Gelo eger Shakespeare ne Shakespeare bûya?

Bûn an jî nebûn
Translator

Di dawîya sedsala XIXem de, Orville Owen, doktorê li Detroitê, dawîya dawî aleta ku bi mehan li ser dixebitî, temam dike: Du lûleyên fireh li ser sêpêyên ji textikan bicihkirî, bi manîvelayekê tên xebitandin. Di navbera her du lûleyan de, tevneke bi sedan metre vegirtî û li ser tevnê, wî hemû berhemên William Shakespeare û yên gelek nivîskarên din ên pê re hevdem bi cih kirine. Baş e, projeya wî çi ye? Zîvirandina banda ji peyvan bi lezeke pêwist ji bo ku nasnavê veşarî yê ku wê bihêle ku Owen nasnameya rasteqîn ya helbestvanê îngilîzî derxe holê.

Piştî sedsalekê, profesorê matematîka bi ezmûn a Zanîngeha Washingtonê, Sam C. Saunders heman lêkolîn berdewam kir. Bi awayekî kêmtir gundîyane, malzemeya wî xwe spartê, bi vê formê xwe dide der:

Hevkêşe îhtîmala girêdayî îdiaya qral Claudisuê di dema xwelihevrakêşîna di beşa V. a pîyesa Hamlet de dipîve. Qeşmer Osrîk bi vî awayî ji mîrê ciwan ê danîmarkî re rewşê rave dike: "Qral, birêz, îdia kiriye ku di dozdeh hemleyan de wê Laërtes sê derbeyan lê nexe". Armanca vê formula matematîkzan ew bû ku zehmetîya hesabê navbihurî nîşan bide û bibêje ku ev operasyoneke di wê serdemê de "bi awayekî potansîyel li derveyî îmkanan e". (1) Ango, li pişt Shakespeare bivênevê kesekî din veşartî bû û zanîna wî kesî ya der barê zanista matematîkê de wê eşkere bibûya.

Ji tembûran heta hevkêşeyan, gelek teorîyên hatine formule kirin ji alîyê romannivîs Henry James, Mark Twain, gerînendeyên Chalie Chapin û Orson Welles, psîkanalîst Sigmund Freud an jî, berî demeke nêz, hilberîneke mezin a hollywoodî (Roland Emmerich, Anonymous, 2011) ve li holê ne. Tevî cudahîyên navbera wan, hemû heman pirsê dikin: "Çawa dibe ku Shakespeare, kurê lepikvanekî ji derbajêr ê bêperwerdeyeke cidî, wê bikarîbe ev şaheser nivîsandibe?". Rojnamevan Anthony O. Scott jî ev pirsa wan wiha formule kiriye: "Gelo ne ber bi aqiltir e ku mirov bawer bike ku ew şaheser ji alîyê kesekî pêkhatîtir û zanatir ve hatibin afirandin?". (2)

Gumankar bi kêfxweşî bi bîr dixin ku der barê zilamê Stratford-upon-Avon de pir kêm tişt tên zanîn. Wî zevîyek ji xwe re kirîbû, pere bi deyn didan û diket pey şopa kesên ku nedixwestin pereyên wî lê vegerînin. Wî wekî din di komeke şanoyê ya londonî de dilîst û dixwest li cihê lê hatiye jîyanê were veşartin. Lê belê wesiyetnameya wî gumanê bi mirov re çêdike: Tasik û kasik, sênîkeke zîvîn, şûrek, cilûberg û referanseke ecêb ji bo "nivîneke din a baştir", ku Shakespeare ji jina xwe re vediqetîne... Ne destnivîsek, ne jî pirtûk: "Îhmalkarîyeke seyr eger helbestvan bi rastî ew be", bi wan gotinan wî dinirxîne perwerdekarê zanîngehê Richard F. Whalen. (3)

Bi qasî dused sal û nîv berê, gelek tesbîtên din ên wisa hene. Delia Bacon, keça wezîrekî kevneparêz dikeve nav hewldana îsbatkirina vê yekê ku hejmareke kesên arîstokrat ên xwedî ramanên komarparêz –ku yek ji wan zanyar Francis Bacon e– ji bo berbelavkirina felsefeya xwe, pîyesên şanoyê nivîsandibûne. Pir bi ihtiyat, nasnameyên xwe vedişartin, lê bi navgîna hin nasnavan ew yek dikirin. Di 1857ê de, berî ku li nexweşxaneyeke psîkîyatrîyê rojên xwe yên dawî bijî, wê berhema xwe ya bi navê The Philosophy of the Plays of Shakespeare Unfolded ("Felsefeya Eşkerekirî ya Pîyesên Shakespeare") weşand.

Li gel vê yekê jî, li gor profesor Gail Kern Paster, dema di çarçoveya xwe ya serdema Elîzabeth de ji nû ve tê bi cih kirin, derdikeve holê ku ev ihtiyata dîrokî ya nivîskarê dramê "rewşeke texmînkirî ye": "Em di der barê cotên Shakespeare de tiştekî zêdetir nizanin". (4) Û dûre, eger wesiyetname behsa destnivîsên wî nake, ji ber ku ne di destê wî de bûn. Di wê serdemê de, komên şanoyê dest datanîn ser tiştên taybet. Weke ku edîtorên weşana Norton ya tevahîya berhemên Shakespear îzah dike (1997), pirsgirêka bîyografîya nivîskar, "ne ku detay kêm in, lê ew detay tengezarker in".

Delia Bacon qutîya Pandora jî vekiribû: Komên civakî yên "bakonîgir" ji her alîyê Atlantîkê ve xwe bi serûber kirin bêyî ku ti caran bala xwe bidin ku jîyana Delia Bacon bi xwe –keçeke ciwan a ku xwe bi xwe perwerde dikir û derdora wê ya civakî nedihişt mirov bawer bike ku ew ê bibe bispora berhemên Shakespear– telkîn dikir ku mumkin e jîyana kurê lepikçêkerê Stratford bike ku berhema Shakespeare derkeve holê…

Nêzî sedsalan paşê, hilweşîna stêrka bakonîgir jî vê lêpirsîna der barê "Shakespeareê bira de" bi dawî nayne. Çirûskên stêrkeke nû îca ronahîyê didin ser vê serpêhatîya lêpirsîn û lêkolînan: Yên Edouard de Vere, hivdemîn kontê Oxfordê yê ku Fransîs Bacon weke namzedekî favorî ji text tîne xwar. Rêbaza lêpirsînê guherî: Êdî ji hev derxistina peyamên veşarî yên di nav pîyes û helbestan de, ne mijara gotinê ye, ji niha û şûn ve tiştê tê kirin ronîkirina wekhevîyên navbera bîyografîya kont û hin hêmanên vebêjî yên "berhemê" ye.

Deyza delîlan her diçe mezintir dibe. Oxford pir baş haydar bû ji Îtalyaya ku lê, qet nebe qismî be jî, zêdetirî sêyekê perçeyên belgeyan peyda dibin. Dema ji alîyê korsanan ve hatibû girtin, wî zilamek dabû ber xenceran, eynî mîna Hamlet. Mîna qral Lear, kont jî dikete nav têkilîyên dijwar li gel sê keçên wî. Awayê wî yê jîyanê, yê bêserûber, bi awayekî ecêb dişibe yê Falstaff, amatorê zewqên cîhanî yên pîyesên Henri IV (beşên 1 û 2). Hê jî ecêbtir: Pesindarîyeke ji bo Oxford dibe referans ji bo leza wî ya "bi hejandina riman", bi îngilizî "shakes spears". Û dûre, di 2001ê de, lêkolînek derdixe holê ku ji qasî hezar beşên notkirî di nav Încîla îngilîzê esîl de, zêdetirî sêyekê wan di pîyesên bi îmzeya Shakespeare de hatibûn dest nîşan kirin…

Eger mirov bifikire ku berhemên Shakespeare modalîteyên karê helsingandineke bîyografîk in, xwendineke anakronîk a tekstên ku demeke dirêj berî vê kevnoşopîya wêjeyî, hatine nivîsandin, dibe mijara gotinê. Li gel vê yekê jî, senaryoyên nû derdikevin holê. Yek ji wan jî wiha ye: Yarê berê yê qralîçe Elizabeth (ku hin kes herwiha weke diya wê dinirxînin), Oxford wê biryara bikaranîna navê William Shakespearekî dabûbe, ji bona ku sehneyê ji bo dîtina hesabên xwe yên siyasî bi kar bîne. Û zêde ne girîng e eger dozdeh dane ji pîyesên ku li ser navê Shakespeare tên zanîn, piştî mirina kont, di 1604ê de hatibin nivîsandin. (5)

Lewre çavkanîya gengeşîyan dibe ku ji analîza bûyeran (kêm in) bêhir tiştekî din be: Daxwaza, di her serdemê de, qeydkirina helbestvan li nav gotarên ku dor bi dor, civakên cihêreng hêvî dikin ku li ser wan hatibin hilberandin, bi tarîfa xwe ya "deha". Di dema Restorasyonê de (1660-1689), pîyes careke din hatin nivîsandin da ku Shakespeare, tevî ku weke rêberekî sincî tê tarîf kirin, bersivê zêdetir bide îmaja ku ji bo wî dihat çêkirin. Di pîyesa Qral Lear de, Cordelia ya bi fezîlet nema dimire: Ew dizewice û temenekî pir dirêj dijî. Hê di demeke nêzîktir de, Stephan Greenblatt, yek ji bisporên amerîkî yên herî navdar, analîza xwe ya di nav Will in the World de dide xuya kirin (WW Norton & Company, Londres, 2005) ji bo nîşan bide ku Bazirganê Venîsê –ku dişibe formeke antîsemît a hevpar a serdema Elîsabeth– di eslê xwe de bersiveke dij-antîsemît dide pîyesa Christopher Marlowe ya bi navê Cihûyê Maltayê…

Zanyarê jîr, arîstokratê romantîk, oldarê dilovan, ronakbîrê xwedî doz bi hewldanên xwe yên parastina binketîyan: Lêpirsîna ji bo "Shakespeareê rasteqîn" bi gelek reng û navlêkirinan tê xemilandin. Lê belê di her serdemê de xaleke hevpar hemû dij-stratfordîyan li hev digihîne: Formeke kêm zêde îtîrafkirî ya bijartebûnê. Delia Bacon zilamên li Stratfordê hatî dinê bivênevê bi vegotina "ehmeq û alfabenenas" biçûk dixist. (6) Wekî din, dîsa bi heman rengî, nêrîna John Thomas Oxfordî jî diguncîya bi vê awira di bin tesîra nostaljîya ji bo serdema feodal û nirxên sinifa esîl. Bi nameyeke ku di 2yê nîsana 1937ê de ji Arenold Zweit re dişîne, Freud jî ji alîyê xwe ve weke bîrbirineke  der-hişî" dibîne ku mirovekî ji sinifeke bindestan karibe bi xeyalên xwe vê tevna hûr û kûr ya "rewşên nexweşîya nevrotîk ên Hamlet, hêçîtîyên Lear, ta û coşên Macbeth, hesûdîya Othello, û hwd" afirandibe. Freud nameyê bi vê hevokê diqedîne: "Hindik maye dilê min bixele ji ber ku hûn dikarin bîra tiştekî wisa jî bibin".

Ev analîz xwe dispêre tiştê ku Paster wiha rave dike: "Nirxandineke glover a tiştê ku wê bûbe sedemê bêoxurîyeke bi kokên xwe derbajarî û gundîtîyeke pir qeba" di serdema Elîzabeth de. Ev di heman demê de dibe awirek ku "serûberîya klasîk ya perwerdeyê biçûk dibîne û beramberê wê yekê jî berbelavbûna zanînên arîstokrasîya li Serdema Tudoran zêde mezin dibîne". (7) Serdemeke ku tê de bi qasî Ciceron, Oviden, bi qasî Virgile, Quintilian dihat xwendin, gelek kesan îlham didan berheman.
Ne bi dilê hin heyranên wî be jî, Shakespeare di civakeke ku gelek caran şano weke cihê depravasyonê dinirxand, sehne tercîh kiribû. Wî, dibe ku ji xemên fîlozofîk an jî ji temaşekirina gerînekên gîyana xwe bêhtir, ji bo qezenckirina pereyan û ji bo kêfûsefayê –çînên gelêrî, hezkirên şanoya serdemê jî di nav de. Bi her halî, têra xwe muhteşem, helbestvanê Stratfordê dîsa jî dibe ku di destpêkê de ne zêdetirî dramaturjekî "asayî" ê serdema Elîsabeth bû –eynî weke Christopher Marlowe, kurê koşkal û Ben Jonson, şagirdê hosteyekî dîwaran. Gelo berhemên wî wê kêmtirî wan xîtabî me bikirana?

Çavkanî

William Prendiville:
Nivîskar, xwedîyê pirtûka bi navê Paname/Paris, Mosaic Press, London, 2009.

  1. "Could Shakespeare have calculated the odds in Hamlet’s wager ?", The Oxfordian, volume 7, New York, 2002
  2. "Shakespeare, signifying nothing", International Herald Tribune, Neuilly-sur-Seine, 2 novembre 2011
  3. Richard F. Whalen, " Cursed Be He Yt Moves My Bones ", Harper’s Magazine, New York, nîsan 1999, hin agahîyên li vir hatine dayîn, ji wê nivîsê hatine wergirtin
  4. Gail Kern Paster, "The Sweet Swan", Harper’s Magazine, op. cit.
  5. James Shapiro bi awayekî îqnakir telkîn dike ku beşeke mezin a pîyesan ji xebatake hevkarîyê (pêleke wêjeyî ya serdemê) ya têkildarî William Shakespeare derdikeve holê (Contested Will. Who wrote Shakespeare ?, Faber and Faber, Londres, 2010)
  6. Nivîseke ji James Shapiro wergirtî ya (op. cit.), fitlonekên "hevnegirtî" hûrûkûr rave dike
  7. Gail Kern Paster, op. cit.

Wergera ji fransî: Baran Nebar