Gavên bê serî yên artêşa tirkî*

Bi Sûrîye û Îtalyayê re alozîya ji ber Kurdistanê
Translator

Rêveberê PKKê (Partîya Karkerên Kurdistanê) Abdullah Ocalan çirîya paşîn gihişte Romayê, daxwaza xwe ya peydakirina çareserîyeke pasîf ji bo pirsgirêka kurd di çarçoveya Tirkiyeyê de careke din îfade kir. Desthilatdarîya li Enqereyê xwe li van bangan kerr dike, doza dersînorkirina wî dike û gefan li Îtalyayê dixwe ku mueyîdeyan li dijî wê bi kar bîne. Ji ber ku eskerê tirk red dike ku nasnameya kurdî qebûl bike – qedexekirina perwerdeya zimên, çalakîyên siyasî û hwd.– ji bo şerekî ku ev panzdeh sal in dewam dike, timî li derve li çareserîyan digere. Vê stratejîyê havîna bihurî ew bi Sûrîyê re xist nav krîzeke demdirêj.

Hikûmeta tirk ku Meclîsa Neteweyî ya Mezin û piranîya raya giştî bi awayekî biryardar li gel, di mehên îlon û çirîya pêşîn ên sala 1999ê de êrîşên xwe yên li dijî Sûrîyê zêde kirin; serokkomar Suleyman Demirel Sûrîyeyê weha gunehbar kir: "Destekê dide terorîzma cidaxwaz (...) vê jî bi lojîstika dide çeteyan [û] hewandina serokê çeteyan li Şamê." (1) Serokwezîr Mesut Yilmaz ji alîyê xwe ve behsa hişyarkirina şideteke kêmdîtî kir: "Sûrîye divê daxwazên me pêk bîne. Yan na dinya hemû wê bi serê wê de bê xwarê. Sûrîye divê biaqil be, yan na em ê çavên wê birijînin!" (2)

Birêveberên Şamê timî her şewaz alîkarîya eskerî ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hebûna serokê wê Abdullah Ocaman li welatê xwe înkar kir. Tevî ku ev yek hatibû piştrast kirin û gelek berpirsîyarên siyasî yên alman, yewnan, ermenî û rojnamevanên tirk, kurd û nexasim jî bîyanî ew li Şamê, yan jî Gelîyê Bekaayê yê di kontrola Sûrîyê de dîtibûn.

Sedemên ku rejîma Enqerê derdixe pêş, çapemenîya tirkî wan belav dike û destekê didiyê (3), yên der barê esl û cewherê alozîya tirk û sûrîyeyî de bi her halî bi serê xwe têrê nakin. Ya rastî desthilat difikire ku pirsgirêka kurdî bi awayekî eskerî çareser bike, tevî ku wê tevahîya riyên pasîf jî girtine. Du partîyên siyasî –Partîya Kedê ya Gel (HEP) û Partîya Demokrasîyê (DEP),– yên ku doza qebûlkirina nasnameya kurdî dikin, ji sala 1989ê ve ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatin qedexe kirin û girtin. Di nav wan de Leyla Zana jî li çar parlemanterên ku pê razî bûn ku fikra xwe li ser pirsgirêkê ji raya giştî re bi awayekî vekirî û eşkere derbibirin, cezayên giran hatin birîn. Gelek weqf û komeleyên siyasî, yan jî çandî yên kurd ji alîyê polês, an jî dadgehan ve hatin qedexe kirin. Çapemenîya kurdî bi gelek tacîz û zextan re rûbirû hat hiştin.

Ji sala 1925ê ve hukûmetên tirkî ên li pey hev hatin her û her hebûna kurdan bi xwe jî mandel kirin: "pirsgirêka kurdî nîne, lewra kurd nînin." Li gor qanûnên di meriyetê de (xala 312ê ya qanûna ceza yan jî xalên 6,7 û 8 ên qanûna dijterorê) bilêvkirin, an jî nivîsandina peyva "Kurdistanê" wek "kirina propagandaya cidaxwaz a terorîst" îfade dike.

Divê mirov krîza bi Sûrîyê re ya ku herî kêm sê alîyên wê hene, di vê çarçoveyê de fêm bike: Alîyê yekem dualî ye, yê duyem elaqedarî têkilîyên di navbera kurd û tirkan de ye; yê dawîyê jî zehmetîyên navxweyî yên rejîma Enqerê dihewîne.

"Di demalmd Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Serxwebûnê [1919-1923] de ereban ji pişt ve xencer li me da", "ereb qirêj in", "Sûrîye di serdema osmanîyan de bi tenê eyaleteke piçûk bû", "ereb hereketên îslamî li Tirkiyeyê gij dikin û cesaretê didin wan": ev çendek ji wan dogmayan in ku birêveberên kemalîst belav kirin û di bîra kolektîf de bi awayekî hişk cihê xwe girtine. Tirkiyê di qebûlkirina serxwebûna Sûrîyê de zehmetî kişand; ew bawer dike ku Şam dixwaze aborîya wê sabote bike û pêşîyê lê digire ku bi rola xwe ya hêza herêmî rabe. Hevgirtina di navbera Tirkiye û Îsraîlê de rewşê hêsantir nake. Sefîrê Îsrâîlê yê li Enqerê Uri Bar-Ner weha rave kir: "Tirkiye û Îsraîlê bi palpiştîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevgirtineke hêzê ya girîng pêk anîn." (4)

Serhildana bîstûheftemîn

Du pevçûnên din li van alozîyan zêde dibin. Tirkiye Sûrîyê bi çavberdana wilayeta Antîyoxê gunehbar dike (Antakya navçeya navendî ya wilayeta Hatayê) –, Fransayê sala 1939ê bi dest Enqerê ve berda. Ev herêma berê ya Skenderûnê ku piranîya şênîyên wê ereb in, li ser nexşeyên Şam wan diweşîne weke parçeyekî erdê Sûrîyê tê nîşan dan. Li alîyê din rejîma baasîst a ku Iraq jî destekê didiyê, difikire ku birêvebirin û bikaranîna avên Firat û Dîcleyê divê herweha erka wê jî be. Peymana navneteweyî ya li ser çemên di welatan re derbas dibin, a ku Neteweyên Yekbûyî 21ê gulana 1997ê qebûl kir jî Şamê (û Bexdayê) mafdar dike. (5)

"Fikra sabît a kurd" alîyekî din ê krîza heyî ye. Serokê komarê Demîrel da zanîn ku Tirkiyeyê bîstûşeş serhildanên cidaxwaz tepisandine û ji wê tê ku ya bîstûheftemîn ango ya ku PKK ji Tîrmeha 1984ê ve bi rê ve dibe jî bişkîne. Jixwe Sûrîye ji 1925ê (dema yekemîn serhildana mezin a kurd a Şêx Seîd birêvebirî) ve welatek bû ku întelektuel û muxalifên penaber dihewandin. (6)

Devera ku kurd navê "başûrê piçûk" lê dikin ango Kurdistana Sûrîye (Başûr jî bakurê Iraqê ye) ji şerîdeke 600 kîlometroyan dirêj û 30-40 kîlometroyan fireh pêk tê, li ser vî erdî qederê mîlyonek kurd dimînin. Nasnameya piranîya wan nîne û Şam wan weke hindikayîya etnîk, yan jî neteweyî jî qebûl nake. Li hemberî vê ew li parlemanê ku bi tenê sazîyeke qeydî û erêkirinê ye, tên temsîlkirin –zimanê kurdî ne qedexe ye û kurd bi ereban re bi awayekî pasîfîk bi hev re dijîn. (7)

Partîya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî wê bi rê ve dibe ya ku beşeke mezin a bakurê Iraqê kontrol dike, 18ê îlona 1998ê bi Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê (YNK) re peymaneke aştîyê mohr kir. Celal Talabanî serokatîya YNKê dike û ev partî beşeke piçûk a başûrê bakurê Iraqê kontrol dike û hevgira Îranê ye. Enqere li ber vê peymanê rabû ku di bin parazvanîya Washingtonê de hat mohr kirin (li gor vê peymanê divê PKK jî ji bakurê Iraqê were derxistin), lewra ditirse ku li bakurê Iraqê dewleteke serbixwe ya kurdî ava bibe.

Sala 1978ê 12 xwendekaran PKK damezirand, vê PKKyê ji şerê çekdarî –sala 1984ê bi dused milîtanên li wargehên filistînî Corc Hebeş û Nayef Hawatmeh perwerdebûyî dest pê kir– tewereya xwe ya têkoşîna li dijî "dewleta tirk a dagirker" çêkir. Ew doza federasyoneke kurd û tirk dike, bêyî ku sînorên neteweyî biguhere. Ji "duyemîn artêşa mezin a NATOyê" a ku ne xwedîya tecrûbeya şerê dij-gerîla bû, nehat ku şerê wan ên heta bi sala 1992yê ji wan re digot "çend eşqîya" bike. Rêbazên ku desthilatdarîya navendî pêk anîn (gund û gundikên vala, kuştin, êşkence, qedexeyên tevahîya xwepêşandanên pasîfîk, û hwd.) hêza PKKê zêde kirin: Sala 1992yê wezîrê karê hundir ê Tirkiyê lê mikur hat ku 15 000 milîtanên PKKê û 100 000 milîsên wê hene.

Buhayê şer giran e. Aborîzan nikarin mesrefên şer tam hesab bikin (lewra "fonên" neqeydkirî û nepenî hene yên ku ne di kontrola parlemanê de ne), lê belê bêhtirî ji pênc paran sisiyên budceyê jê re hatine veqetandin. (8) Ji ber vê yekê jî înflasyoneke salane ya ku ji 1991ê û vir ve % 80yê dibihure heye û ew her weha krîzeke aborî û civakî jî xirabtir dike.

Ya rastî PKKyê piştî sala 1992yê dest pê kir ku hêza xwe ji dest bide. Li alîyekî artêşê taktîka xwe bi pêş xist; li alîyê din ji PKKya ku cotkarên piçûk seferber kirin, lê belê ji xwe re digot marksîst û neteweparêz, nehat ku serketinên xwe yên eskerî li qadên civakî, siyasî û gel de veguherîne destketîyan. Rêbazên wê yên bi şidet (êrîşên li dijî gundên cerdevanên alîgirên hukûmetê, kuştina jin û zarokan, êrîşên bombeyî li bajarên mezin), ên ku heta bi dawîya sala 1992yê jî belav bûn, desteka gel a li pişta wê kêm kirin. Li hemberî vê înîsîyatîfên wê yên dîplomatîk, gelek bangên wê yên ji bo agirbestê û hevdîtinan ji bo birêveberên eskerî û siyasî yên li Enqerê bûn serêşên bi rastî.

Di bin bandora PKKyê de serok Mandela gulana 1992yê red kir ku xelata mezin a aştîyê ya Ataturk werbigire. Bi ser de jî wî protesto kir lewra sala berîya wê ev xelat dabûn general Kenan Evren ku bi xwe berpirsîyarê sereke yê darbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yê bû, serokê cuntaya eskerî (1980-1983) û kevne-serokkomar (1980-1989) bû. Li bêhtirî çil dewletan, û li pênc parzemînan (ji Washingtonê heta bi Sydneyê, ji Ottowayê heta bi Johannesburgê, ji Havanayê heta bi Almaatayê, ji Parîsê heta Yêrîwanê...) buroyên agahdarkirinê yên PKKê li parlemanan û li cem hukûmetan çalak in. Parlemana Kurdistanê ya li Derveyî Welat a li Brukselê ji sala 1995ê ve, li cîhûwarên fermî yên gelek welatan (Belçîka, Awusturya, Hollanda, Rûsya, Îtalya) civînan organîze dike. Van kampanyayan tenêmana jixwe têra xwe mezin a Tirkiyeyê zêdetir kir, û daxwaza wê ya endametîya Yekîtîya Ewropî jî di dema civîna bilind a ewropî ya kanûna 1997ê ya li Luksembûrgê de li ber çavan nehat girtin.

PKK îlhamê ji mînakên Bakurê Îrlandayê, Filistîn û van demên dawîyê ji Kolombîyayê digire, û 1ê îlona 1998ê bi awayekî yekalî ji bo cara duyem agirbest îlan kir, lê belê Enqerê ev pêşnîyaz bi awayekî vekirî red kir. Beşeke mezin a artêşê li dijî her şêwazê çareserîyeke siyasî ye, lewra ew berjewendîya xwe tê de dibîne ku vî şerî dewam bike da ku nufûza xwe ya li ser civakê xurttir bike. Şer veguherî sedema hebûnê ya hin beşên civakê: Birêveberên artêşê û bazirganên sîlehan, cendirme û polêsên li Rojhilat û Başûrrojhilat wezîfeyê dikin, bazirganên dewletî û ferdî yên narkotîkê, cerdevanên alîgirên hukûmetê û burokratên li herêmên rewşa awarte, hwd. Hêza neteweperestên tundrew bi zêdebûna hejmara tabûtên esker û polêsan re yên ku ji herêmên kurdan tên, zêde dibe.

Bipêşketina îslamîzmê

Bipêşketina îslama siyasî ji bo artêşê pirsgirêkeke din e. Tevî zextên piralî ên desthilatdarîyê (qedexekirina Partîya Refahê ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve, dadgehkirina birêveberên wê, cezakirina serokên şaredarîyên Stenbol û Kayseriyê, sansura weşanên kanalên îslamîst, eşkerekirina agahîyan li dijî karsazan, hwd.) hêza herî mezin a siyasî ya welêt a ku % 21.7ê dengan bi dest xistî, hê jî bi pêş dikeve. Derket holê ku şerê artêşê yê li dijî îslamîzmê yê bi rêbazên polîsî tê bi rê ve birin, pir bêkêr e, li alîyê din skandal û hetîketîyên çîna siyasî û artêşê jî zêde dibin. Ji van skandalan a ku jê re Susurluk (9) tê gotin, ya ku piştî qezayeke wesaîtan eşkere bû, hebûna têkilî û hevkarîyên di navbera memûrên payebilind ên hukûmetê, di navê de wezîr û berpirsîyarê polêsan jî, mafyayê û kujerên ku dewletê ji bo kuştina milîtanên ermenî, yan jî kurd bi kar anine, nîşan da.

Cureyekî darbeyeka eskerî ya nepenî hukûmeta Refahê ya Necmettin Erbakan hezîrana 1997ê ji desthilatdarîyê xistibû. Koalîsyona di parlemanê de hindikahî ya hukûmetê (du partîyên rastgir ên ji rêûresmê û partîyeke piçûk a çepgir a neteweperest) ya ku kete şûna hukûmeta Refahê ji bo birêvebirina welêt, ne di nav xwe de li hev dikir û ne jî xwedîya stratejîyeke hevgirtî bû. Li hemberî xitimîna siyasî Meclîsa Neteweyî ya Mezin biryar da 18ê nîsana 1999ê hilbijartinên giştî li dar bixe. Lê belê partîya nû Fezîlet a ku kopîya tam a kevne-partîya Refahê ye ji serketina xwe piştrast e. Tevî muxalefeta artêşê û piranîya çapemenîya belav, jê hat ku 11ê çirîya pêşîn bêhtirî du mîlyon mirovan seferber bike, li bîstûpênc bajaran û "zincîreke azadîyê" organîze bike da ku qedexekirina sergirtina îslamî protesto bike. Bi xwe gijkirina li dijî Sûrîyê artêş hêvî dike ku pêşîyê li serketina wê ya ragihandî bigire.

Tevî ku weha dîyar e krîza bi Sûrîyê re halê hazir bi awayekî demî çareser bûbe jî, piştî peymana ji alîyê herdu dewletan ve çirîya paşîn hat mohr kirin û tevî ku Şamê dîyar e qebûl kiriye ku alîkarîya xwe ya ji bo PKKê rawestîne, îhtîmala wê pir kêm e ku ev yek alîkar be ji bo çareserkirina nakokîyên ku Tirkiyeyê li nav hev dixin. Krîza ku Enqere û Îtalyayê li ser mijara radestkirina Abdullah Ocalan tîne hember hev, piştrast dike ku artêş hê jî fêm nake ku kokên drama kurdî di nav rejîma tirk bi xwe de ne.

* Le Monde diplomatique — weşana çapkirî — kanûna 1998 — rûpel 20.

Nivîskarê gotarê entellektuelekî tirk e û navê xwe nedaye aşkere kirin.

(1) Axaftina serokkomar di dema merasîma vekirina parlemana tirk de, 1 çirîya pêşîn 1998, li Enqerê.

(2) Hürriyet, Stenbol, 7-8 çirîya pêşîn 1998.

(3) Çapemenîya tirk mijara despêka krîza Sûrîyê bi awayekî bêsînor bi pêş dixe. Li jêr manşetên şeş rojnameyên mezin ên neteweyî hene yên ku di navbera 2 û 6ê çirîya pêşîn de hatin weşandin: Sabah (populer, lîberala rastgir) "Serê Margîsk" (tevî wêneyekî serokdewlet Esed); Akşam (neteweperesta rastgir): "Em dikarin we hemûyan têk bibin!" (li dijî Sûrîyê, cîhana ereb û Yewnanîstanê); Milliyet (populer, navend): "Artêş li benda fermanan e"; Radikal (çepgira nerm): "Bayên şerî"; Yenî Yüzyil (lîberal): "Apo bidin me!" (banga li Şamê ye: Apo navê Abdullah Ocalan e); Hürriyet (populer, neteweperest): "em ê ji bakur bikevinê û ji başûr derkevin" (gefxwarineke eskerî ya li Şamê hatî kirin); Sabah (populer, lîberala rastgir): "Em ê piştî nîvrojê bigihêjin Şamê".

(4) Cumhuriyet, Stenbol, 29 hezîran 1998.

(5) Bixwîne Alain Gresh, "Souffles guerriers sur le Proche-Orient / Bayên şerî li ser Rojhilatê Nêzîk", Le Monde diplomatique, kanûna 1997.

(6) Li ser vê mijarê mirov dikare bêhtir agahîyan di pirtûkên bibîranînên întelektuelên kurd ên weke Musa Anter, Celadet Bedirxan, Nurettin Zaza, Cigerxwîn de bibîne.

(7) Nivîskarê vê gotarê deh rojan li Sûrîyê ma di adara 1994ê de da ku hevpeyvînekê pêk bîne li ser pirsgirêka kurd.

(8) Taylan Dogan, Savas Ekonomisi

("Aborîya şer"), Avesta, Stenbol, 1988.

(9) Bixwîne Martin A. Lee, "Les liaisons dangereuses de la police turque /têkilîyên bi tehlûke yên polêsê tirk", Le Monde diplomatique, adar 1997 û Kendal Nezan,

"La Turquie, plaque tournante du trafic de drogue / Tirkiye, plaka her li xwe didewire ya bazirganîya narkotîkê", Le Monde diplomatique, tîrmeh 1998.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê