Gelo Julian Assange hez ji heavy metal dike?

Sefaret, mafê penaberîyê û radestkirina sûcdaran
Translator

Avakirê siteya Wikileaksê ku sala 2010ê bi sedan hezar belgeyên veşartî yên Pentagonê û yê Wezareta Karên Derve raxistin ber çavan û eşkere kirin, Julian Assange li Waşîngtonê ne bi tenê xwedî heval e. Merivê awûstralyayî, wî bêgûman karîbû bi quretî henekê xwe bi desthiltdarîya amerîkî bikira, heke ew ji biryareke binçavkirina ya ewropî netirsîyabûya, ev biryara binçavkirinê ya wezareta gelemperî ya Swêdê ye û di çarçoveya lêpirsîna wî ya li ser îdîaya destdirêjîya cinsî –ku ew red dike– yên li vî welatî ye.

Tevî ku ew li Londonê li xanîyekî di bin çavdêrîyê de dijî, bi fermaneke binçavkirinê li wir hatibû girtin, Dadgeha Bilind a Inglîstanê 14 hezîranê serlêdana wî ya dawî li dijî radestkirna wî ya Swêdê red kir. 19ê hezîranê merivê ku xwe weke mexdûrê komplo û "şideteke siyasî" dihesibîne, xwe dispêre Sefareta Ekwatorê û serî li statuya penaberîya siyasî dide, serokdewlet Rafael Correa jî vê daxwaza wî qebûl dike. Weke kesê herî eleqedar, Quito jî wisa difikire ku di dema dirêj de îhtîmal heye ku Swêd wî radestî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike. Li gor wezîrê karên derve yê ekwatorî Ricardo Patiño "rewşa hiqûqî eşkere nîşan dide ku [di vê bûyerê de] birêz Assange wê nikaribûya bi awayekî adil bihata mehkeme kirin, îhtîmala ku ji alîyê mehkemeyeke taybet, yan jî eskerî ve were dadgeh kirin xurt bû, meriv dikare bifikire mimkin e ku zilm lê bihata kirin, rûmeta wî bihata şikandin û cezayê muebedê, yan jî cezayê bidarvekirinê lê bihata birîn». (1)

Di 15ê tebaxê de hikûmeta brîtanî gef xwarin ku bi darê zorê bikeve Sefareta Quitoyê, û bi vî rengî Peymana Vîyanayê ya li ser têkîlîyên dîplomatîk (18ê nîsan 1961ê) ku destnedana Sefaretan misoger dike, bin pê kir: "Divê hûn pê bihesin ku Brîtanyaya Mezin xwe disipêre qanûneke heyî, ya Diplomatic and Consular Premises Act a sala 1987ê (2) ya ku destûrê dide em niha birêz Assange di avahîya Sefaretê de binçav bikin.(3)" Ekwator bi awayekî hişk bersivê dide –"Em kolonîyeke brîtanî nînin!"- Lê London dev jê bernade: Eger gavekê biavêje derveyî sefaretê ew ê Assangeê binçav bikin.

Me helwêsteke nermtir a Ingilîstanê dîtibû! Belê li Londonê bû ku di 17ê çirîya pêşîn a sala 1998ê de generalê şîlîyî Augusto Pinochet hatibû bin çav kirin. Ji bo wî jî daxwazeke radestkirinê hebû ku dadgerê spanî Baltasar Garzón bi jimartina nod û yek welatîyên spanî yên mexdûrên dîktatorê qaşo dixwest wî mehkeme bike.

Odeya Lordan red kiribû ku mafê destnedana dîplomatîk bidin generalî, serokdewletê şîlîyî Eduardo Frei û hikûmeta wî ya navend-çepê bêyî ku navberê bidin, timî doza radestkirina kevne-dîktatorî kirin. Wê demê wezîrê karên derve yê sosiyalîst José Miguel Insulza, bêhenek piştgirîya vê yekê dike: "Li Spanyayê, wê Agusto Pinochet nikarîbûya aram bihata dadgeh kirin lewra rewşa welat tevlîhev bû", lê li Şîlîyê ew ê bikaribe bi awayekî "bitesîrtir were dadgeh kirin". (4)

Kevne-serokwezîra brîtanî Margaret Thatcher ku girtina generalî weke tiştekî "zalimane" û "neadil" didît, dadgerê spanî Garzón bi "tevgera bi şêwra komek marksîstan" gunehbar dikir. (5) Ji xeynî nêzîkbûna wan ya îdeolojîk, Pinochet qencîyên pir bi rûmet jê re kirin, bi rêya di paş perdeyê de alîkarîdana wê di şerê Malvînê de ku sala 1982yê di navbera Inglîstan û Arjantînê de qewimî. Waşîngtonê bixwe jî tercîh dikir "hevalê wê yê kevin" Pinochet bişînin Şîlîyê.

Dema di çirîya paşîn a 1999ê de Dadgeha Bilind a Brîtanî radestkirina wî erê dike, "komîteyeke krîzê" ya veşartî ku Washington, London û Madrid tê de bûn, rêyeke çareserîyê dibîne: Raporek ji alîyê sê doktorên brîtanî ve amadekirî ku Londonê ew wezîfedar kiribûn, digihêje wê encamê ku ji ber "rewşa hesas a tendûristîya wî" Pinochet nikare derkeve pêşberî dadgehekê. Ango 3yê adara 2000ê cîhanê li sehneyeke nedîtî şahidî kir: Li ser rêya balafirgeha Santiagoyê li Şîlîyê, daketina "yê li ber mirinê" di kursîyekî bi teker de, bi awayekî xurt radibe şipê û silavê li hevalên xwe dike ku hatibûn serdana wî. Tevî ku hiqûqa Juan Guzman ewqasî hewl da ku general were radest kirin jî, ew di 10 kanûna 2006ê de mir, bêyî ku neçar bimîne bersiva pirsên li ser sûcên xwe bide. Li gor dadgerê Dadgeha Bilind ya Spanyayê Carlos Castresana yê ku sala 1996ê yekem gava gunehbarkirin û dadgehkirina wî avêtibû, nasnameya kesên ku ew xilas kirin dîyar e: "Gelekî eşkere ye ku ew Tony Blair, José María Aznar û Eduardo Frei in. Wan baş dizanî heke general vegerîyaba Şîlîyê wê nehata dadgeh kirin. » (6)

Li Amerîkaya Latîn, meriv ji bîr nake. Serokdewletê Hondurasê Manuel Zelaya di bîra merivan de ye, ew bûbû mexdûrê darbeyekê. Ew 29 ê îlona 2009ê bi dizî vegerîyabû welatê xwe û xwe spartibû Sefareta Brezîlyayê, dor li sefaretê hat girtin û dîktator Roberto Micheletti gef lê xwarin bi "jidestdana statuya wê ya Diplomatîk". Bûyerên Karakasê yên 12 nîsana 2002yê qewimîn hê di bîra merivan de ne. Erefa darbeyekê armanca wê dawînanîna li desthilatdarîya serokdewlet Hugo Chávez bû, girseyeke rasta tundraw hewl da bi êriş bikeve hundirê nûnerîya dîplomatîk a Kubayê, erebeyên wê texrîb kirin, av, eletrîk û telefona avahîyê qût kirin û avahî kirin bin muhasareyê. Birêz Henrique Capriles Radonsky –namzedê rastgiran di hilbijartinên serokdewletîyê yên 7ê çirîya paşîna bê de– qaşo wê avahîyê bide lêkolîn da ku şopa endamên hikûmetê yên li spartibûnê tê de bibîne. Sefîr Germán Sánchez Otero yê di odeyeke avahîyê de bicîhbûyî, qûretîya xwe bi van gotina dide ji bîr kirin "Kubayê çil salan li ber xwe da li hemberî Ȋmparatorîya herî bi hêz a cihanê, em ê di vê meseleê de nehêlin desthilatdarîya xwe bidin bin pê kirin!". (7) Navcîtîya nûnerê Norwêcê û …vegera serokdewlet Chavêz dawî li vê êrişê anî.

Di encama vê serpêhatîyê de, dîktatorê demeke kin Pedro Carmona, hatibû sûcdar kirin, di mala xwe de hatibû binçav kirin, ji wir rêvîyabû û xwe avêtibû bextê Sefareta Kolombîyayê ya li Karakasê. Tevî giranbarîya sûcê wî, hikûmeta bolîvarî destûra birina wî heta balafirgehê dabû, ew ji wir siwarê balafireke Arteşa Kolombîyayê bû û çû Bogotayê, li wir "mafê pernaberîya siyasî" bi dest xist û tevî ku Karakas hê jî doza vegera wî dike, ew jîyana xwe li wir didomîne.

Endamên Yekîtîya Neteweyên Amerîkaya-Başûrî (Unasur), ku her şewazê fikra siyasî tê de heye, îro piştgirîya Quitoyê dike û behsa hebûna heqê desthilatdar a dayîna statuya penaberîyê ya dewletan dike. Di nav Rêxistina Dewletên Amerîkî (RDA) de, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir bandorê lê dike, ev piştigirî ewqasî xurt nîne. Birêz Insulza, Sekreterê giştî yê RDAyê, kevne wezîrê karên derve yê Şîlîyê, yê Ekwador bandorê lê dike, ji hindav de hişyar kir ku nîqaş nikare li ser mijara "mafê statuya penaberîyê" be, lê belê divê li ser "qedexebûna bê destûr ketina nav avahîyên dîplomatîk" be. Piştî ku bi daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "gefa" brîtanî li Quitoyê bi dawî anî, (8) di 24ê tebaxê de rexistin wê bigihîje "lihevkirineke meriv dikare pê qayil bibe" ya "alîkarî û piştgirîyê" bi Ekwadorê re.

Gelo Waşîngton zehmetîyê dikşîne têgehên mafê penaberîyê û radestkirina sûcdaran têbigihe? Luis Posada Carriles li Mîamîyê dijî. Karakas û La Havana doza radestkirina wî dikin ji ber ku wî sala 1976ê bombe di balafireke Cubana de Aviación teqandibû (heftê û sê kes miribûn), ji girtigeheke Venezuelayê revîya û ji ber ku sala 1997ê rêzeke êrişên terorîst li Kubayê organîze kiribû. Li Amerîkayê, hevalên wî birêz Gonzalo Sánchez de Lozada, kevne-serokdewletê bolîvyayî ku La Paz dixwaze wî ji ber sala 2003ê tepisandina gel bi rêya şidetê dadgeh bike (hingê şêst û heft kes hatin kuştin); birêz José Antonio Colina, eskerê muxalif ku berpirsîyarê êrişên bi bombe yên li dijî sefaretên spanî û kolombîyayî yên sala 2003ê –hê serê pêşî çapemenîyê ev guneh xistibû stûyê partîzanên serokdewlet Chávez; ji bo komkûjîya Mapiripánê li mîralay Hernán Orozco yê li Kolombîyayê çil sal cezayê girtîgehê hat birîn, (12ê tirmeha 1997ê). Meriv dikare vê tabloyê bi lîsteyeke bêdawî dirêj bike...

Swêd dixwaze Assange di çarçoveya lêkolîneke li ser binpêkirineke hiqûqa hevpar de bo wê were radest kirin. Armanca serokdewlet Correa ne parastina wî ji dadgeha vî welatî ye. Ew bi tenê dixwaze bê misoger kirin ku wê rojnamevanî neşînin welatekî din –ango neşînin Amerîkayê. Ji ber ku ev garantî nayê dayîn, ji xeynî dana destûreke birina wî heta bi balafirgehekê, tîştên din zehmet xuya dikin. Gelo wê qedera Assangeê bibe weke ya kardînalê komûnîst Jozsef Mindszenty, yê di navbera 1956 û 1971ê de panzdeh salan li Sefareta amerîkî ya Budapestê jîyana xwe domand? Yan wê heman tiştê ku sala 1989ê hatibû serê kevne-general Noriega, bê serê wî jî: Wî xwe spartibû nûnerîya Dêrê li Panamayê da ku xwe ji eskerên amerîkî yên welatê wî dagîr kiribûn, biparêze. Li wir neçar mabû desîbelên guhên meriv ker dikin yên hoparlorên bi hêz ku bîst û çar saetan mûzîka rockê diweşandin bibihîse. Piştî yanzdeh rojan, nikarîbû xwe bigire. Gelo di rewşeke wisa de wê şênîyên taxa bijare ya Knightsbridgeê li ser vê rêbazê çi bifikirin!

* Rojnamevan

(1) BBC Mundo, London, 17ê tebaxa 2012ê.

(2) Qanûn sala 1987ê di bin şertên pir teybet de hat erê kirin: Kuştina polîsekî bi guleyeke ji Sefareta Libyayê hatî berdan.

(3) The Guardian, London, 16ê tebaxa 2012ê.

(4) Le Monde, 3yê kanûna 1998ê.

(5) El País, Madrid, 7ê çirîya peşîna 1999ê.

(6) El País, 13ê kanûna 2006ê.

(7) Maurice Lemoine, Chávez Presidente! (Serokdewlet Chávez!), Flammarion, 2005.

(8) Bi tenê Kanadayê, ku endama Commonwealthê ye, ev metin mohr nekir.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya