Gelo Afrîka bêyom e ?

Translator

Nivîskarê Afrîkî Moussa Konaté di pirtûka xwe ya dawî de berê xwe dide serokên afrîkî û di rexneyên xwe de îddîa dike ku wan Afrîka zêde kirine ewropawarî û ev rewş jî bandoreke neyînî li parzemîna reş dike. Nivîskar ji bo ku balê bikişîne ser mijarê vê pirsa balkêş dike : “ji bo ku qêrîn û hawara kesekî were bîhîstin an jî ji bo ku mirov were fahm kirin, ma hewce ye ku mirov kêrê bi dijwarî di birînê de bade ? » Michel le Bris (patronê festîvala St Malo) di wê baweriyê de ye ku ev pirs rast e. Lewma navê ku li mijara rojevê hatiye kirin “ Lanet” e. Nivîskarê ji Maliyê, bi zimanekî vekirî herweha balê dikişîne ser hin mijarên girîng û nazik yên herêmê. Weke durutiya (poligami) ferejinî, ango zewaca bi pir jinan re û karesatên civakî ku ji ber bandora olî û ji ber bertîlxwuriyê rû didin. Moussa Konaté ku yek ji nivîskarên Afrîka’yê yê herî xwedî tecrûbe ye, di hemû pirtûkên xwe de, çiqas jê tê, mijaran bi awayekî vekirî dikolê, berpirsiyaran destnişan dike û bi rexneyan diçe ser wan. Ew di wê baweriyê de ye ku êdî dem hatiye ku mirov her tiştî vekirî bîne ziman.

Nivîskarên afrîkî ku li parzemîna wan dawî li dagirkerî û mêtingeriyê nayê, herçend bifikirin ku tenê nivîsandina pirtûkan ji derdê wan re ne çareye jî, di çarçoveya karê xwe de hewl didin, balê bikişînin ser pirsgirêkên li welat û li parzemîna xwe. Ne tenê nivîskarên li hundur herwiha yên ku li her derê cîhanê belavbûne jî, bala wan tim li ser pêşketinên li welatê wan e û hew jî hewl didin bi nivîs û pirtûkên xwe neheqiyan bigînin rayagiştî ya navnetewî. Festîvala St-Malo bû wesîleyek ku nivîskarên ji Amerîka, Ewropa û Afrîkayê hatine vexwendin karibin li wê derê, hev bibînin, pirsgirêkan bi niherîna xwe par ve bikin.

Heta ku “bêyomiya”a li ser Afrîkayê dewam bike, qêrîn û hawara nivîskaran jî dê nesekine. Weke mînak: Eleonora Miano dibêje¸ “pêdivî bi wîjdaneke nû ya plîtîk heye.” Michel le Bris û Jean Rouaud’un ji pirtûkên weke «Je est un autre » (ez kesekî din e) re serkêşiyê dikin, ev jî nîşan dide ku ji bo perspektîvên nû, îmkan û derfetê wan ne kêm in”.