Gelo bîreke baş a sosyalîstên fransî heye?

ŞOREŞGERÎ-REFORMXWAZÎ?
Translator

Berhema dawî ya bîranînên Lionel Jospin kêm tiştan zelal dike, analîzên xurt têde nînin û pirsên hatî kirin jî heta di dilê xwe de axaftinê, hatine kêmkirin. Dîsa jî mirov nikare bêje tevahiya wê ne hêjayî eleqeyê ye, lewra veguherîna yek ji fîgurên çepgirên fransî vedibêje yê ku ji mîlîtantiya troçkîst bû rêveberê Partiya Sosyalîst (PS): “Hevokek tê bîra min ku demekê bi me gelekî bi nirx û hêja bû: 'Şoreşgerek divê şoreşê bike...' Min fêm kir ku li Ewrûpa’yê emê şoreşê nekin û min dev ji şoreşgeriyê berda. Ez fikirîm ku divê karê were kirin reform bin. Bi min wiha ye ku li Fransa’yê em têra xwe mirov hene ku bi vî rengî heman xet şopandin...”
Dema "Lionel behsa Jospin" dike, ji ber ku mijara wî kelecanê pêre çênake, xemgîn e. Sernekeftinên çepgiran ên ji bo bibin desthilatdar? Di kêliya xirab de şaşî hatibû kirin. Şaşiya; “li cihê kapîtalîzm xwe ji nûh ve lîberalîze dike, xwe globalîze dike û dest pê dike xwe bike malî”, şaşiya; “li cihê ku hêviyên mezin û hêvîşikestinên trajîk bi dawî dibin.” Baş e, lê ma dema ku ew û gelek hevalên wî yên sosyalîst li welatên endam rêveber bûn û desthilatdarî jî têde, kevneparêziya civakî ya Yekîtiya Ewrûpa’yê jî şaşî ye? Berpirsiyarê siyasî yê wê demê Jacque Chrirac dibêje: “Bi tenê bihevrejiyan dikare pêşiyê li me bigire ku em pêngaveke xurttir ji bo Ewrûpa’yeke pêşverû bavêjin. Bi du serêyan rêvebirina siyaseta ewrûpî astengiyek bû ku leza pêşketinê kêm dikir.” Me fêm kir, lê ma binketina wî ya di hilbijartinên serokkomariya Fransa’yê de? Vê carê jî guneh dixiste stûyê namzetên din: “Eger pirraniya pirrhejmar di dema kampanyaya hilbijartinên serokkomariyê de yekgirtî bimaya, piştî ku em hema hema gihiştin dema serokkomariyê ya 5 salan, emê di 2002'an de bi ser ketana.”
Jospin li hin şaşiyên piçûk mikur tê: Dema di Sibata 2000'î de wî êrîşên Hîzbullah’ê li dijî Îsraîl’ê weke “terorîst” bi nav kir, diviyabû wî xwe “bi dîqettir” nîşan bidaya; ew (hindekî) gazinan ji xwe dike ji ber ku wî “zûtir” qebûl nekiriye ew demekê troçkîst bû. Ya rastî ev şaşiyek e ku mirov di kare lê negire, lewma serhatiya wî (hema hema) weke xeteke rast e: “Ez pêşî troçkîst û sosyalîst im, paşê yê troçkîst xwe li ber yê sosyalîst nagire.”
Vegera wî ya salên Mitterand ji du aliyan ve girîng e. Serê pêşî ji ber ku Jospin gelek mijarên ku li ser wan 'du zilam (ew û Mitterrand)' li hev nakin eşkere dike – sala 1985'an çêkirina kanaleke taybet a sipartî Silvio Berlusconi; di şerê li dijî Îran’ê de sîlehfirotina İraq’ê, ya ku berpirsiyariya wê di stûyê “hin şêwirmendên Pierre Mauroy in ku her wiha têkiliyên wan bi îndustriya sîlehan re hene”; ji 1988'an û şûnve vekirin (ya li navendê). Jospin bêyî dereng bimîne her wiha weke birîneke baş nekewiyayî îşaret pê kir ku herî kêm du caran serokkomarê berê yê dewletê ew daye aliyekî: Sala 1984'an beriya Mitterand dudilî bû ji nava wan ji bo serokwezîr Mauroy xelîfekî destnîşan bike, ew di nava 4 kesên navê wan ji bo vê erkê bihurî de nebû (Ji bilî Laurent Fabius ê ketî şûna Matignon, hersêyên din xanim Louis Mermaz, Pierre Joxe û Pierre Bérégovoy bûn). Paşê di 1995'an de jî Mitterand ji berdêla wî tercîh kir Henri Emmanuelli bibe namzetê serokkomariyê yê sosyalîst. Vê carê Jospin bi xêra dengên milîtanan bû namzetê sosyalîstan. Û Jacque Chirac ew di hilbijartinên seropkkomariyê de têk bir. Cara pêşî...
Dema behsa paşeroja Partiya Sosyalîst (PS) were kirin, divê rabirduya wê were ronîkirin. Jospin tîne bîra xwe ku di navbera 1977 û 1981'ê de piştî jihevketina yekîtiya çepgiran, di nava PS'yê de sê mêylên muxalifan hebûn. Michel Rocard serê meylekê dikişand ku vebûna ber bi navendê ve erê dikir. Meyla din dabû dûv Jean-Pierre Chevènement û wan li ber hin daxwazên Partiya Komunîst (PC) wê destên xwe ber xwe de berdaba. Di dawiyê de meyla Mitterrand, bi gihiştina encamên em jî bi wan dizanin, biryar da serkêşiyê bike. Aktorên siyasî guherîn, fikr jî, lê Jospin; “Tevî ku çepgirên radîkal ji hêza wê demê ya PC'yê lawaztir bûn û hewldanên navendparêz hebûn jî sosyalîst divê heman helwestê nîşan bidin. Hemin bi şertê ku ew bi xwe jî bi awayekî biryardar reformîst bin...”
Di nava lihevnekirinê wî yên bi Mitterrand re, bêyî ku zêde li ser bisekine, Jospin behsa biryara dawiya sala 1982'an hatî dayîn dike: Li gor vê biryarê generalên darbekar ên şerê Cezayîr’ê li payeyên wan yên berê vegerêyana. Pierre Joxe yê wê demê Serokê Koma di Meclîsa Neteweyî ya Fransa’yê de kite bi kite behsa vê rûdanê dike: “Bîranîna min a herî xerab di nava 20 salên min ên siyasetê de.” Wî muşawirê dewletê yê erka wî pêwendîdarî yên ji nûh ve welatîkirî ye, Yves Courrière gunehbar kir ku însiyatîfa vê rehabilîtasyonê (rehabilîtasyona generalan); “ji ber sedemên pîsikolojîk yên hilbijartinê” û bi “korfêhmiyeke ehmeqane” girtiye destê xwe. Gelo meyla Joxe ji bo serokkomarê berê dike ku ew ewqasî şaş bibe ku li ser mijareke bi heman rengî bifikire Mitterand ê di dema şerê Cezayîr’ê de wezîrekî li ser kar bû, karîbû bihêle muşawirekî wî yê dewletê zorê lê bike? Her çawa be, Joxe li xwe mikur tê ku ew bi îstifaya ji erka xwe re rûbirû bû, lewra wê demê wexta parlemanterekî guh nedida disîplîna dengdanê ya partiya xwe, ew bi awayekî otomatîk û xweber ji koma partiyê ya parlemanê dihat derxistin. Dem û dewran der barê vê mijarê de jî guherîn. Hê nû du parlemanterên sosyalîst dengê erê dan qanûneke ku li ser mamosteyan ferz dike ku dersa “karên baş ên mêtingeriyê” bidin. Bi vê jî hîç xwe nexistin xetera werin cezakirin.
S.H.
Wergera ji fransî:
Lokman Turgut