Gelo liyaqet nirxeke rêşaşîyane ye?

Translator

Di 1984ê de George Orwell analîza "cot zimanî"ya vê civaka siberojê kiriye, ku dema me ya niha pir nêzîkê wê ye. Îro gelek nirxên sereke hene ku divê bi ronîya vê "novlangue**"ê ya ku bi tenê belavkirina tevlihevîyê bi nav dike, bên lêkolîn. Wateya "liyaqet"ê ya ku hê nû ji nû ve hatiye zindî kirin, mînaka vê şêlobûn û zelûlîyê ye. Du berhemên fîlozofî destûrê dide deşîfrekirina dabaşan.

Bingeha wekhevîya komarparêz a ku destûr da derbasbûna ji cudahîyeke civakî ya girêdayî xwînê ber bi yeke din a girêdayî zerengîyan (kapasîte) ve, li gor Yves Mîchaud û Domînîque Gîrardot liyaqet îro wekî makîneyekê ku hemû newekhevîyan rewa dike, tê bi kar anîn û di nav van newekhevîyan de yên herî nerewa jî hene: Kesên ku tevlî teşxîskirinê nebin, hêjayî pençeşêrê ne û kesên ku ji bo mayîna di kar de "her" tişt nekiribin, hêjayî bêkarîyê ne. Û bi mantiqî kesên ku dizanîn rizamendîya baş bikin hêjayî dewlemendîyê ne…

Liyaqet êdî bûye nîşana "serfirazîya ferdî ya egoîst", (1) êdî negirêdayî nirxên "respublica (komar)" ango tiştê gelemper e –lê bi yên neoliberalîzm û utîlîtarîzmê- (kêr/feyde/perestîyê) ve girêdayî ye. Bîyanî divê mayîna xwe ya li welatê ku hatiyê pêşwazî kirin, bi jêhatîbûnê bikêrî vî welatî bên, bi dest bixe, hunermend jî divê alîkarîya gelemperîyê bi hewldana xwe ya komkirina fonên taybet bi dest bixe… Bi vî awayî em difikirin ku "li gor analojîyekê ku di navbera mirov û malên bazirganîyê de ye; qabîliyetên me, kalîteyên me, rayeyên me bi merca gihiştina destê dezgeha nexuyayî ango bazarê, dê bihayê "nirxa" rast derxista holê. Çawa ku em weha nîşan didin heke em mal û xizmetên xwe bixin reqabetê, hingê ew ê bi bihayê xwe yê rast bi hev bên guhertin; em îdîa dikin heke em heman tiştî bi mirovan bikin, ev yek dê her kesî li cihê wê/wî yê rast bi cih bike". (2) Cotekarîkatûra prensîpeke dadê: Ewil, ew takekesê/î (ferd) wekî berpirsîyara bi tenê ya serfirazîya xwe bi cih dike, bi razberkirina rewşên fîzyolojîk, psîkolojîk û bi taybetî yên civakî, yên ku her yekî bi rola xwe radibin, piştre jî lewre ew dikare her kesê/î bi tenê weke muteşebissekî xwe yê piçûk bibîne yê ku jêhatîbûnan li gor nirxandina wan û mûçeyê wan dide hev.

Di nav derdora neolîberal de ti elaqeya liyaqetê bi wê tiştê re jî ku wê berê îfade dikir, êdî nîne. Berê maneya liyaqetê nirxê exlaqî yê mirovî bû, ku bingeha rêzdarîyê (Michaud) an jî naskirina (Girardot) kesên din dide nîşan. Lewre herdu jî cihê xwe didin "nirxandinê", qelpezanî û sextekarîya wan a ku hemû şîroveyan dûr dixe û giranîya xwe datîne ser warê musteheqîyê: "hemû kar hêjayî destheq in". Nexwe, çawa ku Girardot bi hêz digihêje vê encamê, di bin tesîrên amûreke naskirinê de em li "cebrî îcraya naskirinê" şahidîyê dikin: Dema ku "savoir être [zanîna hebûnê]" ên ku veguherîn xuypakîyên me jî di navê de her tişt bi dolar û euroyê tê pîvan, hingê ne mumkin e ku mirov rêzê ji xwe re bigire. Îdeolojîya liyaqetê di maddekirina mirovî de xwedî rol e. Di vê maddekirina mirovî de ku her kes êdî daketiye komeke qabîliyetên ku hem dikarin bên ava kirin, hem pîvan û hem jî bi kar anîn.

Gelo ji me tê em têgeha liyaqetê bi xwe rizgar bikin? Her du nivîskar bi hev re dibêjin erê, lewre "liyaqet û bêliyaqetî (qisûr) îfadeya pêdivîya me ya rêzgirtin û pêzanîna nirxê kesên din e, da ku em di cihaneke mirovî de bijîn". (3) Lê tevî ku li gor Michaud lêgerîna demokratîk a wekhevîyê, bi sarkirina ji çalakîyê tevahîya wateyên vê fikrê jê dikişîne, ji bo Girardot liyaqet ewil çalakîya wekhevîyê ye, lewre ew ne encama hesabê zêde ye, lê belê ya qabîliyetê ye. Bi rastî mesele rûmetgirtina ji wê tiştê re ye ku dema me xwest em bidin, me bi dest xist, ji vê naskirinek peyda bûye ku girêdana civakî ava kiriye. Têgihiştina xweş ku hinek kes di nav fikra wê ya ku dane me û ya ku divê em "heq bikin" de dikarin pê xemgîn bin ji ber ku ew cihêrengîya ekosîstemê nahewîne.

Çavkanî

Angélique Del Rey:
Mamosteya dersa fîlozîfîyê û nivîskar

** Novlangue: zimanê resmî yê Oseanê (Océania)

  1. Yves Michaud, Qu’est-ce que le mérite?[Liyaqet çi ye?] Gallimard (Weşanxaneya Folio), Paris, 2011
  2. Dominique Girardot, La société du mérite, idéologie méritocratique et violence néolibérale [Civaka Liyaqetê, Îdeolojîya Liayqetokratîyê û Şideta Neoliberal], Weşanxaneya Bord de l’eau, Lormont 2011
  3. Yves Michaud, berhema li jor

Wergera ji fransî: Sevda Orak