Gelo Amerîka dikare biguhere?

Şerrên siyasî carinan gellekî bi kêrî muxalefetên şexsî û dijberîya adetî tê. Pêdivîyên şerrê çekdarî dibin sedem ku gellek hêzên cuda ku armanca wan yek e û hilweşandina heman neyarî ye, pişta xwe bidin hevûdû. Çerr ku pişta dijmin bişkê jî, serêşî ji wê û bi şûn ve dest pê dikin. Û bi van sereşîyan re jî, pirsek tê: Îcar em ê çi bikin? Di encama tercîhên siyasî de, cudabendiyên ku dibûn sedema helwêsta muxalefeta kevn divê ji holê rabe; lê, kes bi têgihiştineke weha razî nîne. Êdî demeke dirêj raqîbê ku kes jê hez nake nikare vegere desthilatdarîyê. Şerrê wî yê bi muxalefetê re ew şêrîntir nake.

Şemayeke bi vî rengî li Îtalyaya Birêz Silvio Berlusconi jî hatibû dîtin. Di sala 1995’an de, Berlusconi li hember çepgirên belawela û bêbername û proje têk çû, lê belê şeş sal paşê dîsa bi ser ket û vegerîya ser hukim. Di van demên dawîn de, li Fransaya Birêz Nicolas Sarkozy jî hevgirtinên li gora rewşê pirr dibin, carinan di nava partîyan de (ekolojîst, navendî, sosyalîst), carinan jî di nava kesayetîyan de. (Gava ku daxuyanîyeke li dijî hikumetê hebe, Birêz Diminique de Villepin xwe dide tengala Birêz Oliver Besancenot ku ev herdu kes ji binî ve dûrî hev in ). Armanceke hevpar. Serokkomar. Baş e, lê bi dû re?

Koalîsyona ku li ser lingan ava dibe, siyaseta nezelal, hêvîşikestinên ku hesabê wan ji berê de diyar e rojeva Amerîka tîne bîra mirov. Salek berê, gava ku komarparêzan ji adetê derxist û dawî li serokatîya Birêz George W. Bush hat, hin hevgirtinan xwe nîşan da. Herçend beşekî rayedarên ku rewşa wan baştir nebûye hê jî piştgirîyê didin Birêz Obama, xuya dibe ku heyecana wan kêm bûye. Gurrbûna şerrê li Afganistanê pasîfîstan xemgîn dike, reforma sîstema tendurustîyê gellekî dûrî hêvîyên maqûl maye, û siyaseta wargehê jî herweha ye. Fikra ‘‘ne zêde baş e, lê belê ji tunebûnê çêtir e” di nava xelkê de belav dibe û dibe sedema aciziyekê. Heyecana siyasî ji nû ve berê xwe diguhere.

Rewşeke weha ku hêzan ber bi hev ve tine, pişta lobîyan xurttir dike, lê herweha pirsan jî di derheqê desthilatdarîya serokê Amerîkayê ya rasteqîn de dide peydakirin. Ew ne Birêz Bush e, herkes dizane; Birêz Romano Prodi jî nebûbû Birêz Berlusconi. Lê hê mirov baş nizane bê berê Birêz Obama bi ku ve ye û ev jî dibe sedem ku heyecana ji bo wî kêm bibe. Lê belê, welat di nava pirsgirêkan de ye: Rêjeya bêkarîyê firrîya ye, li hin taxan xanîyên li pey hev seranser ji ber deynan ketine ber hacîzê. Serok tim behsa van mijaran dike û hewl dide ku xelkê di vî warî de qane bike; axavtinên wî kêm nabin û bi pirranî watedar in jî. Lê, çi ji ber dimîne? Ew li Kahîreyê kolonîyên Îsraîlê şermezar dike; gava ku nûçe belav dibin, ew dev ji vê fikra xwe berdide. Ew soza reformeke xurt ya di sîstema tendurustîyê de dide; parlamenter reforma wî nerm dikin, lê ew li dij dernakeve.

Rojekê, ew bi ciwanên West Point’ê dide zanîn ku ew ê hêzine zêdetir bişîne Afganistanê; demek kurt bi şûn de, ew xelata Nobelê ya aştîyê distîne. Mirov zêde li ser bifikire, mirov dikare bibe şîzofren. Lê, ev dijberîya rewşên cuda dermanê xwe jî bi awayekî eşkere peyda dike: Êdî bêndereke peyvan diyar dibe ku di nava hemû daxuyanîyan de cihekî ji dijberê wê re jî dihêle. Axir, formuleke weha derdikeve ku êdî dibe adet: ‘‘Hevalên min yên pêşketinxwaz doza vê dikin, hevalên min yên komarparêz weha dibêjin; yên yekem zêde dixwazin, yên duyem baş qane nabin. Yê min, ez biryara xwe li ser rêya nava herduyan didim.”

Birêz Obama cesaret da ciwanên West Point’ê ku ‘‘nîşan bidin ku ew di warê bikaranîna hêza çekdarî de li ber xwe didin” bang li jurîya Osloyê kir ku ‘‘ji ber ku mirov ne bêqisûr e û nikare li her tiştî bifikire, pêdivîya hêzê” bihesibîne. Jurîya Osloyê mecbûr ma ku bîne bîra xwe ku serok Richard Nixon ji ber ‘‘zordestîya şoreşa kulturî” qebûl kir ku di sala 1972’an de li Pekînê bi Mao re bicive. Ji ber ku wî jî weke serokê komarparêz yê berê gellekî giringî dida mafê mirovan, ev hevdîtin li serê wî bûbû bela û ji ber wê bêhna xwe bi fermana bombekirina bajarên Vietnamî yên mezin ve fireh kir û bi dû re li Şîlîyê jî piştgirî dayê ku general Augusto Pinochet dest deyne ser desthilatdarîyê… Dîsa jî, Birêz Obama ji jurîya Osloyê re qet behsa van bûyeran nake. Ji ber ku xetta xwe li ‘‘navendê” danîye, wî him pesnê Martin Luther King da û him jî yê Ronald Reagan.

VEGER

Lê belê, hertiştî baş dest pê kiribû. Meha Çirîya Paşîn a 2008’an, her ji sê Amerîkîyên ku karîbûn deng bidana du kesan (û % 89.7’ê dengdarên qeydkirî) biryara hilbijartinên serokatîyê da. Wan berendamekî weha antîpîk anî Qesra Sipî ku karên ku wî berê kiribûn, dibûn nîşana guherînên ku wî ê pêk bianîyana: ‘‘Çîroka min naşibe ya yên berî min û min karîyera xwe li korîdorên Washingtonê derbas nekiriye.” Ji xwe, ji ber vê sedemê ye ku xelkê piştgirîya wî kir ku di nava wan de ciwan, Reşik, Îspanyol û herweha beşekî dengdarên sipî (% 43) ku kesî hêvîya wan nedikir jî hebûn. Wî rajeyeke weha bi dest xist ku ji ya dema hilbijartina Reagan ya sala 1980’ê bilindtir bû (% 52.9 li hember % 50.7) û hingê Birêz Obama dikare hesabê hilbjartineke duyem jî bike. Ji xwe, tu raqîb ji wî re diyar nabin. Kes bawerîya xwe bi komarparêzan nayne. Felsefeya wan a liberal ku ji alîyê serokê nû ve bi awayekî zelal û pedagojîk hat şîrovekirin – ‘‘zêdetir didin dewlemend û xurtan û hêvî dikin ku rehetîya wan wê zora hertiştî bibe” -, êdî bi temamî bêwate ye. Û demokrat li herdu hêlên Kongreyan jî pirrhejmar in.

Sê meh berî hilbijartina xwe, Birêz Obama dabû zanîn: ‘‘Rîska herî mezin ku em dikarin têkevinê ew e ku mirov heman metodên siyasî bi heman lîstikvanan ve bi kar bîne, lê belê mirov encameke cudatir jê hêvî bike. Di rewşên weha de, dîrok nîşanî me dide ku guherîn ji Washingtonê nayê, lê belê tê Washingtonê, ji ber ku xelkê amerîkî radibe ser lingan û doza vê yekê dike.” Milîtanîya di cih de bi vî awayî divê derfetê bide ku zexta konservatoran ya li paytextê qels bibe ku ew jî wargeha fermî ya hemû lobîyên welêt e. Salek bi şûn de, digel ku tu nîşana tevgereke xelkî xuya nabe jî, êdî kes nizane bê çend projeyên qanûnî hatin astengkirin, çend ji wan hatin nermkirin, çend hatin kêmkirin û ev hemû jî bi rêya ‘‘heman metodên siyasî û heman lîstikvanan” pêk hatiye.

Lê belê, pirsa li ser çîroka şexsî, ya jiyana serokê niha, nedişibîya jiyana yên berî wî. Sedema wê ji xwe li ber çavan e û herkes pê dizane; lê, herweha ne tiştekî adetî ye ku mirov bizane ku kesê ku niha li Qesra Sipî dimîne di xortanîya xwe de ji dêleva ku li New Yorkê awûqatîyê bike û gellek pereyan qezenc bike, çûye alîkarîya xelkê taxên Chicagoyê yên xizan kiriye. Dîsa jî, gava ku mirov bala xwe dide tercîha Birêz Obama ya li ser endamên kabîneya wî, mirov nûbûneke zêde berbiçav nabîne. Erê, Xanim Hilda Solis wezîra karî ye ku nêzîkî sendîkayan e û dixwaze polîtîkaya ku berê hatiye meşandin biguhere, lê li wezareta karên derve Xanim Hillay Clinton heye ku xeta wê ya dîplomatîk ji xeta berê ne gellekî cuda ye û herweha li wezareta parastinê jî Birêz Robert Gates heye ku rasterast ji birêvebirîya dema Bush hatiye. Ji bilî van, li wezareta aborîyê Birêz Timothy Geithner heye ku zêde girêdayî Wall Streetê ye mirov nikare bibêje ku dikare an jî dixwaze wê biguherîne û şêwirmendê aborî jî Lawrence Summers e ku mîmarê siyaseta fînansî ye ku ji sûcê guherînên wî Amerîka hindik mabû ku têk biçûya. Herçî pirrengîya ekîbê ye, ev pirrengî jî ne di warê sosyolojîk de ye. Ji sîh û pênc kesên ku di destpêkê de ji aliyê Birêz Obama ve hatin hilbijartin, bîst û du kes an xwedan dîplomayên universîteyên amerîkî yên elît bûn an jî ji kolejên brîtanî yên dewlemend dihatin.

Ji destpêka sedsala 20’an ve ye ku demokrat bi taybetî li hember pisporên siyasî û şiyana wan dixapin û didin nava pragmatîzmê, didin pey birêvebirîya şarezayan (‘‘the best and the brightest”), pê diguherin, bi şêwirmend û nirxandêrên weha re dixebitin ku hewl didin ku daxwazên xwe bi derdoreke siyasî ya tawanbariya demagojîya daîmî bidin pejirandin. Ji bo felsefeyeke bi vî rengî ku li gora serborîya xwe bi awayekî navkokî serokê Amerîkayê jî (gelo bi armanca ku kes nebêje qey ew jî milîtanekî afro-amerîkî ye?) dide dû, divê mirov xwe ji piştgirîya xelkê ya bi giştî û ji ‘‘populîzmê” biparêze. Di cih de Birêz Obama hêvî kir ku beşê komarprêzan yê maqûl jî wê piştgirîya wî bike û di çareserîya pirsgirêkên welêt de hevkarîya wî bike. Ji ber wê, derî ji wan re vekir. Lê belê, piştgirî nehat. Wî vê dawîyê ev helwêst weha nirxand: ‘‘Me di hin mijarên dijwar de biryarine dijwar dan, beyî ku partîya muxalefetê bixwaze alîkarîya me bike; lê belê vê partîya ku serokatîya siyaseteke weha kir ku welat ber bi krîzê ve ajot, biryar da ku toqa berpirsîyarîyê ji stuyê xwe derxe.” Nirxandineke ecêb e, lê belê watedar e: Ew qet behsa hilbijartinên serokatîyê yên 2008’an nake, lewre piştî wan hilbijartinan, komarparêzan bi xwe ‘‘biryar” neda ku rişma birêvebirîyê bidin hinine din; ew ji aliyê dengdaran ve hatin qewirandin. Bêhna xelkê ji wan teng bûye. Dijberîya wan ya tund jî ji ber vê ye. Hê ji Hezîrana 1951’ê ve, demokratekî bi navê Harry Truman desthilatdarîya Qesra Sipî bi dest xistibû. Beyî ku zêde serê xwe pê re biêşandaya, dest pê kir û şerrê komunîzmê û Yekîtîya Sovyetan kir û hêz û qeweta General Electric parast. Dîsa jî, li cem beşekî rayedarên komarparêz yê giring, şik tê de nebû ku ew xayinek bû. Senator Joseph McCarthy weha digot: ‘‘Heger mirov nebêje ku mirovine ku li devera dewletê ya herî bilind bi cih bûne hewl didin ku me ber bi felaketê ve bibin, ma qey mirov nikare tiştekî ji rewşa heyî fahm bike? Ev têgihiştineke ewqasî mezin û ecêb e ku hemû bawerîyên dîrokî yên berî xwe tune dike û diavêje. Têgihiştineke weha bêwate ye ku roja ku eşkere bibe, berpirsiyarê wê heq dike ku mirovên xwedan rûmet heta ku hebe naletê li wî bibarînin.” Bi qasî çar salan, Senator Wisconsin wê tirsê bixe dilê kesên ku weke piştgirê pêşketinê dihatin naskirin, yanî hunermend û sendîkalîst, lê herweha hin berpirsên dewletê yên bilind û yên leşkerî diketin ber xezaba wî.

Ew rewş hê pêk nehatiye. Lê belê, ji nû ve paranoyayeke milîtanên rastgir dest pê kiriye ku bi talk shows’ên radyoyan, bi ‘‘nûçe”yên Fox News’ê yên bêrawestan, bi edîtoryalên Wall Street Journal, bi dêrên fûndamantalîst, bi nirxandinên berradayî ku li ser internetê digerrin û belav dibe. Bayekî bi vî rengî hişê xelkê dixe bin destê xwe û qedexe dike ku mirov li tiştekî din bifikire. Bi vî awayî, bi milyonan Amerîkî êdî bawer dikin serokê wan li ser jiyana xwe derew li wan kiriye û ew li derveyî welêt çêbûye û ji ber wê, ew nikarîbû biketaya hilbijkartinan. Ew sûnd dixwin û bawer dikin ku serkevtina wî, digel ku bi heyşt milyon û pêncsed hezar ray ji raqîbê xwe zêdetir wergirtibûn, encama dewrew û xapandinekê, encama ‘‘konspîrasyoneke gellekî mezin” e.
Ew bawer dikin ku serokê wan zilamekî weha ye ku li Endonezyayê du salan çûye dibistaneke musulmanan û kevnemilîtanekî çapgir e û kozmopolît û rewşenbîrekî weha ye û dîsa jî wan bi rê ve dibe. Li gora wan qet şik tê de nîne ku reforma sîstema tendurustîyê wê bibe destpêka ‘‘dadgehên mirinê” û bi van dadgehan wê nexweşên ku bikarin tedawî bibin ji yên din cuda bikin. Ev mijar di têkoşîna komarparêzan de bûye kakilê helwêsta muxalefetê. Di bin çengên wan de ewqas parlamenter hene ku Obamayê navendparêz jî ji bo bazara siyaseta xwe ya pêşketinê, refoma xwe ya tendurustîyê û diyarkirina sîstema aborî hesabê wan dikir.

Bernameya ku wan hêvî dikir beyî ku dereng bibe hat fahmkirin. Hê mehek di ser hatina serokê nû ya Qesra Sipî re nebihurîbû, lê gava ku hat, ji sed û heftê û heft nûnerên komarparêz yên parlamentoyê yekî jî piştgirî neda plana wî ya zêdekirina mesrefên dewletê. Meha çirîya paşîn, dora reforma sîstema tendurustîyê bû: vê carê, bi tenê nûnerekî muxalefetê piştgirîya pirrhejmarîya demokratan kir. Meha çileya pêşîn jî, qanûna bi armanca parastina xelkê ya li hemberî tevgerên şîrketên kredîyan ku ji adetê derdixin hat û ew jî hat qebûlkirin, lê belê tu dengên komarparêzan piştgirî nedayê. Hercar, pêşnîyar dihatin qebûlkirin, lê belê hêvîya wê dihat kirin ku serok wê bikarîya pêşqanûn weke daxwaza herdu partîyan jî bidaya nasandin…
Herçî rewşa aborî ye, hê kes nizane bê îmzeya wî ya di binîya qanûnê de bişine çi. Ji sed senatoran muxalefeta çil senatoran ya ji bo dengdayinê bes e, da ku nîqaş her û her dewam bikin û encam jê dernekeve. Hejmara komarparêzan jî çil e û di vê rewşê de her yek ji wan û her yek ji demokratan dikare dengê xwe bi buhayekî bilind bifiroşe. Demokratekî bi navê Joseph Lieberman ku sala 2008’an bang kiribû ku piştgirîya John McCain were kirin bi vî awayî ji bo peydakirina ‘‘formuleke fermî” ya ji bo Amerîkîyên beyî sigortaya tendurustîyê, bû asteng. Şîrketên sigortayên taybetî di navbera piştgirên Senator Lieberman yên aborî de hêzeke xurt in…

Roja 28’ê Îlona 2008’an, digel ku planeke Obamayê berendam ya ji bo alîkarîya banqeyan hebû û vê alîkarîyê wê bi awayekî acîl 700 milyar dolar bidaya banqeyan, parlamenterekî çepgir yê bi navê Dennis Kucinich bala hemtayên xwe weha kişand: ‘‘Ma gelo em Kongreya Dewletên Yekgirtî ne, an em konseya birêvebirîya Goldman Sachs’ê ne?” Ev pirs têra xwe xurt û mafdar bû ku serokê amerîkî biryar da ku di cih de rewşê zelal bike: ‘‘Min kampanyaya xwe bi armanca ku alîkarîya giregirên Wall Street’ê bikim pêk neanîye.” Lê belê, sala 2008’an, Goldman Sachs, Citigroup, JPMorgan, UBS û Morgan Stanley di nava bîst mezintirîn piştgirên kampanyaya wî yên sereke de bûn. Hevokeke rojnameger William Greider vê rewşê baş diyar dike; ‘‘Demokrat hatine û li ber pirseke giring sekinîne: gelo ew ê karibin xizmeta civakê bikin, beyî ku banqeyên ku kampanyaya wan fînanse kiriye ji xwe sar bikin?”

Gelo Dewletên Yekgirtî dikarin bên guhertin? Dibêjin ku sîstema wan ew e ku mirov dikare jê re bibêje ‘‘dengeya hêzan.” Di eslê xwe de, ev sîstem ew e ku gellek qadên di bin desthilatdarîya dolarî de hene. Sala 2008’an, bi milyonan ciwanan berê xwe da têkoşîna siyasî û bawer dikir ku bi vî serokî tu tişt wê ne weke berê be. Lê, vaye, ew jî weke yên din tev digerre, dengên ku dikarin li serê wî bibin bela bi pereyan dikirre û xwe dike hevalê parlamenterên ku ji wan hez nake. Ma gelo dikare wekî din tev bigerre? Şexsîyeta zilamekî tu carî nikare li hember xezeba dezgehan gellekî xurt be. Tew gava ku muxalefet ewqasî dijber be û ‘‘tevgera gel” ji sendîkayên di bin nîrê hinin din de pêk bê, û desthilatdarî piştgirîya milîtanên reşik bike û herweha internotên bêvilbilind bibêjin qey milîtanî li paş klavyeyan jî bi pêş dikeve! Lê belê, li Dewletên Yekgirtî, rêya bipêşxistina tiştan herweha ferz dike ku herkes bi cihê xwe zanibe rola xwe bilîze. Bînin bîra xwe ku ji bo kêmkirina baca dewlemendan, pêdivîya Reagan qet pê nebû ku pirrhejmarîya parlamenterên komarparêz hebe…

Biyografîya Birêz Obama bû sedema ku agahî çewt belav bibin. Ji hêlekê ve, ev biyografî bû sedem ku bala herkesî bikeve ser wî û hemû hêvî ji wî bên kirin. Ji hêleke din ve jî, vî serokê Dewletên Yekgirtî êdî naşibe wî xortê tundrew ku ew bi xwe di bîranînên xwe behs dike. Wî xortê ku beşdarî konferansên sosyalîst dibû û li dijî cûntaya antîkomunîst ya 1965’an ya Endonezyayê bû û li Harlemê ji bo komeleyeke nêzîkî Birêz Ralph Nader dixebitî. Tiştekî wî yê hevpar bi wî milîtanî afro-amerîkî re jî nemaye, wî xortê ku digot: ‘‘Ji bo ku kes nebêje xayin, [min] hevalên xwe baş hildibijartin. Reşikên herî çalak. Xwendekarên biyanî. Chicanos. Profesorên marksîst, kesên ji tevgera femînîst û helbestvanên punk rock. Me cixare dikişand û çakêtên me yên ji çerman hebûn. Bi şevan, di nava livînan de me behsa neo-kolonyalîzmê dikir, me behsa Frantz Fanon dikir, me behsa etno-navendîzma ewrûpî û desthilatdarîya mêran dikir” .

Li gora komarparêzan, ev rabirdû eşkere dike ku mêrik xeternak e, biyanîyê çanda welêt ya serbixwebûna şexsî ye, hevalê ‘‘dijminên azadîyê” ye û amade ye, ji serî ve, ku ‘‘sîstema tendurustîya amerîkî sosyalîze bike.’’ Ji hêla din ve, beşekî milîtanên demokrat hêvî dikin ku serokê wan, yê ku niha hêvîya wan dişikîne, wê çerr ku karibe, di warê siyaseteke pêşketinê de bixebite û nekeve dudilîyê; û ew bawer dikin ku daxwaza wî jî ev e. Gava ku hêlek bitirse, hêvîya hêla din jî zêdetir dike. Dîsa jî, weke ku rojnameger Aleksander Cockburn dibêje, çepgirên ku hewl didin ku di nava metnên ku tên Kongreyê de şopa serketinan bibînin û ji ber wê tim li bendê ne, baş dizanin ku dema wan bi sînor e: hilbijartinên giştî yên çiriya paşîn ku hindik ji wan re maye, di nava vê rewşa ya aborî de ku ne gellekî baş e, wê hejmara demokratên Kongreyê jî biguhere.

Bi kurtî, zêde behsa Birêz Obama tê kirin. Îmajeke weha dan wî ku herkesî got qey ew ê bikare hêzên civakî û dezgehan û berjewendîyan xurt bike. Ev taybetmendîya şexsîkirina desthilatdarîyê ku hê kamil nebûye li Fransa û Îtalyayê jî heye, lê belê ew li wira bi ser dikeve; heger ev têk biçe, çep rizgar dibe… Berî niha bi qasî pêncî salan, dîroknasê Amerîkî Richard Hofstadter bawerîyên siyasî yên bi vî rengî weke ‘‘stîla paranoyak” bi nav dikir. Wê demê, ew bêtir li rastgirên makkartîst difikirî û behsa wan û xelefên wan dikir, lê wî herweha digot ku tîpa vê sîstemê ya îdeal wê piştî tecrubeya salan ji xwe re şikline nû jî peyda bike.

Dem êdî hat. Raperîna individualîzmê, tiralîya çapemenîyê, bêastbûna nîqaşan ya hîsterîk, rola medyayan ya ku ji rêyê derketiye, têkçûyina marksîzmê jî di nav de, bûn sedem ku hin bawerî bêtir belav bibin, weke ku Hofstardter sala 1963’an digot: ‘‘Rewşa me ne ew e, lê belê dijmin guh nade dîroka xwe, ew ne qurbanê rabirdûya xwe û daxwaz û sinorên xwe ye. Ew li şûna xwe nasekine, çalak e û dikare hertiştî bike. (…) Qeyranan dide avakirin, banqeyan dide rûxandin, dibe sedema depresyonê, felaketan dide peydakirin û bi dû re jî xwe dide ser hev û ji vê sefaleta ku ew bi xwe bûye sedem destkewtî dibe.” Pêşkêşvanekî radyoyeke ultrakonservator yê bi navê Rush Limbaugh dide zanîn ku hin ji piştgirên Birêz Obama wî mîna Mesîh dibînin. Xebera wî ye. Lê, hingê çima ew herroj diavêje pêxember û kufur dibe?

Axir, mûcîzeya hilbijartina çiriya paşîna 2008’an dikare ew be ku bîne bîra me ku mûcîze nînin. Û qedera Dewletên Yekgirtî jî, ne bi şexsîyeta zilamekî ve û ne jî bi dilsozîya serokekî ve têkildar e.

Çavkanî
  1. De Villepin kevneserokwezîrê Fransayê ye û di nava partîya rastgir ya desthilatdarîyê de weke dijberê Sarkozy tê naskirin, lewre ew ji serî ve hevalê kevneserokkomarê fransî Jacques Chirac e. Nicolas Sarkozy jî ji ber hevaltîya wan a bi Chirac re, piştî ku serokatîya partîya UMP’ê û herweha serokkomarîya Fransayê bi dest xist, alîgirên Chirac ji binî ve ji dora xwe bi dûr xistin. Olivier Besancenot jî pêşengê çepgirên tundrew e û bi daxuyanîyên xwe yên gellekî tund tê naskirin. Wî herweha Partîya Sosyalîst jî rexne kiribû û hevgirtina bi vê partîyê re, ji ber ku li gora wî Partîya sosyalîst ji xeta xwe ya çepgiriyê bi dûr ketiye, red kiribû. (Têbinîya wergêr).
  2. Bixwîne: ‘‘Stratejîya rastgirên Amerîka, civandina xelkê ya li dijî rewşenbîran e ‘‘, Le Monde diplomatique, Gulan 2006.
  3. Li gora lîsteya ku Center for Responsive Politics daye. http://www.opensecrets.org/pres08/contrib.php?cycle=2008&cid=N00009638
  4. William Greider, ‘‘The Money Man’s Best Friend’’, The Nation, New York, 30 novembre 2009.
  5. Barack Obama, Dreams from My Father, Three Rivers Press, New york, 2004, r. 100.
  6. Richard Hofstadter, The Paranoid Style in American Politics, Alfred Knopf, New York, 1966, r. 32.)