Gelo şerê “Sahelistanê” wê biqewime?

Tevlihevîya li Malîyê û bendewarîya Cezayirê
Translator

Destwerdaneke eskerî a navneteweyî li bakurê Malîyê ya ku Neteweyên Yekbûyî destûra wê dayî nêz xuya nake. Heke Franse jî alîgirîya wê bike, Cezaîr û welatên rojavayê Efrîkayê tercîh dikin muzakereyan bikin. Li hemberî vê neewlebûnê û sebirnemana gelî, artêşa Malîyê hewl dide bûyerên dewletê ji nû ve bixe destê xwe.

Li Bamakoyê di destpêka kanûnê de Cheaka Aboudou Touré, nûnerê taybet yê Civaka Dewletên Afrîkaya Rojava (CDAR) li Malîyê wisa digot "Li kîjan welatî hewqas krîz pêk hatin?". Krîza sîyasî: ji dema pêkhatina darbeya adara 2012an ya ku dawî li serokatîya Amadou Toumani Touré (ATT) anî û vir ve tevahîya sazîyan di tehlûkeyê de ne. (1) Krîza ewlekarîyê: artêşeka bêmoral, ya çekên wê kêm in û ya ku generalên wê êdî cilên fermî li xwe nakin. Krîza erdê: welatekî du parçe bûyî, tevgerên îslamî (El-Qaîdeya Mexreba Ȋslamî, AQMȊ di nav wan de ye) Bakurê welêt bi rê ve dibin. Wan guneh li herdu alîyên ser xeta sînor kirin û hêzên xwe bi yên serhildêrên Tuwaregê re kirin yek. Ȗ krîza merivî; heşt sed hezar penaber û kesên ji cihê xwe hatî kirin.  Lê dîsa jî dîplomatê togolî îdîa dike ku welat hîn jîyana xwe didomîne, welatî dînamîk in, nexweşxane dişuxilin: "bi tênê birêveberên layiqî welêt kêm in!"

 

Efserekî darbekar ê ku xwe weke general de Gaulle dibîne

 

Nûnerê CDARê rast digot. Çend roj bi şûn de, 11ê kanûnê, di bin zexta artêşê ya general Amadou Haya Sanogo, birêveberê darbeyê de, serokwezîr bi awayekî divê jê were şermkirin li ser ekrana televîzîyonê "îstîfaya" xwe da zanîn. Belê tevî ku "xwedî tecrûbeyên pir baş e", wî di dema wezîfedarbûna xwe ya 17yê nîsana bihurî de pesnê xwe bi wan dida, êdî hez ji Şêx Modibo Diarra nedihat kirin. Ma ne ev ji xwe "xapandineka mezin" bû? Ev pirsa kevne-wezîr Tiebilé Dramé, serokê Partîya ji  bo Jinûve Afirandina Netewe (PJAN) ye. Ew hercar dibe namzetê hilbijartina serokdewletîyê. Li gorî wî ev tecrûbeyên Şêx Modibo Diarra – li National Aeronautics and Space Administration (NASA) ya amerîkî heta bi serokatîya Microsoft-Afriqueê  – li gel hazirbûna wî li qesrên afrîkî de û "axaftinên wî yên rojane bi Barack Obama re" tiştên xeyalî bûn ku bi kêrî mîstîfîzekirina wî dihatin: "Yên ku darbe pêk anîn zilamekî nû dixwestin; wan ew merivê li dinyayê nedîtî peyde kir, yê ku tecrûbeya wî ya dewletê, sîyasetê û birêvebirinê tunebû."

 

Merivî pê dizanî ku li ser guhertina sîyasî ya ku sê hefteyan piştî darbeyê CDARê pêk anî û Parîsê hevkarîya wê kir, hinek alozî hebûn di nava desthilatdarîya demî de: desthilatdarîyeka sêalî –serokwezîr, serokdewlet û artêş -  li sefareta Fransayê wekî "çareserîya herî kêm xirab"  behsa vê desthilatdarîya demî dihat kirin, lê belê stranbêj Salif Keita bi nazîkî navê "marê sêserî" lê dike. (2) Bi rastî her sê desthilatdaran li hev nedikir, ne li ser vegera li rewabûna destûreka bingehîn, ne jî li ser tiştê ku ji bo çareserkirina krîza Bakur divê were kirin : gelo divîyabû li bendê bin heta Yekîtîya Ewropî û CDAR (Civaka Dewletên Afrîkaya Rojava)  alîkarîyê bidin artêşa Malîyê da ku ji nû ve xwe ava bike, yan jî divîyabû di cih de êrîşî bajarên jidestdayî bikin yên ku berîya bi salekê ketin destê serhildêrên tuwaregî  û komên tundrew yên îslamî?

 

Baba Haidara jî, parlementerê Tombouctouyê ku wekî tevahîya hilbijartîyên bakur ji herêma xwe ya hilbijartinê hat derxistin, vî şiklê nemimkin yê desthilatdarîyeka sêalî dixe ber lêpirsînê: generalekî kevne-darbeker "ku xwe dişibîne general De Gaulle ku li hemberî dagirkerîyê li ber xwe dida" ; serokdewletekî 70 salî bi navê Tiancoumba Traoré ku ji bo tecrûbeyên xwe yên kar hat wezîfedar kirin û ji alîyê CDARê ve li welêt hat ferzkirin, ew ne xwedî rewatîyeka bi rastî ye; û serowezîrekî binavê Musa Traoré, zavayê kevne-serokdewlet e (1968-1991) û " bawer dikir bi rastî tevahîya hêzên desthilatdarîyê di destê wî de ne û li pey xeyalên mezin çû". Parlementer Tombouctou, "lihevnekirinên nexasim di navbera civak û çîna sîyasî ya Malîyê de" û "tehlûkeya ketina dîndaran ya nava sîyasetê" li vê tabloyê zêde kir: ji  wan hat ku qanûneka malbatê ya ji jinan re hişktir û avakirina wezareteka îbadetan ferz bikin.

 

General Sanogo ku alîgirên wî, wî wekî qehremanekî dibînin û li Bamakoyê jê tê hezkirin, timî dide zanîn ku ekîpmanên li keştîyan barkirî yên gihîştin bendera Conarkyê ber bi Bamakoyê ve ketine rê. General herweha dide zanîn ku dema wê ekîpman bigihîjin yekîneyên wî, şer ê "di nava çend saetan de" biqewime, bêyî ku destûr yan jî piştgirî ji artêşên herêmê û Fransayê were. Di heman demê de, li derdora Moptîyê, mîlîsên tevlîhev ên xweparastinê ku Songhai û Peuls pêk tînin, wekî Ganda Izoyan ("zarokên welêt") yan jî wekî Boun Ba Hawi ("mirin li şûna şermê"), yên ku esker zehmetîyê dikşînin wan aşt bikin jî îdîa dikin ku ew dê bi dar û mawzeran xwe berdin bakurê welêt.

 

"Îslamîstan navendên tenduristiyê û dermanxane jî nehiştin"

 

Gelê ku di dawî neanîna li vê "dagirkirina xerîban" nagihêje, zextê li arteşa Malîyê dike. Lê gelo gel dikare bi tena serê xwe tevbigere? Darbeya adara 2012an zincîra fermandarîya wê tune kir, bi serhildana eskeran li dijî payebilindan û piştre bi ji hev qutbûna kum-kesk (pisporên çekan) û kum-soran (paramîlîter). Wekî ku general Sanogo di axaftineka şexsî de lê mikur tê, neh mehan paşê artêş hîn jî dûr e ji amadebûnê. Hejmara fermî ya eskerên welêt deh hezar e, lê wisa xuya ye ku di rastîyê de bi tenê pênç hezar eskerên "bi kêr hatî" hene û  ji wan jî bi tenê du hezar xwedî daxwaz û moral in. Tê plankirin ku wê du hezar kes li herêmên derveyî bajaran tevlî artêşê bibin, ji nav ciwanên zêdetir xwedî nirxên kevn û bi îdîa li gorî ciwanên bajarî yên paytextê. Lê ev hejmar hîn kêm e li hemberî çar hezar şervanên komên serhildêr yên bakûrê Malîyê yên ku şert û mercên çolê baş nas dikin: tuwaregên serxwebûnê dixwazin yên Tevgera Neteweyî ya Azadîya Azawadê (TNAA) û komên cîhadîst, di nav wan de AQMȊ  û Tevgera ji bo Yekitî û Cîhadê li Afrîkaya Rojava (TYCAR) jî hene.

 

Li gorî pisporên ewropî, ji bo ji nû ve avakirina artêşê, herî kêm şeş heta heşt mehan wê pêwîst bin. Dibe ku meriv li êrişeka di dawîya demsala baranê de biqewime bifikire, ji meha îlona 2013an û şûn ve: beşa yekem, bajar; û belkî beşeka duyem hebe ku bê guman wê desteka bi  balafiran jêre pêwîst be, armanca vê beşa duyem wê "qadên terorîstan" yên di çîyayan de be. Tehlûke ew e ku artêş çend bajaran ji nû ve bi dest bixe jî – operasyoneka brûskî ya ku îhtîmal heye bi ser keve - wê nikaribe pişta xwe saxlem bike û serdestîya xwe bidomîne: Yek ji van pisporên ku bibîr dixin li bakurê welêt di navbera çile û nîsana 2012an de eskeran xwe paş ve kişand, dev ji ekîpmanên xwe berdan - lewra ew ketin trawmayê, nexasim ji ber xwînrijandina hov ya li garnîzona Aguelhokê ya bi destê TNAAyê û Ensar Dînê, herduyan jî li gorî rîtuelên cihadîst di meha çile de li wir meriv ser jê kiribûn – vê pirsê ji xwe dike « Dibe ku li bereya dijmin moral xurtir bibe. Ȗ gelo malîyîyên başûrî wê karibin ewqasî bi hêsanî şer bikin li bakur ?".

Ji demê êrîşa TNAAyê di kanûna paşîn a 2012an de li bajarên Bakur – di bîst salan de ev sêyem erîşa bi vî rengî ye -, lihevkirinên di navbera desthilatdarîya navendî û hindikayîya tuwareg de dibin sedema nerazîbûna mezin ya paytextê: Dramé binxêz dike ku lihevkirin zêde ji dest dan û di pratîkê de  bûn sedema bêleşkerkirina herêmên fireh ku bûn "herêmên grî" yên li her şiklê bazirganîya neqanûnî vekirî û herweha li cihadîstên ku hewl didin "xelîfetîya" xwe li wir bi cih bikin jî. Li gorî rojnamevanekî artêşa Malîyê "yekane artêşa cihanê ye ku bê erd hat hiştin".

 

Ketina dîndaran ya nava sîyasetê

Çar salonên xwedî cihên destni-mêjê û yekê ji bo xwarinê; cihekî ji  bo sînevîzîyonê; bi dehan kursîyên ku goşeyên wan ên paldanê bilind in, maseyên nizm ên camî, merş, kaxizên dîwêr, nexşên zerîn, awîzeyên krîstal, stûnên klîmayan… Wisa ye mala şexsî  ya îmam Şerif Ousmane Madani Haidara, li taxa Bankoni li derdora bajarê Bamakoyê. Mizgefta navê wê lê kirî ya sêqatî dikare bi hezaran dîndarên dilsoz bihewîne, mizgeft parçeyeka kompleks ya avahîyeka civakî ye ku ji dibistanekê (du hezar xwendekar, nîvê wan heqê qeydê nadin), nexweşxaneyekê (ji kesên xizan re belaş e), garajekê û çend xanîyan pêk tê.

 

"Bani" îdîa dike ku sedema vê dewlemendîya wî destvekirîbûna pêncsed hezar endamên komeleya wî Ansar Dîn (dînparêz, parastvanên bawerîyê) e, yên herî xizan mehê 1000 CFA (1,5 euro) didin. Imam gelekî aciz e, ji ber ku yek ji tevgerên çekdar ên Tuwaregê yên bakur  ku 2011an hat damezrandin, navê komeleya wî li xwe kir – û wêneyekî îmamî li ser e, bi kar tîne–  lê  ew herweha pesnê endamên dewlemend ên Afrîkaya Rojhilat an jî yên diyasporaya li Ewropayê û di dawîyê de, yên tevahîya Bamakoyê jî dide.

 

Tê gotin ku dîndarê li Malîyê her diçe zêdetir navdar dibe, ev yek bû sedema tijîbûna qadên zêdetirî ji pênc hezar kesan: zilamê ku xwe wekî "zelalkerê olê" dibîne bi fransîyeka ne baş wisa dinirxîne "sedema  eşqa gel ji bo min, rastî ye, rastîya Xwedê ye" û "welêt ji barbarên ku êrişî wî kirin diparêze ». Ew îdîa dike ku divê "qet û qet" rêberekî rûhanî nekeve nava sîyasetê. Lêbelê kevne-xwendekarê dibistanên Quranê yên Segouyê, ku zêdetirî ji sih salan ve weazan dide, bû serokê Komîteya Koordînasîyona Olî ya di 25ê çirîya paşîn a bihurî de li Bamakoyê damezrandî. Ew pesnê xwe dide bi azadkirina kevne-wezîr yan jî eskerên gîrtî û bi aşkirina alozîyên di navbera kumkesk û kumsoran …

Tiebilé Dralé, yek ji alîkarên serokê Koalîsîyonê li Malîyê, wisa vedibêje "Mala Xwedê ava, dizane xwe ragire, hinekî laîk e, bi awayekî eşkere li dijî şerîetê radibe. Ew yek ji mertalên ku rê li ber belavbûna întegrîzmê digire ye". Ev koalîsyon komele û partîyên ku çareserkirina krîzê dixwazin tîne cem hev. Lê belê giranîya oldarên ji her mezhebî, ku her diçe mezintir dibe,  serê sîyasetvanan gêj dike: Li gorî Ahmed Coulibaly ê ku kadroyekî sektora barbirinê  ye:"Ew difikirin ku dor dora wan e, wan hewl da teqlîda ‘bihara erebî’ bikin. Belê ew xwedî kapasîteya Birayên Misilman nînin lê Malî welatekî lawaz e û hêz di kolanan de ye, hêz a wan e ku dengê xwe herî bilind dikin."

 

Jixwe, Konseya Bilind ya Islamî, sazîyeka din ya olî ya ne fermî ye, xwe li civaka malî ferz kir: di 2011an de, piştî lidarxistina xwepêşandanên gel, bi dest xist ku Meclîsa Neteweyî qanûna malbatê ya wê nû biryara wê dabû biguherîne, wekî nimûne jê hat ku sala herî kêm ya zewaca keçan vegerîne 16 salan (nû kiribûn 18 sal). Rêberê Konseya Islamî Mahmoud Dicko şewirmendê bi têsîr Mamadou Diamoutani kir serokê Komîsyona Hilbijartinan û di heman demê de di ferzkirina avakirina Wezareteka Ibadetan de bi ser ket. (1) Tevî ku, wekî hinên din, wî jî xirakirina mizgeftan ji alîyê selefîstan ve şermezar kiribû, tê guman kirin ku – di warê îdeolôjîk de – alîyê hin komên çekdar ên bakur digire. Tê gotin ku meyildarê wahabîzmeka dagirker e û ku têsîra Erebîstana Siûdî û ya Qatarê li ser heye.  Tê fikirîn ku ev tevgera ji îslama marabutîk a rojavayê Afrîkayê qutbûyî, ji pênc paran pareka cihên îbadetê yên welêt dixebitîne. Oldar jî wekî artêşê hêvî dikin wê tevlîhevîya Malîyê bidin hev.

 

Ph .L.

 

(1) Heta îlona 2012an, îbadet û mezheb girêdayî Wezareta Çand û Hunerê bûn.

Çîna sîyasî, belê raya giştî jî "nexweş ketîye" ji derdê bakur, hem aciz e hem jî xemgîn e. Welatî li kêleka merivên ji cih û warên xwe kirî dijîn, pir caran alîkarîya wan dikin. Saïd Djinnit ê cezayirî, karmendekî payebilind ê  Yekîtîya Afrîkî ku bû nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji  bo Afrîkaya Rojava, bû sedema nerazîbûne. Lewra tevî ku li gorî Peymana Neteweyî ya kanûna paşîn a 1991î zêdetir ji sê hezar şervanên tuwaregên Malîyê tevî subayên ereb û tuwareg ketibûn nava arteşa welêt de jî, wî kir ku Ban Ki Moon bibêje Tuwaregên Malîyê ji pencî salan û vir ve marjînalbûyî ne. Di destpêka 2012an de piranîya wan dev ji artêşê berdan, lewra parlemanterên tuwareg dev ji Meclîsa Neteweyî berdan û ji nû ve rahiştin çekan. Li başûrê welêt TNAA wekî dijminekî tê hesibandin, bi vekirina rêyê li ber komên radîkal tê gunehbarkirin. Hin kes bi gotinên tûj dev diavêjin tevgereka ku "hindikayîyeka hindikayîyê" ne, ku "çeka wê ya dawîyê mîkrofon e", yan jî ya ku  "xwedî erdekî biqasî studyoya France 24ê [kanala televîzyonê ya navneteweyî ya fransî] mezin e".  Li sefareta Fransayê, têsîra "pir xirabker" ya axaftinên TNAAyê di medyayên fransî de tê piştrastkirin. Kêm kes fêm dikin ka çima Parîs û navbeynkar Burkînabî ewqasî zor dan xwe ji  bo TNAAyê dîsa derxe ser dikê, ji ber ku ew êdî li tu bajarê mezin yê Bakur desthilatdar nîne: Tombouctou di destê AQMȊ de ye, Mujao li Gaoyê desthilatdar e, û Ansar Dîn Kidalê kontrol dike.

 

Serokê Kolektîfa şenîyên herêma Kidalê, Doktor Akory Ag Ikhnane ditirse ku êrîşeka leşkerî wê bi careka tevahîya van tevgeran ku "wê rikberîyên xwe yên biçûk ji bîr bikin" nêzî hev bike. Ew herweha ditirse ku li bakur, li başûr jî, welatîyên hêrsa wan rabûyî wê dest bi "neçîra Tuwaregan" bikin. Tiştekî wisa wê bê maneya dawîya Malîya-Bakûr ya piretnîk, ku demeka dirêj pêsnê wê hat dayîn û ku têra xwe derb lê hatin xistin: rêveberê laboratuwareka gelemperî, ew jî xwe di ewlekarîyê de hîs nake li Bamakoyê…

 

Xanim Oumou Sall Seck, şaredara bajarê Goundamê, ku wekî tevahîya hilbijartîyan, memûrên dewletê û bazirganên bakur li paytextê li starê gerîyaye û ku timî bi telefonê diaxive da agahîyên dawî bi dest bixe, talankirina bajarê xwe yê li ser rêya stratejîk ber bi Tombouctouyê û yê xwedî şanzdeh hezar şênî şermezar dike: derîyên şikestî, pencereyên ji holê rakirî, tiştên hatin dizîn. "Ȋslamîstan navendeka tendirustîyê jî, dermanxaneyek jî sax nehiştin. Erdên jinan çandî hatin tunekirin, pompayên bi motor ji destê xwedîyên wan hatin standin." Alîkarê-serokê Koalîsyona ji  bo Malîyê wisa behsa rewşê dike, pêwîst bû serhildaneka ciwanên bi dar û beran pêk were da ku rê li ber qedexekirina çûyîna bazarê li jinan (li jinên sergirtî jî) bigirin, da ku jin neçar nemînin li pişt perdeyan…berhemên xwe bifroşin. Nêçîra antenên satelît ên pêlên "xirabker" digirin, tê meşandin. Heke ji ber dizîyê yan jî zînayê endamên laşên wan neyên jêkirin yan jî bi keviran neyên kuştin, hin kes ji alîyê polîsên îslamî ve tên binçavkirin ji  bo pirsgirêkên dirêjîya cilên wan, ji bo vexwarina alkolê, yan jî kişandina cixareyê. Wekî din jî dengê birêkûpêk yê balafirên bêpîlot yên nayên naskirin heye, kadroyeka Doktorên Cîhanê-Belçîka ya li bakur dişuxile piştarst dike ku balafirên ecêb yên meriv wan nasnakin van rojên dawî daketin Kidal û Tombouctouyê; xanim Seck wisa dibêje: "erzak, çek, narkotîk ; em nizanin. Gel difikire ku ew balafir ji Qetarê tên" (3)

 

NATOyê û Franseyê ji Sahelê bombeyeke li ber teqînê çêkirin

 

Li gorî berpirsîyarên Civaka Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (CADAR), rayedarên desthilatdarîya demî ji bo guhertina sîyasî ya Bamakoyê wextê xwe winda dike. Yek ji  wan wisa îdîa dike "vê carê tablo ne ew e ku têde welatên ewropî li pêş bin û yên afrîkî li paş wan bin: ev operasyoneka leşkerî ya navneteweyî ye ku bi fermandarîya afrîkî ye." Dramé binxêz dike ku mijar ya "alîkarîdayîna artêşa neteweyî ye da ku karibe bi rolên girîng rabe, ev e bingeha plana operasîyona CADARê".

 

Hin kes ditirsin  ya ku li Lîbyayê qewîmî ku Parîsê birêveberîya operasyonan xistibû destê xwe  her li Malîyê jî pêk were, ji ber vê jî ew ji çalakvanîya fransî gumanan dikin. Mohamed Tabouré, karkerê Koordînasyona Rêxistinên Welatparêz ên Malîyê (KRWM) weha şermezar dike "êrîşeka NATOyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê pêşî bi rêya Lîbyayê: wan Sahel veguherand bombeyeka li ber teqînê (4), pişt re desthilatdarîyeka ku bi xwe bijartin ferz dikin da ku bicihkirina CADARê amade bikin".

 

Li alîyê din jî, rêxistina herêma-piçûk dizane ku ne xwedî rêbazên lojîstîk yên ji vî şerê neadil re pêwîst in, di vê cografyaya çîyayî û çolî de ku malîyîyên başûrî jî ne hînbûyê wê ne. Touré ku hesabên xwe kirin wisa dibêje "çûyîna şerî divê were amadekirin" : di navbera nîsan û çirîya paşîn a 2012an de, Fermandarîyên Artêşa Giştî yên herêmê yazdeh civîn li dar xistin, Konseya Navcîtî û Ewlekarîyê çar civîn û heft hevdîtînên serokdewletan organîze kirin.

 

Di vê çarçoveyê de, ji berpirsîyarên CADARê, ji Burkinabîyê Blaise Compaoré û ji Goodluck Jonathan yê nîjeryayî hat ku bi piştgirîya Cezayirê bikin ku tevgerên Tuwareg û hikûmeta Malîyê mizakere bikin. Wexta ev yek dikirin jî wan îdîa dikir ku ji ya xwe nedihatin xwarê der barê hin prensîbên "nayên mizakerekirin" de, wekî yekparebûna erdî û laîkbûnê. Touré wisa şîrove dike, ango di pratîkê de "ne parçebûnê, ne jî şerîetê dixwazin, lê belê qutbûna ji bazirganên narkotîkê yan jî ji terorîstên navneteweyî dixwazin". Bernameyeka fireh…

 

* Rojnamevan

(1) Gotara li jêr bixwîne: Jacques Delcroze, "Effondrement du rêve démocratique au mali  / Jihevdeketina xeyala demokrasîyê li Malîyê», Le Monde diplomatique, îlona 2012an.

 

(2) Jeune Afrique, Parîs, 2 kanûna 2012an.

 

(3) Ji xeynî ku Mîrîtî mektebên Olî fînanse dike, di tebaxa bihurî de  lihevkirineka li Dohayê hat mohrkirin di navbera Croissant-Rouge ya Qatarî û Croix-Rouge ya Malîyî de. Ji ber ku hêzên taybet yên Qatarî di 2011an de li Lîbyayê û di 2012an de li Sûrîyeyê xistin dewrê, raporeka Birêveberîya Agahdarkirina Leşkerî (RAL) li Fransayê behsa îhtîmala hazirbûna "şewirmendan" di nava Ansar Dînê de dike.

 

(4) Gotara li jêr bixwîne "Comment le Mali est devenu une poudrière / Çawa Malî veguherî bombeyekê", Le Monde diplomatique, nîsana 2012an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya