîyeke ragihandina serxwebûnê ya ji alîyê Îsraîlê ve wekî gefeke li dij berjewendîyên xwe yên li herêmê didît.

Di 1948ê de wezareta karûbarên navxweyî, wezareta berevanîyê û CIA ji encamên serxwebûna Îsraîlê bi awayekî aşkere endîşe dikirin. Şêwirmendê taybet ê serok Truman, Clark Clifford û çend kesên digel wî li hember vê endîşeyê derdiketin; ew di wê bawerîyê de bûn ku naskirina Îsraîlê ya ji alîyê Amerîkayê li gor berjewendîyên Amerîkayê ye. Bi ser de jî Clifford daxwaza serxwebûneke bi destê Qesra Spî dikir û bi israr digot jixwe dewleteke cihûyan heye û tiştê maye bi tenê ew e ku Amerîka vê dewletê berîya Yekîtîya Sovyetê nas bike.

Di vê pevgirêdanê de çendîn xal hene ku hêjayî destnîşankirinê ne. A yekemîn bibîranîna şert û mercên zivistana 1948ê yên li Filistînê ne ku bûbûn sedem ku serokê Amerîkayê bike ku piştgirîya xwe ji Biryara Pêşniyarê ya ji bo parçebûnê vekişîne.

A duyem jî ew bû ka Amerîka di arefeya vekişîna Brîtanyayê ya ji Filistînê, rejîmên ereb çawa dinirxandin û fikarên domdar ên karbidestên amerîkî ku digotin dewleteke cihû ji bo berjewendîyên amerîkî pêwîstîyek e. Xala sêyem jî ew e dema derket holê ku fikarên bi vî rengî ne rast in, sanayîya neft û berevanîyê yên amerîkî gihîştin wê encamê ku zerengîya leşkerî û meylên siyasî yên dewleta nû dikare van berjewendîyan biparêzin. Siyaseta amerîkî jî li gor vê yekê hat guhertin.

Di zivistana 1948ê de karbidestên amerîkî û serokê amerîkî li hember pevçûna bêdawî û pêkanîna wê hêzê ku vê yekê pêk bîne, nêzîk bûbûn ku dev ji biryara pêşnîyarê ya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo parçebûnê (Hejmar 181) berdin. Di şûna piştgirîya pêşnîyarê, Washingtonê piştgirî da agirbestekê, daxwaza li hevdu bawerbûneke demkî, lê belê parçebûn jî bi giştî neda alîyekî; talox kir.

Hevdem, nedibû ku pêşveçûnên li Filistînê werin paşguh kirin. Di 3ê gulanê an ku yanzdeh roj berîya vekişîna Brîtanyayê ya ji Filistînê, sefîrê Qudusê yê Amerîkayê hilweşîna hikûmeta Filistînê ragihand û hişyarî da "heta ku hêzeke bi rêkûpêk a qanûnî ya ereban werin, em li bendê ne ku piştî vekişîna Brîtanyayê hêzên cihûyan piranîya bajêr bi rê ve bibin." (1) Heman rayedar di meha nîsanê de ragihand ku hêzên cihûyan li Jaffayê operasyonên şerût û bêberpirsîyar bi rê ve birine û li Deir Yassinê komkujî pêk anîne, wî herweha bûyerên ku di heman demê de li Hayfayê pêk hatibûn jî ragihandin.

Têkiliyên fermî yên tengijîner

Sefîrê amerîkî dîyar kir ku di destpêka gulana 1948ê de brîtanî û yên din li hev kirine ku "Heger artêşên bi rêkûpêk ên ereban neyên, cihû dê bikaribin her derê paqij bikin. Wekî mînaka Hayfayê bi operasyona leşkerî dagîrkirina Haganahê, operasyonên wan dikarin asayîşê pêk bînin." (2) Asayîşeke çawa? Brîtanî, îraqî û amerîkîyan Hayfa bi piranî ji ber rafînerîya wê ya neftê nas dikir ku bi rêya xeta lûleya IPC, petrola Îraqê lê dihat palandin. Ji bo îraqîyan bi destxistina rafînerîyê ya ji alîyê cihûyan ve nikarîbû bihata qebûlkirin û vê yekê tora têkilîya navbera karkerên filistînî û cihûyan xera kiribû.

Piştî demeke kurt, Robert McClintock, paşê digel şandeya amerîkî li cem NY, şirove kir ku Civata Ewlekarîyê dê di demeke nêzîk bi vê pirsyarê re rû bi rû bimîne; gelo " êrişên artêşa cihû yên li Filistînê meşrû ne, yan jî ev êriş ji bo aştî û ewlekarîya navneteweyî gefek in û dê Civata Ewlekarîyê naçar bimîne ku hin tedbîran bistîne." (3) McClintock herweha dîyar kiribû ku heger artêşên ereban bikevin Filistînê ev yek dê bibe sedem ku hêzên cihû bibêjin "dewleta wan di bin êrişeke leşkerî de ye û ew dê hewlê bidin wê rastîyê veşêrin; ya ku li Filistîne êrişan pêk tîne artêşa wan e û ev êriş dibin sedema dij-êrişên ereban." Amerîka jî naçar dimîne ku mudaxele bike. (4)

Talîyê, deh rojan piştî vekişîna Brîtanyayê, George C Marshallê wezîrê karûbarên navxweyî yê amerîkî bi pêş-şertekê ku rejîmên ereb ew dê bixwe binirxîne hin ofîsên dîplomatîk hilbijartin. Derbarê wan tiştan de ku dê bihatana serê dinyayê hin fikrên wî hebûn.

Vê tevlihevîya siyasî û aborî hikûmeta Îraqê xist xeterê û Îraqê nikaribû ji wan yekîneyên leşkerî yên ku berê şandibûn bêhtir leşkeran bişîne. Serê Misirê jî bi darbe û tevlihevîyan di belayê de bû. Ji ber ku ew li dijî brîtanîyan derketibûn, destê wan de gelek hindik çek hebûn û ên heyî jî ji bo asayîşa nav welêt hewce bûn. Ne artêş, ne jî çekên Sûrîyeyê hebûn ku mirov qala wan bike. Ji ber ku fransiz sê sal berê vekişîyabûn, Sûrîyeyê hîna nikaribû ji xwe re artêşekê ava bike. Artêşeke rast a Lubnanê jî nebû û artêşa Suûdîyê jî gelek piçûk bû, ku bi zorê têra kontrola eşîrên li welêt dikir. Hesûdîya navbera Erebistana Suûdî û Sûrîyeyê û ya navbera hikûmeta Haşimî ya Urdunê û Îraqê jî dibûn sedem ku ereb bi hêzên xwe yên heyî tiştê herî baş ku karibûn bikin, nekin. (5)

Şiroveyên Marshall ên li ser Misirê ji alîyê sefîrê amerîkî ve hat piştrast kirin ku wî digot çekên ku di destê artêşa Misirê de têrê nakin û ev jî encama wê yekê ku Misirê nexwestibû ku Brîtanî çek bidin wan. Wekî ku Marshall dest nîşan kiribû, artêşa Urdunê muhtacî efserên brîtanî bû. Li hember şert û mercên bi vî awayî, Marshall hişyarî dabû ku "lê belê, ev yek nayê wê wateyê ku di demeke dirêj de dewleteke cihûyan wê li hember neyartîya welatên ereb bi tena serê xwe li ser pîyan bimîne." Û ev empatî weha şirove kiribû "heger cihû guh bidin şîretên tundrewên xwe, ku piştgirîya siyaseteke piçûkxistinê ya li dij ereban dikin, dewleteke cihû, ku were damezirandin, dikare bi tenê alîkarîya ji derveyî welat ser pîyan bisekine." (6)

Berî her tiştî petrol

Jixwe, him di dema ragihandina serxwebûna Îsraîlê de û him jî piştî wê, rayedarên amerîkî reftarê li hember penaberên filistînî şermezar kiribû û bang kiribû ku penaber vegerin. Ev fikra serokê amerîkî bû, ku wî dema ku brîtanî hîna li Filistînê bûn, bang li wan kiribû ku destûrê bidin da ku 100.000 penaberên cihû werin Filistînê.

Heger çiqas em naveroka hevpeyvînên taybet ên serok Truman ên digel karbidestên cihû, ku serokê yekem ê Îsraîlê Chaim Weizmann jî tê de bû, nizanin jî, heger em bandora tevgerên sîonîst ên li amerîkayê li ber çavan ragirin elîtên siyaseta derve yên amerîkî derbarê rîskên li hember berjewendîyên amerîkî yên li Rojhilata Navîn hişyarî dabû, ku wan digot pêşdeçûna berjewendîyên warê neft û berevanîyê ya sala 1948 aşkere ye.

Lê belê derket holê ku rewş ne wekî dîtina wan bû. Sedemên li paş xeletîya wan bawerîya wan "têkilîyên taybet" bûn ku di navbera Washington û Tel Avîvê de bi pêş diketin.

Salekê piştî damezirandina Îsraîlê re wezareta navxweyî û ya berevanîyê, ku berê xwedî endîşeyekê bûn ku Îsraîl dikare zirarê bide berjwendîyên amerîkî yên li herêmê, îcar helwêsta xwe ya rexnegir guhert û pesnê piştgirîyeke pêkan a Îsraîlê ji bo wan berjewendîyan da.

Karbidestên amerîkî bi awayekî aşkere dîyar kir ku herçend fikra raya giştî ya ereban û daxuyanîyên serokên wan li hember helwêsta piştgir a amerîkî ji bo Îsraîlê rexnegir in jî, vê yekê bandoreke neyînî li ser berjewendîyên aborî yên amerîkî nekiriye. Di adara 1948ê de karbidestên amerîkî yên li NY hatin agahdar kirin ku suûdî di wê nêrînê de ne ku "pevçûna li Filistînê pevçûneke navxweyî ye û ji bo dewletên ereb gelek girîng e ku tiştekî nekin da ku sedemekê bidin Civata Ewlekarîyê ku li Filistînê hêzê bi kar bîne." (6) Rayedarên amerîkî ku wezîrê navxweyî jî tê de ji vê helwêsta suûdîyan gelek razî bûn.

Encama dawîyê ew bû ku berjewendîyên amerîkî yên ji neft û berevanîyê, her du jî wê demê li Erebistana Suûdî bûn, zirar nedîtin. Serokên şirketên amerîkî bi endîşe digot dibe ku suûdî peymanên wan ên neftê betal bikin, lê belê ev yek pêk nehat. Herweha, li hember berfirehtirbûna kontrola şirketa qirase ya amerîkî ya neftê US Aramco ya li ser nefta li deryayan, tu hewldan pêk nehatin.

Di zivistana 1948ê de hin pêşveçûnên din pêk hatin. Dezgeha Cihû qebûl kir ku mebestên sereke yên siyaseta Rojhilata Navîn ya amerîkî ew pêk tînin û lewma wan hewl da ku berjewendîyên amerîkî yên ji neftê biparêzin. Di zivistana 1948ê de Max Ball gerînendeyê beşa neft û gazê ya wezareta navxweyî, ku wekî yek ji kesên herî agahdar a li ser nefta amerîkî û ya navneteweyî navdar e, digel nûnerê sereke yê Dezgeha Cihû yê li Dewletên Yekgirtî kom bû. (7) Eliahu Epstein (paşê Elath) endamê Komîteya Şêwirmendîya Siyasî ya Dezgeha Cihû, endamê Konseya Serokatîya Giştî ya Sîonîst û gerînendeyê Nivîsgeha Dezgeha Cihû ya li Amerîkayê bû. Kombûna wî ya digel Ball di demeke weha de pêk hat ku Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekgirtî li ser mijara 'Têkilîya Neftê ya digel Berevanîyê' hin civîn li dar dixistin. Di van civînan de ew yek dihat binxêz kirin ku siyaseta neftê ya amerîkî di navenda siyaseta derve ya amerîkî de ye, ku Bernameya Marshallê jî tê de ye. Ev yek li dij wê keleporê û ji ber baldarîya Ball ji bo dîtina neftê li Negevê, Ball da bin cengê Epstein da ku alîkarê serokê Aramco, gerînendaeyê Socony Vacuum û alîkarê serokê Standart Oil a ji New Jersey jî tê de digel rêveberên şirketên neftê yên amerîkî hevdîtinan pêk bîne. Baldarîya îsraîlîyan ji bo siyaseta neftê ya amerîkî berîya 1948ê dest pê kir.(8) Lê belê dema ku Max Ball di zivistana 1948ê de digel Epstein kom bû û pêşnîyar kir ku bendewarîyên berjewendîyên neftê ya amerîkî ya li Rojhilata Navîn bi cih bînin, ev yek ji bo dîyarkirina siyaseta amerîkî ji bo herêmên neftê yên welatên ereban serdemeke teşegir bû.

Pêşketinên li jorê derbarê helwêsta baldar a Dezgeha Cihû li hember siyaseta neftê ya amerîkî ji bo rayedarên amerîkî yên berpirsyarên vê sektorê sînyaleke erênî bû. Herweha, ev siyaset li hember nêrînên hêzdar ên karbidestên hikûmetê û şirketên mezin ên sektora neftê bû ku piştgirî dida dewleteke cihû û lewra jî berjewendîyên xwe yên bi vî rengî xistin xeterê. Têkilîyên di navbera Îsraîl û berjwendîyên neftê yên amerîkî yên di vê serdemê de, hêjayî lêkolînê ne.

Hêjayî bibîranînê ye ku dubare nirxandina dewleta nû ku çi bigre piştî bûyerên gulana 1948ê pêk hat, di esasê de ji ber faktorên sereke yên pirhejmar bû. Di nav wan de hin faktor hebûn ku bûn sedem ku artêşa amerîkî bigihîje wê encamê ku di warê 'kontrol kirina' Rojhilata Deryaya Spî û Rojhilata Navîn û herweha di warê parastina berjewendîyên neftê yên amerîkî de, Îsraîl dikare xwedî roleke girîng be. Lê belê ev yek li pêşîya naskirina girêdayîbûna piştgirîya derve, yan jî pêwîstîya çareserkirina pirsgirêka penaberên filistînî nedibû asteng. Şert û mercên bi vî rengî li alîyekî, artêşa amerîkî amade bû ku li xwe mukir were û bibêje ku Îsraîlê tewazina hêza leşkerî ya li herêmê guhert û vê yekê jî guherîna siyaseta wan biheq derdixist.

Di 7ê adara 1949ê de serfermandarê hêzên asmanî yên amerîkî ji bo serfermandarên hevbeş daxuyanîyek sebaret bi 'Berjewendîyên Stratejîk ên Amerîkî li ser Îsraîlê' şand ku tê de pêwîstîya dubare nirxandina siyaseta wan bi awayekî aşkere dihat ragihandin.

Tewazina hêzan a li Rojhilata Navîn û Nêzîk ji binî hat guhertin. Di wê demê de ku dewleta Îsraîlê hîna nû dihat damezirandin, gelek nîşaneyan dîyar dikir ku li hember muxalefeta Yekîtîya Ereban temendirêj nabe. Lê belê niha Îsraîl ji alîyê Amerîka (DYA:Dewletên Yekgirtî yên Amerîka) û Brîtanyayê ve hatiye nas kirin û mumkin e ku di demeke nêzîk de bibe endama Neteweyên Yekgirtî. Îsraîlê herweha bi hêza çekan nîşan daye ku mafê wê heye ku li Rojhilata Navîn û Nêzîk digel Tirkîyeyê wekî hêzeke leşkerî were hesab kirin. (9)

"Bi zora çekan"

Di ronahîya pêşveçûnên bi vî rengî de, heman çavkanî digihîje wê encamê ku 'wekî encama piştgirîya wê ya ji bo Îsraîlê dibe ku Amerîka ji vê rewşa nû ya siyasî avantajên stratejîk bi dest bixe.' (10) Di esasê heman hesaban de, serfermandarê hêzên asmanî yên amerîkî bang kir ku li ser 'Hedefên Stratejîk ên amerîkî, ku digihîjin Îsraîlê' kûr bibin û pêşnîyar kir ku li alîkarî û perwedehîya leşkerî were fikirîn û jê girîntir divê pêşî li bandora Sovyetan a li ser dewleta nû were girtin.
Her ev hesab bûn sedem ku siyaseta amerîkî ya sebaret bi Filistînê dubare were nirxandin, ku bere bere pirsgirêk bi tenê wekî pirsgirêkeke penaberan didît û ji çarenûsa dewleteke Filistînê cuda dikir.

Çavkanî

Irene Gendzier:
Li Zanîngeha Bostonê Profesora Beşa Zanistên Siyasî, Tebax 29, 2011

  1. Gulan 3, 1948, Ji Sefîrê Giştî yê Qudusê (Wasson) bo Wezareta Derve, FRUS 1948, V, beşa 2, rûpel 889
  2. Gulan 3, 1948, Ji Sefîrê Giştî yê Qudusê (Wasson) bo Wezareta Derve, FRUS 1948, V, beşa 2, rûpel 889
  3. Gulan 4, 1948, Reşnivîsa Daxuyanîyê , FRUS 1948, V, beşa 2, rûpel.894-895
  4. Heman çavkanî. Rûpel 895
  5. Gulan 13, 1948, Wezareta Dewletê ji bo hin Nivîsgehên Dîplomatîk, FRUS, 1948, V, beşa 2, rûpel 983-984
  6. Adar 13, 1948, Wezîr li Erebistana Suûdîyê (Childs) ji Wezareta Derve re, FRUS 1948, V, beşa 2, rûpel 719
  7. Sibat 18, 1948, Daxuyanîya ji bo for M. Shertok, No. 210, Belgeyên Siyasî û Polîtîk, çirîya paşîn 1947-gulan 1948. Arşîvên Dewleta Îsraîlê, Arşîvên Navendî yên Rêxistina Sîyonîst a Cîhanê , Qudus 1979, rûpel 354
  8. Zohar Segev, "Têkoşîna ji bo Hevkarî û Hevrebûnê: Sîonîstên amerîkî û nefta ereban, 1940ê," Lêkolînên Rojhilata Navîn, îlon. 2006, cîld.42; rûpel 821, n.5; rûpel 829, n.7 û 8
  9. Adar 7, 1949 Daxuyanîya serfermandar., rûpel 181
  10. Heman çavkanî

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya