Gazên kevirê kîlê jeopolîtîkê serûbinî hev dikin

Translator

Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê, Çîn, Ewropa û Rûsya: aktorên sereke yên li ser dika enerjetîk a dinyayê bi “şorişa gaza kevirê kîlê” re rû bi rû ne, çi tirsîyabin û zor li wan bûbe, çi jî ji bo ku ji vê xêrê sûdê wergirin hemûyan ji niha ve tedbîr girtin da ku xwe li gorî vê rewşa nû eyar bikin. Lê belê bêyî ku nîşan bidin ku ji wan tê ku encamên dema dirêj ên van serûbinîhevbûnan pêş bibînin.

Kê bawer dikir? Hîna berîya kêmtirî bi deh salan bazara gaza xwezayî para bêhtir ji alîyê îtxalkirinên amerîkî ve dihat dîyarkirin. Û va ye îro Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berevajî rewşa destpêkê hindik maye bibin îxrackerê wê. Ev serûbinîhevbûn jeopolîtîka dinyayê jî bi awayekî cidî diguhere. Gaza xwezayî ya kevirê kilê (shale gas, gaza şîstê, gaza zinaran) bi awayekî teorîk dikare li gelek deverên dinyayê were derxistin, nexasim jî li Ewropa û Çînê ku bi xwe jî aktorên din ên mezin ên vê bazarê ne ku dikare di demeka kin de derkeve holê, bi vê re jî dibe ku hin welat yan jî herêm ên wekî Rûsya û Rojhilatê Nêzîk bi wê tehlûkeya lawazbûna bandora xwe re rû bi rû bibin, çi dibin bila bin –malî, teknîk, hawîrdorî – guman xurt dibin der barê siberoja van gazên ne jirêûresmê. (1) Li sektora hîdrokarburê [petrol, gaza xwezayî] ev blof beşek e ji ruhê kar e.

 

Ji dema piştî Şerê Cîhanê yê Duyem heta bi salên 2010an bazara gaza xwezayî (ya adetî/konvansîyonel) li dora herikên îtxalkirin û îxrackirinê ava bûbû, ev herik ji herêmên hilberîner – kevne-Yekîtîya Sovyetî, Rojhilatê Nêzîk – ber bi navendên mezin ên serfkar – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ewropa, Çîn - ve bû. Ev şema bi gewde dibû bi rêya nexşeyeka lûleyên gazê û peymanên dîplomatîk-malî yên ku herweha derbarê veberhênanên giran, projeyên demdirêj û helbet hinek jî ferasetê de bû. Avakirin û ewlekirina korîdorên global ên dabînkirinê têkilîyên girêdanê di navbera welatan de afirandina ku hewasa destwerdanê ew xurt dikir û hevgirtinan ew hişyar dikir...

 

Lê belê va ye herikîna enerjetîk berê xwe ji nû ve dîyar dike û tu kesî ev serûbinîhevbûna mezin texmîn nedikir. Wekî mînak, hîna sala 2007an jî şirketa dêw a rûs Gazpromê hevkarên xwe yên bîyanî – Total û Statoil – neqandin ji bo rezervên gazê yên li Chtokmanê ên li derya Barentsê bixebitîne, van rezervan bi tenê % 2yê rezervên dinyayê yên gaza xwezayî ya konvansîyonel (ya adetî) pêk dianî û divîyabû bi buhayê 30 milyar dolaran pere lê bihata razandin. Sê salan paşê, Moskovayê ev proje rawestand: bazara amerîkî êdî ne mişterîyê gaza Chtokmanê ye. Di vê navberê de ji bilî ku sekana aborîyê li serfkirina enerjetîk ya dinyayê bû bar, hîdrokarburên ne konvansîyonel (ne adetî) jî li bazarê peyda bûn. Li gorî rapora British Petroleumê (BP) ya li ser "Perspektîfên enerjetîk 2030" (Energy Outlook 2030) ev fenomenek e ku "di bingeha vejîna enerjetîk a Amerîkayê de" ye.

 

Her tiştî ya rastî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest pê kir, li devera ku vedîtinên kombîne yên mihendisekî teksasî George Mitchell di salên 1990î de teknîka parçekirina bi hîdrolîkê (2) adapteyî kevirêkilê kir, piştre şirketa amerîkî Devon Energy ya ku sala 2005an bi awayekî zelal sondaja ufqî bi kar anî; van herdu bûyeran kir ku derxistina gaza kevirê kîlê ya ku ji mêj ve bi hebûna wê dihat zanîn, mimkin bibe. Vê teknolojîyê herweha kir ku gaza kompakt (yan jî tight gas) û petrola kevirê kîlê jî karibe were derxistin. Aktorên nû li ser bazara enerjîyê xwe dan der: Brezîlya, Kanada, Awûstralya...

 

Encam: yên ku pêşdibînin radigihînin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ber bi sala 2030î ve wê % 99 di warê enerjîyê de bi xwe têra xwe bike, sala 2005an wê bi tenê % 70yê serfkirina xwe hildiberand. Rola dîyarker a enerjîyê di sîyaseta derve ya amerîkî ya van dehsalên dawîyê de (3) wisa dîyar dike ku wê serûbinbûn di vê sîyasetê de pêk werin. Welat jixwe ji mêj ve çavnebarê Rûsyaya ku yekem hilberînera gaza xwezayî ye li dinyayê. Li gorî çapa 2012an a "World Energy Outlook" a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîyê, DYA wê  ji niha heta du-sê salan heman cihî ji bo petrolê bigire û wê ji Erebistana Siûdî bibihure. Amerîkaya ku berê mezintirîn îtxalker bû dibe ku di nava panzdeh salan de veguhere îxrackerê hîdrokarburê.

 

Nivîskarê pirtûkeka bi navê Piştî şoreşa gaza kevirê kîlê ya amerîkî (4) Thierry Bros vê tesbîtê dike: "Efekteka domînoyê ya xurt dest pê kir xwe bide hiskirin bi rêya vejîna enerjetîk a ji Atlantîkê û wêde. Bi vî rengî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gaza kevirê kîlê bi bihayekî erzan tê hilberîn: dawîya sala 2012an [British Thermal Unit, BTU] bi çar dolaran bû -li ser bazara hundir li hemberî 18 dolarên li Asyayê û 10 dolarên li Ewropayê; ji bo wan êdî bêhtir karê tîne heke elektrîkê bi gazê hilberînin û ne bi komirê. Encamên vê yekê: ew komira xwe difroşin Ewropayê".

 

Ji bo ku ji vê xêrê îstîfade bike GDF Suezê ji çar santralên xwe yên gazê yên li Fransayê sisê rawestandin. Les Echosê nîsana 2012an (5) rave kir: "Şirketa fransî bi reqabeta komira amerîkî ya erzan û bi kêmbûna daxwaza elektrîkê li Ewropayê êşîya . Santralên wê yên bi gazê êdî kar naînin, lewre ew êdî têra xwe nagerin. Bi awayekî navînî rêjeya bikaranîna wan ji % 42yên sala 2001ê dakete % 33yê sala par".

 

Heke piştrast bibe ku dikare demeka dirêj sûd jê were girtin, lihevanîna pêkhênerên têkelhevîya enerjetîk dîyar e wê bibe sedema tesîrên pir dijwar. Têkilîya di navbera Ewropa û Rûsyayê de vê rastîyê baş nîşan dide. Bi înîsîyatîfa hin welatên wekî Almanyayê, Yekîtîya Ewropayê, Moskova ji gelek dosyayên sîyasî yên ewlekarîyê û stratejîk dûr girt: heta bi van salên dawîyê Gazpromê % 40ê îtxalata gaza xwezayî ya ewropî dabîn dikir. Çûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ber bi xweserîya enerjetîk ve rewşa heyî bi awayekî ne yekser serûbinîhev dike, nexasim jî di ser Qetarê re.

Qetar ew mîrtî ye ku yekem e di rêza îtxalkerên gaza xwezayî ya rohnkirî (LNG) ya ku bi kêştîyan tê veguhestin û ne bi lûleyan, piştre dema digihêje cihê xwe ji nû ve wê dikin gaz. Beşek ji hilberînê ji bo termînalên amerîkî bû. Lê belê Washington her diçe kêmtir dibe mişterîyê LNGyê, li ser vê îxrackirina wê divê berê xwe ji nû ve dîyar bike, ber bi Asya û berîya hemûyan jî ber bi Ewropayê ve. Ev yek jî dike ku Yekîtîya Ewropayê girêdana xwe ya bi gaza rûsan ve kêm bike. Gelek termînalên LNGyê yan hatin vekirin yan jî tên plankirin li Yûnanîstanê, Îtalyayê û heta li Polonyayê, ya ku xwedîyê wê hewasê ye ku wekî derîyê ketina nav Ewropaya navendî ji bo LNGya qetarî yan jî yên din bi kêr were.

 

Maneya vê jî gelo ew e ku Rûsya wê bibe yek ji yên ku herî zêde xisirî di encama "şorişa gaza kevirê kîlê" de? Ji Enstîtûya lêkolîna li ser enerjîyê li Moskovayê, Tatiana Mitrova wisa bersiva vê pirsê dide: "Bi rengekî erê. Gazprom wê neçar be ku peymanên demdirêj betal bike û mentiqê bazara bihayên erzan qebûl bike, yên ku êdî wê ne li gorî bihayê petrolê eyarkirî bin." Bazara ewropî ya ku ji ber sekana aborîyê derb xwarî, ya ku berê kar dianî, ji bo Gazpromê êdî wekî berê cazib nîne. Sala 2008an % 30ê firotina Gazpromê pêk bianîya jî % 60ê hatinîyên wê pêk dianî vê bazara ewropî. Ji hingê ve Moskovayê berê xwe daye bazarê asyayî – Çîn, Koreya Başûr, Japonya – ên ku pir li enerjîyên alternatîf dipirsin, piştî Tsûnamîya Adara 2011an û felaketa Santrala Fukuşîmayê. Ev çûnûhatin dike ku Moskova ji sîyaseteka lûleyan a ku ji ber bi peymanan ewlekirina erdan timî dibe sedema encamên jeopolîtîk ên giran û bi ser de jî girêdayîbûneka demdirêj diafirîne, berê xwe bide ya LNGyê ya ku bi xwe qayîşokîtir e û rehettir xwe li gorî rewşê eyar dike.

 

Lêkolîneka pêşbîn a ji bo sala 2040î ya ku Tatiana Mitrova birêvebirî tevî hertiştî jî jibo Rûsyayê xweşbîn e: "Werçerxa gaza kevirê kîlê du sê dehsalan tehlûkeya [global] a kêmbûna rezervên petrol û gazê yên ku meriv dikare di bin barê bihayê derxistina wan de rabe, bi paş ve xist (...) û piştrast kir xisleta serdest a hîdorkarburan di sektora enerjetîk a dinyayê de para petrol û gazê di serfkirina enerjîya sereke de li tevahîya dinyayê wê di pratîkê de neguhere: sala 2010an % 53.6 û sala 2040î % 51.4". Dinya wê bikeve "serdema gazê" ya ku zêdebûneka serfkirina gazê ya % 50 pêş dibîne ji niha heta 2035an. Para gaza bi her rengî wê xebero di nava enerjîya dinyayê de ji % 21ê bibihure û bigihêje % 25ê di nava salên li pêşîya me de.

 

Baş e wê çi bi Rojhilatê Nêzîk û bi awayekî giştî endamên Rêxistina Welatên Îxrackarê Petrolê (OPEC) were? Gelo divê meriv hêvîya rawestandina seferberîya jeopolîtîk ji Washingtonê bike? Serokê Cambridge Energy Research Associatesê (CERA) Daniel Yergin li me vedigerîne: "Ez bawer nakim. Divê em di destpêkê de pê zanibin ku kêmtirî % 10ê hilberîna li Kendava Farisî ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve tên firotin. Bi hecm bixwe, Amerîka pir girêdayî welatên Kendavê nîne. Tevî hertiştî jî me rawestandina angajmana Washingtonê li herêmê tesbît nekir. Lewre ya ku ji bo Washingtonê girîng ew e ku petrol bi kêra aborîya dinyayê, mezin bûna wê û girîngîya stratejîk a Rojhilatê Nêzîk tê."

 

Herikîna hîdrokarburan a ji Kendava Farisî her diçe bêhtir berê xwe dide ber bi Asyayê ve. Pisporekî enerjîya Çînê li şirketa amerîkî ya şêwirmendîyê Euroasia Groupê, Michal Meidan weha dihizire: "Ev yek dikare Çînê neçar bike ku berpirsîyarîyên ewlekarîyê û sîyasî bigire ser milê xwe, wekî mînak li Rojhilatê Nêzîk, da ku ewlekarîya xwe ya enerjetîk nexe tehlûkeyê. Di vê mijarê de gaveka wê li pêş e çar li paş in, lê belê îhtîmal heye ku rastîyên nû yên bazara hîdrokarburan û ya jeopolîtîkê wê neçar bikin." Halê hazir Pekîn sûdê werdigire ji rola cendermeyê dinyayê yê Amerîkaya ku hîç naxwaze ku aborîya Çînê ji hev de bikeve.

 

Li vê dinyaya nedîyar û lihevdikeve Pekîn her weha pişta xwe bi gaza kevrêkîlê jî rast dike. Heke em ji ajansa hikûmetê ya amerîkî ya enerjîyê ya ku di rapora xwe ya dawî de rezervên çînî wekî "bi awayê teknîkî dikarin werin derxistin" di nava çil û du welatên kontrolkirî de di rêza yekem de nivîsî bawer bikin, ev potansîyel heye. (8) Lê belê jeolojîya wê ji ya binerda amerîkî pir guhertîtir e, dikare derxistina gazê zehmettir bike û di encamê de kêmtir karhêner bike. Michal Meidan li gotinên xwe zêde dike, "Ewlekarîya enerjetîk ji bo Pekînê karekî li pêş ê mitleq e. Di  çarçoveya raperînên erebî de û bi zanîna ku bêhtirî nîvê îtxalatên çînî yên petrolê ji Rojhilatê Nêzîk tên, ew hewasdar e ji bo hilberîna gaza xwe ya kevirê kîlê. Ji ber vê yekê şirketên wê pere razandin li derveyî welêt li vê sektorê da ku teknolojîyê [ya pêwîst] bi dest bixe." Di navbera van rezervên nû yên çînî û reqabeta welatên Asyaya Navîn û Awûstralyayê de ango du herêmên ku herweha heweskar in gazê bifiroşin Pekîne, Rûsya weha dîyar e wê kêm karibe serdestîya xwe ya enerjetîk li ser Çînê ferz bike, ya ku wê li ser Ewropayê salên 2000î ferz kiribû. (9)

 

Ev lîstik ji gelek bergan pêk tê. Û weha dîyar e pêşdîtinên dema kurt bi xwe jî bi tenê ji bo paşvegirtinê hene. Gelo filan tîpê enerjîyê pir biha dibe ji bo hilberînê yan jî veguhestinê? Hingê meriv ê derbasî yekê din bibe; ka binêrin gelo merivê karibe serfkarîyê kêm bike, bikêrbûnê baştir bike, çerxên pêkanîna bihayan biguherîne û hwd. Guhertinek hîna nû digihêje girseyan yekê din xwe amade dike. Bros îdîa dike ku "şorişa gaza kevirê kîlê li paş ma jî. Îro li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ku girîng e petrola kevirê kîlê ye. Ji ber vê yekê li gorî beşa amerîkî ya enerjîyê ji niha heta bi 2015an wê hilberîna petrolê % 23 zêde bibe.

Mijareka din a kêm tê zanîn: rezervên dinyayê yên gaza kevrêkîlê ye. Wezîfedarê li ser mijara gaza kevrêkîlê li Ewropayê yê şirketa Totalê, Bruno Courme rave dike: "Pir zehmet e meriv texmîn bike çiqas in. Ev ne wekî dema gaz di rezerveka adetî-klasîk de ye. Ji bo Ewropayê wekî mînak kêm hilberîna hîdrokarbûran di erdê de hebû. Ango tiştê em derbarê binê erdê de dizanin bi sînor e. Ji bo ku em zanibin çi di bin erdê de veşartî ye, divê bîr werin kolan û testeka hilberînê bi rê ve were birin. Wekî mînak li Polonyayê hevkarên me yên amerîkî Exxonê biryar da ku macerayê dewam nekin – piştî encamên hêvîyên wan nehiştin, ev rast e. Lê belê bi tenê sih hebek bîr hatin kolan. Em bi xwe weha hizir dikin ku tevî hertiştî jî potansîyel heye, ji ber wê jî em li wir dimînin". Polonya pir zêde xwe dispêre gaza kevirê kîlê, lewre xewna wê ye ku kêmtir girêdayî Gazpromê û cîranekî be ku dîrokeka bi gotinên herî nerm tevlîhev wê pêve girê dide. (10) 

* Rojnamevan

(1) Gotara li jêr bixwîne: Nafeez Mosaddeq Ahmed, "Gaz de schiste, la grande escroquerie / Sextekarîya Mezin a Gaza Kevirêbkîlê", Le Monde diplomatique, adara 2013an. Gaza xwezayî ya adetî (konvansîyonel) di nava lateka kunkunî û bihurbar (qûm, kevirêqûmê ... ) de asê maye û nisbî hêsan e meriv wê derêxe; gaza ne adetî (ne konvansîyonel) di nava lateka kêmbihurbar de ye ku bi hêsanî gaza xwe serbest bernade.

 

(2) Hîdrofrakturasyon ji şêst salekî ve ji bo cewherên din ên binê erdê tê bikaranîn, ji berdana ava bişid a nava latê pêk tê da ku bike ku lat bişike bi wî rengê ku berhemên kîmyayî û qûm jî kêlîya kevirê kîlê li tebeqeyan parçe bû serbest bibin.

 

(3) Gotara li jêr bixwîne: Jean-Pierre Séréni, "Echec d’une guerre pour le pétrole / Bibinketina şerekî ji bo petrolê", Le Monde diplomatique, adara 2013an.

 

(4) Thierry Bros, After the US Shale Gas Revolution / Piştî Şorişa DYAyê ya Gaza Kevirê kîlê, Technip, Parîs, 2012.

 

(5) Anne Feitz û Veronique Le Billon, "GDF Suez va arrêter des centrales à gaz en France / GDF Suez wê santralên xwe yên bi gazê dixebitin yên li Fransayê rawestîne", Les Echos, Parîs, 11ê nîsana 2012an.

 

(6) "Global and Russia Energy Outlook up to 2040 / Xuyabûna [rewşa] enerjîyê ya global û ya Rûsyayê", www.eriras.ru

 

(7) Wî ev berhema li jêr weşand: The Quest: Energy, Security and the Remaking of the Modern World / Pirs: Enerjî, Ewlekarî û Ji nû ve Avakirina Dinyaya Modern,Penguin Books, London, 2012.

 

(8) "Technically recoverable shale oil and shale gas resources: an assessment of 137 shale formations in 41 countries outside the United States / Rezervên petrol û gaza kevirê kîlê ya ku bi awayekî teknîkî dikarin werin bidestxistin: nirxandineka 137 pêkhateyên kevirê kîlê li 41 welatên li derveyî Dewletên Yekbûyî", US Energy Information Administration, 10ê hezîrana 2013an, www.eia.gov

 

(9) Neil Buckley, "Resource-rich Russia’s energy pivot to the East has limit / [Sîyaseta] Ber bi rojhilat ve birina çerxa enerjîyê ya Rûsyaya dewlemend a rezervan bi sînor e", Financial Times, London, 28ê hezîrana 2013an

 

(10) Gotara li jêr bixwîne: Dominique Vidal, "Les coulisses de la diplomatie polonaise / Kûlîsên dîplomasîya polonî", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2012an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê