Gelo perwerde wê têrê bike?

Li hemberî newekhevîyan dermanekî xapînok
Translator

Namzetên serokkomarîya Fransayê pêşnîyazên xwe yên ji bo reformekirina pergala perwerdeyê zêde kirin. Ne ji xwe ve, têkoşîna li dijî bêkarîyê, kêmkirina newekhevîyan û heta carinan yekîtîya neteweyî kê elaqedar dike. Li Fransayê û li dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hem li çepê û hem li rastê dersxaneyên dibistanan bi nirxên herî mezin ên siyasî hatine xemilandin. Lê belê gelo dibistan dikare bi rastî hertiştî bike?

Di cotmehê de, dema ku protestoyên "Wall Streetê dagîr bike" dest pê kiribûn, ku li bajarên din ên Dewletên Yekgirtî û cîhanê belav bibin, Buroya Budçeya Kongreyê (CBO) ya ne-partîzan û xwedî îtîbar, (1) lêkolînek weşand, ku piştrast dikir ka xwepêşandêran çima park dagîr kirin, an ku newekhevîya aborî anîn rojevê. CBO di rapora xwe de dîyar kir ku ji 1979ê heta 2007ê, derameda (hatinî) piştî bacê ya malbatên naverast (derameda nîvê malbatan li jêr, nîvê wan jî li jor naverastê ne) 35 dersed mezin bû. Lê belê nakokîya mezin ew bû ku derameda naverast a yek derseda civakê, ku xwedî derameda herî zêde ne, 275 dersed mezin bû. (2)

Rojekê piştî ku CBO rapora xwe aşkere kir, qunciknivîsekî New York Timesê Nicholas Kristof gotareke bi serenavekî provokatîf belav kir: "Polê Dagîr Bike". (3) Kristof di gotara xwe de qala pirsgirêka newekhevîya aborî ya li Dewletên Yekgirtî dike. Lê belê di şûna bangkirina guhertina bac û qanûnan, yan jî destgîrkirina çend bankeran, wekî xelkê ku Wall Street dagîr kiribû dixwest, Kristof îdia dike ku "tehna pêngav, ku herî baş dikare newekhevîyê kêm bike, dirêjtirkirina perwedehîya temenpiçûk a zarokatîyê ye." Kristof weha berdewam dike: "Xaleke hevbeş, dema ku ez li ser xizanîya li New York, yan li Siera Leoneyê dinivîsim ew e, ku ji rizgarbûna ji xizanîyê de perwerdehî, pêlikên otomatîk in ku mirov dikare pê ewle be." Kristof dirêjahî pê dide: "Hevbeşîyeke din jî ew e, ku çi li Amerîka çi li Afrîkayê be, zarokên bi dezavantaj pir caran wê derfetê nabînin ku li wan pêlikên otomatîk siwar bin."

Ev banga ji bo perwerdehîya baş, da ku xelk pê ji nav xizanîyê derkeve, dibe ku di warê protestoyên dagîrkirina Wall Streetê de ecêb, xerîb xuya bike. Jixwe, yek ji daxwazên berbiçav, ku ji xwepêşandêran hatibûn, efûkirina deynên xwendinê bû, ku gelek ji wan herçend li pêlikên otomatîk ên ber bi perwedehîyeke baş ve lê siwar bûbûn jî, wan piştî mezûnîyetê nikaribûn ji xwe re karekî baş (yan jî karekî çawa dibe bila be) bibînin. Dîsa jî, di warê kêmkirina newekhevîya aborî de pêşnîyarkirina Kristof a perwerdehîyê gelek piştgirî wergirt. Di axaftineke xwe ya meha nîsanê de Barack Obama mebesta xwe ya "dana perwerdehîya herî baş a guncyayî bo her piçûkên me" dubare kir û got ji ber ku "perwerdehîya herî baş a guncyayî di warê serkeftina zarokan de faktora yekta ya herî girîng e" Wî herweha got: "Perwedehî derfeta mifte ye. Di roja me ya îroyîn êdî meseleyeke mafên medenî ye."

Lihevkirineke kêmdîtî

Balkêş e, ku ji ber ku her du partîyên siyasî yên li Dewletên Yekgirtî nikarin li ser hevbîr bin, ku îro kîjan roja hefteyê ye, her du muxalîfên ji alîyên dijber ên siyasetê yên wekî Kristof û Obama di wê bawerîyê de ne ku perwerdehî dikare wekhevîya aborî ewle bike.

Di destpêka sermawezê de, piştî ku komeke xwendekarên Zanîngeha Harvardê, da ku pêşdarêzîyên wî yên kapîtalîst protesto bikin, ji dersa destpêka aborîyê ya Gregory Mankiw, ku yek ji şêwirmendên berê yên George W. Bush bû, derketin Mankiw jî di hevpeyvîneke radyoyê de behsa mezinbûna "ferqa navbera dewlemend û xizanan" kiribû. Lê belê wekî Kristof û Obama, Mankiw îdia kiribû, ku yek ji sedemên bingehîn ên newekhevîya aborî "pergala perwerdeyîyê" ye. Wî herweha bal kişand ser lêkolînekê ku îdia dikir: "pirsgirêk ew e ku em têra xwe kesên perwerde hilnaberînin, da ku bikaribin bigihîjin daxwaza bilind a karkerên kalîfîye."

Divê ev yek ne surprîz be, ku ewqas kes ku ji alîyên cuda cuda yên siyasetê tên, bawer dikin ku perwerdehî -carna bi tenê perwerdehî- tiştên ku me niha nerehet dikin, çareser bike, ku minasib e ku newekhevîya aborî jî tê de be. Ji bilî xwedê, amerîkî tu hêzeke bi ser perwerdehîyê nas nakin. Lê belê, gelo ev yek rast e? Giranîdana ser derfetên perwerdehîyê û serkeftinê dê bikaribe xizanîyê kêm bike? Gelo perwerdehî dikare wekhevîya aborî, ku her ku diçe mezin dibe, berevajî bike?

Di warê hebûna xwedê de, delîl carna têrê nakin. Bi rastî jî, rewş carna berevajî wê yekê nîşan dide: Ku di têkoşîna li dij xizanî û newekhevîya aborî de perwerdehî ristekê dilîze, ku dikare were îhmal kirin.

Wekî xeberdanên siyasî, dirûşmeyên wekî (di warê perwedehîya seretayî ya zarokan de) Head Start [1-0 pêş de dest pê dike], Ji bo asta herî bilind têbikoşe û bila tu zarok li paş nemîne, pir baş bi rê ve diçin. (4) Wekî polîtîka, ev slogan mehkûm in ku têk biçin. Di warê destpêkê de, ne dîyar e, ka qadên lîstîna perwerdehîyê bikaribin bipîvin. Di deh salên rabihurî de, gelek lêkolînan nîşan da, ku zarokên malbatên xizan, berî ku dest bi zarokxaneyê bikin, li gor zarokên malbatên dewlemend li paş in. Pir caran jî dibistan vê ferqa navbera wan zarokan wekî xwe dihêlin -ferqê kêmtir nakin. Wekî rojnameger Dana Goldstein di demeke nêzîk de nivîsîbû: "Fikra hevbeş a lêkolînê aşkere ye û ev zêdeyî deh sal in ku nayê guhertin: Herî zêde jî hîndekarî bi tenê 15 derseda serkeftina xwendekaran dîyar dike, lê belê faktorên sosyo-ekonomîk dora 60 dersedî." (5) Bi gotineke basît, sînorê wan tiştan heye, ku dibistan dikarin pêk bînin. Dibistan dikarin meyla zarokan, ku ew bi xwe re tînin dema ku dest bi perwerdehîya fermî dikin, kêmtir bikin, lê belê nikarin bi giştî biguherînin.

Wekî encam, ewên ku perwerdehîyê wekî çareserîya newekhevîya perwerdehî û aborî dibînin, di esasê xwe de wan tiştan piştguh dikin; dîyar dikin ka zarok di dibistanê de çawa bikin. Heger me bi rastî jî hewl bidaya, ku bandora xizanî û derameda nizim a li ser serkeftina perwerdehîyê bertaraf bikin, divîyabû em neketena li dû 15 derseda perwedehîyê, lê belê rasterast li ser çavkanîyê hûr bibûna; an ku faktorên sosyo-ekonomîk ên 60 dersedî. Heger em bi awayekî aşkeretir bibêjin; heger we divê ku zarokên xizan di dibistanan de serkeftîtir bin, nexwe perwerdehîya wan ji bîr bikin û di şûna wê de wan kêmtir xizan bikin.

Lê belê rêya ku ji wekhevîya perwerdehîyê ber bi wekhevîya aborî diçe, bi dijwarîteyeke sexttir re rû bi rû ye. Heger perwerdehî bikaribe serî bi bandorên xizanîyê re derxe û derfetê bide her xwendekarekî/ê ku bikaribe here zanîngehê, ev yek bandorekê li ser wê aborîyê nake, ku zarok bêyî ku lê were nihêrtin ka wan kengî dest pê kiriye, yan ew dê çi hîn bibin, bikevin navê. Da ku em bikaribin vê yekê bibînin ji xwe re 'quizek'ê bikin. Di 2018ê de li Dewletên Yekgirtî kîjan kar dê bêhtir pozîsyonan veke: Bersiv? Kasîyer. A rêza duyemîn? Firoşkarên perakende. Rêza sêyemîn? Garson. Çaremîn? Nûnerên xizmetên mişterîyan. Ên sê hebên di dorê de? Hemşîre, amadekarîya xwarinan û karkerên xizmetkirinê û xebatkarên li buroyan.

Gelo wekhevîyekê bala we kişand? Ji bo tu karên li jorê dîplomaya lîsansê navê. Ji bilî hemşîreyan, ku ji bo wê jî dîplomaya dibistana pîşeyî divê, tu ji wan perwerdehîya kurt, yan jî dema naverast a li ser kar pêwîst dike. Û bi tenê hemşîre dikarin têra xwe pere bi dest bixin, bikaribin li ser sînorê xizanîyê debara malbata xwe bikin. Bi rastî, li gor Buroya Îstatîstîkên Kedê, heta 2018ê bi tenê yek ji çar karan dîplomaya zanîngehê pêwîst dike. Ji bo yên din wê tecrûbeya karî û perwerdehîya kar hewce be û li gor wê jî pere were dan.

Ev yek çima girîng e? Ji ber ku ne xem e em derfetên perwerdehîyê wekhev bikin û bawer bikin ku ew dê yeksan (wekhev) bin, divê hin kes bi telefonê tiştan bifroşin, li dikanan mal bifiroşin, sîparîşa we ya taştêyê bistîne, dilê mişterîyan xweş bike, hêkên we bikelîne û bersiva telefonan bide. Bi rastî jî gelek ji me. Û ne xem e; derfetên me yên perwerdehîyê çiqasî wekî hev bin jî, karên bi vî rengî dê her hebin. Em hemû nikarin herin zanîngehê. Yan jî em dikarin, lê belê dîsa jî hin ji me divê li McDonald'sê bixebite. Heger ne li cem McDonald’sê be jî, di 3 mîlyon karên amadekirina xwarinan de, ku di aborîyê de hene, û her yek jî di salê de dora 16,430 dolaran pere dide. Jê girîngtir, ji bo wan kesan, ku di van 10 mîlyon karên kêm-kalîfîye de kar bikin, perwerdehîya zêde dê neyê wateya mûçeyê zêde. Karên bi heqdestên nizim di bazara kedê ya Amerîkayê de serdest in. Tu nikarî da ku pereyê bêhtir bidî, xelkê hînî karekî bikî. Û pirsgirêk karên nebaş e, ne perwerdehîya nebaş, ku sedema bilindbûna neyeksanîya aborî ye. Derameda yên ku bi maeş dixebitin 1 dersed bilind bû, ji ber ku niha ya 40 dersedê kesên bi maeş êdî berjêr naçe.

Dana ber xwe ya çareserîyeke din

Dema ku niha em li ser para 15 dersedî ya serkeftinê, ku dibistanek dikare kontrol bike,dipeyivin, em herweha li ser para wan kesan jî nîqaşê dikin ka dê kî bikaribe karên baş bi dest bixe û kî mecbûrî yên nebaş bibe. Yên ku ji bo perwerdehîyê gotûbêjê dikin û dibêjin dê bibe çareserîya neyeksanîya aborî xwedî awayê xwe ne, bi îhtîmala herî baş çend zarokên ji malbatên xizan dê bikaribin zanîngehê biqedînin û karên baş bibînin. Helbet, di warê peydakirina karên ji bo derçûyên zanîngehê de bazara kedê lîstikeke di asta sifir de be, ku piranî jî weha ye; wê demê çend zarokên ji malbatên çîna naverast jî karekî nebaş bibîne, ku zarokekî xizan dê bidîtaya. (Zarokên malbatên dewlemend di her rewşê de karên baş peyda dikin.) Tu caran nayê bîra me ku em karên nebaş baştir bikin. Heger ku em bala xwe didin ser derfeta yeksan a perwerdehîyê û wekhevîyê, em dê bikaribin nedadîyekê jî rast bikin: Jîyaneke zarokatîya xizan êdî dikare neyê wateya bêkarî û heqdestên nizim, ku niha piranî weha ye. Lê belê em dê mecbûr bimînin ku nedadîyeke mezin a rabihurîyê bi lêv bikin, ku bi dehan mîlyonên kedkar jîyana xwe bi bêkarî û bi heqdestên nizim derbas dikin.

Barack Obama û ên din, ku încîla perwerdehîyê îmze kir, pê kêfxweş in ku bibêjin derfetên perwerdehîyê di roja me ya îro de yek ji meseleyên mafên mirovan e. Ew divê meseleyên mafên mirovan a demên bihurî bînin bîra xwe. Di 1963yê de di dema Meşa bo Washingtonê de dema ku Martin Luther King Jr. axaftina xwe ya bi serenavê "Xewneke min heye", xwepêşandêr pankart hilkirin ku li ser wan "Kar û Azadî" hebûn. Meşvan li ser pankartan îllehîm 'Kar' jî nivîsandibûn, ji ber ku wan dizanî ku kar girîng e- çend heb, çiqas pere dida, kê ew kar dikir û ên ku ew kar dikir, dikarîn bibin endamên sendîkayê, hemû girîng bûn. Bi rastî jî, di 1968ê de, King meşeke din a ber bi Washingtonê ve bi rê xist, îcar mijar xizanî bû. Di dawîya wê salê de King li Memphisa Tennesseeyê hat teror kirin. Ew da ku piştgirî bide grêva karkerên zibilan çûbû wê derê. Roja berî kuştina wî, di axaftina xwe ya li pêşîya wê girseyê, ku ji bo guhdarî kirina axaftina wî kom bûbûn, wî gotibû: "Mesele, meseleya bêdadîyê ye." "Mesele redkirina dad û duristbûna Memphisê ya di reftara wî ya digel karmendên giştî ye, ku karê paqijîyê dikin."

Heta dawîya ‘emrê xwe King têgihişt ku yeksanîya (wekhevîya) nijadan bêyî ku garantîya aborî bîne, dê bibûya xwedî wateyeke gelek piçûk. Heqê herkesî ji bo mafên medenî heye, ku wekhevîya perwerdehîyê jî tê de ye. Lê belê mafê wan ê ji bo wekhevîyeke naverast a aborîyê jî heye. Bi ser de jî, ji roja îro cudatir, King dîtibû ku herçend wekhevîya perwerdehîyê bi tena serê xwe gelek girîng be jî, garantîya aborî teqez bi xwe re nayne. Yên ku wekhevîya derfetên perwedehîyê wekî guherendina newekhevîya aborî dibînin, divê vê dîtina King ji bîr nekin. Wekî ku di 1968ê de bû, meseleya îro jî redkirina me ya reftara adil û durist a li hember karkerên me ye.

Çavkanî

John Marsh:
Nivîskarê Class Dismissed.WhyWe CannotTeach Or Learn OurWay Out Of Inequality (Ders xilas bû. Çima em nikarin fêr bikin, yan jî fêr bibin ji newekhevîyê xwe xilas bikin), Monthly Review Press, NewYork, 2011.

  1. Kî gel li du komên weke hev dabeş bike, yek jê wê gelekî bistîne, ya din wê hindikî
  2. Congressional Budget Office, "Trends in the distribution of household income between 1979 and 2007 (Meyilên di Dabeşkirina Hatina Maddî a Malan di Navbera Sala 1979ê û 2011ê de)", çirîya pêşîn 2011, www.cbo.gov
  3. Nicholas Kristof, "Occupy the classroom (Dersxanê Dagîr Bikin)", The NewYork Times, 19ê çirîya pêşîn a 2011ê
  4. Bi dorê: Bernameya perwerdê ya ji bo zarokên piçûk ên li nav derdorên "mexdûr" de; bûrsa ku didin eyaletên destekê didin "fikrên nû" yên der barê perwerdeyê de; û qanûna ku armanca wê "berpirsîyarkirina" eyaletan û dibistanan der barê serketina zarokan li dibistanê ye. Ew li gor encamên destketî û serketinên xwendekaran tên fînanse kirin. Li ser vê xala dawîyê bixwîne Diane Ravitch, "Volte-face d’une ministre américaine (Bi Tevahî Çerxkirina Wezîrekî Amerîkî)", LeMonde diplomatique, çirîya pêşî 2010
  5. Dana Goldstein, "Can teachers alone overcome poverty? Steven Brill thinks so (Gelo mamoste bi tena serê xwe dikarin ji heq xizanîyê derkevin? Steven Brill wisa difikire)", The Nation, New York, 10ê tebaxa 2011ê

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya